Tu yê gelek caran ji bikarhênerên Ubuntuyê vê gotinê bibihîzî “Tu dikarî bernameya ABC’ê bi vê kodê saz bikî…” Û dû re ew ê ji bo sazkirina bernameya ABC’ê kodan bidin te da ku tu wan kodan di termînalê de binivîsî. Synaptic jî ji bo sazkirina bernameyan heman riyê dişopîne. Lê bi Synapticê tu tenê bernameya ku bixwazî saz bikî nîşan dikî, Synaptic ji bo te kodan dinivîse! Dikarî bi Bikaranîn → Amûrên Pergalê → Termînal têkevî termînalê û van her du kodan bi kar bînî:
sudo apt-get install ABC
sudo aptitude install ABC
ABC ne bernameyeke rastîn e, tenê wekî mînak min ABC nivîsand. Sudo bi komputerê dide zanîn ku tu bikarhênerê/a rêveber (super -user/administrator) î û mafên bilind dide te. Piştî ku sudo hat xwendin, ji bo ewlekariyê, ji te dê nasnav bê xwestin; wekî ku di vebûna synapticê de ji te dihat xwestin.
Çawa ku tu dikaribûyî di Synapticê de li bername û paketan bigerî, wisa dikarî di termînalê de jî bigerî:
aptitude
apt-cache search ABC
an jî
aptitude search ABC
Ji bo rakirina paketekê:
sudo apt-get remove ABC
an jî
sudo aptitude remove ABC
Ji bo rakirina pelên mîhengan jî:
sudo apt-get remove --purge ABC
an jî
sudo aptitude purge ABC
Bikarhênerên nû bikaranîna termînalê xeternak dibînin. Ji ber vê yekê hin kes dixwazin Synapticê bi kar bînin, hinên din jî dixwazin termînalê bi kar bînin. Va ye te her du riyan jî dîtin, tu kîjanê dixwazî, wê bi kar bîne.
No comments:
Post a Comment