Li daristanekê, di bin darekê de, di nava hêşînahiyê de, serpiştkî dirêjkirî bû. Çavên wî li ezmên bûn. Di jiyana xwe de gelek cî û war dîtibûn lê heya niha tu carî nebûbû şahidê ezmanekî ew çend rengbedew. Ne li Stenbola zaroktiya xwe ne jî li Midyada bav û kalên xwe, li tu bajarekî din ezmanekî ew çend rengbedew nedîtibû. Ezmanê bêsînor li hin ciyan di rengê şîneke tarî de bû û tarîtiya şîna wê ber bi rojhilatê ve tevî sorekî di rengê sorê şeraba Midyadî dibû. Ronahî û tarî di nava şerekî ku encama wê diyar bû de bûn. Piştî çend deqîqeyan tarî dê têk biçûya û ronahî bibûya serdest heya ku berê êvarê hêza xwe winda bike.
Wekî ku bi şevan û rojan kevir kilandibe, xwe gelek bêhêz his dikir. Rojên stareyê hatin bîra wî. Carinan wî û hevalên xwe, piştî ku li hewşa paşiya qesra pêncqat a bi ferşên spî hatibû lêkirin bi boneya di dahatûyê de bi hêz bin dixebitîn û têr diwestiyan, li nêzî dîwarê rojhilatê hewşê, wekî niha, xwe li bin darên hewşê dirêj dikirin. “Rabin!” Bi dengê mamoste Meqsî her yek bi derekî ve dibeziya û xwe ji mamosteyê xwe yê kal vedişartin. Çend caran di bin dara ku xwe lê vedişart de ketibû xewê û bi bayê hênik ê destê sibehê ji xew hişyar bûbû.
Ji hêla çemê Dîcleyê bayekî hênik di navbera spîndaran de dihat û xuşînî bi giya û pelên daran dixist. Xuşîniya giya û pelên daran tevî ya çêm dibû û wekî ku serkeftina ronahiyê pîroz bikin, giya û kulîlkan bêhnên xwe yên xweşik, di bin rengê bedew ê ezmên de radestî bayê dikirin û bê, bêhna giya û kulîlkan tevî hewayeke sar, li der û dorê belav dikir. Çûkên li ser çiqilên daran jî xwe ji pîrozkirina serkeftina ronahiyê bêpar nedihiştin; çûk li ser çiqilên daran wekî leşkerên li benda serfermandarê xwe, rêz bûbûn û bi serxweşiya rengê bedew ê ezmên û bêhna giya û kulîlkan, pirtikên xwe tev didan û dest bi strana xwe ya destê sibê dikirin. Ji çar aliyî ve çîkeçîka çûkan dihat. Çîkeçîka çûkan a ku guhên wî tije dikirin, mêjiyê wî wekî dengê kemaneke xerabe diwerimand.
Hewşa ku bi darên xwe yên hewrê dişibiya daristanekê, bi riyeke ku wekî têlên kemanê rast bû, bûbû du par. Li her du aliyên rê, seranser lale hatibûn çandin. Rê ji deriyê têketinê yê hewşê dest pê dikir û li ber hewza mermerîn a rayên wê şîn a li ber derenceyên fireh ên qesrê, bi dawî dibû. Her roj piştî firavînê bi gurîniyekê ji derenceyan ber bi hewzê ve dibeziyan û li wir li dora mamosteyê xwe diciviyan. Digel şirîniya ava hewzê, xuşîniya pelên daran û çîkeçîka çûkên li ser daran ên ji bêhna laleyan serxweş bûbûn, bi yekdengî lawij dixwendin. Ma senfoniya herî xweşik a cîhanê ne çîkeçîka çûkan, xuşîniya pelên daran û xuşexuşa avê ye?
Her ku çûk wekî ku li ber newaya senfoniyê dans bikin, xwe ji çiqilekî ber bi çiqilekî din ve çeng dikirin, xunava li ser pelan wekî dilopên ji ava hewzê dipekiyan, bi ser rû û laşê wî de dibariyan. Dilopên xunavê wekî gezên moriyan tevzînî bi rû û destên wî dixistin. Kir ku bi destê xwe yê tevizî rûyê xwe ji xunavê paqij bike, lê nebû. Milê wî yê tevizî wekî milê peykerekî ji betonê, giran bûbû û nikaribû xwe tev bide. Dema ku hêz da xwe da ku rabe ser piyan, êşeke dijwar, wekî xencereke ko, xwe di pişta wî de da hiskirin. Bi êşa pişta xwe ji bandora sêra rengê bedew a ezmên û serxweşiya bêhna xweş a giya û kulîlkan derket; rojên zarokatiyê yên ku wekî fîlimekî di mêjiyê wî de zindî dibûn, mîna giloka heriya ku bikeve nava avê ji hev pelişîn û ji ber çavan winda bûn. Li der û dora xwe nihêrî. Mêjiyê wî bi pirsên bê bersiv tije bû. Di nava mêjiyê wî de zingilan lê dixist. Di her çirkeyeke ku derbas dibû de êşa pişta wî dijwartir dibû û roja ku hinekî din bilind dibû, zêdetir ronahî dida ser rûyê erdê. Rojê ji lingên wî dest pê dikir û hêdî hêdî ronahî dida ser laşê wî. Her ku roj bi ser laşê wî de belav dibû, diqefilî. Tîrêjên rojê, di nava pelên daran de xwe gihandin laşê wî yê şil û çavên wî yên ku êdî nema rengên cîhanê arasteyî mêjiyê wî dikirin, bi şewqa rojê, mîna ronahiya findan a di neynikê de, dibiriqîn.
Piştî du rojan ev hevok di nava nûçeyeke biçûk a rûpeleke navîn a rojnameyê de digel wêneyekî ku tê de tenê beşeke rûyê wî ji ber ronahiya lempeyan xuya dibû, ji xwe re cî girt:
“....On gündür kayip olan Dicle Üniversitesi Öğrencisi Yusuf Türkkan Dicle nehri yakinlarindaki Hevsel bahçelerinde ölü bulundu. Vücudunda işkence izleri görülen Türkkan....”(*)
Têbinî:
(*)Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Yusuf Turkkan ku ev deh roj in winda bû, li nêzî çemê Dîcleyê, li baxçeyên Hevselê mirî hate dîtin. Turkkanê ku di laşê wî de şopên îşkenceyê hatin dîtin...”
www.kovaraw.com
No comments:
Post a Comment