Hema wilo lo
9/19/14
1/20/14
Amedîno, vê xêra min li we kirî ji bîr nekin ha
Dema te jî ev sernav xwend, di bin simbêlan de keniyayî, ne? De em bi hev re bikenin :) da ku ez derbasî mijarê bibin.
Îro, wekî gelek caran, piştî ku ez ji ciyê kar derketim, rasterast çûm firinê ku nanekî bikirim û herim malika xwe. Firin wekî her car qerebalix bû, gelek kes ketibûn dorê ku nanî bikirin, lê çend kes jî hebûn ku hema nan ji ser dezgeyê digirtin û bêyî bikevin dorê, wan perê nanên xwe dirêjî keçika nanfiroş dikir.
Min tam kir ku ji ber vê helwesta wan xwe nerazî bikim, bala çû ser sê kesên li pêşiya min ku hem ciwan bûn, hem li Amedê bûn û hem jî bi kurdî diaxivîn. (Min digot belkî tenê ez bi keçika nanfiroş re bi kurdî diaxivim)
Piştî ku min nanek ji xwe re kirî, bi wê kêfxweşiyê, ne wekî her car, min berê xwe da wê bufeya ku li meydana Deriyê Çiyê (ku bi navê Meydana Mazlûm Doxan jî tê binavkirin) ava fêkiyan diguvêşe û difiroşe.
Dema gihîştim ber bufeyê, xwediyê bufeyê yê ku ji bo du kesên beriya min hatibûn wê derê ava hinaran diguvaşt, wekî gelek esnafên Amedê bi tirkî peyivî. Min guh neda tirkiya wî û min bi kurdî ava hinaran jê xwest.
Çawa ku ez bi kurdî axivîm, wekî ku ew di şerekî xedar de bi tenê ye û bira û pismamên wî hatine hewarê, wisa kêfa wî hat. Û bi wê kêfê berê xwe da her du zilaman û vê carê bi kurdî gote wan:
"Va win dibînin, xelkê Amedê kurdî taxive". (Ev peyva "taxive" wekî emanet ji devê wî ket). "Dibînî, xortên me kurdî taxivin". (Xort ez im, hem jî di vî temenê sî û sê salî de ku meha pêş dibim sî û çar)
Yek ji wan her du zilaman, bi awayekî jixweqayîl û xeydok, got:
"Pa pitir bi turkî taxivin".
Li ser gotina wî, zilamê ku ava fêkiyan difiroşe, mesele gote min.
Ew her du zilam ji Zaxoyê bûn (Jixwe ji "pa"ya wî diyar dibû) û wan gazinc dikirin ku li Amedê (bi gotina wan) her kes bi tirkî diaxive. Camêrê amedî jî digot, ev ne rast e, dibe ku hinek bi tirkî diaxivin, lê bi piranî bi kurdî diaxivin.
Gelek caran min li firoşgeh û dikanên Amedê başûrî ditîne ku ji ber tirkiya amediyan gazinc kirine. Her carê min daye ber dilê wan ku hemû wisa ne tirkîaxêv in. Lê piştî axaftina me ya çend deqeyan, wan fêm kiriye ku ez ne amedî me û di ser de jî wan tê derxistiye ku ez "nûser" im. Û her carê jî xeyalşikestî bûne ku li Amedê yên bi kurdî diaxivin yan ke ji Amedê ne yan jî nivîskar in. (Û di serî de nizanin ku li Amedê gelek nivîskar hene ku li nav malên xwe jî bi tirkî diaxivin).
Vê carê min bi "eviya" û "wanî"yên axaftina amediyan rê neda ku fêm bikin ez "nûser" im û xeyalşikestî bibin. Û piştî ku min perê ava hinaran da yê firoşkar, min tembiyek li wan zaxoliyan kir:
"Pismam, her cara ku win bên Amedê û xelkê vira bi we re tirkî baxive, wanî xwe neqayîl bikin ku ji ber vê kêmasiya xwe fedî bikin".
Wile amedîno, vê carê min nehişt hûn bêhurmet bibin, lê careke din ez ê bêjim "Ez ne ji Amedê me, ji lew ez bi kurdî diaxivim".

1/18/14
Nexşeya cîhanê şaş hatiye xitimkirin
Ez îşev li ser Facebookê rastî
agahiyeke balkêş hatim.* Bi wêne û vîdeoyekê dihat diyarkirin
ku “nexşeya cîhanê ya em pê dizanin şaş e”. Di malperê de nexşeyek jî hebû ku
tê de tê nîşandan aqarê Afrîkayê ji yê em pê dizanin zêdetir e.
Nexşeya Cîhanê, her parzemînek bi
rengekî cuda hatiye nîşandan
Piştî lêgerînekê, min heman agahî li ser çend malperên din jî dît. Di malperekê de agahiyeke din ya balkêş hebû. Wekî ku di hemû nexşeyên cîhanê de tê nîşandan, Bakur "jor" e û Başûr jî "jêr" e. Eger em di nav "gerdûn û kaînatê" de lê bifikirin, em ê jor û jêrê çawa diyar bikin? Yanjî, gelo li kaînatê "jor" û "jêr" heye?
Eger em tenê ji bo cîhanê bifikirin, li Bakur jî li Başûr jî raserî me jor e û berjêrî me jêr e. Li Afrîkayê jî û li Ewropayê jî şaxên daran li jorê ne û qurmên daran li jêrê ne.
Dibe ku "di rewşeke asayî de" ne girîng be ka kî li jêr e û kî li jor e, lê ji çîroka "Adem û Lîlîthê" jî diyar e ku sedema Afrîka li jêrê ye/li bin e, ew e ku "herî zêde" ew bindest bûn/in.
Nexşeya Cîhanê, Başûr jor e û Bakur jêr e
Meseleya "jor û jêrê" li hêlekê, li dû wan agahiyên derbarê kêmkirina aqarê Afrîkayê de, min li ser Google û Wîkîpediayê li wêneyên
cuda yên nexşeya cîhanê nihêrt.Dibêjî qey hemû nexşe "li navendekê" hatine çêkirin, kêm zêde hemû wekî hev in.
Dema mirov li van nexşeyan dinêre, dibêjî
qey Dewleta Amerîkayê bi qasî nîvê parzemîna Afrîkayê heye û
parzemîna Ewropayê jî hema bêje ji nîvê parzemîna Afrîkayê
mezintir e. Lê gelo di rastiyê de wisa ye?
Piştî agahiyên li ser malpera
UpWorthy û malperên din, min ji wîkîpediayê agahiyên derbarê parzemînan**,
Dewleta Amerîkayê***, Ewropa**** û beşa Ewropayê ya Rûsyayê*****
de xwend. (Ya rast min berê xwe dayê ka aqarê her yek ji wan çend
metre ducar e.)
Li gorî van agahiyan tabloya
li jêrê derket holê.
Di nexşeyên cîhanê yên ku li her
derî tên nîşandan, Afrîka hema bêje du carna li Amerîkayê
heye, lê di rastiyê de sê caran lê heye. Û jixwe dema ku mirov
Ewropa û Afrîkayê li gorî nexşeyan û li gorî agahiyên rast
dide ber hev, mirov dibîne ka ev nexşeyên hanê çiqas çewt in.
Diyar e derewa di nexşeyan de têrê
nekiriye, li ser Google Mapê Afrîka hê bêtir hatiye
biçûkirin******.
Li dû van hemûyan, rewşa nexşeya
Kurdistanê -ya ku dewleta Îranê Loristan jê kêm kiriye- hate
hişê min ku îro li çar parçeyên Kurdistanê kurd dibêjin qey
nexşeya Kurdistanê ew e.
-
Parzemîn
Aqar (km²)
NifûsAsya44,579,0004,164,252,000Afrîka30,370,0001,022,234,000Amerîkaya Bakur (Gronland jî di nav de)24,490,000542,056,000Amerîkaya Başûr17,840,000392,555,000Antartîka13,720,0004,490Awistralya9,008,50023.897.390Ewropa (Beşa ewropî ya Rûsyayê û welatên Qafqasan jî di nav de)10,180,000738,199,000Ewropa (Beşa ewropî ya Rûsyayê ne di nav de LÊ welatên Qafqasan di nav de)6,220,000= 10,180,000 – 3,960,000*738,199,000Dewleta Amerîkayê9,826,675317,493,000