Êdî me jî akademiyek heye
Di Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de li Amedê Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Ehmedê Xanî hate vekirin. Li ser xêrê be.
Hêvî dikim dawiya vê ne wekî ya Akademiya Dîrokê be.
Akademî li avahiya berê ya şaredariyê ye, sê taq e û xweş hatiye raxistin. Di navê de odeyên rêveberan, odeya pirtûkxane û xwendinê, salonên civîn û konferansê, xwaringeh û quncikên vehesîn û sohbetê hene.
Bi hêviya ku dê li wê avahiyê xebatên karibin giraniya navê wê ragirin bêne kirin, dixwazim xweşbîniya xwe bînim ziman.
Ma hejmara kurdîhezan ev e?
Hejmareke gelekî hindik kes hatibûn merasima vekirina akademiyê. Hejmara polîsên li derdorê xwe xef kiribûn ji ya “kurdîhezan” zêdetir bû. Ev yek dilê mirovî diêşîne. Nîvê beşdaran şaredar û siyasetmedar bûn û nîviyê din jî xebatkarên saziyên kurdî bûn.
Ji ber ku her kesekî li wê derê “tiştek” bû, hejmara axêveran jî zêde bû. Lê di wê atmosfera ku bi axaftinên dirêj yên “gelek kesan” êdî mirov ji canê xwe bêzar dibû de, sohbeta du kalên li paş gelekî bala min kişand.
Her du kal li ser pankarta peywira pîroz ya tabelaya akademiyê bi cî tîne (!), diaxivîn. Yekî ji yê din re xwend: “Akademiya ziman û vejeya...”
Yê din lê vegerand: “Ne vejeya, wêjeya...”
“Ma çi ferq dike, ha vêje ha wêje.”
“Ferq dike.”
Zilamê din piştî bêdengiyeke kin, got: “Nexwe di ya wan de 'v' ye û di ya me de 'w' ye.”
Zilamê hevalê wî li hemberî vê nezaniya hevalê xwe got: “Na. Di ya wan de tenê 'v' heye. Di ya me de 'v' jî heye 'w' jî heye.” û wekî alimekî axivî: “Çar pênc herfên din jî ferqlî ne. Î, û, x, ê. Bû çar? Çar herf ji ya wan zêdetir e.”
Lê piştî dûrketina wan, dîsa tûşî nava guhdêriya wan axaftinên “ku qet hewce nedikir” bûm.
'Demokrasî ev e'
Dema ku pêşkêşvana merasimê ji bo axaftinê bang li Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir kir, hê Baydemir negihîştibû mîkrofonê, kalek ji nava wê “neqerebalixê” xwe çeng kir û mîkrofon ji wan stand. Kalê kurdîhez bi gotinên lihevhatî têr pesnê kurdî da û bêyî ku gotina xwe dirêj bike, mîkrofon da xwedî. Diyar bû ku Baydemir jî ji vê helwesta kalo û ji kinbûna axaftina wî kêfxweş bûbû, loma got “Demokrasî ev e. Dema ku gel bixwaze, dikare rahije mîkrofonê.”
No comments:
Post a Comment