Gelo ev çawa dibe?
Heke mijar qula di
dîwarekî de be, yan jî qulo di bendavekê de be yan jî qula di
serhişkî/hişmendiya kurdîparêziyê de be, ev gelekî xwezayî
dibe.
Qula di dîwêr de
ji sedî yek be jî ji sedî deh be jî, heke qul neyê girtin, wê
bide ber xwe û dîwarî birûxîne. Her wisa qula di bendavê de jî
û qula di hişmendiya kurdîparêziyê de jî wisa ye.
Di vê mijarê de
xurtî û zexmiya ji sedî 99 yan 90ê dîwêr, bendavê yan
hişmendiyê tu bandorê li ser wî sedî 1 yan dehê nake. Heke
bêjin, “çima, ma 99 û 90 ji 1 û nehê ne mezintir in?”, ezê
bêjim, belê wekî hejmar mezintir in, lê bandora wan li “girtina
qulê” 0 e lê bandora ku ew qula ji sedî 1 yan ji sedî 10 ji
“derdorê” digire û li wê 90 yan 99ê dike xurt e.
Ji ber ku mijar bi
mînak û serboriyan xweştir tên fêmkirin, ez ê du mînakan
bidim; yek ji bo “qula di bendavê de”, ya din ji bo “qula di
hişmendiyê” de.
Çaxê em zarok
bûn, li medreba li ser riya Kotîbê “Bendava Mecîdoyê Macir
hebû. (Li Misircê/Gurdilan taxeke maciran heye û bi dimilkî -ku
me jê re digot dimbilî- diaxivin) Mecîdê macir li ser Çayê -ku
me tenê digotê “Çayê” ango navekî wê yê din tune bû yan
jî me nedizanî- bendavek çêkiribû û bi ava wê bendavê erdê
xwe yê li medrebê av dida. Mecîdo li ber Çayê girikek ji axê
çêkiribû û serê axê jî bi nayloneke mezin girtibû. Ev rêbaz
ji lêkirina dîwarekî beton erzantir û hêsantir bû.
Ji ber Misirc
havînan bar dike navbera Rojê û Dinyayê, hewa pir germ dibe. Wa
di wan rojên germ de wekî mezinan, zarok jî li avekê digerin ku
xwe tê de hênik bikin. Ji bo vê jî opsiyon ne gelek in: Çemê
Başûra, Çemê Kezerê, bîrên avdaniyê yên li derdora bajêr û
Gola Mecîdo. (Vê paşiyê li nava bajêr hewzek jî hat vekirin.)
Belê, Gola Mecîdo
jî hebû lê tenê gava Mecîd ne li wirê bûya. Gava Mecîd diçû
malê yan nava bajêr, kurê wî yê di temenê me de nobedariyê
dikir lê ji ber ku kurê wî jî wekî me dixwest xwe li nava golê
bixwe, ew gol ji me re dibû seryangeh, perav û Miamî.
Dîsa wisa rojeke
havînê me berê xwe da golê. Ji ber ku -nayê hişê min ji ber
çi- em ji Mecîdo aciz bûbûn, beriya ku em ji golê derkevin me di
naylonê bendavê de qulek vekir. Piştî ku em ji golê derketin,
wekî ji berê ve me plan kiribû, em çûn Amedê mala xizmên xwe.
Di vegerê de me bihîst ku ew qula ku nake ji sedî 1ê dîwarê
bendavê, hêdî hêdî fireh bûye û dîwêr bi temamî daye ber
xwe û bendav hilweşandiye.
Bêguman temamê
dîwarê bendavê ji wê qulika biçûk mezintir bû. Lê bandora avê
ku li ser firehbûna qulikê dikir gelekî xurt bû. Loma wê qulika
biçûk bi saya bandora “derdorê/avê” bandorê li ji sedî 99ê
dîwêr kir.
Mesela din jî
meseleyeke gelekî tiltezîn e ku hatiye serê hevalekî min. Ez ê
di vê meseleyê de nav nedim. Jixwe ya girîng mesele bixwe ye, ne
kes in.
Hevalekî hêja yê
dilsozê kurdî ku ji beşeke din ya Kurdistanê ye li Amedê bi cî
bûbû. Hem ew hem jî jina wî dilsozên kurdî bûn û li navmalê
bi hev re û bi keçika ya biçûk re bi kurdî dipeyivîn. Keçika
şîrîn wekî hemû zarokên bi kurdî dipeyivin, gava dipeyivî
derd û kulan bi mirovan dida jibîrkirin.
Rojekê, hevaleka
wan ya ku li pêşdibistaneke taybet mamostetiya zarokên biçûk
dike, ji wan re dibêje wş gelekî baş be ku rojê çend saetan ji
zaroka xwe re ji TVê kanaleke zarokan ya bi tirkî vekin. Piştî
sohbeteke li ser vê mijarê, malbat digihîje wê encamê ku “saeta
tirkî” wê bandoreke neyînî li “23 saetên bi kurdî” neke.
Lê piştî demekê,
zarok hem ji kurdî hem jî û dayik û bavê xwe yên “kurdîaxêv”
dûr bû. Cara paşî beriya 3 salan me hev dîtibû û wî hevalî
gazin dikirin, digot ew bi keça xwe re bi kurdî diaxive lê keçik
bi tirkî bersiva wî dide.
Heke ez sosyolog
bûma, min ê navê “bandora qula li bendavê” li vê bikira.
* https://youtu.be/QtGsSiQYG6s
* https://youtu.be/QtGsSiQYG6s
No comments:
Post a Comment