Belê ez jî zanim
ku gotina sernavê vê nivîsê di eslê xwe de ne wisa ye. Lê îro
gotina li halê me kurdan tê ev e.
Ne ku hinek bêjin
“çima tivinga dev bi mor li halê me nayê”?
Belê, piştî mora
li devê tivingê şikest, gelekî bi kêrî me kurdan hat. Wa ye li
Rojava diyar e. Lê jîrî û zanabûn ji her tiştî pêştir e.
Beriya nivîsê
dewam bikim, bêjim ku ev demeke dirêj e ku min tu gotar
nenivîsandine.Gelek caran gotin li cem mirov dicivin, dikî ku
binivîsî, lê ji ber ku gotina kurdî malê mirî ye, li ciyê xwe
ditevizî.
Lê îro li ser
nûçeyeke ku dibêje “kesekî di nav Dewleta Îslamî (DÎ) de
şerê kurdan kiriye û vegeriyaye Stenbolê, li Stenbolê hatiye
înfazkirin” min xwe mecbûr hîs kir ku binivîsim.
Bi raya min
înfazkirina li nav bajaran tiştekî gelekî xetere ye. Dibe ku yek
rabe bêje “dema endamekî DAÎŞê yê xwînxur bê kuştin kela
dilê min datîne”, lê divê herî baş kurd zanibin ku înfazên
li bajaran kêra dudev e.
Dibe ku hin kes, hêz
û partî -weki yön olperest- kewa dafikê bin yan jî ew dafik
bixwe bin. Lê heke rewş were asta “înfazkirina li bajaran”,
herî zêde wê kurd zirarê bibînin.
Heke rewş were asta
înfazan wê gelek şîrheram û dolheram bên kuştin lê wê bi
qasî wan mêrxas û egîd û dîsa bi qasî wan bêkes û bêguneh
jî bên kuştin.
Bi raya min, planek
ji planên ku ji bo têkbirina destkeftiyên kurdan hatiye danîn ev
e.
Heke bi sedan
xwînxwarên DAÎŞê li nav bajaran bên kuştin, gava bêgunehek
bêhemdî yan jî bi destê sîxur û ajanên di nav hêzên kurdan
de bê kuştin dinya hemû wê kurdan bide ber keviran. Ma ne endamê
MÎTê bû ku li Stenbolê molotof avêtibû otobusên navbajêr?
Paşê Erdogan her ku mîkrofon digirt destê xwe, digot “PKK li
bajaran otobusan dide ber molotofan û bêgunehan dikuje”.
Dewleta tirk bêbext
e. Dewleta tirk ew dewlet e ku bebik kuştin avêt stûyê PKKê,
dewleta tirk ew dewlet e Hîzbulkontra kuştin avêt stûyê PKKê,
dewleta tirk ew dewlet e gundî kuştin avêt stûyê PKKê, dewleta
tirk ew dewlet e leşkerên xwe kuştin avêt stûyê PKKê.
24.07.2015, Amed
No comments:
Post a Comment