3/4/21

"Tu dizanî Parîs ku der e?"

Li dû parvekirineke kekê Rêbîn Ozmen* yê li ser twitterê ku tê de ev wêneyê kevn yê beşeke Kurdistana dagirkirî hebû, ez vegeriyam salên nodî nav bîranînan.

Sala 1993 yan 94an bû. Salên ku dibistan ji dibistanan bêtir dişibiyan baregehên leşkerî û mamosteyan xwe wekî fermandar didît. Min wan salan li Îmam Xetîba Sêrtê li dibistana navîn dixwend. Mamosteyekî nûhatî ku te digot fermandarekî qişleyê ye, di dersa xwe ya ewil de xwest em yek bi yek xwe bidin naskirin.

Hevalan yek bi yek xwe da naskirin. Piştî xwenasandina her yekî, mamosteyê li nava çavê mirov dinêrî wekî fermandarekî bi dengekî bilind digot: "Yê di dorê de!"

Dor hat hevalê li pêşiya min. Hevalê ku piştî wî dora min bû, navê xwe, paşnavê xwe û karê bavê xwe got û bêyî ku navê gundê xwe bibêje li ciyê xwe rûnişt.

Gava min kir ku rabim û dest bi nasandina xwe bikim, mamosteyê te digot hemû deynê dinyayê jê tê xwestin berê xwe da wî hevalê me û bi dengekî bilind got, "Kalk!" (Rabe!)

Hevalê me rabû ser xwe û wekî mûçekî di ciyê xwe de çik sekinî. Mamoste bi heman hêrsê gotê çima wekî her kesî nebêje ka ji ku derê hatiye.

Îmam Xetîba Sêrtê dibistaneke kevn û naskirî bû, ji Wanê bigire heta Amedê û Rihayê xelkê zarokên xwe dişandin wirê. Loma mamosteyên nû pirsa bajar yan gundên xwendekaran jî dikir.

Hevalê me yê ku her car di "merasima" xwenasandinê de poşman dibû, vê carê ji dêvla navê gundê xwe, navê navçeyê ango navê Dihê got.

Ji ber ku me dizanî ka mesele çi ye, di bin tirsa awirên mamosteyê rûtirş de jî em keniyan. Mamoste vê carê bi dengekî nerm pirsî: "Ji nava Dihê?"

Hevalê me jî wekî wî bi dengekî nerm got: "Na, ji gundekî Dihê."

Mamoste vegeriya eyarê xwe yê asayî û bi dengekî bilind li dû dinyayek çêr û xeberên giran, got: "Navê gundê xwe bibêje. Tu ji ku derê yî?"

Hevalê me yê ji tirsan bizdiyayî wêga got: "Parîs." Bi bihîstina Parîsê re em dîsa keniyan. Mamosteyê ji ber kena me zêdetir aciz bûbû şimaqekî sêrtkanî li hevalê me da û got: "Tu ji derê yî?"

Hevalê me yê ku çavên wî tije bûbûn rondik û girî bûbû girêk û di qirika wê de asê bûbû, got: "Ez ji Parîsê me."

Mamosteyê ku guh neda rondikên wî bi şimaqan kete ser û lêda. Hevalê me yê wekî leşkerekî li ber fermandarê xwe amade, bêyî ku xwe ji ciyê xwe bilivîne bi girî digot "Parisliyim, dövmeyiniz" (Ez ji Parîsê me, rica dikim li min nede.)

Hevalê me ji ber vê "iniz"ê berê gelek caran ji gelek mamosteyan lêdan xwaribû. Me çend caran gotibûyê, gava dibêje "iniz" wekî ferman tê fêmkirin loma çêtir e bêje "lutfen". Lê wî digot, ev şîreta bavî wî ye û bavê wî ji me çêtir bi tirkî dizane. Lê ev "iniz"a wî vê carê jî mamosteyê jixwe hêrs zêdetir hêrs kiribû. Mamosteyê ku bi van gotinên wî zêdetir aciz bû, bi çêr û sixêfan got, "Ma ez ê ji bo lêdanê ji te destûrê bixwazin" û şimaqên jidtir lê dan.

Piştî xwînê di pozê hevalê me de avêt, mamoste sekinî û got: "Tu dizanî Parîs ku der e?"

Hevalê me yê ku ji ber îskan êdî nikaribû biaxive, wekî bêje erê serê xwe hejand. Mamosteyê ku diyar bû ji ber şimaqan destên wî êşiyabûn destên xwe di hev de difirikandin, di ber xwe de got, ev ê wisa nebe û ji hevalê me xwest ku nasnameya xwe derxe.

Gava wî li ser nasnameyê navê Parîsê nedît, û bersiva "Bi kurdî Parîs e" ji pirsa awirên çavan re wergirt, bi hêrsa bihîstina peyva "kurdî" dest bi seansa nû ya lêdanê kir.

 

 * Nexşeyeke Mêrdînê ya kevn.
Çavkanî: Ji bloga @silvermanreuben ya li ser vê lînkê: https://t.co/EYPVPBW15l pic.twitter.com/FVtjlgXMm4

No comments: