Jan
wekî hemû rojan piştî 1ê piştî nîvro bi dengê zarokên taxê yên ji dibistanê derdiketin
ji xew rabû û wekî her roj pêşî hêrs bû û paşê dilê xwe bi halê wan şewitand.
Zarokên dibistana seretayî, bi taybetî yên di polên yekê, didoyan û sisêyan de stran
û marşên bi tirkî ku li dibistanê bi wan didan jiberkirin bi işq û şewqekê
digotin û di ber mala wan ya dutaqî re diçûn malên xwe.