1/15/09

DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?

AMED ÇEKO JIYAN

Hikûmeta AKP’ê beriya hilbijartinê bi destê saziya dewletê TRT’ê televizyona kurdî vekir. Bêguman li paş vê gava AKP’ê hin hesabên wê yên kirêt hene. Li hêlekê AKP hewl da/dide ku vê gava xwe wekî di hêla mafan de gaveke erênî bide xuyakirin, li hêla din jî nivîskar, siyasetmedar û zanayên kurd tînin ziman “pêdiviya kurdan bi televizyonê tune lewre bi dehan televizyonên kurdan hene. Divê kurdî ne wekî “zimanekî nayê zanîn” an jî “zimanekî nenas” lê wekî “kurdî” bikeve qeydan û di zagonan de ji bo azadkirina kurdî serastkirin bên kirin.” Hikûmeta AKP’ê, wekî ku di hemû polîtîkayên xwe de xwe li kerîtî datîne, di vê mijarê de jî xwe li kerîtî datîne û bi tu saziyên kurdan re bi tu awayî nakeve têkiliyê. Sedema sereke ya bertekên saziyên kurdan yên li dijî televizyona kurdî ya dewletê ew e ku AKP bêje “min kir”, kurdan bike dijberî vê televizyonê û piştre bêje “aha min televizyon vekir lê ji PKK’ê bigire heta DTP’ê her kes li hemberî vê derket” û di dilê xwe de bêje, “min golek dakir kurdan.” Lê xuya ye ku bi mirazê xwe şa nebû; kurdan hesabên wê yên kirêt deşîfre kirin.
Di vê dema kurd li dû deşîfrekirina hesabên kirêt in de, AKP di bin de amadekariya li çend zanîngehan vekirina beşa kurdî dike. Bêguman li paş vê gavê jî hesabên kirêt hene. TRT’ê çi xêr li ziman û çanda tirkî kiriye ku li ziman û çanda kurdî bike? Bertekên kurdan ên li dijî TRT 6’ê yên di çarçoveya redkirin û reşkirina wê de di cih de ne. Lê mijara televizyonê û mijara zanîngehê qet naşibin hev lewre divê reaksiyon jî cuda bin.
Beriya ku dewlet televizyoneke kurdî veke jî, kurdên ku di televizyon û rojnameyên “ne yên kurdan” de dixebitîn wekî “ne ji me” an jî “reviyayî” dihatin binavkirin lê bêyî ku bibin “ne ji me” gelek kurd wekî mamoste, doçent an jî xwendekar li zanîngehan in.
Bi ya min riya herî baş ji bo pûçderxistina gava AKP’ê ew e ku kurd bi saziyên xwe û ciwanên xwe yên xwendekar re, bêyî ku vê gavê wekî “gaveke qerase” ji bo çareseriyê bibînin, beşên kurdî yên zanîngehan dagirin û vê meydanê ji yên “ne ji me” re nehêlin. Heke wisa neyê kirin, dewlet dê di wan beşan de kurdên xwe yên ku bi kurdî dipeyivin û bi çand û zimanê kurdî re bi awayekî zanistî mijûl dibin, biafirîne. (Jixwe bi van gavan niyeta dewletê jî ew e ku kurdên xwe biafirîne.) Bi reaksiyoneke wisa hem dê gava AKP/Dewletê pûç derkeve û hem jî ev gav dê ji bo kurdan bibe destkeftiyek. Heke li hemberî van polîtîkayan reaksiyonên di cih de yên ji bo pûçkirina van polîtîkayan neyên nîşandan û AKP/Dewlet bi ser bikeve û ‘kurdên dewletê’ bên afirandin, kurd dê zirareke mezin bibînin.

http://www.welat.com/nuce.aspx?n_id=6542&cure=forum