Ez
wê rojê li Amedê, li Deriyê Çiyê bûm, li Qada Şêx Seîd.
Hewa
ecêb bû, geh şilî bû geh sayî bû. Carê dinya vedibû, tavekî
xweş derdiket, lê paşê baranekê didayê û erd şil dibû. Piştî
ku baran disekinî, careke din tav derdiket lê hê erd ziwa nedibû,
dîsa baranê didayê.
Rewşa
baranê jî wekî rewşa hewayê bû; carê hema çend dilop
dibariya, mirov jê nedireviyan lê carê jî baraneke gur didayê û
hema her kesî çavê xwe li stareyekê digerand.
Gava
baranê careke din sist kir, kalemêrekî bala min kişand. Wî
kalemêrî çend dest cilên stûr lê belê peritî û qetiyayî li
xwe kiribûn. Di ser wan cilan de jî cakêtekî wekî wan cilan
peritî û qetiyayî li ser bû. Kalemêrê ku ji bo xwe ji baranê
biparêze kîsikekî naylon wekî şewqe dabû serê xwe, erebokeke
destan ya yektekerî diajot. Erebok ji wan erebokan bû ku li pêş
tekereka biçûk heye û bi her du destikan tê bilindkirin û
ajotin.
Wekî
ku ji bin naylonê ser erebokê xuya dibû, barê zilamê kal kaxiz,
karton, kîsikên naylon, yanî tiştên ji çopê hatine berhevkirin
bûn. Kalemêr bi ereboka xwe çû û li ber qutîka çopê zîq
sekinî. Qutîka çopê jî hema hesinekî bi qasî metreyekî bilind
û li nîviyê wê jî xelekeke hesinî hebû û kîsikeke naylon pê
ve hatibû girêdan. Hesinê giloverik yê hema bêje du bostan ji
xeleka hesinî bilindtir, nedihişt ava baranê bikeve nav kîsikê
naylon.
Zilamê
kal, bêyî ku zendên xwe ba bide, destê xwe xist nav kîsikê
naylon ango nav çopê û kaxiz, karton, tilûmokên avê û kolayê
û hema çi tiştê kaxiz, naylon yan jî metal hebe ji navê derxist
û di ereboka xwe de bi cî kir.
Karton
û naylonên di erebokê de wisa xweş hatibûn tekûzkirin ku dema
carê bayekî hinek xurt dihat û naylonê li ser hildida jî, tu
tişt jê nedibir.
Piştî
ku wî kalemêrî hemû “tiştên bi kêr” ji nav wê çopê
derxistin, cilê xwe yê ji ber şalwarê amedî derketî careke din
baş xist nav şalwarê xwe, şalwarê xwe ji navtengê ve hinekî
hilda jorê û ereboka xwe li ser tekerê pêş ajot.
Kalemêr
wisa bêdeng û bê his tevdigeriya ku ew çend kes di wirê re
dihatin û diçûn lê haya kesî jê çênedibû.
Gelo
ew kalemêr li ser vê rewşa ku “tu kes wî nabîne” tu carî
fikiriye? Hema belkî tune be, belkî tenê xeyalek be? Lê ev xeyala
kambax xeyala kê ye ku kalemêrek xistiye vî halî?
Dema
min li çûna zilamê kal temaşe kir, ez ketim nav hizr û ramanan.
Gelo vî kalemêrî malbateke çend kesî xwedî dikir? Êvarê ji bo
şîvê çavê çend kesan li riya wî bû? Di maleke çawa de
dijiya? Rojê çend danan xwarin dixwar? Belengazî, feqîrî,
bêçaretî, tuneyî, perîşanî, keda helal, jiyaneke bi rûmet,
bêminetî... û li gelek tiştên din fikirîm.
Gava
ji nav deryaya hizran derketim û vegeriyam jiyana rastîn,
kalemêrê ku av li mîroyan şîlo nedikir,
ji zû ve çûbû û ji xeynî çend qaşilên fêkiyan ku dema tişt
ji nav çopê derdixistin ketibûn derdora kîsikê şîn, li dû xwe
tu şop nehiştibû.
Roja
din di eynî saetê de li heman ciyî bûm. Erd ziwa û ezman sayî
bû. Tavekî tûj li jorê dibiriqî. Meydana Şêx Seîd ji mirovên
betal tije bûbû. Hema kî ji xwe re ciyekî rûniştinê dîtibû
li wirê rûniştibû. Gelek kes jî wekî mîroyan digeriyan û ji
derekê diçûn dereka din. Min li dora kîsikên çopê yên li qadê
çavê xwe li wî kalemêrî gerand, lê ne li wan deran bû. Ez
qaseke xweş li wir li benda hatina zilamê kal mam, lê nehat.
Çend
gavan ji wê, kîsika çopê ku min do kalemêr li wir dîtibû,
pîrejinek hema li ber rê li keviya qadê rûniştibû. Pîrejina ku
kaxizek di destê wê de bû, hema kî di wirê re derbas dibû gazî
dikir. Ji kurikan re digot, “kurê min, were were”, ji keçikan
re digot, “keça min, were were” û ji zilamên navsere re jî
digot, “bavê min, were were”.
Gava
ku kesên wê gazî dikirin berê xwe didanê, bi heyecan digot “were
were”. Kî diçû balê, jinika pîr kaxizê di destê xwe de nîşan
dida, paşê bi destên xwe çokên xwe miz dida û bi tirkiyeke
xirabe alîkarî dixwest.
Gava
bala min çû ser pîrejinê, jineke temenê wê li dora sî salî li
ber sekinîbû, kaxizê pîrê di destê wê de û li pîrê guhdarî
dikir. Jinika ku ji pîrê fêm nedikir, xwe tewand û xwe nêzîkî
wê kir. Piştî ku jê fêm kir, ji nav çenteyê xwe pereyekî
kaxiz ku ji rengê pere yê şîn diyar bû sed milyonê tirkî ye,
li gel kaxizê pîrejinê dabûyê, da pîrejinê. Lê pîrejinê
pereyê jinikê lê vegerand û nivîsa li ser kaxizê di destê xwe
de nîşan da. Jina ciwan ya ku ji vê helwesta pîrê tiştek fêm
nekiribû, ji bo alîkariyê çavê xwe li derdorê gerand. Kaxizê
pîrê dirêjî du xortên ku di wirê re derbas dibûn kir û ji wan
alîkarî xwest. Yek ji wan xortan pêşî kaxiz nîşanî pîrejinê
da, piştî derdê pîrejinê fêm kir, li jinikê vegeriya û ji nav
dikanên li hember dermanfiroş nîşanî jinikê da. Diyar bû ku
pîrejinê dixwest jinik dermanên navên wan li ser kaxiz dinivîse
jê re bikire.
Jinika
ciwan rahişt kaxizê pîrê û di gavê de çû cem dermanfiroş
derman kirîn û hat ew derman dan pîrejinê.
Wê
gavê min dît ku kalemêrê li ser çopan digere, bi ereboka xwe ya
do, li hemberî pîrê sekiniye û ew jî wekî min li wan temaşe
dike. Piştî ku jinika ji pîrê re derman anîn çû, wî kalemêrî
di ber xwe de kir niçeniç û ereboka xwe ajot û çû.
Li
dû çûna wî kalemêrî min berê xwe da kîsikê çopê; kalemêrê
xwediyê erebokê, gava bala min li ser pîrejinê bû, tiştên
bikêr ji navê derxistibûn.
Jina
pîr ku hê jî li ciyê xwe rûniştibû, derman xistin paşila xwe
û ji kîsikê di destê xwe de çend gep nan derxist û piç bi piç
xwar.
Gav
nanê xwe dixwar, haya wê ji min çêbû. Bi awirên gumanbar li min
nêrî. Paşê jî zû bi û rabû û ji wirê çû.
Ez
çend rojên din jî hatim Qada Şêx Seîd. Lê min ew pîrejina ku
parsekiya dermanan dikir nedît. Lê ew kalê ku çopan tev dida û
tiştên bikêr ji navê derdixistin wekî her car li war deran bû.
Rojekê
li ber qutîkeke çopê ez çûm ba kalo. Min pirsa pîrejinê jê
kir. Kalo bi awayekî neqayîl, got “Lawo, ew jin dîneka dera hanê
ye. Parsek e parsek. Nake û dixwe. Mirov ked nede, dibe?”
Belê,
mirov ked nede û bixwe nabe. Lê carekê ez ketibûm pey çîroka
pîrê. Min bela xwe ji kalo venekir. Min bi israr ji kalo pirsî. Di
dawiyê de wî got divê ez li dora dermanfiroşan li pîrê bigerim,
bi taybetî li dermanfiroşên li derdora Parka Sumerê.
Li
ser gotinên kalo, min berê xwe da Ofîsê û ketim sikakên nêzîkî
Parka Sumerê. Gelek rojan çûm wan deran. Li wê derê li
çayxaneyên nêzîkî dermanfiroşan bi saetan rûniştim, lê min
pîra parseka dermanan nedît.
Rojekê,
dema li cadeya paş îstasyonê dimeşiyam ku biçim malê, min ji
dûr ve ew pîrejin dît.
Pîrejinê
ji aliyê taxma Rezan berê xwe dabû wê pira ku diçû aliyê Parka
Sumerê. Ez jî wekî ajanekî bi dizî ketim pey pîrê. Ez heta
nava Parka Sumerê li pey pîrejinê çûm lê li nava parkê pîrê
ji ber çavên min winda bû.
Ez
li nava parkê gelekî lê geriyam. Lê min ew nedît. Dema ku ez ji
bêkêriya xwe gelekî hêrs bûbûm, min dît ku pîrê ji avahiya
li parkê ji deriyekî derket ku li ser derî bi tîpên gir dinivîse
“EM JI BIRÎNÊN ROJAVA RE BIBIN DERMAN”.
* Min ev çîrok di 02.10.2016an de di 3yemîn Festîvala Çand û Hunerê ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê de xwend.
No comments:
Post a Comment