1/12/22

Zarokên bê zar û ziman*

Wêne: La Vie (Jiyan), Marc Chagall
Jan wekî hemû rojan piştî 1ê piştî nîvro bi dengê zarokên taxê yên ji dibistanê derdiketin ji xew rabû û wekî her roj pêşî hêrs bû û paşê dilê xwe bi halê wan şewitand. Zarokên dibistana seretayî, bi taybetî yên di polên yekê, didoyan û sisêyan de stran û marşên bi tirkî ku li dibistanê bi wan didan jiberkirin bi işq û şewqekê digotin û di ber mala wan ya dutaqî re diçûn malên xwe.

Li gel ku Jan gelek caran bi dengê şer û xirecira zarokên pola çaran û pêncan jî ji xew radibû wekî carên ji ber dengên bi tirkî şiyar bûyî hers nedibû. Gelek caran serê xwe ji pencereyê derdixist û bi wan de diqîriya. Gava di nav wan de zarokên cîranan didîtin, bi navên wan gazî wan dikir û bêtir ji zarokên malbatên herî tirkîhez aciz dibû.

Carekê gava wî ji dayika xwe re gotibû ku bi halê van zarokên malbatên wan tenê tirkî fêrî wan dikin gelekî diêşe û malbatên wan wekî cahil û nezan bi nav kiribûn, diya wî gotibûyê “Çima kurê min? Ma bila zarok jî wekî dê û bavê xwe cahil mezin bibin? Hema gava herin daîreyekê bila dikaribin du peyvên tirkî bêjin?”

Piştî ku ji xew rabûbû êdî nikaribû dîsa razê. Wî di dilê xwe de got, ka îro kîjan marşa faşîst bi van zarokan dane jiberkirin û guhê xwe da dengê zarokan. Dengê zarokan ji hemû rojan cudatir bû… erê di nav wan de yên marşên bi tirkî diqîriyan jî hebûn lê her wisa dengên ecêb yên wekî dengê heywanên bê zar û ziman jî dihatinê.

Di dilê xwe de got, gelo koçerên taxa xwarê pezê xwe di nav taxa me re dibin? Jan bi jana piştê ya ji ber xewa li ser dewşeka hirî ku ev pênc sal bûn hiriya wê nehatibû veçirandin ji ciyê xwe rabû ku here serê xwe bêxe pencereyê. Bi êşa piştê re gotinên diya wî hatin hişê wî ku digotê, “Kurê min êdî ez pîr im, bê qewet û bê taqet im, ji min nayê hiriya dewşkekê jî veçirînim. Wa ye hemû birayên te zewicîn, hevalên te yên bêzewac neman, yên bi deh pazdeh salan ji te piçûktir jî zewicîn, hemû bûn xweymal û xweyzarok, lê te xwe pîr û kal kir.

Piştî van gotinên dayika wî yên ji kûrahiya dilî, bîranînên evîna temirandî hatin û xwe li dilê wî dan, ew bi xwe re birin salên zanîngehê… salên pevşabûna yekemîn û ya dawiyê…

Jan xortekî gelekî lihevhatî bû û li dibistanê jî jîr bû. Piştî azmûna têketina zanîngehê bi dilê xwe ketibû beşa felsefeyê. Hilbijartina felsefeyê ne bi dilê bavê wî bû, bavê wî dixwest saleke din jî ji bo azmûnan bixebite û bikeve beşa hiqûqê. Lê Janê hê di zaroktiya xwe de mejiyê wî bi pirsan tijî bû, heft beşên hiqûqê bi xwendina felsefeyê nedida. Loma li Îzmîrê dest bi xwendina felsefeyê kiribû û wê salê navê xwe yê di fermiyetê de Can red kiribû û navê Jan li xwe danîbû.

Ji sala pêşî ya zanîngehê heta sala dawiyê di nav polê de bi tiliyan dihat nîşandan, di dersan de kes wekî wî ne serkeftî bû. Lê sala dawiyê piştî ku wî jî dil berdabû keçika ku dil berdabûyê ji kîsê wî çûbû û zanîngeha çar salane di heft salan de temam kiribû. Keçika ku wê û Janî dil berdabû hev keçikeke ji Unyeya Orduyê bû ku bi delaliya xwe ji heyvê re digot de bi wê ve here. Janê ku tîtaliya wî ne kêmî delaliya Asûmana unyeyî bû, li kantîna fakulteyê agir berdabû hinavên Asûmanê. Asûmana ku hemû xort li pey wê bûn, kêliya cara pêşî gava Jan li ber pencereyeke kantînê ji xwe re rojnameya Welat ya bi kurdî ku kiribû nav rojnameyeke tirkî dixwend dît, ne bi dilekê lê bi heft dilan dil berdabûyê û bi awayekî bêdeng hatibû li maseya li kêleka wî rûniştibû û çavên xwe zoq kutabûn nava çavên wî. Janê ku heta niha ji bilî jinên di televizyonê de ti jinan wisa li nav çavên wî nenihêrtibû ji fediyan serê xwe çimandibû ber xwe.

Piştî wê rojê Asûman ketibû nobeta Janî û li her derê derdiket pêşiya wî. Piştî ku li dû hemû keftûlefta wê Janî ji fediyan xwe li nezaniyê datanî û ber bi wê ve gaveke tenê jî nediavêt, rojekê Asûman li nav koma hevalan rasterast gotibûyê, “Ez hij te dikim. Ma tu gêj î ku tu fêm nakî.” Bi hewldana hevalan şerma wî kêm bûbû. Jixwe piştî ku li bin darên li hewşa fakulteyê bi hev re têr sohbet kiribûn û bi saya hewldanên Asmûmanê dest û milê Janî li sîng û qorikan ketibû, her du hê bêtir li hev germ bûbûn. Janê ji hezkirina zêde ya Asûmanê ditirsiya nedixwest xwe bi temamî berde ber bayê evînê. Lê evîn ew tişt bû ku bi ber bayê kesî nediket lê her kesî li ber bayê xwe dixist.

Rojeke 19ê gulanê ku ji ber cejna fermî ya dewletê tatîla fermî bû, Asûmanê Jan vexwendibû mala xwe ya ku li gel sê hevalên xwe yên keç lê dima. Ji ber ku hevaleke wê ya malê jî bi wan re bû Janî vexwendina wê bêdudilî qebûl kiribû. Lê piştî ku wan Jan li odeya rûniştinê bi tenê hiştibû û ji bo çayekê çêkin bi hev re derketibûn, dengê deriyê derve hatibû. Li dû bêdengiyekê Janî kiribû ku rabe û binêre ka kî çûye yan kî hatiye. Bi rabûna wî re Asûman işmet tazî kete hundir. Bi dîtina laşê wê yê wekî peykerên mermerî bêqisûr, Jan li ber kanapeyê wekî bizmarekî di betonê de kutayî çik sekinî. Asûman hat û cilên li ser wî yek bi yek hêdî hêdî jê xistin û wê Jan hêdîka li ser kanapeyê da rûniştandin. Janê ku li dû awir û tevgerên mişt evîn û hezkirin ji Asûmanê hê bêtir hez kiribû destekî xwe bir ser pêsîrên wê û destê din bir nav porê wê û her duyan lêvên hev mêt.

Janê ku ev cara pêşî bû bi yekê re şa dibû, xwe ji Asûmanê re berdabû. Asûmana ku xuya bû ji maça ji lêvan û pevşabûnê baş fêm dikir aqil û hişê Janî ji serê wî dibir.

Piştî ku ew qaseke baş bi hev şabûnûn Asûmanê bi ewkê Janî girtibû û ew ber bi xwe ve anîbû û kiribû ku her du laş bibin yek. Bi vê kirina wê re Janî yekser gotibû na û li ser ‘na’ya Janî wê bi eşq li nav çavên Janî nihêrtibû û gotibû, “Ez dixwazim. Ez te dixwazim. Tirsonekê ehmeq, ma tu fêm nakî! Ma her tiştî ez ê bikim, ma her tiştî ez ê bêjim?”

Janê ku van gotinên wê wekî daxwaza zewacê fêm kiribû, xwe bi temamî berdabû nav lepên wê. Piştî ku her orgazm bûbûn û av bi ser devê her duyan ketibû, Janî bi rabûna kela eşqê tirkî danîbû aliyekê bi kurdî gotibû, “Bi min re bizewice cana min!” Bi bihîstina peyvên kurdî re Asûmanê gotibû, fêr nake ka çi dibêje. Janî daxwaza zewacê vê carê bi tirkî gotibûyê lê Asûmanê ji wateya tişta gotî zêdetir pirsa zimanê pê gotî dipirsî. Piştî ku Janî gotibû dixwaze daxwaza zewacê bi kurdî bêjê, Asûman ji wê atmosferê bi temamî derketibû û ketibû atmosfereke din û ji ser Janî rabûbû. Gava li ber serê wî jî rûniştibû, gotibûyê, “Bi tirkî hij min bike Canê min.” Janê ku bi vê guherîna atmosferê re bibandor bûbû, li kêleka wê rûniştibû û gotibû, “Ez kurd im û bi kurdî hez dikim, cana min!” Piştî bêdengiyekê berê xwe dabû keçika ku heta beriya gavekê dildarên hev bûn û gotê, “Tu jî ne tirk î. Tu rûm î. Te bixwe digot dapîra re peyvekê tenê jî bi tirkî nizane.”

Li ser vê bersiva wî Asûmanê bi lingên xwe ew ji ser kanapeyê avêtibû û gotibû, “Ka serê xwe bixe pencereyê, tu yê ji alên li seranserê bajêr daliqandî fêm bikî ku ev der Tirkiye ye û hemû kesên li vî welatî dijîn tirk in… ez jî û tu jî!”

Piştî ku ew û Asûman ji hev veqetiyabûn, Janê heta dawiya salê bi ser hişê xwe ve nehatibû, fêm kiribû ku yarikê Asûmanê yê beriya wî tirkekî neteweperest bû û rojekê beriya wê roja ku Asûman ew vexwendibû malê, kurik û Asûman li hev hatibûn û Asûmanê jî ji bo ti kul û derdan di dilê xwe de nehêle, ew vexwendibû malê û piştî tişta xwestî bi dest xistibû berê wî dabû pencereyê ku alên ji ber cejna fermî li derve daliqandî bibîne.

Gava Jan nêzîkî pencereyê bû û di pencereyê de ku wekî neynikekî sûretê wî nîşanî wî didaê rihê xwe yê dirêj dît, ji xeyala salên zanîngehê vegeriya. Lê çawa ku pencere vekir û li derve nihêrt, wekî ketibe nav fîlmeke tirsê, bi zarokên ku li derve diqîrin re qîriya. Zarokên biçûk di nav zarokên marşên bi tirkî digotin de wekî sewal û heywanan bi vir de bi wê de baz didan û wekî ku aqil avêtibin diqîriyan û bi gezan diçûne hev. Zarokên bê zar û ziman hev di nav xwînê de hiştibû. Guh, poz û tiliyên bi gezên hevalên wan hatibûn jêkirin li ser kêleka rê di nav xwîna xwe de bûn, xwîna ji laşê zarokên ku wekî şêtan bi vir de û wê de baz didan difîsikî dîwarên avahiyên derdorê sor dikir. Zarokekî bi girsê xwe ji yên din mezintir zarokekî biçûk avêtibû erdê û piştî ku guhê wî bi gezan jê kiribû, dest xistibû qirika wî û hewl dida ku zimanê wî ji devê wî bikişîne û wî jî jê bike. Bi wê tirs û xofê re Janî pencere girt, li ser nivînên xwe tûtka rûnişt, serê xwe xist nav her du çokên xwe û ji bo dengê wehşeta li derve nebihîze her du guhên xwe bi destên xwe girtin.

Piştî qasekê ku zarok derbas bûn, deng jî kêm bû. Janî ji xwe re cixareyek pêça û dûmana wê ya tar, berda nav odeyê. Wî cixareya xwe hê bi nîvî nekiribû, diya wî ya ku her roj heta ew ji xew rabe li odeya din di nav ciyê xwe de bi awayekî bêdeng selewat didan û dia dikirin, hêdîka deriyê odeya wî vekir. Pîrejina ku dît kurê wê ji xew rabûye kir ku jê re tiştekî bêje lê zimanê wê negeriya. Pîrejinê careke din hewl da. Dîsa zimanê wê negeriya û ji bilî orîniyekê ti deng jê nehat. Gava din eynî wisa hatibû serê wan zarokên biçûk jî. Jan bi tirs ji ciyê xwe pekiya û kir ku tiştekî bêje, lê zimanê wî jî negeriya. Kuxiya û qirika xwe paqij kir û dîsa hewl da ku biaxive lê dîsa deng jê nehat. Diya wî wekî ajalên bê zar û ziman di nav xanî de li xwe da û ha bi wê odeyê ve ha bi vê odeyê ve çû û hat.

Jan rasterast baz da û serê xwe xist pencereyê û heta jê hat qîriya. Dikaribû biqîre û wekî heywanan dergan derxe lê nikaribû biaxive. Hê serê wî di pencereyê de dît ku zarokên wekî wî û dayika wî lal bûne di nav kuçe û sikakan de wekî dînan dibezin û mamosteyên dibistanan jî bi tirkî gazî wan dikin û dikin ku wan zeft bikin. Jan wê gavê di nav mamosteyan de Welatê hevalê xwe yê zaroktiyê dît ku ji ber qedexeya li ser navên bi kurdî di fermiyetê de navê wî danîbûn Velet. Welatê li dibistana taxê mamoste bû, li gel mamosteyên din ketibû pey zarokên ji zar û ziman bûyî.

Çawa ku Jan bihîst ew diaxive û gazî zarokan dike, bi dengên ecêb karî ku bala wî bikişîne ser xwe. Hevalê wî Welat bi tirkî silav dayê û dîsa kete pey zarokan. Janê ku heta wê kêliyê bi wî hevalê xwe yê zaroktiyê re peyvekê tenê jî bi tirkî neaxivîbû ji ber axaftina wî ya bi tirkî şaş mabû.

Piştî ku Janî dîsa hewl da ku bi dengên ecêb bala wî bikişîne lê bi ser neket, xwelîdanka xwe ya cam girt û avêtê. Çawa ku xwelîdank di ber wî de pekiya, Welatê du zarok zeft kiribûn bi hêrs berê xwe da wî û bi tirkî gotê, “Kuro bi tirkî biaxive, bi tirkî. Rihma Xwedê lê be, îro saet 12ê nîvro kurdî mir. Êdî kes nikare bi kurdî biaxive.”

Li ser vê gotina wî Jan pêşî ji bo ceribandinê peyveke bi tirkî got, piştî ku dît zimanê wî bi tirkî digere lê bi kurdî nagere, bi tirkî qîriya û got, “Hayiiir!!!”

Bi qîrîna wî re dayika wî ya li ber serê wî rûniştî ku dikir wî ji xew rake:

“Can, kurê min, rabe, dereng e.” Û berê xwe da hevalê wî Welat û got, “Te dî, dibêjin bi ya meleya bikin lê wekî wan nekin. Ev jî gava şiyar e neyarê tirkî ye lê di xew de bi tirkî xeber dide.”

Li ser van gotinên diya xwe Jan fêm  kir ku hemû xewn bûn lê bi dîtina hevalê xwe Welat re dîsa tirsek di nava wî de hebû. Wî berê xwe da Welatî û pirsî ka xêr e. Welat got: “Ji bo dersa bijarte ya kurdî... Divê em ji vêga ve bi malbatan re xeber bidin û wan ji bo sala bê qane bikin.”


* Ev çîrok bihara 2021ê di hejmara 1ê ya kovara Kurdeçîrokê de hatiye weşandin.