Showing posts with label Kurdî. Show all posts
Showing posts with label Kurdî. Show all posts

1/6/24

Beşek ji nirxandina ÖMER DELİKAYA ya li ser Berbang jî Şahid e

Berxwedan û Şahidî; Hêmanên Sereke yên Salên 90î di Çîroka Berbang jî Şahid e ya A. Çeko Jiyan de [Wêje û Rexne, 7/2016]

ÖMER DELİKAYA

 

...

Di vê gotarê de, hewlek heye ku dixwaze hêmayên salên 90î bi ber-gehekî edebîyata şahidî û berxwedanê ve bide ber ronîya çavan û pirtû-ka Berbang jî Şahid e 7 ya A. Çeko Jiyan li dor qewimandin û hêmanênsereke yên wan salan binirxîne. Herwiha, li ser navê çîroka bi navê Ber- bang jî Şahid e ya A. Çeko Jiyan, nirxandinên giştî derheqê edebîyataşahidî û berxwedanê de hatine kirin û çend hêmanên sereke yên çîrok-sazîya nivîskar bi vê bergehê hatine şîrovekirin. Di vê gotarê de dîsa hatdîtin ku nivîskarê ciwan A. Çeko Jiyan, bi honaka xwe ya serkeftî û bizimanê xwe yê herikbar xwestîye temsîleke xweş a salên 90î bide berxwendekarên xwe. Herwiha, nivîskar dengê kesên mexdûr, bi dengekî bilind li me dide bihîstin da ku em felaketên salên 90î bisitirînin di bîraxwe ya kavil de û bi vî rengî bo xwe dahatûyekê bisêwirînin.

...

Dîsa jî hin metin hene ku vegêr bi rêya parateksê dixwaze bi- bêje ku di heman demê de metin ji nav rastî yan jî dîrokê ye. Pirtûka Berbang jî Şahid e ya A. Çeko Jiyan bi paratekseke bi vî rengî ve dest pêdike: “ Berîya çîrokê dîrok e ev a l’ber destên te ”. Nivîskar xwestîye ku bibêje çîroka ku ew dihûne ji rastîya jîyanê dûr nîn e. Herwiha ji navêkitabê û parateksa navborî tê fahmkirin ku çîrok xwe dispêre rûdanênrasteqîn. Digel van paratekstan ev yeka heqê nirxandineke bergeyînade xwînerên xwe.

...

 Vegêr, bêyî ku navê tu tevgerekê bide, bêyî ku derbarê wan de tuagahîyên îlawe bide (jixwe hewce nake ku bi pêzanînan ve veguhêzîyadîrokê bike) qêrîna ku bi Allahû Ekberê ve li kolanê olan dide li hemûkarakterên di çîrokê de bi seredorî dide guhdarîkirin. Nivîskar pûtê pênade ku bi awayekî rasterast agahîyan derbarê vê qêrînê de bide. Çimkî vegêr wisa texmîn dike ku xwînerên wî bi rehetî dikarin bûyerên şîddetê yên di bin siwanê vê gotinê de hatine veşartin, tê derxin. Jixwe vegêrsalixê qetlê bi rengekî wisa dide ku têkilîya ku wê demê di navbera JI-TEM û Hîzbullahê de hebû bi aşkereyî dîyar dike. Di çîrokê de, mêrikêrîdirêj ê ku bi satorê serê zarokekî dixe û erebeya spî ya ku piştî kuştinêtê cihê bûyerê kontrol dike, dîyar e ku bi hev re tevdigerin. Wate, zilamêrîdirêj ê ku qetlê pêk tîne wisa xuya dike ku endamê tevgera Hîzbûllahê ye.

...

Di pirtûkê de barçav e ku nivîskarê ciwan A. Çeko Jiyan, bi honakaxwe ya serkeftî wêneyekî baş ê salên 90î bo xwînerên xwe berpêş kiriye di şexsê lehengên cihêreng de. Ev yek muhim e, ji ber ku dahatûya me wê xwe bispêre rabirdûya me ku wek salên 90î bi kavilkirin û felaketan ve dagirtî ye. Sêwirandina dahatûyê, encax bi vî rengî dikare pêk bê.

[Lînka peydakirina çapa 2yan ya Berbang jî Şahid e]

[Lînka peydakirina hejmara navborî ya kovara Wêje  Rexneyê]

[Lînka ji bo xwendin û daxistina nivîsa birêz Ömer Delikaya]

 [Agahiya çapbûna Berxê Nêr û Berbang jî Şahid e (çapa 2.)]

5/28/23

Bi-tene

Xwedê ji dewlet û pergala alman razî, zarokên ne-alman yên li almanyayê dijîn bi hewldaneke biçûk ya malbata xwe, dikarin gava fêrî zimanê almanî bibin ji zimanê xwe yê zikmakî xerîb nebin/ji zimanê xwe yê zikmakî şerm nekin û jê nefretê nekin.

9/17/21

Te go Fîdel? Ê, Dilo jî ji jina xwe ditirse

(Min ev nivîs di sala 2016an de nivîsandibû, lê ji ber ku min ev li ser bloga xwe peyda nekir, careke din diweşînim.)

Hevalekî min ê pir biqedir carekê hatibû Amedê mêvaniya min. Gava em bi hev re li nav sûk û bazarên nav Sûrê û li Ofîsê digeriyan, ji çep û rast peyv û axaftinên tirkî li bin guhên me diketin. Her çiqas mesûl û berpirsê vê rewşê ne ez bim jî, min ji vê rewşê fedî dikir. Û hevalê min jî, wekî ku ev kêmasiya min be, carê digot, “Hefy. Hefya Amedê ku her kes bi tirkî xeber dide.”

7/10/21

Vira Amed e, bielime kurdî!

Ji salan sala 2014an bû. Ew sala ku bi sed hezaran kurd û ereb û ermenî û aramiyên ji ber şer û tevliheviya li Sûriyeyê mal û milkên xwe li cî hiştibûn û reviyabûn. Rojek ji rojên wê salê ez û dostê xwe yê salan Omer Dilsoz li nav Sûra Amedê digeriyan... Ameda ku ji ber axaftina bi tirkî her kes jê gazinan dike. Wekî tê hişê min, em ji aliyê Deriyê Mêrdînê ve dihatin û em ji Xana Hesen Paşa derbas bûbûn. Li ber deriyê dikaneke li milê rastê dengekî bi erebî li ber guhê min ket û hema pê re jî çend gotinên bi kurdî ku mirov jê şerm dikir:

“Bi kurdî bêje, bi kurdî. Vira Amed e, bielime kurdî!”

1/12/20

Etîketa qehweyeke ji dawiya salên 1700î mayî: Chicorée au Kurde


Etîketa pakêta "chicorée au kurde"yê

Sal 2010 yan 2011 bû. Min û xwediyê Pirtûkxaneya Sarayê, hêja Goran Candan, ku me hev bi riya birayê min ê hêja Can Êzîdxeloyê şarazayê zaravayên kurdî nas kiribû, li Amedê hev dît. Kekê Goran, mala wî ava, etîketeke berhemeke ku li serî “chicorée au kurde” dinivîsand li gel çarçoveyeke delal, wekî diyarî da min. Wî wê demê pêşniyar kiribû ku ez bikevim pey şopa çîroka vê etîketê. Wê demê ji bilî hin agahiyên negirîng, ez negihîştim ti agahiyan.

Min li ser dîroka qehweyê hinek lêkolîn kir. Lê li ti deverê laqî qehweyeke bi navê “Qehweya Kurdî” nehatim. Di nivîseke ji salên 1860î mayî de, behsa rêbaza çêkirina “qehweya Yemenê” tê kirin. Di nivîsê de tê diyarkirin ku qehwe di ser Dewleta Osmanî re hatiye Ewropayê. Lê qehweya hatiye Ewropayê, ne ew qehweya ku îro dibêjinê “Qehweya Tirkî” ye lê “Qehweya Yemenê” ye ku îro jî li Ewropayê dibêjinê “Mokka”.

Bêyî ku ji mijarê dûr bikevim, dixwazim bi kurtî behsa Qehweya Tirkî û Qehweya Yemenê bikim.

9/26/18

Pop-û-ler


Carekê dîsa li Amedê pêşangeha pirtûkan a Tuyapê li dar bû. Me ji bo standa Şaredariya Bajarê Mezin ji depoyê pirtûk dianîn.
Hevaleke xebatkara şaredariyê got, ew ê jî îro were pêşangehê.
Min got, te xêr e? Wê got, ew heyrana Can Yücel e, û Can Yücel ji bo pirtûkên xwe îmze bike tê.
Piştî çend pirs û bersivan, li xwe mikur hat ku wê ne pirtûkên Can Yücel xwendine ne jî yên Can Dündar.

Paşê gava em çûn pêşangehê, min dît ku bi sedan kesên wekî wê li ber weşanxaneya Can Dündar ketine rêzê ku pirtûkên xwe bi Can Yücel bidin îmzekirin.

Di çalakiyeke rehmetiyê Mehmed Uzun de jî tiştekî wisa qewimîbû.
Yekî ji yê din dipirsî: Tu Mehmed Uzun nas dikî?
Yê din: Erê, çawa. Ew dengbêjekî mezin e.

Yekî din ê dîtir jî romanên Feqiyê Teyran xwendibû.


(Behsa nebûna kurdî di afîşên dawiyê de bila bimîne nivîseke din.)

2/25/18

Lolanî xweş e


Hûn dizanin “lolanî” çi ye? Lolanî ew tişt e ku me ronî û germ dike. Em diêjin “ronahî” lê Mîr Baz dibêje “lolanî”.
Min mantiqê vê veguherîna dengan hê tê dernexistiye. Belê, zarok “r”yê carê wekî “y” carê jî wekî “l” bilêv dikin. Gelek caran jî ciyên dengan/tîpan diguherin. Lêmin hê jî fêm nekiriye ka “ronahî” çawa bûye “lolanî”.

Mîr Baz niha 2 sal û nîv e. Hê beriya bibe salek û nîv dest bi gotinan kir. (Wekî li virê dibêje “bacan”: https://www.youtube.com/watch?v=b4iGshSneF8)
Ez vê pêvajoya wî ya fêrbûna axaftinê bi baldarî dişopînim. Gelek tiştên balkêş fêr dibim. Wekî mînak, zarok pêşî navan fêr dibin paşê cînavkan. Digot “Mîr Baz xwaze”. Hê derbasî “ez dixwazim”ê nebûbû. Hê tewangê jî fêr nebûye. Dibêje “Baba here market” lê ne “here marketê”.
Xaleke din ya ji gelek xalên din yên balkêş, di destpêka fêrbûna axaftinê de peyvan li gorî demê natewîne. Mesela, gava di pêvekên rojnameyê de wêneyê pêlîstokekê didît, digot “Baba ev kirî” yan “Baba ev Mîr Baz kirî” yanî “Baba vê ji Mîr Baz re bikire”. Piştî min jê re pêlîstokek dikirî jî digot, “Baba ev kirî”.
Mînakeke din ji bo tewandina peyvan li gorî demê: “Mîr Baz xwarin xwar, baba Mîr Baz parkê”. Tercumeya vê: “Mîr Baz xwarin bixwe baba Mîr Baz bibe parkê”.
Piştî 2 saliya xwe êdî hêdî hêdî cînavkan fêrdibe, dbêje, “ev ya min e, ev ya tu ye”. Berê tenê digot “ya Mîr Baz” û “ya baba”. (hê nû nû "im", "e", "î"ya wekî li dawiya "ya min e" fêr dibe) Diyar e heta demekê wê cudahiya di navbera “tu” û “te”yê de fêr bibe.
Bi fêrbûna cînavkan re niha dibêje “Mîr Baz çû” û “Mîr Baz here”. Lê hê jî “ê”, “bi”, “di”yên ji bo diyarkirina demê bbaî bi kar nayne. “Ez herim” lê ne “ez ê herim”, “Mîr Baz bîne” lê ne “dibîne”, “Mîr Baz leyze” lê ne “dileyize”, “Mîr Baz xwaze” lê ne “dixwaze”.
Werhasil, ji bo min gelekî ecêb e ku şahidiya fêrbûneke kurdî ya bêyî tesîra tirkî dikim. Ji ber ku peywendiya me ya bi civaka alman re gelekî kêm e, niha bandora almanî li ser tune ye lê ji ber ku li ser Youtube Kidsê gelek vîdyoyên zêxefîlman temaşe dike, dibê qey hinek bandora înglîzî li ser heye.
Ji ber tirsa ku li welêt qedexeya tirkî ya nav malbatan tirkî li ber dilê zarokên wan şîrîn dike û kurdî li ber dilê wan reş dike, peyvên înglîzî lê qedexe nakim.
Wê rojê li firoşgeheke pêlîstokan baz da û gazî min kir got, “kam, kam” (come come). Ez çûm balê, min got “kam çi ye?” Wî got “were”. Paşê pêlîstok nîşan dan got, “Mîr Baz blû (blue) kire” (Ji Mîr Baz re ya blû bikire). Min got “blû çi ye?” Wî got, “blû, şîn”.
Ji ber ku tiştên di Youtube Kidsê de jê re balkêştir in. Lê ji ber ku axaftina pê re tenê bi kurdî ye, ev niha zirarekê nade fêrbûna wî ya kurdî.
Heke em vegerine ser “lolanî”yê... Li vê Almanyaya kambax, ji ber ku zivistanê pir sar e û havînê jî heta 10 – 10 û nîvê şevedinya ronî ye, li ber pencereyên malan derebe hene. Gava derve ronî be jî heke tu derebeym bînî xwarê, ode tarî dibe. Em jî şevê derebeyê tînin xwarê ku xanî sar nebe.
Heçî Mîr Baz e, dijminê tarî û zilmetê ye, her gava şeveqêradibe, ji ber ku nikare derebeyê rake, kursiyekê kaş dike ber bişkoka lambeyê û lambeyê vedike û dibêje “lolanî vekir”.
Min digot belkî “lolanî” ango “ronahî” tenê ji bo “ronîkirinê” fêm dike.

Lê wê roja sar gava ez û wî di nav otomobîlê de bûn û tîrêjên rojê yên xurt em di nav otomobîlê de germ dikirin, wî got “lolanî xweş e”. Ji ber ku mesele ne “dijberiya tariyê” bû, min fêm kir ku êdî ji bo wî ronahî têkildarî “germkirinê” ye jî. (Ev jî lînka “lolanî xweş e”yê: https://www.youtube.com/watch?v=J1NkN7EKHPM)















1/14/18

Mizgîn û AOK


22ê meha borî (kanûna 2017an) em li bendê bûn ku Mizgîna me bê, lê qey hinek leza wê hebû, di 8ê mehê de hat. (- Spas, Xwedê zarokên we jî ji we û ji Kurdistanê re bihêle.)
Bi hatina Mizgnê re em çêtir hîn bûn ku prosedurên her dewletekê cuda ne û hin caran dibe ku mirovan ji vitêzê derxin. Gava Mîr Baz li Nexweşxaneya Baglarê ya Amedê çêbûbû, li nexweşxaneyê “belgeya jidayikbûnê” ya Mîr Baz dabûn min û min karî heman rojê ji Midûriyeta Nifûsê nasnameya wî derxim. Çîroka nasnameya wî mijara meseleyeke din e. Me li ser “Mir” û “Mîr” li hev nekir û gelekî dilê hev êşand. Werhasil, heçî Almanya ye, ji hinek aliyan ve temam camêr û canik baş in, demokrat in lê ji hinek hêlan ve hê jî di riya “Abê” de ne ku naxwazim navê wî li virê binivîsim.
Prosedura mişt burokrasî wisa ye: Piştî li nexweşxaneyê zarok çêdibe, dadeyek yan hemşîreyek formekê dide, formê dadigirî û li qata xwarê teslîmî “Info”yê ango şêwirgehê dikî. Ew wê formê dişînin “LandKreis”ê ku qaymeqamî ye yan şaredarî ye ew jî nizanin. Ew jî wê didin beşa Jugendamtê ango Rêveberiya Ciwanan -û Malbatan-. Ew ji te re nameyekê dişînin. Di nameyê de dinivîse ku divê hûn li reqema di nameyê de nivîsandî bigerin û randevuyekê bistînin.
Heta vê derê me bê qeza û bela çêkir. Va ye li virê rê sitimî û xitimî. Gava name gihîşt ber destê me, wext tam hefteya beriya “Weihnachten”ê ango Noelê bû û gava min telefonî wê reqemê kir, gotin ku ew canik nexweş e û divê ez hefteya pêş roja çarşemê dîsa bigerim. Qey li Almanyayê adet e, beriya Noelê piraniya karmend û xebatkaran “nexweş” dikevin. Min navek li vê rewşê kiriye, ez dibêjimê “Krankenscheinurlaub”. “Krankenschein” ango belgeya nexweşiyê, wateya vê peyva min diyarî ferhenga almanî kirî jî dibe “tehtîla bi rapora nexweşiyê”. Li ser xêrê be.
Lê ez guhenê kesî hilneynim, wekî min gelek kesên ku di meha kanûnê de bi kêfî rapora nexweşiyê digirin dîtine, teqez yên ji dil jî nexweş in û rapora nexweşiyê digirin hene. Loma gunehê kes kesî di stûyê wî/wê de. Lê yeqîn ji ber berbelaviya “krankenscheinurlaub”ê ye, li kargeha ez lê dixebitim peymana kar ya kesên zêde rapora nexweşiyê digirin nû nakin û wan ji kar derdixin.
Em vegerin ser mijara xwe. Wekî xanima li serxeta telefonê ji min re gotibû, min roja çarşemê telefon kir û bi xanima name şandî re xeber da. Ji ber ku nava rojê tenê di saet 08.30yan de derfeta min heye, ez wê saetê lê geriyam. Ji dengê wê diyar bû ku hê nû li ser kar rûniştibû. (Jixwe piştî lêkolîneke kurt ya li ser înternetê min zanî ku ew di set 08.30yan de dest bi kar dike) Xanimê ji min re got divê min belgeya zewacê hebe da ku wekî bavê bebikê bêm tomarkirin. Min got min ew belge heye. Got tercumeya wê lazim e û xwest piştî tercumeya wê dîsa lê bigerim. Min eynî rojê li ba tercumanekî sondxwarî da wergernadin û roja din li xanimê geriyam. Wî got divê ez wê belgeyê bibim “Bürgerbüro”yê. Roja din ez çûm wê buroyê û min belge da wan. Ya rast min kir ku belgeyê bidim wan lê xortê karmend got telefona karmendekî “Jugendamt”ê da min û got divê ez pêşî lê bigerim û randevuyekê jê bistînim û paşê belgeya xwe bidim wî. Ji ber ku mesayiya wî yê li Jgendamtê xilas bûbû, min roja din telefonê wî kir. Wî got divê ez herim “Landkreis”ê û belgeyê bidim wan. Ez çûm wê derê, wan got divê ez li wê xanima di serî de name ji min re şandî bigerim.
Li ser vê, min ev serborî nivîsand û wekî maîl ji “Landkreis”ê re şand. Roja din wê xanimê xwe gihand min û got ew li bendê ye ku tercumanekî kurdî peyda bikin û paşê ew ê randevuyekê bide min. Ez dibêjim qey piştî maîla min jê pirsî ne ka mesele çi ye, û wê jî bersivek daye wan. Lê gelo bersiva wê çi bû? Her çi be, di telefonê de gelekî kubar bû û got hêvî dike ku tu pirsgirêk tune ne û her tişt li rê ye. Min got, erê her tişt li rê ye.
Werhasil, mehek û hefteyek di ser çêbûna Mizgînê re derbas bû, lê hê me nekarî em ji dewleta alman belgeyeke jidayikbûnê yan jî nasnameyekê bigirin. Bila derd û kul wergirtina wan belgeyan be. Hefteya borî Mizgîn nexweş bû. Lê wê ne nasnameyek ne jî sîgortayek hebû. Em ne dikarin herin nexweşxaneyekê ne jî cem bijîşkekî. Ez li burokrasî û mantalîteya karmendên alman gelekî hêrs bûbûm. Bi îhtîmala belkî bi kêr bê, min telefonê beşa înglîzî ya AOKyê (şirketa sîgorteya tenduristiyê) kir û min ji camêrê li ser xetê re çîroka xwe got. Xwedê jê razî, wî pirsî ka li cem me tu belgeyeke ku nav û dîroka rojbûna Mizgînê li ser binivîse heye yan na. Nameya xanimê hat hişê min. Di nameyê de ev her du agahî jî hebûn. Min gotê heye. Wî jî got nexwe em dikarin hema îo hri enrcem wan û qeydiya Mizgînê çêkin û bi belgeya qeydiyê îro herin nexweşxaneyê.
Bêyî ku meseleyê hê dirêjtir bikim, me wisa kir. Em çûn nexweşxaneyê û me ji Mizgînê re dermanek jî stand.
Her tişt li aliyekê, AOK bi van zimanan hemû xizmetê dide: Înglîzî, Fransizî, Rumenî, Rûsî, Îspanyolî, Tirkî, Erebî... lê ne bi kurdî. Belkî hûn bêjin çi eleqeya vê bi vê nivîsê re heye, piştî vê çîrokê min kampanyayek da destpêkirin ku AOK bi kurdî jî xizmetê bide.
Li Almanyayê bi sedhezaran kurd dijîn lê ji ber bêxîretî ya rast ji ber tirkîhezî û erebîheziya kurdan kurd, lu tu derê tune ye. De ka em ji AOKê dest pê bikin? Heke em bi ser ketin, em ê ji bo saziyên din jî kampanyayên bi vî rengî çêkin.


1/7/18

YouTube Kids


Ne şaş bim, sala 2008an bû. Rojekê em li Misircê li malê rûniştibûn û ez bi telefona xwe ya destan ku min bixwe dosyeya wê ya ziman wergerandibû kurdî û hevalekî tamîrkarê telefonan ew dosye lê bar kiribû û ew telefon û gelekên din yên ji wê markayê kiribûn kurdî, ketibûm înternetê. Bavê min ji min re got, “dibêjin telefonên ku dikevin înternetê derketine, rast e kurê min?” Min telefona di destê xwe de ku markayeke çînî bû bi geroka xwe ya înternetê û bernameyên bi javayê hatine nivîsandin dikete înternetê nîşan da û got, “Erê, ez jî bi telefona xwe dikevim înternetê”.
Wê demê înternet di hemû telefonan de tune bû. Di yên heyî de jî gelekî hêdî bû. Lê li hemû bajar û bajarçeyan kafeyên înternetê vedibûn. Yek li dû yekê. Çûna kafeyên înternetê ji bo gelekan bûbû nexweşî. Mirov hebûn ku ji bo heqê rûniştina li kafeya înternetê dev ji cixareyê berdidan.
Piştî ku teknolojî bi pêş ket, Samsung û Apple ketin qayîşkêşanê û markayên din da dû wan, êdî telefonên dikevin înternetê ketin her malê, û li her malê jî çend heb. Ew nexweşiya înternetê ya li kafeyên înternetê li xortan bûbû bela, niha zarok xistine nav pençeyên xwe. Kesên ku zarokên wan yên ji salek û nîvî mezintir hene vî derdî baş dizanin.
Di van telefonên bi înternet de tişta herî zêde bala zarokan dikişîne bêguman YouTube e. Êdî mirov dikarin ji vîdyoyên li ser YouTubeê bar dikin pere qezenc bikin. Vîdyo çiqas bên temaşekirin ew çend jî pere jê tê. Ji bo vê jî, gelek kes hene ku vîdyoyên beredayî ku tenê bala zarokan dikişîne çêdikin. Di wan vîdyoyan de li hev dixin, diqîrin, tiştan davêjin hev û dişikînin û gelek tiştên din.
Demekê Mîr Baz -ku niha du sal û nîv e- gelekî agresîf bûbû. Zû hêrs dibû, tif dikir, gava me tiştekî bi delalî jê re digot diqîriya. Me zû tê derxist ku ji wan vîdyoyên YouTubeê hîn dibe. Kanalên ku jê re nebaş bin min yek bi yek asteng kirin. Lê malxiraban ew çend zêde ne ku bi astengkirin û gilîkirinê naqedin.

Li ser vê, min zend û bendên xwe ba dan û min got ez ê bernamokeke -app- ku tê de tenê vîdyoyên ji bo zarokan hebin çêkim. Û ez difikirîm ku li ser “indiegogo.com”ê kampanyayeke ji bo peydakirina fînansê jî bidim destpêkirin. Lê piştî lêkolîneke kurt, min dît ku YouTubeê beriya 2 salan -di sala 2015an de- bernamokeke bi navê YouTube Kids çêkiriye. Eynî wekî tişta ez difikirîm.
Niha Mîr Baz ji telefona destan li YouTube Kidsê û ji ser Laptopê jî li Caillou -bi kurdiya Dunya TVê- temaşe dike û wekî berê ne hêrsok e.
Em hêvî dikin ku çawa YouTube Kids bi hawara me ve hat, Zarok TV jî bi hawara me ve were û bi kurdiyeke rast Caillou wergerîne kurdî.


Têbinî1: Bila di navbera me de be, Mîr Baz jî kanaleke YouTubeê heye (https://www.youtube.com/channel/UCfNu_jnkDp8w0tAWo5GaHtg)
Têbinî 2: Hûn dikarin di Play Store û App Storeê de li "YouTube Kids"ê bigerin û saz bikin. YouTube Kids li ser gerokan naxebite.

Wêneyek ji rûpela kanala Mîr Baz

12/31/17

Carê Yek Yeksan Deh û Sed e

Wekî helbesta pêşewa Qazî ku dibêje du û du her yek e*, hin caran ferqa di navbera 1 û dehê yan 100î de tenê sifirek/du sifir e/in. Bi zimanê sembolan, 1 = 10 = 100 e. Ango yek yeksan deh/sed e.

Gelo ev çawa dibe?
Heke mijar qula di dîwarekî de be, yan jî qulo di bendavekê de be yan jî qula di serhişkî/hişmendiya kurdîparêziyê de be, ev gelekî xwezayî dibe.
Qula di dîwêr de ji sedî yek be jî ji sedî deh be jî, heke qul neyê girtin, wê bide ber xwe û dîwarî birûxîne. Her wisa qula di bendavê de jî û qula di hişmendiya kurdîparêziyê de jî wisa ye.
Di vê mijarê de xurtî û zexmiya ji sedî 99 yan 90ê dîwêr, bendavê yan hişmendiyê tu bandorê li ser wî sedî 1 yan dehê nake. Heke bêjin, “çima, ma 99 û 90 ji 1 û nehê ne mezintir in?”, ezê bêjim, belê wekî hejmar mezintir in, lê bandora wan li “girtina qulê” 0 e lê bandora ku ew qula ji sedî 1 yan ji sedî 10 ji “derdorê” digire û li wê 90 yan 99ê dike xurt e.
Ji ber ku mijar bi mînak û serboriyan xweştir tên fêmkirin, ez ê du mînakan bidim; yek ji bo “qula di bendavê de”, ya din ji bo “qula di hişmendiyê” de.

Çaxê em zarok bûn, li medreba li ser riya Kotîbê “Bendava Mecîdoyê Macir hebû. (Li Misircê/Gurdilan taxeke maciran heye û bi dimilkî -ku me jê re digot dimbilî- diaxivin) Mecîdê macir li ser Çayê -ku me tenê digotê “Çayê” ango navekî wê yê din tune bû yan jî me nedizanî- bendavek çêkiribû û bi ava wê bendavê erdê xwe yê li medrebê av dida. Mecîdo li ber Çayê girikek ji axê çêkiribû û serê axê jî bi nayloneke mezin girtibû. Ev rêbaz ji lêkirina dîwarekî beton erzantir û hêsantir bû.
Ji ber Misirc havînan bar dike navbera Rojê û Dinyayê, hewa pir germ dibe. Wa di wan rojên germ de wekî mezinan, zarok jî li avekê digerin ku xwe tê de hênik bikin. Ji bo vê jî opsiyon ne gelek in: Çemê Başûra, Çemê Kezerê, bîrên avdaniyê yên li derdora bajêr û Gola Mecîdo. (Vê paşiyê li nava bajêr hewzek jî hat vekirin.)
Belê, Gola Mecîdo jî hebû lê tenê gava Mecîd ne li wirê bûya. Gava Mecîd diçû malê yan nava bajêr, kurê wî yê di temenê me de nobedariyê dikir lê ji ber ku kurê wî jî wekî me dixwest xwe li nava golê bixwe, ew gol ji me re dibû seryangeh, perav û Miamî.
Dîsa wisa rojeke havînê me berê xwe da golê. Ji ber ku -nayê hişê min ji ber çi- em ji Mecîdo aciz bûbûn, beriya ku em ji golê derkevin me di naylonê bendavê de qulek vekir. Piştî ku em ji golê derketin, wekî ji berê ve me plan kiribû, em çûn Amedê mala xizmên xwe. Di vegerê de me bihîst ku ew qula ku nake ji sedî 1ê dîwarê bendavê, hêdî hêdî fireh bûye û dîwêr bi temamî daye ber xwe û bendav hilweşandiye.
Bêguman temamê dîwarê bendavê ji wê qulika biçûk mezintir bû. Lê bandora avê ku li ser firehbûna qulikê dikir gelekî xurt bû. Loma wê qulika biçûk bi saya bandora “derdorê/avê” bandorê li ji sedî 99ê dîwêr kir.

Mesela din jî meseleyeke gelekî tiltezîn e ku hatiye serê hevalekî min. Ez ê di vê meseleyê de nav nedim. Jixwe ya girîng mesele bixwe ye, ne kes in.
Hevalekî hêja yê dilsozê kurdî ku ji beşeke din ya Kurdistanê ye li Amedê bi cî bûbû. Hem ew hem jî jina wî dilsozên kurdî bûn û li navmalê bi hev re û bi keçika ya biçûk re bi kurdî dipeyivîn. Keçika şîrîn wekî hemû zarokên bi kurdî dipeyivin, gava dipeyivî derd û kulan bi mirovan dida jibîrkirin.
Rojekê, hevaleka wan ya ku li pêşdibistaneke taybet mamostetiya zarokên biçûk dike, ji wan re dibêje wş gelekî baş be ku rojê çend saetan ji zaroka xwe re ji TVê kanaleke zarokan ya bi tirkî vekin. Piştî sohbeteke li ser vê mijarê, malbat digihîje wê encamê ku “saeta tirkî” wê bandoreke neyînî li “23 saetên bi kurdî” neke.
Lê piştî demekê, zarok hem ji kurdî hem jî û dayik û bavê xwe yên “kurdîaxêv” dûr bû. Cara paşî beriya 3 salan me hev dîtibû û wî hevalî gazin dikirin, digot ew bi keça xwe re bi kurdî diaxive lê keçik bi tirkî bersiva wî dide.

Heke ez sosyolog bûma, min ê navê “bandora qula li bendavê” li vê bikira.

* https://youtu.be/QtGsSiQYG6s

12/3/17

(Hin) Kurd ehmeq in - 1

De deqeyekê, hema hêrs nebin. Min ne ji we kurdên kurdîperwer re got. Haşayî we.
Lê kurd hene gelekî ehmeq in. Hin ji Bakur in, hin Başûr, hin ji Rojhilat û hin jî ji Rojava.
We qet dîtiye ku du kurd, yek ji Başûr yek ji Rojava, bi hev re erebî axivîne? Min dîtiye. Li bajarê ku em li Almanyayê pêşî lê bi cî bûbûn du malbatên kurd hebûn. Yek başûrî ya din rojavayî. Her malbatekê çend zarok hebûn. Ji ber ku zarokên bi kurdî diaxivin timî li ber dilê min ezîz in, her ku ez rastî zarokên wan malbatan dihatim, bi wan re diaxivîm. Rojekê min dît ku zarokeka vê malbatê yeka malbata din bi hev re bi erebî diaxivin.
Min gazî wan kir û pirs kir ka çima bi hev re bi erebî diaxivin. Ya başûrî got, "Ew ya Sûrî ye" û ya rojavayî got, "Ew ya Iraqê ye".


Trenda Nû: Blogerî?

Blogerî ango nivîskariya blogan demekê trend bû. Lê ne li nav me kurdan, tabî li nav zarên xelkê.
Piştî ew çend salan, xuya ye bayê vê trendê gihîşt nav me kurdan jî. (Belkî jî jixwe ev ba gihîştibû nav me lê bi saya serê Inanolo û OFB haya me hê nû jê çêbû.)
Mala her duyan û yên din jî ava be ku haya me bi blogên kurdî dixin. Di vê serdemê de ku ji aliyekî ve cîhan bûye gundekî global lê ji aliyekî din ve her takekesek li gerdûneke cuda dijî, tiştekî xweş e ku haya mirov ji nivîsên hêja çêbe.
Piştî ku vî bayî hizr û mejiyê min alast, daxwaza dewamkirina nivîskariya blogeriyê careke din li ba min geş bû.
Min nivîsa pêşî ya bloga xwe di kanûna 2007an de, ango deh salan beriya niha û 3 mehan piştî Zinarê Xamo nivîsandibû. Mixabin min li ser blogê gelekî kêm nivîsand.
Bi hêviya ku bayê blogeriya kurdî geştir bibe, min niyet e her hefte herî kêm nivîsekê li ser blogê biweşînim. Êdî hema Xwedê çi bike qismet, kurteçîrokek be, wergerek be, serpêhatiyek be, bîranînek be, hema çi be.
Ma ne mamoste Arjen Arî li hemberî li "Îqre"yê zêde dikir û digot, "Lawo binivîsin! Hema sohbetên li vê Kuçeya Hunerê bin jî binivîsin."
Nexwe bêyî ku em meselê dirêj bikin, heta nivîseke din bimînin di nav xêr û xweşiyê de.

7/24/15

Zor zane, zêr zane, mirovê jîr û zana zane

Belê ez jî zanim ku gotina sernavê vê nivîsê di eslê xwe de ne wisa ye. Lê îro gotina li halê me kurdan tê ev e.
Ne ku hinek bêjin “çima tivinga dev bi mor li halê me nayê”?
Belê, piştî mora li devê tivingê şikest, gelekî bi kêrî me kurdan hat. Wa ye li Rojava diyar e. Lê jîrî û zanabûn ji her tiştî pêştir e.

Beriya nivîsê dewam bikim, bêjim ku ev demeke dirêj e ku min tu gotar nenivîsandine.Gelek caran gotin li cem mirov dicivin, dikî ku binivîsî, lê ji ber ku gotina kurdî malê mirî ye, li ciyê xwe ditevizî.

Lê îro li ser nûçeyeke ku dibêje “kesekî di nav Dewleta Îslamî (DÎ) de şerê kurdan kiriye û vegeriyaye Stenbolê, li Stenbolê hatiye înfazkirin” min xwe mecbûr hîs kir ku binivîsim.

Bi raya min înfazkirina li nav bajaran tiştekî gelekî xetere ye. Dibe ku yek rabe bêje “dema endamekî DAÎŞê yê xwînxur bê kuştin kela dilê min datîne”, lê divê herî baş kurd zanibin ku înfazên li bajaran kêra dudev e.

Dibe ku hin kes, hêz û partî -weki yön olperest- kewa dafikê bin yan jî ew dafik bixwe bin. Lê heke rewş were asta “înfazkirina li bajaran”, herî zêde wê kurd zirarê bibînin.
Heke rewş were asta înfazan wê gelek şîrheram û dolheram bên kuştin lê wê bi qasî wan mêrxas û egîd û dîsa bi qasî wan bêkes û bêguneh jî bên kuştin.

Bi raya min, planek ji planên ku ji bo têkbirina destkeftiyên kurdan hatiye danîn ev e.
Heke bi sedan xwînxwarên DAÎŞê li nav bajaran bên kuştin, gava bêgunehek bêhemdî yan jî bi destê sîxur û ajanên di nav hêzên kurdan de bê kuştin dinya hemû wê kurdan bide ber keviran. Ma ne endamê MÎTê bû ku li Stenbolê molotof avêtibû otobusên navbajêr? Paşê Erdogan her ku mîkrofon digirt destê xwe, digot “PKK li bajaran otobusan dide ber molotofan û bêgunehan dikuje”.

Dewleta tirk bêbext e. Dewleta tirk ew dewlet e ku bebik kuştin avêt stûyê PKKê, dewleta tirk ew dewlet e Hîzbulkontra kuştin avêt stûyê PKKê, dewleta tirk ew dewlet e gundî kuştin avêt stûyê PKKê, dewleta tirk ew dewlet e leşkerên xwe kuştin avêt stûyê PKKê.

24.07.2015, Amed