Sala 2003yan yan jî 2004an bû. Her çend sal baş nayê hişê min, baş tê hişê min ku ji demsalan zivistan bû. Wê zivistana sar ez ê bi mînîbusekê ji Elezîzê biçûma Amedê ku ji wirê jî herim Misircê.
Li gel ku Elezîz, Amed û Misirc ango Gurdilan bajarên welatekî ango bajarên Kurdistanê ne, him ji aliyê seqa û xwezaya xwe ve him jî ji aliyê niştecihên xwe ve deverên ji hev cuda ne. Li gel ku niştecihên van sê bajaran jî him kurmanc him jî kirmanc in, ji ber çi sedemê ye nizanim, him ji aliyê aîdiyet û sekna polîtîk ve him jî ji aliyê rabûn û rûniştinê ve ne kurmancên Elezîz, Amed û Misircê dişibin hev ne jî kirmancên wan.
Ez ê ku temenê xwe yê beriya sirgûniya li Almanyayê li van sê bajarên derbas kirî, wê zivistana sar, li gel ponijîna li ser kurmanc û kirmancên van bajaran, li ser Tîgrîs ango Dîcleya van bajaran jî dihizirîm. Ez wê salê hîn bûbûm ku Dîcleya her tim navê wê li kêleka navê Amedê tê nivîsandin û di ber çiyayê Gurdilan re çemê Botan jî tev li xwe dike û ber bi Cizîrê û Mûsilê ve diherike, ji nav sînorên Elezîzê dest pê dike. Elezîza bi çemê Feratê tê nasîn, ciyê zayîna Dîcleyê ye. Her cara ku ji Elezîzê diçûm Amedê min serê xwe dida pencereya mînîbusê ya sar û ji bal xwe ve li çavkaniya Dîcleyê digeriyam.
Wekî gelek caran vê carê jî him ji bo ku xwe bigihînim tekane mînîbusa sefera di navbera Amedê û Misircê de dike him jî hê dinya tarî nebûyî têr li wê xwezaya ciwan ku Dîcle jê dizê temaşe bikim, ez danê nîvro li nivîsgehê amade bûm.
Ji ber ku rêwiyê pêşî ez bûm, ez bi kêfa dilê xwe li kursiyê pêş li aliyê pencereyê rûniştim û min ji çenteyê xwe yê sermilan jî pirtûkek derxist ku min beriya du rojan dest bi xwendina wê kiribû. Ji ber bêdengiya derdorê ya di destpêkê de ez zû noqî nav rûpelên pirtûkê bûm û gava gelek rêwî hatin û li mînîbusê siwar bûn, haya min ji wan û ji dema derbas bûye çênebû.
Di wê gavê de ku min pirtûka li ber destê xwe bi kêfxweşî dixwend, bi axaftina tirkî ya zilamekî jitiraxweqayîl ez ji nav rûpelên pirtûkê vegeriyam rastiyê. Zilamekî ku piştî gelek rêwiyên din hatibû, dixwest bi cirnexweşiyê ciyê min ji min bistîne. Piştî dît ku bi wî hawî îş naçe serî, serî li derewan da û got, xwedêgiravî ne li ber pencereyê be dilê wî radibe û vedireşe. Min jî pêşniyar kir ku li benda mînîbusa din bimîne. Lê şifêr pêşniyareke din kir û gotê ku kursiyê li kêleka wî jî “şifêrmihele” tê hesabê û li gel ku ji çep û rastê ve ne li ber pencereyê ye, ji aliyê pêş ve li ber pencereyê ye.
Piştî ku zilamê cirnexweş fêm kir yan ew ê li kêleka ajokar rûne yan jî li benda mînîbuseke din bimîne ku ne diyar e ka kengê wê rêwiyên wê temam bibin, ji mecbûrî hat di navbera min û ajokar de rûnişt. Çawa ku rûnişt jî dest bi pesindana qenciyê û başiyê kir.
Piştî ku min dîsa dest bi xwendina pirtûkê kir, ew zilamê gava din çû û yekî din hat şûna wî. Ew ê gava din cira wî nexweş bû, wêga bûbû evîndarê xwendinê û heyranê nifşê “xwende û necahil”. Li gorî ku wî digot, tekane riya ku “me” ji vê sefaletê xilas bike xwendin û zanîn e.
Wî bi tirkî digot, “Ez ehlê xwendin û zanînê me. Heçî ehlê xwendin û zanînê ye, ji dayik û bavê xwe hez dike, ji bajarê xwe hez dike, ji miletê xwe hez dike, ji welatê xwe hez dike, ji zimanê xwe hez dike.”
Bi gotina wî ya dawiyê re, min fêm kir ez ê nikaribim pirtûkê bixwînim. Min rûpel tewand navê ku ciyê lê mame ji bîr nekim û pirtûk girt. Wê gavê pesindarê xwendin û zanînê serê xwe hinekî nizm kir û çavên xwe kuskusandin ku nivîsa li ser berga pirtûkê bixwîne. Çawa ku nivîsa Bişirîna Şermînî** dît, wekî cinê hesin dîtî bizdiya û got:
“Siyaset û polîtîka tiştên qirêj in. Îşê min bi siyaset û polîtîkayê tune ye. Ez ehlê eşqê û hezkirinê me.”
* Ji dosyeya “Hinek Xeyal Gelek Real” ya li ber destan.
** Bişirîna Şermînî, Dilawe Zeraq, 2003, Weşanên Lîs.
No comments:
Post a Comment