Rojnameyên kevin li ser tazîtiya dilê min û dilê xwe raxe. Ez ê hemû êşên xwe bi ser ve birijînim. Dû re em bi hev re ji nava wan, êşên min û te -êşên me yên hevpar- bibijêrin.
De piyên xwe dirêj bike. Cara dawîn xwe bifiroşe min/yekî/yekê. Perê ji te hat em wekî sedeqe bidin sebiyên tînerkêş ên li bin dîwarên hewîngên xwe winda bûne. Dû re ez te bibexşînim/bikujim. Tu jî min...
Em çavên xwe vekin,bi çavên xwe yên vekirî li nava çavên hev binêrin. Bila pêşî biçûk bibin nokên reş ên di nava çavên me de, dû re jî bila dûr bibin ji hev û ji me.
Em bi nameyên elektronîk hev şa bikin, li ser têlên zer û zirav em bi hev şa bibin. Ez di nava ewrên sînga te de winda bibim, tu ala neçariyê li ser sînga min bukute. Remilan bavêje, li dûrahiyan, bi remilan bi rewşa min serwext bibe, dema telefona te qut bû.
De bi ser min ve were. Porê xwe bi ser min ve kurr bike. Çavên xwe bi ser min ve birijîne. Wisa kurr û kor bi ser min ve bikişe. Hemû êşên xwe li min bar bike. Dema ez westiyam tu ji min bigire û hilgire, dû re di şûnşopên min de vegere.
No comments:
Post a Comment