3/5/10

Teknolojî û kurdî

AMED ÇEKO JIYAN

Serdema ku em niha tê de dijîn, serdema teknolojiyê ye. Bi saya pêşketina teknolojiyê gelek karên ku gelek hêz û lêçûn dixwestin bi hêsanî pêk tên. Ev hêla erênî ya teknolojiyê ye.
Eger em dibêjin ‘hêla erênî ya teknolojiyê’ nexwe ‘hêla neyînî ya teknolojiyê’ jî heye. Teknolojî jî wekî ‘zanîn’ê eger li dijî berjewendiyên mirovahiyê bê bikaranîn, ne baş e. Di cîhana îro de, teknolojî herî zêde di bin desthilatdariya artêşan de ye. Gelek hilberînên ku niha ji bo bikaranîna mirovan ketine bazarê -ji miqilkên teflon bigire heta projeksiyon û înternetê- pêşî ji bo xizmeta leşkeriyê hatine dahênan û piştre ketine bazara mirovan.
Eger em ji bo me kurdan mijarê bigirin dest, em dikarin ji xwe re qala El Cezîrî bikin ku ji hêla hemû cîhanê ve wekî yekemîn kesê li ser robotan xebitiye tê qebûlkirin û xwe pê bipesinînin her wekî em rewşa wêje û weşangeriya kurdî ya îroyîn nabînin û timî qala Xanî, Cizîrî, Baba Tahir û hwd. dikin. Lê ji bo ku em rastiyê bibînin divê em li rewşa xwe ya îro binêrin.
Ji bo bandorên teknolojiyê yên li ser kurdan û kurdî, em ji televîzyonê ku yek ji amûrên teknolojiyê yên herî berbelav e dest pê bikin û piştre kompîtur û înternet û pê re pê re em dikarin heta amûrên din ên ragihandinê herin.
Televîzyon bi nûçe, bernameyên nîqaşan, fîlm, belgefîlm û gelek bernameyên cuda yên ji bo mezin û biçûkan amûreke gelekî hêja ye ji bo mirovan. Lê dema em ji bo me kurdan nêzî mijarê bibin, rewş ji erêniyê vediguhere neyîniyê. Televîzyon li bajarên bakurê Kurdistanê piştî salên 80’yî belav bû û niha hema bêje di her malekê de televîzyon heye. Televîzyona ku diviya civakê ‘bi pêş ve’ bibe, bûye amûra herî bi hêz a asîmîlekirina kurdan. Asîmîlasyona ji avabûna komarê heta salên 80’yî pêk hatî, bi qasî nîvê asîmîlasyona çend salên li dû hatina televîzyonê, pêk nehatiye. Jê wêdetir televîzyon bûye amûreke ku dijberiya kurdî û kurdayetiyê dixe dil û mejiyê kurdan.
Ev mînaka ji bo televîzyonê, ji bo dahênana herî pêşketî ango ji bo kompîtur -û înternetê jî lê ye. Dema em îro bala xwe didine ser înternetê, em dibînin ku cîhaneke nû ya nîgaşî li ser înternetê hatiye pê. Û her milet bi zimanê xwe di vê cîhanê de cih digire. Ango kompîtur û bername û tiştên din ên li ser înternetê bi zimanê xwe bi kar tînin. Ji bo wergerandin û çêkirina pergal û bernameyên kompîtur û înternetê, ji hêla dewlet, zanîngeh, sazî û komên gelek gelan ve budçe tê terxankirin. Lê mixabin em nikarin ji bo kurdî qala pêkanîna xebateke bi rêk û pêk bikin. - Tenê xabata Koma PCKurd heye lê ji ber ku bêxwedî maye, xebatên dikin nayên dîtin.- Ji ber vê jî, em mecbûr dimînin ku di vê cîhana nîgaşî de bi zimanên din cî bigirin.
Di cîhana komputergeriyê de herî zêde ji bo pergal û bernameyên Çavkaniya Azad ên bi lîsansa GPL (General Public License - Lîsansa Giştî ya Cemaweriyê) pere tê terxankirin. Lînux ku pergaleke gelekî pêşketî û bikêrhatî ye û xwedî lîsansa GPL’ê ye ji hêla gelek dewlet, şîrket û saziyan ve tê bikaranîn û destekirin. Hin ji wan ev in: Dewleta Federal a Brezîlyayê piştgiriyê dide Linuxê. Li dibistanên herêma Kerala a Hindistanê perwerdehî bi Linuxê tê dayîn. Artêşa Rûsyayê ji bo xwe, li ser bingeha Linuxê pergalek diafirîne û dê wê bi kar bîne. Her wiha Dewleta Çînê li hemû sazî û dezgehên dewletê bikaranîna Linuxê ferz dike. Wekî din, dewletên wekî Awisturya, Fransa, Almanya û gelek dewletên din ji bo ku bi temamî derbasî Linuxê bibin dest bi xebatan kirine. Jixwe gelek dewlet, wekî ku li Tirkiyeyê Artêş ji bo xwe Linux daye çêkirin û wê bi kar tîne, Linuxa xwe çêdikin û wê bi kar tînin.
Hema bêje tevahiya zanîngehên li ser rûyê cîhanê û şîrketên wekî Google, NASA,IBM, Yahoo, HP, Boeing, HSBC, CitiBank, Sony Ericsson, Nokia, Siemens, Samsung, Motorola, General Motors, Hyun, Oracle, EToys, Tübitak, Troll Tech Linuxê bi kar tînin û bi awayekî piştgiriyê didin pêşdeçûna Linuxê. Ji bilî van dewlet, sazî û şîrketan, Windows bixwe jî li gelek saziyên xwe Linuxê bi kar tîne.
Gelek pergal û bernameyên GPL’ê ji hêla PCKurd.Netê ve hatine wergerandin. Bi qasî bernameyên ji bo Lînuxê, bernameyên ji bo Windowsê jî li kurdî hatine wergerandin. Digel ku lêçûna vî karî -karê kurdîkirina teknolojiyê- pir e û ji bo pêkanîna wî enerjiyeke mezin pêwîst e, çend ciwanên kurd bê piştgirî û destek, tenê bi dilxwazî vî karî didin meşandin. Lê dema em li encamê dinêrin, encam gelekî trajîk e. Wekî mînak: pergala Ubuntuyê ku bi xalên felsefeya xwe yên wekî ‘Divê nivîsbarî bêpere bin.
Amûrên nivîsbariyan divê ji bo zimanên zikmakî yên kesan bikêrhatî bin. Mirov divê ji bo pêdiviyên xwe di kesanekirina nivîsbariyan de bikaribin azad bin’ di nav pergalên Lînuxê de pergala herî bikêrhatî û pêşketî ye. Lê ev pergala digel gelek bernameyên ji bo înternet, ofîs, muzîk û vîdeoyê li kurdî hatiye wergerandin, tenê ji hêla hin kesan ve tê bikaranîn. Mînakeke din jî Mozilla Firefox e ku li seranserê cîhanê textê Înternet Explorera Microsoftê hejandiye. Ev bernameya ku geroka herî lezgîn û ewle ye digel gelek zimanan, ji mêj ve bi kurdî jî xizmetê dide. Lê li Tirkiyeyê hejmara bikarhênerên Firefoxa kurdî bi qasî hejmara bikarhênerên Firefoxa almanî û rûsî tune. (Ma ji dil jî li Tirkiyeyê hejmara alman û rûsan ji ya kurdan pirtir e?)
Sala borî, di hêla teknolojiya kurdî de sê tiştên hêja pêk hatin; telefona bi kurdî, kombiya bi kurdî û klavyeya bi kurdî.
Digel ku buhayê klavyeya kurdî ne giran e, mixabin ez hê jî li tu derê laqî kompîtureke ku klavyeya wê bi kurdî ye nehatime. Ji klavyeya kurdî zêdetir, telefon û kombiya kurdî ji bo ku kurdî careke din bikeve nava civakê, xebatên hêja ne. Asta bikaranîna kombiya kurdî nizanim lê ji bo telefona kurdî, dikarim bêjim ku têkçûneke mezin bû ji bo kurdî. Xebateke ku ji bo kurdî gelekî hêja bû, bi îflaskirina şîrketa ku telefonên kurdî difiroşe, têk çû.
Ji ber ku ev çend hebek karên ji bo kurdîkirina teknolojiyê bêxwedî man û têk çûn, êdî di vî warî de tu pêşketin xuya nake. Lê eger wekî seydayê Ehmedê Xanî gotî, bazar ne kesad bûya û xwediyên kurdî hebûna, ji menuyên televîzyonan û DVD playeran heta Ipodan û ekranên mîhengan ên makîneyên cilşo û firaqşoyan û pêlîstokên zarokan ên ku dipeyivin dibûn kurdî.
Ji bo meşandina karekî wisa bibandor lê ewqas jî hêsan, bi qasî jidilbûn û dilxwaziya kesên ku dê vî karî bikin, divê ev kar ji hêla kesên xwedî payeya biryardariyê ve hêja û birûmet bên dîtin. Nexwe, komek ciwanên dilxwaz dikarin rabin û di nava demekê de bêyî ku ji tu kesî û tu derê piştgiriyekê bistînin van karan hemû pêk bînin. Lê ji ber ku ew kes û ew kar dê bêxwedî û xudan bimînin, dê tu wateya vê kedê tune be.

No comments:

Post a Comment