Wê roja ku qet ne girîng e ji rojan kîjan roj bû, temenê te 16 bû. Belkî jî hê nû ketibûyî 17ê xwe.
Kêm kes hene ku di wî temenî de bîra hin tiştan, bi taybetî jî bîra girîngiya zimanê zikmakî dibin. Di mijara kurdî de tu bi qasî Seydayê Cegerxwîn serhişk û bi qasî Celadet Bedirxan zîrek bûyî. Loma hemû kêliyên jiyana te bi kurdî bû. Jixwe te dijberiya bi pergal a li hemberî kurdî dîtibû û gotibû: “Dewlet astengî dernaxe pêşiya ciwanên kurd ên bi tirkî dipeyivin lê dema mijar kurdî be, ji bo astengkirinê tiştê jê tê dike”.
Delaliyê ber dilê welatparêzan, bi wê zîrekiya xwe di demeke kin de rastnivîsa kurdî jî fêr bûbûyî. Bi qasî nivîskarên ku bi salan e bi kurdî dinivîsin, belkî jî zêdetir, di rastnivîsa kurdî da şareza bûyî.
Wekî îro tê bîra min; rojekê hatî cem min, bi wan awirên fediyok ku wekî dixwestin bibêjin “ez hê nû rastnivîsa kurdî fêr bûm, loma belkî ne hedê min be”, te got, “ez pirtûka Serok werdigerînim”. Bêguman ev kar ji te dihat. Loma min ji te re got, “Pir baş e, lê heta pirtûkê bi temamî wernegerînî bila haya kesî jê çênebe”. Nizanim gelo te ew pirtûk bi temamî wergerand an na. Belkî rojekê ji nava tomarên komputerekê ew wergera te derkeve.
Em kurd gelekî seyr in, Mazlûm. Her kes ji heman tiştê re dibêje “Mazlûm” lê em ji tiştine din re dibêjin. Dema li devereke din ji kesekî re bibêjin “filankes pir Mazlûm e”, dilê xelkê pê dişewite, di ber xwe de dibêjin “wey rebeno Mazlûmo,”. Lê li cem me? Ji Kawayê Hemdem ve wateya “Mazlûm”ê di nav me de guherî; bû berxwedêrî û serhildêriya li hemberî zilmê, bû fedakarî û xebata ji bo gelî, bû çirûska ronahiya roja nû. Û niha jî bi keda te bû zîrekiya ciwan a ciwaniyê, bû dilêrî û pilingiya têkoşeriyê. Belkî ji ber vê zîrekiya te ya di temenê ciwan de, ji ber ku te bi zîrekiya xwe zilm li temenê ciwan dikir, min nav li te kiribû “Zalimo”.
Zalimo, zalimê temenê ciwan, bi mehan beriya şehadeta te, her ku em li derekê laqî ciwanekî zîrek dihatin an jî dema ku mijara sohbetên li nav dost û hevalan dibû zîrekiya di ciwaniyê de, me ji hev re “çend dişibe Mazlûmê me”. Tu zîrek bûyî bi qasî ku vê tarîtiya kurd tê de ronî bike.
Û em hevalên te, ne ji bo pesindanê lê ji bo ravekirina wesfên te dinivîsin. Ji ber ku dem xayîn e, her kesî û her tiştî di navbera çerxên xwe de dihêre, hûrhûrî dike û ji bîr û dilî dibe. Li ser vê cîhanê bêhejmar mirov jiyane, lê tenê yên navên wan li derekê hatine nivîsandin îro mane. Loma, ji bo ku çerxa dîrokê navê te jî nehêre, ji bo ku ew navê te ji Mazlûm Doxan girtiye bi nifşên nû bê fêrkirin, pêwîst bû ku tu bêtî nivîsandin.
Rojekê dema em li ser kar bûn, di nav hevalan de nûçeyek belav bû; gotin Mazlûmê me li Cizîrê hatiye girtin. Piştre me pê zanî ku te xwestiye di 17 saliya xwe de çiya bi çiya sînorî derbas bikî û tev li refên gerîlayan bibî. Dema ku tu ji Cizîrê vegeriyayî, di awirên te de fedîkariya ji ber serneketina di armancê de hebû. Piştî wê vegerê, te hê zêdetir xwe dabû pêşvebirina mejî. Di demên dawiyê ku em bi hev re bûn de te berê xwe dabû redaktoriyê jî. Bi qasî ku min bi hebûna xwe bawer dikir, min bi serkeftina te ya di hemû karan de jî bawer dikir.
Mehên ku di navbera me de sînor hebûn jî têkiliya me her dewam dikir. Rojekê te li buhayê wênekêşekî profesyonel dipirsî, rojeke din li riyeke derbaskirina sînorî. Wekî hemû caran, te armancek dida ber xwe lê di wê meşa ji bo gihîştina armancê de te karê li ber xwe bi awayê herî baş dikir. Her ku tu diketî înternetê û wêneyê te agahiya ketina te dida, dilê min ê ji bo sohbeteke bi dostekî re lê dida geş dibû. Bi silavdana navlêkirinên “Zalim” û “Kafir”, me sohbet geş dikir.
Rastiya dilê xwe bibêjim; min wisa hêvî û bawer dikir ku tu yê di çend deh salên pêş de bibî yek ji serkêşên vî gelî û bikevî hemû dilan. Lê birako, te sebir nekir û tu nebûyî serkêşekî vî gelê, lê di temenê 19 salî de tu bûyî lehengekî vî gelî û li ciyê herî xweş ê dilê me hemûyan de bi cî bûyî.
Di vê keleka germa havînê de ez li malê li odeya ku roj li dîwarê wê naxe û nasojîne li ber komputerê rûniştibûm û min nivîsek werdigerand. Ji nişkê ve bû zirezira telefonê. Yê bi telefonê digeriya Omer (Dilsoz) bû. Piştî pirsiyarkirina hal û wext, Omer got “te li nûçeyan temaşe kir?” Ev çend saet bûn min nivîsek werdigerand û navber nedabû ku li nûçeyan binêrim. Bi hêviya ku di rewşa parlamenterên girtî de geşedaneke baş çêbûbe, min got nûçeyê çi? Piştre min ji dengê wî fêm kir ku tiştekî ne baş qewimiye. Pêşî got, “Ew hevalê me.... Mazlûm....” Û dewam kir, “Li Dêrsimê şehîd bûye.” Wê kêliyê ez li ciyê xwe tevizîm, gotin di qirika min de ma, devê min ziwa bû û çavên min şil bûn. Bê xatirxwestin me telefon girt. Dema ku min malpera ajansê vekir, min wêneyê te yê li pêş alê dît. Simbêlê te yê ku bi zorê xwe li ser lêva te digirt delaliyekê dida te. Wê kêliyê, wekî kêliya pêşî ya hevnaskirina me, çavên te yên ku wekî zeytûnên têrgoşt û bi zeyt reş dikirin û dibiriqîn, wekî pîjeke sor di dilê min re rakiribin heta nava dilê min tesîr kir. Di van du salên dawiyê de min mirina bavê xwe dît, mirina bapîr û dapîra xwe dît, mirina hevalê xwe yê ku em di salên zanîngehê de di malekê bi hev re dijiyan dît û min mirina çîrokeke 12 salan bihîst. Lê birako, ya herî zêde bandor li min kir, ya herî zêde dilê min tevizand, ya rondik ji çavên min anî mirina te bû.
Ji wê roja min nûçeya te bihîst ve dema piştî bala min diçe ser tiştekî û xwe ji bîr dikim di nûçeyekê de an jî li ser rûpeleke înternetê wêneyê te dibînim li rastiya ez pê dizanim lê naxwazim qebûl bikim hay dibim; gelo Mazlûm şehîd ket an jî ev tenê xewnerojkek e?
Wê rojê dema li ser înternetê bûm hevalekî ku wêneyê te wekî wêneyê profîla xwe bi kar tîne kete înternetê. Ji nişkê ve min got qey tu yî hatiyî ser înternetê. Dema ku min kir ez silavekê bidime te, hê nû li rastiya dilsoj hay bûm.
Her ku li te difikirim, Mazlûm Doxan tê hişê min. Dizanim niha hûn li cem hev in. Hevalo, te agir berda dilê me hemûyan, lê dizanim te tenê kêfa Mazlûm Doxan anî. Lewre bi hatina te ew dizane sî salan piştî çalakiya wî, ciwanên ku wî nav daye wan wekî wî çargurçik in, wekî wî dilpola ne, wekî wî dilşêr û wekî wî awirbaz in.
Hê jî dema di TV û malperan de nûçeyên derbarê te de derbas dibin û wî wêneyê te nîşan didin, awirên te wekî wê kêliya min nûçe dît di dilê min de dikutin.
Wê kêliya ku min di wî wêneyî de tu li pêş alê dîtî, tenê pirsek bi min re çêbû; dema ku te ew wêne da kişandin, dema te ew wêneyê ku te dizanî heta tu bijî dê neyê weşandin da kişandin, di wî dilê te yê ciwan de çi hest hebûn? Wan awirên te yên dilsoj dixwest ji me re çi bibêje?