10/18/13

Meseleya “qumaş û xerîdar”

Destpêka vê mehê (03.10.2013) li sê bajarên cuda (Bruksel, California, Toronto) konferans û civînên Mozillayê hebûn. Ji çar aliyên cîhanê, ji gelek welatan bi sedan kes, ji bo nîqaşên li ser berhemên Mozillayê yên wekî Firefox, Fennec, Firefox OSê li van sê bajaran civiyan.
Ez, ku ji sala 2005an ve bi awayekî dilxwazî Firefoxê werdigerînim kurdî, li ser navê Firefoxa kurdî, beşdarî konferans û civînên li Brukselê bûm.
Sala 2005an, bi alîkariyên hêja Erdal Ronahî, kurdîkirina Firefoxê dest pê kiribû û çend salan piştî wê, Firefoxa kurdî di malpera fermî ya Firefoxê de di nav zimanên wekî înglîzî, fransizî, almanî û zimanên din yên cîhanî de ciyê xwe girtibû. Piştî vê serkeftinê, her ku min derfet didît, min Firefoxa kurdî li ser kompîterên saziyên kurdî û hevalên xwe saz dikir. Lê li gel vê jî, li (bakurê Kurdistanê û) Tirkiyeyê hejmara bikarhênerên Firefoxa kurdî ji hejmara bikarhênerên Firefoxa rûsî û almanî jî hindiktir bû.
Dibe ku gelek sedemên vê yekê hebin. Yek ji van sedeman Google e, ku di Firefoxê de motora lêgerînê ya standard Google e û Google kurdî wekî “tenê soranî” û bi tîpên erebî qebûl dike. Dema di Firefoxa kurdî de Googleê vekî, Google bi soranî û tîpên erebî vedibe. Li gel hemû hewldanan, Google hê jî rê nade kurmancî. (Androîd bixwe jî berhemeke Googleê ye û ji ber vê helwesta Googleê zehmet e ku Androîd bibe kurdî/kurmancî) Dibe ku ji ber vê sedemê, di qada navneteweyî de dilê me bi kurdbûna me bişewite. Lê min baş dizanî ku sedemeke din jî heye ku ji sedema pêşî diltezîntir e; miletekî ku li paytexta xwe bi zimanê xwe napeyive dê çima Firefoxê bi zimanê xwe bi kar bîne?
Bêguman ev yek dibûn sedema xemgîniyê. Piştî Firefoxa ji bo kompîteran, min Firefoxa ji bo telefonên jîr jî wergerand kurdî, lê ji ber ku tu pergaleke telefonên jîr (ne Androîd, ne Symbian, ne iOS, ne Windows ne jî yên din) bi kurdî hene, Firefoxa kurdî ya ji bo telefonên jîr li ser tu telefonan nayê sazkirin. Piştî demekê, ji ber van sedeman min jî dev ji nûkirina Firefoxa kurdî berda.
Lê piştî ku navenda Mozillayê ragihand ku ew li ser pergaleke ji bo telefonên jîr dixebitin, min ji nû ve zend û bend badan ku qet nebe telefoneke jîr bi kurdî jî hebe û min li ser Facebookê ji bo alîkariya wergerandina Firefox OSê (pergala Firefoxê ya ji bo telefonên jîr) daxuyanî da. Mala wan hezar carî ava be, Hozan Rûbar, Jêhat Zekî Taher, Flê Jiyan û Ramo Gündogdu peyam şand û got ku ew dixwazin alîkariya wergerê bikin.
Dema ku min amadekariya çûna bo Brukselê dikir, gelekî li ber xwe diketim ku kurdî di Mozillayê de gelekî li paş e û li ser navê Mozillaya kurdî tenê ez heme. Lê piştî peyamên van çar dilsozên kurdî rûyê min hinekî geş bû ku ez ê dikaribim li Brukselê bibêjim me ji bo kurdî komeke wergerê heye.
Di konferans û civînên li Brukselê de gotinên endamên komên wekî fransizî, almanî, çînî û komên din yên hejmara endamên wan bi sedan û hezaran hene, gelek bûn. Ji her komê pênc, deh, bîst kes di civînan de amade bûn ku berhemên Mozillayê yên bi zimanên wan ji hêla bi deh û sed hezaran kesan ve dihatin bikaranîn û tekane berhema kurdî ya Mozillayê, yanî Firefoxa kurdî tenê 76 bikarhêner hene. Ne tenê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li seranserê cîhanê 76 kes.
Dema ku komekê dixwest malpera Firefoxê berhema xwe bi zimanê wê komê biweşîne, pêşî pakêta zimên yanî versiyona ceribandinê diweşand û eger hejmara bikarhêneran zêde be, hê nû li ser malpera fermî diweşand.
Niha jî rewş kêm zêde wisa ye. Dema ku min behs kir ku bi milyonan kurd bi zaravayê kurmancî diaxivin û ji bo Firefox OSa kurdî/kurmancî serî lê da, bersiva kesê berpirs ew bû ku divê pêşî em di Firefoxa sermaseyê de bi pêş bikevin. Yanî eger hejmara bikarhênerên Firefoxa kurdî hindik be, Mozilla dê xwe nede ber barê Firefox OSa bi kurdî ku li gorî wan sedem ew e ku di telefonê de hebûna gelek zimanan performansa telefonê kêm dike.
Yanî bi kurt û kurmancî, hejmara me kurmancan ne bi milyonan lê bi milyaran be jî ku em bi kurdî nejîn û berhemên teknolojiyê bi kurdî bi kar neynin, yanî eger qumaşê me ji zêr be û hîç xerîdar nebin, qîmeta wî qumaşî nîn e.

Li gel her tiştî, encamên konferans û civînan dê bi kêrî kurdî bên ku çend xal jê ev in:
- Zimanê Firefox mobîleê dê ne ji hêla pergalê (Androîd, Windows, iOS) ve bê diyarkirin. Yanî me niha Firefox mobîle bi kurdî heye û ji bo em wê bi kar bînin ne pêwîst e ku telefona me ya Androîd yan jî ya iPhone bi kurdî be.
- Mozilla dê ji bo Firefox OSê li gel şirketên wekî ZTE, Alcatelê bi şirketên wekî LG re jî bixebite.
- Firefox OS dê sala 2014an li welatên Ewropa, Amerîkayê bikeve bazarê. (Ji niha ve li Îspanya, Almanya û çend welatan derketiye bazarê)
- Di nêzîk de (piştî ku Firefox desktopa kurdî hinek bi ser xwe ve bê) wergerandina Firefox OSê dê bi fermî bi kurdî dest pê bike. (Niha em li ser kompîterên xwe werdigerînin lê di nêzîk de em ê karibin wan dosyeyên xwe li pergalê bar bikin.)
- ...*
Bi kurtî, eger hejmara wergêr û bikarhênerên Firefoxa kurdî zêde bibe, telefonejeke jîr dê bi hemû bername (App), xerîte, kontrola rastnivîsê, û taybetiyên xwe bi kurdî çêbe.
Û piştî ku Androîd, iOS û pergalên din bibînin ku telefoneke jîr ya bi kurdî bi hemû taybetiyên xwe heye û kurdên ku hejmara wan bi milyonan e wê telefonê bi zimanê xwe bi kar tînin, dibe ku ew jî derî li kurdî vekin. We go çi?

Li gel van tiştan hemû, divê vê jî bibêjim ku karê wergerandina Firefoxê heta îro bi awayekî dilxwazî hatiye kirin. Ji ber vê yekê, ne wekî karekî birêkûpêk lê wekî karekî ku di wan demên ji ber karên bingehîn mayî de hatiye kirin. Ji ber vê rastiyê, tiştekî normal e ku di vî karî de kêmasî çêbin. Lê li gel hemû kêmasiyan, deriyê Firefoxa navendî û her wisa deriyê Firefoxa kurdî ji bo hemû rexne û pêşniyaran vekiriye.
Û kesên ku dixwazin Weba kurdî bi kurdiyeke tekûztir bi pêş bikeve, dikarin bi van sê riyan piştgiriya weba kurdî bikin. Yên ku dixwazin piştgiriyê bidin; dikarin Firefoxa kurdî li ser kompîtera xwe saz bikin, dikarin beşdarî koma wergerê bibin, diakrin bi riya e-payamê yan jî bi riya koma Firefoxa Kurdî ya li ser Facebookê hemû rexne û pêşniyarên xwe ragihînin.

Girêdana jêbarkirina Firefoxa sermaseyê ya bi kurdî: http://goo.gl/bdmIQz
Koma Firefoxa Kurdî ya li ser Facebookê: http://goo.gl/TI1kMJ















Di Firefoxa kurdî de Google wisa ye; ziman bi kurdî/soranî ye û Google li gorî dewleta tu lê dijî, zimanekî din pêşniyar dike. Eger li Swêdê dijî, Google dê swêdî pêşniyar bike.




















Firefoxa kurdî di asta ceribandinê de li ser malpera fermî ya Mozillayê ye.




















Rewşa wergerên Firefoxa sermaseyê


Amed Çeko Jiyan
amedcj@gmail.com



*Ev xala dawiyê xala herî girîng e ku ji bo siberoja Mozillaya kurdî ez naxwazim niha behsa wê bikim.