2/15/24

E-Pirtûka Varjabed li ser Google Play Booksê hate weşandin

  

E-Pirtûka Varjabed ku nêzîkî 2 mehan min amade kiribû û li Google Play Booksê bar kiribû, di dawiyê de hate weşandin.

Ji ber ku min pirtûka hevalê xwe yê hêja Umidê Mistefê -li ser daxwaza wî- li ser hesabê xwe weşandibû, Googleê hesabê min ê Google Play Bookê bloke kiribû. Googleê nivîsandibû ku ew destûrê nadin kesek pirtûkên kesên din li ser hesabê xwe biweşîne û wan pêşniyar kiribû ku ez ji hevalê xwe re bibin alîkar ku ew pirtûkên xwe l iser hesabê xwe biweşîne. (Xuya ye ev rêgez ne ji bo sazî yan şirketan e.)

Piştî ku min pirtûka kekê Umid ji ser hesabê xwe rakir û careke din bi Googleê re têkilî danî, wan jî bloka li ser hesabê min rakir û îro pirtûka min a bi navê Varjabed li ser Google Play Booksê weşand.


Varjabed - E-Pirtûk - Li ser Google Play Booksê bikire...

1/6/24

Beşek ji nirxandina ÖMER DELİKAYA ya li ser Berbang jî Şahid e

Berxwedan û Şahidî; Hêmanên Sereke yên Salên 90î di Çîroka Berbang jî Şahid e ya A. Çeko Jiyan de [Wêje û Rexne, 7/2016]

ÖMER DELİKAYA

 

...

Di vê gotarê de, hewlek heye ku dixwaze hêmayên salên 90î bi ber-gehekî edebîyata şahidî û berxwedanê ve bide ber ronîya çavan û pirtû-ka Berbang jî Şahid e 7 ya A. Çeko Jiyan li dor qewimandin û hêmanênsereke yên wan salan binirxîne. Herwiha, li ser navê çîroka bi navê Ber- bang jî Şahid e ya A. Çeko Jiyan, nirxandinên giştî derheqê edebîyataşahidî û berxwedanê de hatine kirin û çend hêmanên sereke yên çîrok-sazîya nivîskar bi vê bergehê hatine şîrovekirin. Di vê gotarê de dîsa hatdîtin ku nivîskarê ciwan A. Çeko Jiyan, bi honaka xwe ya serkeftî û bizimanê xwe yê herikbar xwestîye temsîleke xweş a salên 90î bide berxwendekarên xwe. Herwiha, nivîskar dengê kesên mexdûr, bi dengekî bilind li me dide bihîstin da ku em felaketên salên 90î bisitirînin di bîraxwe ya kavil de û bi vî rengî bo xwe dahatûyekê bisêwirînin.

...

Dîsa jî hin metin hene ku vegêr bi rêya parateksê dixwaze bi- bêje ku di heman demê de metin ji nav rastî yan jî dîrokê ye. Pirtûka Berbang jî Şahid e ya A. Çeko Jiyan bi paratekseke bi vî rengî ve dest pêdike: “ Berîya çîrokê dîrok e ev a l’ber destên te ”. Nivîskar xwestîye ku bibêje çîroka ku ew dihûne ji rastîya jîyanê dûr nîn e. Herwiha ji navêkitabê û parateksa navborî tê fahmkirin ku çîrok xwe dispêre rûdanênrasteqîn. Digel van paratekstan ev yeka heqê nirxandineke bergeyînade xwînerên xwe.

...

 Vegêr, bêyî ku navê tu tevgerekê bide, bêyî ku derbarê wan de tuagahîyên îlawe bide (jixwe hewce nake ku bi pêzanînan ve veguhêzîyadîrokê bike) qêrîna ku bi Allahû Ekberê ve li kolanê olan dide li hemûkarakterên di çîrokê de bi seredorî dide guhdarîkirin. Nivîskar pûtê pênade ku bi awayekî rasterast agahîyan derbarê vê qêrînê de bide. Çimkî vegêr wisa texmîn dike ku xwînerên wî bi rehetî dikarin bûyerên şîddetê yên di bin siwanê vê gotinê de hatine veşartin, tê derxin. Jixwe vegêrsalixê qetlê bi rengekî wisa dide ku têkilîya ku wê demê di navbera JI-TEM û Hîzbullahê de hebû bi aşkereyî dîyar dike. Di çîrokê de, mêrikêrîdirêj ê ku bi satorê serê zarokekî dixe û erebeya spî ya ku piştî kuştinêtê cihê bûyerê kontrol dike, dîyar e ku bi hev re tevdigerin. Wate, zilamêrîdirêj ê ku qetlê pêk tîne wisa xuya dike ku endamê tevgera Hîzbûllahê ye.

...

Di pirtûkê de barçav e ku nivîskarê ciwan A. Çeko Jiyan, bi honakaxwe ya serkeftî wêneyekî baş ê salên 90î bo xwînerên xwe berpêş kiriye di şexsê lehengên cihêreng de. Ev yek muhim e, ji ber ku dahatûya me wê xwe bispêre rabirdûya me ku wek salên 90î bi kavilkirin û felaketan ve dagirtî ye. Sêwirandina dahatûyê, encax bi vî rengî dikare pêk bê.

[Lînka peydakirina çapa 2yan ya Berbang jî Şahid e]

[Lînka peydakirina hejmara navborî ya kovara Wêje  Rexneyê]

[Lînka ji bo xwendin û daxistina nivîsa birêz Ömer Delikaya]

 [Agahiya çapbûna Berxê Nêr û Berbang jî Şahid e (çapa 2.)]

Agahiya çapbûna Berxê Nêr û Berbang jî Şahid e

Dixwazim agahiya çapbûna du pirtûkên xwe bi kêfxweşî bi we re parve bikim.

Du pirtûkên min ku yek jê çapa duyemîn e, ji Weşanên J&J derketin.

Romana nû ya nivîskar ya bi navê “Berxê Nêr” û çapa duyemîn ya pirtûka wî ya bi navê “Berbang jî Şahid e” ji Weşanên J&J derketin. Çapa pêşî ya Berbang jî Şahid e sala 2014 ji Weşanên J&J derketibû. Adnan Çelik di hejmara 10an ya Toplum ve Kuramê de ji bo vê pirtûkê wisa nivşsandibû: “Romana min a bi navê Berbang jî Şahid e kuştinên Hizbullahê yên li dijî sivîlan bi şahidiyên karakterên sade ku bi rengekî edebî hatine afirandin, vedibêje.”

Omer Delikaya jî di nirxandina taybet û berfireh ya li ser vê pirtûkê de ku di hejmara 7an ya Kovara Wêje û Rexneyê de weşandiye, wisa nivîsandiye: “Jixwe vegêr salixê qetlê bi rengekî wisa dide ku têkilîya ku wê demê di navbera JI-TEM û Hîzbullahê de hebû bi aşkereyî dîyar dike… Di pirtûkê de barçav e ku nivîskarê ciwan A. Çeko Jiyan, bi honaka xwe ya serkeftî wêneyekî baş ê salên 90î bo xwînerên xwe berpêş kiriye di şexsê lehengên cihêreng de.”

Pirtûka din ya nivîskar romana wî ya dawiyê ya bi navê “Berxê Nêr” e ku Amed Çeko Jiyan di vê romanê de çîroka karakterekî “bêkarakter” vedibêje. Berxo yê ji gundekî çiyayî (û xeyalî) yê Misircê/Kurdistanê ye wekî gelek xortên Kurdistanê berê xwe dide Marmarîsa bajarê turîzmê. Armanca Berxo bi çûna Marmarîsê ne kar û xebat lê kêf û tolazî ye, lê piştî ku xebera şewitandina gundê wan digihîjê, biryarê dide ku “stûyê xwe bide ber kêrê” (?).

Roman ji aliyekê ve awirekê dide jiyana li gundên Kurdistanê yên di bin pêkutiyên leşker û cerdevanên dewletê de û ji aliyê din ve berê xwe dide jiyana “nifşê xêrjixwenedîtî”.

Her du pirtûkên Amed Çeko Jiyan Berxê Nêr ku li dor karakterê bi navê Berxo tê vegêran û bi çapa 2yan ya Berbang jî Şahid e ku şahidiya serdemekê dike li Fuara Pirtûkan a Amedê li standa Weşanên J&J li benda xwînerên kurdî ne.