Qey ew roja qiyameta ku di pirtûkên pîroz de behsa wê dihat kirin, îro bû. Na, ev qiyamet ne ew qiyameta di pirtûkên pîroz de behsa wê dihat kirin bû û qet nedişibiya qiyamet û mehşerên di çîrok û derewokên pîrên rûqermiçî û çavkûs de dihatin qalkirin.
Qey Star êdî ne navê Xwedê bû û ew navê ku tirs û rehetî dixist dilê mirovên hejar, ji lîsteya navên Xwedê hatibû birin û Xocê Xizir newêrîbû bibe bersîva hawar û giliyên mirovên şepirze û bê çare. Mirovên reben...
Ji asîmanên ku bi ewrên reş û tarî hatibû girtin, afe-rîdeyên kinik û hûrik, aferîdeyên ku diyar nedibû ka zarok û sebî ne an jî ecûc û mecûc in, tîrên zêrîn ku bi dûvikên wan ve çavên bi xwîn hebûn, dibarandin ser rûyê erdê. Ji cihên ku dibûn armanca tîrên qiyametê, agirekî sor, agirekî bi dû û dûxan bilind dibû. Dema ku tîr li kevir û tehtan diketin, ew kevir û teht pêşî diheliyan û dibûn av û dû re wekî ava li ser êgir dikele, dibûn dûxan û hildikişiyan ewrên reş û tarî... ewr reştir û ronahiya heyî qelstir dikirin. Her ku dinya tarîtir dibû, hejmara tîrên dibarîn zêdetir dibû. Dinya ji ber tîrên qiyametê, wekî kefa destê mirov dûz dibû... Ne tehtek ne girek ne jî çiyayek ji ber xezeba tîran difilitî. Li ser rûyê erdê deşteke fireh hatibû pê. Mirovên ji bo ku nebin armanca tîrên zêrîn, pê li hev dikirin û hev diperçiqandin. Qêrîn û hawara jin û pîrên di bin lingan de diperçiqîn tevlî qêrîn û hawara kesên ku ji bo tîran dibûn armanc dibû.
Ji bo ku ji xezeba sebiyên di destê wan de tîrên zêrîn hene bifilite, bi hemû hêza xwe, ber bi cihên ku ewrên reş û tarî hê xwe negihandibûnê ve dibeziya. Her kes wekî wî bi cihên bê sih de dibeziya. Mirovên ku li hev diqelibîn, heke zû ranebûna ser xwe û ji barana tîran nereviyana, dişewitîn, dibûn av û dû re tevlî ewrên reş dibûn. Çiqas ji navenda siha ewran dûr diketin, hejmara tîrên qiyametê yên bi ser wan de dibariyan kêm dibû. Lê her ku hejmara mirovên dimirin zêde dibû, ewrên reş û tarî zêdetir cih di-xistin bin siha xwe. Û tîr zêde dibûn bi her mirinekê.
Her gaveke ku diavêt ji gava berê biçûktir dibû, êdî tu hêz di canê wî de nemabû ku baz bide. Lê rev diviya, diviya ku xwe bigihîne cihên sahî. Li nava çavên rebenok ên jin û pîrên li der û dora wî tera bûne û dinalin nihêrt û gavên xwe firehtir kir û qîriya... Ya Rebî Staaaaaaar... Bi qêrînê re tîrek li ser dilê wî ket... û tîreke din li mejiyê wî... Tera bû erdê, laşê wî germ bû. Di bedena xwe de şilbûnek hîs kir, ji eniya wî, rûyê wî û hemû laşê wî aveke germ ber bi jêr ve herikî û êşeke nedîtî kete mejiyê wî.
Dema ku ji xew hişyar bû, Kotan li ber serê wî se-kinîbû û rûyê wî dialast. Bi carekê ji cihê xwe hilpekiya. Bi hilpekîna wî, Kotên dûvê xwe xist nav lingên xwe û bi ûsteûst reviya. Ji bo ku tiştekî ji rewşa ku tê de ye derxe, li dora xwe nihêrt. Paşê li asîmanan nihêrt; ewrekî biçûk be jî li asîmanan xuya nedikir; dinya vekirî bû. Li der û dora xwe nihêrt; zinar û gir û çiya li cihê xwe bûn. Destê xwe ber bi ezmanan ve vegirt û ji bo ku her tişt xewnek bû, spasiyên ji dil pêşkêşî Xwedê kir.
Roj ber bi ava ve diçû. Diviya ku ji zû de ketibûya ser riya gund. Ji ber ku ew qiyamet hemû xewnek bû, derengmayîn ev car jê re ne xem bû. Beriya ku cixareyekê bipêçe, li keriyê pez nihêrt. Kerî wekî libên hinareke li erdê ketiye ji hev belav bûbû. Her yek bi aliyekî de çûbû. Gelekên wan heya pişta gir çûbûn û ji çavan winda bûbûn. Piştî cixarê çavên xwe li şiva xwe gerand da ku pezê vir de û wê de belav bûye li hev kom bike û here gund. Li cihê ku şiv lê dît, şopeke balkêş hebû. Xwe bi ser de xwar kir û bi awirên rêçgerîn li şopê nihêrt. Ew ne rêça lingê mirovan bû. Ne dişibiya rêça lingên lawiran jî. Rêç çarqorzî bû û ber bi neqeba girî de diçû. Tiştê balkêş ew bû ku, ji rêçan xuya bû ku aferîdeya rêç li dû xwe hiştine, duling e û her rêçek bi qasî gavekî mirovan ji ya li dû xwe dûr e.
Xofek kete dilê wî. Gelo di navbera wê xewna bisaw û van rêçan de têkiliyek hebû? Êdî ne keriyê ji hev belav bûye ne jî derengmayîn mejiyê wî mijûl dikir, hiş û bala wî tenê li ser van şopan bû. Van şopan ew xist bin bandora wê xewnê. Çavên wî li erdê, li ser şopan û wekî dîn û bêhişan ber bi cihê ku şop diçûnê de çû.
Lingên xwe di şûna şopan de bicih dikirin û gavên xwe jî wekî ku şopan dixwest carinan piçûk carinan jî mezin dadikirin. Her ku diçû, navbera şopan firetir dibû û piştî ji neqebê derbas bû bêyî xwesteka xwe, lê di bin bandora şopan de dibeziya. Kes hene li dû şopan diçin, lê kesên din hene ku li dû xwe şopan dihêlin. Ew kî bû an jî çi bû ku di revê de li dû xwe şop hiştibûn? Ji kê an jî ji çi direviya? Baştir bû ku li bersivên van pirsan bifikire bêyî ku mejiyê wî zorê bidê da ku têkiliyekê di navbera xewn û şopan de deyne.
Bazdana wî êdî ne ji dûrbûna di navbera şopan de bû. Qet xem nedikir ku lingê wî li ser şopan e an jî li derveyî şopan e. Tenê, tenê aliyê ku şop diçûnê xema wî bû. Ji bazdanê hilehilê pê girtibû. Ev girê çendan bû ku derbas kiribû û neqeba çendan bû ku tê re derbas bûbû? Dema gihîşt qûntara çiyê, digot qey gilokeke ji striyan çêbûye xwariye û ew strî, di her gavekê de di nava kezeba wî de digeriyan û wekî hespê Troyê ew ji hundir de têk dibir.
Di odeyeke tarî de hat ser hişê xwe. Li ser nivînekê dirêjkirî bû. Ji bo ku tiştekî ji rewşa ku tê de ye derxe, li dora xwe nihêrt. Her der tarî bû. Çavên xwe di tariyê de çikand da ku hinek be jî, tarî li ber çavên wî ronî bibe. Tiştên herî dawî dihatin hişê wî; şop, neqeb, gir û çiya bûn... û bazdan. Li ser teht û latan, bi bazdan bi çiyê ve hildipekiya. Da ku tiştekî ji rewşa tê de ye derxe, hêdî hêdî rabû ser xwe. Her derê wî diêşiya, zor da xwe ku bimeşe, bi zorê gav diavêt. Hê gava duyemîn danekiribû, ronahiyeke qels ber bi wî de hat. Ronahî hêdî hêdî nêzîk dibû. Her ku ronahî nêzîk dibû, ronahiyê çavên wî diêşand û çavên xwe kûs dikirin. Ronahî ji çiraya destê kalekî rîdirêj dihat. Du kesên din, temenê yê dirêj li dora çilî bû û yê din jî lawikekî kej bû ku hê mûyên simbêlê wî zer nebûbûn. Di destê zilamê dirêj de qetek nan û tasek şorbe hebû. Zilamê pîr ew li ser nivînê da rûniştandin û nan û tasa şorbê danî ber. Ji ber tevliheviya di mejiyê wî, heya ku çavên wî bi nên û şorbê neketibû, birçîbûna wî xwe qet nedabû hîskirin..
Dema ku wî wekî gurên birçî êrîş dibir ser xwarinê, zilamê pîr pêşî got ku wî bi awayekî birîndarbûyî di bin zinarekî de dîtine û anîne şikefta xwe û dû re çîroka xwe jê re vegot. Ew file bûn û ji fermana fileyan reviyabûn. Belkî ji ber ku siûda wan ji yên din çêtir xebitîbû, ji mirinê filitîbûn û xwe li vê şikeftê girtibûn. Ev pazdeh sal in ku ev şkeft wan ji qirkirinê diparêze. Ji ber ku kuna şikeftê di nava tehtên xedar de ye, tu kes newêre ku bi vê derê de were. Dema ku zilamê pîr li nava çavên wî dinihêrt û qala qirkirinên di dema fermanê de çêbûbûn dikir, ew xewna bixof li ber çavên wî zindî dibû. Zilamê pîr bi dûv û dirêjî çîroka xwe ya dilsoj got. Dilê wî bi kesên ku bi tivingên bisingû hatibûn kuştin şewitî... Nexasim bi zarokên ku xwîna wan bi derbên singûyan belav dibû û bi serê singûyan tevli xwîna diyên wan dibû.
Zilamê pîr got; “Vaye çîroka me ev e. Em ji wê fermana ku xwînên bi derbên singûyan ji laşan diherikîn û erdê û her der ji xwîna bêgunehan sor dikir, reviyan û em ketin vê şikeftê. Ev şikeft bû stara me. Gelo te li ser van zinarên xedar çi dikir?” Bi dengekî çilmisî ku bi zorê dihat bihîstin, got “Şopên çarqorzî... Ez li dû şopan hatim.” Lawikê kej di bin simbêlên ku hê şîn nehatibûn de keniya.. Zilamê pîr, ji bo ku kenê lêwik bisekinîne, bi dengekî biwate got; “Şop? Haa. Me ji xwe re solên depî çêkirine û em bi wan solan derdikevin derve. Ji ber ku şopa wan çarqorzî ye, ev solên depî mirovan ji me dûr dihêlin.” Gotinên zilamê pîr hinek be jî dilê wî rehet kir. Lê pirseke din di mejiyê wî de çêbûbû. “Te got ev pazdeh sal in ku hûn di vê şikeftê de dijîn. Dem û dewran hat guhertin. Fermana fileyan nema.” Beriya ku zilamê rîdirêj bipeyive, lawikê kej bi zimanekî ku nedihat fêmkirin kete nava xeberdanê. Zilamê pîr pirsa lêwik got; “Bişev şewqeke mezin li ser gund û bajaran heye. Gelo ew ronahî ji çi tê?” Ji ber ku pirs ji lêwik hatibû, berê xwe da lêwik û got; “Dibe ku ew ronahiyên xanî û sikakên bajaran bin.... Ronahiyên lampeyên wan.” Zilamê pîr bi dengekî matmayî got; “Ronahiyên lampeyan? Ew çi lampe ne ku ronahiya wan ji çiyayan xuya dibe?”
“Hêêêêêêêêy!” Bi qêrînên xwişk û birayên xwe hişyar bû. Ji bo ku tiştekî ji rewşa ku tê de ye derxe, li dora xwe nihêri. Li ser kanapeyê dirêjkirîbû. Ji ber ku ev demeke dirêj bû ku elektrîk çûbû, kalorîferê tîna xwe winda kiribû û xanî sar bûbû. Betaniya ku pirça wê sê tilî dirêj bû, li xwe lefandibû. Germa betaniyê çavên wî girantir dikir. Gotinên dawî yên ku beriya ku careke din noqî nav xewnan bibe, mejiyê wî tevlihev kirin, qerebalixa bira û xwişkên wî bû.
“Ev çîrok rast bû bavo?”
“Erê rast bû. Zilamekî pîr ji apê min re gotibû. Apê mîn jî di şeveke sar a zivistanê de ji me re gotibû.”
“Çîrokeke din bibêje bavo, çîrokeke din.”
“Erê bavo çîrokeke din. Diya te here cinetê çîrokeke din.”
“Na, kurê min. Vaye ceyran hat. Gava careke din ceyran çû, ez ê çîroka Varjabed bibêjim. Lê vêga televizyonê veke da ku li nûçeyan temaşe bikim.”
No comments:
Post a Comment