Zimanê te an yê min?
Dema min li Elezîzê zanîngeh dixwend, rojekê min dît li bin holika li ber deriyê beşê sê hevalên me yên ji Rihayê û neteweperestekî tirk rûdiniştin. Ez jî çûm bin holikê. Neteweperestê tirk ji wan re digot "ev der Tirkiye ye, em li bin ala tirkî dijîn. Hûn nikarin li virê bi kurdî bipeyivin, divê hûn bi tirkî bipeyivin."
Li ser van gotinên wî ez qehirîm û ketim navberê. Yek ji min yek jê, neteweperestoko dît dawiya vê nîqaşê şer e, ji tirsan teza xwe guhert û got, "ez ji bo xêra we wisa dibêjim. Hûn bi tirkî bipeyivin ji bo we jî çêtir e, lewre kurdî zimanekî qels e".
Bulent Arinç jî kêm-zêde tiştên wisa digot. Ew jî wekî wî neteweperestî bi kurdî nizane, lê dibêje qels e.
Min ji wî neteweperestî re gotibû ku ez bi kurdî baş dizanim û tirkî jî jê çêtir dizanim. Û min tirkî û kurdî jê re li mêzênê xist. Di dawiyê de wî yê neteweperest serê xwe çimand ber xwe û bêdeng rabû çû. Dibêjim qey piştî rastî bihîst, ji zimanê xwe fedî kir.
Ziman û xweza
Dibêjin ziman rasterast ji xwezayê dizên. Loma mirovên ji jidayikbûnê ve kerr in nikarin biaxivin. Axaftin bizarîkirina dengan e û deng jî ji xwezayê (ji belgên daran, ji şireşira kanî û çeman, ji çûk û balindeyan, ji ajal û ba û bahozan) tên.
Zimanên li xweza/erdnîgarî/welatê xwe dijîn, peresîna asayî dijîn. Lê zimanên ji welatê xwe qut bûne?
Zimanê tirkî ji welatê xwe qut bûye. Wekî dîrok dibêje, tirk ji Asyaya Navîn hatine vê derê. Dema wekî komên koçber hatine, li ser rê û li rawestgeha dawiyê zimanên cur bi cur bandor li zimanê wan kiriye. Sedema ku piraniya peyvên ferhenga tirkî biyanî ne, ev e. (Wekî hemû zimanan, mafê tirkî jî heye ku ji zimanên din peyvan bigire. Vê ne wekî kêmasiyekê dibêjim.)
Li gel peyvgirtina ji zimanên din, tirkan (an jî yên ji xwe re dibêjin tirk) peyvine nû jî çêkirine. Lê ji ber ku ew peyv ne li welatê xwe çêbûne/zane, seqet zane. Ji ber vê jî, di rewşeke ku derfetên kurdî û yên tirkî wekî hev bin de tirkî nikare li hemberî kurdî pêncî salan li ber xwe bide.
Ew çend sal in kurdî qedexe ye û hemû rê li pêşketina wî hatine girtin; lê kurdî dîsa jî wekî zimanên "xwedî dewlet" bi pêş dikeve. Bêguman ev ne xurtiya kurdan e. Ev rasterast xuurtiya kurdî ye.
Ez dibêjim sedema sereke ku ew çend ji kurdî rikê digirin ew e ku ji kurdî ditirsin. Bi raya min, hemû ziman hêja ne, û ji hêla rêzgirtin û parastinê ve wekhev in. Lê rastî jî rastî ye; hin ziman ji hinên din xurttir in. Loma hin zimanên kur derfetên mezin jî ji bo wan tên pêşkêşkirin, bi qasî kurdî nikarin xwe bidin jiyandin.
Ji Arinç neqehirin
Kurd neheq in ku ji Arinç diqehirin. Ew ji hêla xwe ve mafdar e. Dizane eger kurdî serbest bibe, di nava pêncî salan de kurdî dê li welatê wî serdest bibe. Ma kurdên bi sedan salan e çûne Enqere û Konyayê hê jî bi kurdî naaxivin? Lê tirkên beriya çend deh salan anîne Kurdistanê?
Ji ber vê jî, helwesta Arinç bertekek e ji bo parastina zimanê xwe.
Tiştê seyr ew e ku kurdên du-sê nifş in êdî bi kurdî napeyivin, li hemberî van gotinên Arinç xwe diqehirînin. (ev ew kes in ku li civakan bi gotina "Kürtçe bilmiyorum – Kurdî nizanim" xwe dipesinînin.) Bi raya min mafê wan tune ye ku derbarê kurdî de tu tiştî bibêjin, lewre li ber dilê wan kurdî zimanekî qels e. Û jixwe êdî kurdî ne zimanê wan e!
Şam dûr e, ma Kurdî Der jî dûr e?
Gotina herî zêde min diqehirîne ew ku hin "welatparêzok"ên kurdînezan dibêjin "xwezî bi kurdî zanîbûma." Û gotina "sûcê malbata min e." Erê, heta îro sûcê malbata te bû. Dibe ku dayik û bavê te ji kurdî hez nakin, dibe ku kurdî kêm dibînin, an jî dibe ku sîxur û ajan bin û ji bo têkbirina kurdî têdikoşin (nexwe çima hemû derî û derfetan li kurdî digirn?)
Lê ma tu jî di riya wî bavî û wê dayikê de yî? Eger ne wisa be, wa li her derê Kurdî Der hene û yên bixwazin dikarin kurdî fêr bibin. Lê yên fêr nabin/naxwazin fêr bibin, tika dikim, bi qasî Arinç mêr bin, rastiya ber dilê xwe bibêjin û kesî nexapînin.
No comments:
Post a Comment