8/27/09

Xweza û ziman

AMED ÇEKO JIYAN

Gelo çima her neteweyek bi zimanekî cuda dipeyive? Çima zimanên hin neteweyan nêzî hev in û çima zimanên hin neteweyan pir dûr in ji hev? Çima yên koçî welatekî din kirine tenê dikarin sê nifşan li xwe bidin û ji hêla ziman û çandê ve dihelin?

Ji bo bersiva van pirsan, pêşî em hinek qala ziman bikin. Ziman; pergala dengan e. Mirov li gorî pergalekê dengan li dû hev rêz dikin û mirovên ku wê pergala rêzbûna dengan dizanin, têdigihîjin ka yê/a li hember çi dibêje. Lê mirov dengan li gorî çi derdixin?

Di fîlmê Matrixê de sehneyek hebû ku gelek behsa wê dihat kirin. Lawikekî ku ne dinyaya şên ne jî Matrix dîtiye, digot: “Hûn dizanin tama goştê mirîşkê çawa ye? Belkî ew tama ku hûn di Matrixê de ji goştê mirîşkê distînin di rastiyê de tama kartolan be. Gelo Matrix ji ku tama mirîşkê dizane heta ku arasteyî mejiyê we bike?” Yanî yekî/e ku tu caran goştê mirîşkê nexwaribe, nizane tama goştê mirîşkê tiştekî çawa ye, û ne pêkan e ku tê bigihîje ka tameke çawa ye. Ji ber vê ye ku hemû kerr lal in. Ji bo ku mirov karibe bipeyive (dengan li gorî pergalekê li dû hev rêz bike) divê wekî şertê yekemîn karibe bibihîze (zanibe ka deng çi ye). Gelo mirovekî ku ji dayika xwe kor hatiye dinyayê dê çawa qala rengê sor an jî zer bike? Wekî encam; şertê yekemîn ê axaftinê bihîstin e.

Di 2002'an de min ji kovareke zanistî, ji bo yekemîn fanzîna kurdî 'Kulîlk'ê bi navê 'Ekolojiya Ziman' nivîsek wergerandibû kurdî. Nivîs der barê zimanên afrîkî de bû. Nivîs encama lêkolîneke berfireh a li ser ekolojiya afrîkayê û zimanên afrîkî bû. Digot ku li hin herêmên Afrîkayê cudahiya di navbera zimanên du gundên nêzî hev lê ekolojiya wan ji hev cuda de bi qasî cudahiya di navbera çînî û înglîzî de heye.

Di navbera ziman û xwezayê de rasterast têkiliyek heye. Xwezaya welatan ji hev cudatir e. (Heke xwezaya wan ji hev ne cudatir be, jixwe nabin welatên cuda). Ji ber ku xwezaya welatan ji hev cuda ye, dengên xwezayên welatan jî ji hev cuda ne. Her ajal li hemû welatan nayê dîtin û nikare bijî. Hemû kulîlk û dar û nebat li her welatî şîn nayên. Deşt û çiya û newalên her welatî naşibin hev. Ji ber seqa û cografyayê li welatên cuda ajalên cuda dijîn. Her wisa kulîlk, dar û nebatên welatan jî ji hev cuda ne. Her ajalek dengekî cuda derdixe. Ji ber cudabûna kulîlk û daran û cografyayê dengê bê li her welatî ne wekî hev e. Heke mirov baş lê hûr bibe, dikare tê derxe ka ba ji kîjan darî ango ji belgên kîjan darî xişîniyeke çawa derdixe.

Mirov ku parçeyên xwezayê ne, ji xwezayê dengan dibihîzin û wan dengên ku ji xwezayê bihîstine li gorî pergalekê li dû hev rêz dikin. Ji ber cudabûna xwezayê, bi wateyeke din, ji ber cudabûna dengên ji xwezayê tên, zimanê her welatekî ji yê din cudatir e. Û ji ber cudabûna zimanan navên netewe û welatan jî ji hev cuda ne. Em dikarin vê wekî bersiva pirsa yekemîn bidin.

Ji bo bersiva pirsa duyemîn jî; her ku welat ji hev dûr dibin, xwezaya wan jî ji hev dûr dibe loma ziman jî ji hev dûr dibin. Eger welat ji hev ne dûr bin lê tenê seqa û xwezaya wan ji hev dûr be, dîsa zimanên wan ji hev dûr dibin. Em dikarin vê yekê di lêkolînên li ser zimanên afrîkî de bibînin.

Yek ji sedemên nêzîhevbûn û dûrîhevbûna zimanan, têkilî û danûstnadinên di navbera neteweyan de ye. Têkilî û danûstandinên di navbera neteweyan de jî bandorê li ser cudabûna zimanan dikin lê ne bi qasî cudabûna xweza û seqayê.

Dema em li zimanan dinihêrin, hin deng hene ku di hemû zimanan de hene lê hin deng hene di hin zimanan de hene lê di hin zimanan de tune ne. Ji bo dengên hevpar mînak pir in lê em ji bo dengên nehevpar dikarin çend mînakan bidin: “Eyn”a erebî; “x”ya kurdî û zimanên wekî farisî, belûcî, rûsî; “ö”ya tirkî; dengê nêzî “ao”yê ku di zimanê koreyî û di zimanên bakurê Ewropayê de heye.

Wekî di dersên biyolijiyê de jî tê fêrkirin, xweza bandoreke mezin li ser laş û giyanê mirovan dike; libatên dereke yên wekî poz, guh û hwd. yên mirovên nêzî ekvatorê dijîn -ji ber germê- ji yên mirovên li nêzî cemserê dijîn mezintir in. Ji hêla derûniyê ve jî bandora xweza û seqayê ya li ser mirovên bakurî û mirovên din bi awayekî berbiçav diyar e. Ligel van bandorên pesendkirî, yek ji bandorên din ên berbiçav ên xwezayê ku li ser mirovan dike, ziman e.

Ji bo bersiva pirsa dawî jî em dikarin ji xwezayê mînakekê bidin. Salekê li Zanîngeha Elezîzê, ji bo xweşikirina derdorê li refujan gulxwîn (şilêr) hatibûn çandin. Hefteya pêşî zanîngeh bi gulxwînan xemilî, bedewiyekê da derdorê. Lê ji ber ku gulxwîn li gorî şert û mercên çiyayên bilind ên herêma Hekariyan afiriye, li Elezîzê pir li ber xwe neda û di demeke kin de hemû gulxwînên li refujan hişk bûn. Û derdor lewitî. Ji bo ku ziman (û çand) zindî bimîne û her bi pêş bikeve, divê li ser axa lê afiriye li çiya û newal û di nav kulîlk û darên wî welatî de her bijî û bê bikaranîn.

Li ser vê axê rewşa kurdî li ber çavan e; ligel ku ev ziman li ser vê axê afiriye, di encama polîtîkayên kirêt ên plankirî de ciyê xwe daye tirkî. Lê rewşa tirkî ya li ser vê axê? Zimanê tirkî ku bi zorê li ser vê axê hatiye çandin, ji 'gelîsen-gîdîsen' û 'siye-biye'yan diyar e, niha hişk bûye û mejiyên mirovan ku dengên ji xwezayê tên li gorî pergalekê li hev dihonin, lewitîne.

No comments: