AMED ÇEKO JIYAN
Di zimanan de lêker di deman de, li gorî hin rêbazan tên kişandin. Wekî mînak; di kurmancî de lêkera 'çinîn'ê di demên borî de dibe "çinî", di dema niha û di dema bê de dibe "çin".
Dema Boriya BerdestMin diçinî
Çîroka Dema Boriya Dûdar
Min çinîbûye
Dema Boriya Dûdar
Min çiniye
Çîroka dema boriya têdeyî
Min çinîbû
Dema Boriya Têdeyî
Min çinî (çinî)
Dema Niha
Ez diçinim (çin)
Dema Bê
Ez ê biçinim (çin)
Em dikarin lêkerên kurmancî li gorî rêbazên kişandinê wekî 5 komên cuda bigirin dest
-
-în, -an, -tin
-
astin (=aştin, estin, aftin, artin, êrtin, êjtin, axtin)
-
-andin
-
Lêkerên koka wan ji tîpekê pêk tê
-
Lêkerên bêrêbaz
1) -în, -an, -tin
Mînak:
dizîn, kirîn, çilmisîn, derizîn, dewisîn, fetisîn, pêçan, kolan, kutan, girtin, cûtin, kuştin û hwd.
dizîn: Min dizî, Ez didizim (dizî, diz)
kirîn: Min kirî, Ez dikirim (kirî, kir)
derizîn Ez derizîm, Ez diderizim (derizî, deriz)
pêçan: Min pêça, Ez dipêçim (pêça, pêç)
kolan: Min kola, Ez dikolim (kola, kol)
kutan: Min kuta, Ez dikutim kuta, kut)
girtin: Min girt, Ez digirim (girt, gir)
cûtin: Min cût, Ez dicûm (cût, cû)
kuş(j)tin: Min kuşt, Ez dikujim (kuşt, kuj)
Wekî ku ji hemû mînakan diyar e, dema ku ev lêkerên me di demên borî de tên kişandin, tîpa dawî a paşgira raderê (çinîn) dikeve û tîpên din dimînin. Di dema niha û dema bê de jî hemû tîpên paşgira raderê (çinîn) dikevin.
2) astin (=aştin, estin, aftin, artin, êrtin, êjtin, axtin)
Mînak:
Parastin, qevastin, guhestin, pişaftin, spartin, hejmartin, kesaxtin, biraştin û hwd. -astin
parastin: Min parast, Ez diparêzim (parast, parêz)
qevastin: Min qevast, Ez diqevêzim (qevast, qevêz)
guhestin: Min guhest, Ez diguhêzim (guhest, guhêz)
pişaftin: Min pişaft, Ez dipişêvim (pişaft, pişêv)
spartin: Min spart, Ez dispêrim (spart, spêr)
hejmartin: Min hejmart, Ez dihejmêrim (hejmart, hejmêr)
kesaxtin: Min kesaxt, Ez dikesêxim (kesaxt, kesêx)
biraştin: Min biraşt, Ez dibirêjim (biraşt, birêj)
Wekî ku ji mînakan xuya ye, di dema borî de du tîpên dawî ên paşgira raderê (parastin) dikevin û di dema niha û dema bê de jî sê tîpên dawî (parastin) dikevin û tîpa "a" ya paşgira raderê (parastin) ditewe û dibe "ê" û hin tîpên piştî "a"yê jî vediguhêzin tîpeke din. (s - z, ş - j, f - v,)
3) -andin
Mînak:
borandin, çelqandin, çirandin, êşandin, hewandin, neqandin û hwd.
-andin
borandin: Min borand, Ez diborînim (borand, borîn)
çelqandin: Min çelqand, Ez diçelqînim (çelqand, çelqîn)
çirandin: Min çirand, ez diçirînim (çirand, çirîn)
êşandin: Min êşand, Ez diêşînim (êşand, êşîn)
hewandin: Min hewand, Ez dihewînim (hewas, hewîn)
neqandin: Min neqand, Ez dineqînim (neqand, neqîn)
Di dema borî de du tîpên dawî ên paşgira raderê (şewitandin) dikevin û di dema niha û bê de sê tîpên dawî ên paşgira raderê dikevin û û tîpa "a"yê vediguhêze "î"yê. (şewitîn)
4) Lêkerên ku koka wan ji dengekî pêk tê. bûn, çûn, kirin, xwarin.
bûn: Ez bûm, Ez dibim (bû, b)
çûn: Ez çûm, Ez diçim (çû, ç)
xwarin: Min xwar, Ez dixwim (xwar, xw)
Di dema borî de “in”a paşgira raderê dikeve û di dema niha û dema bê de tîpa yekemîn tenê dimîne.
5) Lêkerên bêrêbaz. Gotin, hiştin, man, dîtin... Dema ku ev lêker hatin jiberkirin, divê kişandina wan a li gorî deman jî bê jiberkirin lewre her yek ji wan xwedî rêbazeke cuda ye.
Gotin: Min got, Ez dibêjim (got, bêj)
Hiştin: Min hişt, Ez dihêlim (hişt, hêl)
Man. Ez mam, Ez dimînim (ma, mîn)
* * *
Wekî ku di hemû koman de diyar e, dema ku em lêkeran li gorî deman dikişînin, em awayên wan ên raderî li ber çavan digirin; ango wekî ku di ferhengan de cih digirin. Awayê raderî ya lêkeran çawa tê diyarkirin?
pêçan: Wan (ew) pêçan
girtin: Wan (ew) girtin
parastin: Wan (ew) parastin
borandin: Wan (ew) borandin
hatin: Ew hatin
çûn: Ew çûn
mirin: Ew mirin
Ev rêbaz ji bo hemû lêkeran derbasdar e û bi vî awayî em dikarin awayê raderî ya hemû lêkeran bi dest bixin. De niha em werin ser sernavê nivîsê. Ji bo ku mebest bi awayekî zelal bê fêmkirin, em li mînakên li jêrê binêrin:
Ez tewiyam, Ez ditewim
Ez xapiyam, Ez dixapim
Ez lefiyam, Ez dilefim
Lêkerên li jorê hatine nivîsandin, di ferhengan de wekî "tewîn", "xapîn" û "lefîn"ê cih digirin. Heke em van lêkeran wekî awayê ku di ferhengan de cih digirin qebûl bikin, pêwîst e ku em wan wekî "-în"ê bikişînin. An jî em ê riya ku ji bo hemû lêkerên din tê bi kar anîn, bi kar bînin û awayê ku di ferhengan de cih digire piştgo bikin.
Bi ya min, divê em çêkirina awayê raderî li ber çavan bigirin.
Ew tewiyan: tewiyan
Ew xapiyan: xapiyan
Ew lefiyan: lefiyan
Piştî ku me van lêkeran wekî li jorî diyar bûne qebûl kir, em wan di deman de bikişînin.
tewiyan: Ez tewiyam, Ez ditewim (tewiya, tew)
xapiyan: Ez xapiyam, Ez dixapim (xapiya, xap)
lefiya: Ez lefiyam, Ez dilefim (lefiya, lef)
Wekî ku ji mînakan jî diyar e; lêkerên "-iyan"ê wekî lêkerên "-în", "-an" û "-tin"ê hatine kişandin. Me ji bo koma "-în", "-an" û "-tin"ê gotibû: “dema ku ev lêkerên me di dema boriya têdeyî de tên kişandin, tîpa dawî a paşgira raderê (çinîn) dikeve û tîpên din dimînin. Di dema niha û dema bê de jî hemû tîpên paşgira raderê (çinîn) dikevin.” Wekî ku di mînakên jorê de hatiye diyar; baştir e ku ev lêker di ferhengan de ji dêvla "tewîn", "xapîn" û "lefîn"ê ve wekî "tewiyan", "xapiyan", "lefiyan" cih bigirin. Ev yek dê fêrkirina zimanê kurmancî hêsantir bike.http://www.azadiyawelat.com/forum/pesniyarek-ji-bo-ferhengnusan.aw
No comments:
Post a Comment