6/27/09

PIRZIMANÎ Û BÊZIMANÎ


AMED ÇEKO JIYAN
Wê rojê li ser înternetê min vîdeoyeke balkêş dît. Vîdeo ya balindeyekê bû, navê balindeyê “Menura Albertî” bû. Di destpêka vîdeoyê de, yekî wêneyê vê balindeyê dikişand û balindeyê dengê deklanşorê derdixist, paşê jî dengê korneya erebeyan û piştre dengê kesê ku balinde dikişand kamerayê û dengê çûkên din. Menura Albertî dikaribû hemû dengên ku dibihîze derxe.
Pirdengiya Menura Albertî rewşa me kurdan anî bîra min; em dikarin bi heftê û heft miletan re bi zimanê wan -gelek caran ji wan çêtir- biaxivin lê dema em du kurd tên cem hev...
Menura Albertî balindeyek e, berevajî balinde/lawirên din, tenê dengên li der û dorê derdixe. Lê em?

***

Carekê min ji hevalekî alman re bûyera ku hatiye serê kurdekî ji Helebê wekî hatibe serê înglîzekî vegot. Min got;
Nasekî min î înglîz ku ji bakurê Înglistanê ye, ji bo karekî diçe Londonê. Li Londonê li oteleke pir kevnar ku di roja îro de jî wekî otel tê bikaranîn dimîne. Wî hevalî got, beriya here otelê rezervasyona wî şîrketa tûrê çêkiriye. Dema çûye otelê, dîtiye ku odeyeke li qateke jorê danê. Ji ber ku lingên wî diêşin, xwestiye odeya wî biguherînin û odeyeke li qatê jêrê bidinê. Lê dema ku vê daxwaza xwe ji bellboy re gotiye, bellboy gotiye “Je ne parler, me no speak english” yanî bi tarzankî xwestiye bêje “ez bi înglîzî nizanim û bi fransizî pê re peyiviye. Dema li kafeya otelê ji garson avekê xwestiye, garson jî bi fransizî pê re peyiviye. Li ser vê jî, ew hevalê înglîz pir tengijiye û hêrs bûye.
Piştî van gotinan, hevalê alman ku min jê re ev çîrok vegot, pêşî bêdeng ma, her wekî bifikire tiştek tê de heye û paşê bi ken got; na lo, li Londonê li oteleke kevnare çawa bellboy û garson bi înglîzî nizanin? Paşê min got, otel ne li Londonê li Amedê ye, ziman jî ne înglîzî û fransizî ne, kurdî û tirkî ne û min çîroka rast ku li Amedê hatiye serê nasekî ji Helebê jê re vegot.
Min çîroka bûyera hatiye serê kurdê ji Helebê bi awayê derew û bi awayê rast hem ji hin hevalên kurd re jî vegot. Tiştê balkêş ew bû ku dema hevalê alman mesela înglîzê bi fransizî dipeyive bihîst pêşî metel ma û paşê diyar bû ku pir bawer nekir. Lê hem mesela rast hem jî ya derew tu caran ji kurdan re wekî tiştekî ecêb nehat. Gelo êdî em hîn bûne ku “dengên yên din” derxin?

***

Navên Gulay, Erdal Erzincan, Erkan Ogur, Musa Eroglu -û belkî bi dehan navên din- çi tîne bîra me? Ev kes di salên borî de bi vexwendina Şaredariya Mezin a Amedê hatine mîhrîcanan. Xwedê dizane kî ji bo were Amedê çiqas pere standiye û tabî yên ew vexwendine... 9`emîn Mîhrîcana Amedê bi dawî bû. Baydemîr di hevpeyvîna xwe ya digel Çetîn Altun de digot bi saya mîhrîcanên ku wekî kevneşopiyekê her sal ji hêla Şaredariyê ve tên lidarxistin, dê reform û ronesansek pêk bê.
Dema ku mîhrîcan didomiya, broşurek kete destê min. Broşur a bernameya Diyarkapi Festivali bû. Diyarkapi Festivali, dema ku mîhrîcana Amedê didomiya, ji hêla Walîtiya Amedê ve hat lidarxistin, û bêşik ev mîhrîcan ji bo sabotekirina mîhrîcana Amedê bû, ango armanc ew bû ku girse bi alîkariya kesên navborî ji mîhrîcanê bên dûrxistin... bi alîkariya kesên berê ji hêla `hin kesan` ve ji bo mîhrîcanê hatibûn vexwendin û di dilê girseyê de hatibûn şîrînkirin.

Li dû çîroka hatiye serê camêrê helebî û `hunermendên` sabotekar, bi vê nevê mirov jixwe çend pirsan dike û li ser rewşa Menura Alberti difikire:
Gelo kê û ji bo çi armancê Îbrahim Tatlises, Mahsun Kirmizigul û gelekên din vexwendibûn Newrozan?
Reform û ronesans? Gelo Menura Alberti pirdeng e an bêdeng e? Gelo em kurd pirziman in an jî bêziman in?
Beriya em pirzimanî û bêzimaniyê ji hev nas nekin, em ê `reform û ronesans`ê ji `qetliama spî û asîmîlekirin`ê jî nas nekin.

No comments: