4/7/21

Navê Amedê yê 0 km.

Demeke dirêj e ez li ser navên Amedê lêkolînekê dikim.  Min dil heye encama lêkolînê wekî pirtûk çap bikim. Lê beriya wê, min encama lêkolînê kurt kir û di rojnameya Xwebûnê de bi navê “Dîrok û çîroka navê Amedê” bi du beşan weşand.[i]

Min di beşa duyemîn ya nivîsê de[ii] bi delîl û çavkaniyan diyar kiriye ku di belgeyên asûran de “Amed” nivîsandiye. Belgeya asûran ku tê de navê Amedê hatiye nivîsandin ji serdema Aşûrnasirpal (883-859 B.Z.) maye û li bajarê Qelehê (Calah/Nimrud) hatiye dîtin.

Lê dîsa jî gelek kes guh nadin van çavkaniyan û hê jî li pey îdiayên Şevket Beysanoglu diçin ku wî gotiye “Tirk ji dema Naram Sîn ve li Amedê bi cî bûne[iii]”.

Min belge ji pirtûka bi navê “Assyrian Rulers of the Early First Millennium BC I (1114-859 BC)” dît û înglîziya wê xwend. Li ser berga pirtûkê navê “A. Kirk Grayson” dinivîse û di rûpeleke wê de dinivîse ku ev kes di “Lijneya Edîtoriyê” de ne:

A. Kirk Grayson (Toronto), Director and Editor-in-Charge of Assyrian Periods

Ronald F.G. Sweet (Toronto), Editor-in-Chief

Dietz O. Edzard (Munich), Editor-in-Charge of Early Periods

John A. Brinkman (Chicago), Editor-in-Charge of Babylonian Periods

Louis D. Levine (Toronto), Technical Adviser

Veysel Donbaz (Istanbul)

Paul Garelli (Paris)

Fawzi Rashid (Bagdad)

Liane Jacob-Rost (Berlin)

 

Hûn guh nedinê ku li ber navê wan payeyek nanivîse, ev camêr dr. Û profesorên dîrok û zimanên serdemên kevn û wan li ser nivîsên serdemên kevn 7 cild pirtûk nivîsandine. Heke çend pirtûkên din jî n ivîsandibin, haya min jê tune ye. Lê 3 pirtûkên wan li ba min in ku tê de hemû nivîsên serdema asûran yên li ser şûran, li ser qafikan, li ser zinar û zemîn û dîwaran hatine nivîsandin bi asûrkî û bi înglîzî hene.

Di rûpela 191ê ya pirtûka wan ya bi navê “Assyrian Rulers of the Early First Millennium BC I (1114-859 BC)” de wisa behsa hin nivîsên ji serdema asûran mayî dike:

This text is one of the longest and most important Assyrian royal inscriptions known. It was inscribed on huge stone reliefs which lined the walls and floors of the Ninurta temple at Calah. (Ev eq yek ji dirêjtirîn û girîngtirîn nivîsarên keyanî yên asûran e ku tê zanîn. Ev li ser rolêfên mezin ên kevirî yên dîwar û zemînên perestgeha Ninurta ya Calah hatiye nivîsandin.)

Di nivîsa navborî de ku ji serdema asûran maye, pesnê komkujî û zilma wan heye. Beşa têkildarî Amedê di rûpelên 219-220an yên pirtûka navborî de ye. Hema bi kurtî bêjim, di wê nivîsê de dibêje ku Aşûrnasirpalê 2yê ji bajarê xwe “Calah”ê rabûye (ev bajar li başûrê Mûsilê ye), derbasî aliyê din yê çemê Dîcleyê bûye (di belgeya asûrkî de “Hal Hal” di wergera înglîzî de “Tigris” dinivîse), ji wirê ber bi başûr ve çûye, ji wirê berê xwe daye aliyê çemê Feradê (di belgeya asûrkî de “purat” di wergera wê ya înglîzî de “Euphrates”), ji wirê çûye çiyayên “Amadani”yê û “Arqania”yê û piştî komkujî û talana li van deveran hemû berê xwe daye Amedê (di belgeya asûrkî de “Amedî” di wergera înglîzî de “Amedu” dinivîse). Di belgeyê de behsa serkeftina wî ya li hemberî bajarê Amedê nake lê dinivîse ku wî ji seriyên jêkirî (yên xelk û leşkerên ji bajarên li ser rê) li ber dergeha bajarê Amedê lod çêkiriye, bax û baxçeyên wan talan kiriye û ji wirê berê xwe daye çiyayê “Kasiiari”yê.

Ji serdema Asûran heta îro navê gelek deveran guherîne. Heke em ne “asûrolog” bin em ê çawa zanibin ka kîjan bajarê wê demê kîjan bajarê vê demê me? Fermo, pirtûkeke bi navê “The Routledge Handbook of the Peoples and Places of Ancient Western Asia” heye ku tê de navê kes û ciyên serdema kevnar dinivîse.

Di rûpela 38an ya vê pirtûkê de dinivîse “Assyrian Amedu, Diyarbakır”, ango ew bajarê di belgeyên asûran de navê wê “Amedu” ye ew bajar e ku îro dibêjinê “Diyarbakır”.

Li gel ku min pirtûkên ji aliyê pispor û profesoran ve hatine nivîsandin wekî delîl û çavkanî nîşan da, mixabin hê jî hin kes li pey wê îdiayê ne ku dibêje navê bajêr yê kevn “Amîd” bûye.

Ji bo balê bikişînim ser rastiya navê(n) Amedê min li ser twiterê anketek çêkir û pirs kir ka kîjan nav navê bajêr yê 0 km. ye. Wekî m in texmîn dikir piraniya beşdaran gotiye “Amed”.

Amed navê herî kevn yê bajêr e ku heta îro hê jî tê bikaranîn. Di nav hezarên salan de navên din jî li bajêr hatine kirin û gelek caran çend nav bi hev re hatine bikaranîn.

Navê herî kevn Amed bûye. Di serdema navên de bi guherîna rêgezên zimanî yên latînî, navê bajêr di zimanê latînî de bûye “Amîd”. Hêjayî gotinê ye ku “Amîd” wekî “Diyarbakir”ê navê fermî bû loma di nav gel de ciyê Amedê negirtiye. Di nexşeyên salên 1600î – 1700î de ku ji aliyê ewropiyan ve hatine xêzkirin, navê bajêr pêşî wekî Amed, Amet, Amit, Karamit, Kara Amîd, Amîd û paşê li gel navê Amîdê wekî Diyarbek û Diyarbekir hatiye nivîsandin.

Îro jî çend nav bi hev re tên bikaranîn. Di nav gel de piranî “Diyarbekir” (ne Dîyarbekîr) tê bikaranîn. Lê Amed wekî navekî dijberî mêtingeriyê di kurdiya nivîskî de bêtir tê bikaranîn (ku apê Osman Sebrî jî di sernavê çîrokeke xwe de Amed nivîsandiye[iv]). Jixwe em dizanin bi ferma Ataturk navê “Diyarbakır”ê bûye zêdehiya li ser kezebê.

Lê di çend salên dawiyê de di encama perwerdehiya tirkî ya bi armanca asîmîlasyona hiş û mejiyê kurdan navê “Dîyarbekîr”ê li navên bajêr hatiye kirin ku bingeha vê şaşiyê ji hindê ye ku “zanayên pergala asîmîlasyonker hê jî fêm nakin ku kurdî û tirkî du zimanên cihê û cuda ne.

Navê “Diyarbekir”ê ku navek ji navên bajêr e, bi alfabeya tirkî dibe “Diyarbekir”. Sedem ev e ku “i”ya kurdî di tirkî de tune ye, loma di tirkî de “ı” di vî navî de giran tê loma nabe “Dıyarbekır” lê dibe Diyarbekir”.  Îca gava ev nav di ser tirkî re vedigere kurdî, ew her du “i”yên tirkî ku di kurdî de beramberî “î”yê ne, bandorê li bilêvkirina navê bajêr dike û navê 0 km. îcad dibe: Dîyarbekîr!

Mixabin her kesê gava fêm dike “a”ya alfabeya kurdî û “a”ya alfabeya tirkî ji hev cuda ne, bêyî ku cudahiya “i”ya kurdî û “ı”ya tirkî fêm bikin, bi hêza çend peyvên ji devê pîr û kalan hatî deynkirin, xwe wekî şarezayên zimên îlan dikin.

Ez mijara “i”ya kurdî û “ı”ya tirkî bihêlim ji bo nivîseke din û tişta diviya min di serê nivîsm de aşkera bikira aşkera bikim: 75 kes beşdarî anketê bûn û di encamê de tenê 2 kesan bersiva rast da: Birêz Nûjîn Onen û birêz Nûdem Hezex.

Gelekî balkêş e, di nav 75 kesan de tenê van her du hêjayên bersiva rast nîşan kiriye bersiva xwe di şîroveyan de nivîsandiye, wekî din kesî bersiva xwe di şîroveyan de nenivîsandiye.

Wekî min diyar kiribû, ez ê ji her du hêjayan re hejmara pêşî ya kovara Kurdeçîrokê bişînim.



[iii] Şevket Beysanoğlu, (1987), Anıtları ve kitâbeleri ile Diyarbakır tarihi, Cild 1, r. 21.

[iv] Hawar, hejmara 21ê, 1933


No comments: