2/25/18

Lolanî xweş e


Hûn dizanin “lolanî” çi ye? Lolanî ew tişt e ku me ronî û germ dike. Em diêjin “ronahî” lê Mîr Baz dibêje “lolanî”.
Min mantiqê vê veguherîna dengan hê tê dernexistiye. Belê, zarok “r”yê carê wekî “y” carê jî wekî “l” bilêv dikin. Gelek caran jî ciyên dengan/tîpan diguherin. Lêmin hê jî fêm nekiriye ka “ronahî” çawa bûye “lolanî”.

Mîr Baz niha 2 sal û nîv e. Hê beriya bibe salek û nîv dest bi gotinan kir. (Wekî li virê dibêje “bacan”: https://www.youtube.com/watch?v=b4iGshSneF8)
Ez vê pêvajoya wî ya fêrbûna axaftinê bi baldarî dişopînim. Gelek tiştên balkêş fêr dibim. Wekî mînak, zarok pêşî navan fêr dibin paşê cînavkan. Digot “Mîr Baz xwaze”. Hê derbasî “ez dixwazim”ê nebûbû. Hê tewangê jî fêr nebûye. Dibêje “Baba here market” lê ne “here marketê”.
Xaleke din ya ji gelek xalên din yên balkêş, di destpêka fêrbûna axaftinê de peyvan li gorî demê natewîne. Mesela, gava di pêvekên rojnameyê de wêneyê pêlîstokekê didît, digot “Baba ev kirî” yan “Baba ev Mîr Baz kirî” yanî “Baba vê ji Mîr Baz re bikire”. Piştî min jê re pêlîstokek dikirî jî digot, “Baba ev kirî”.
Mînakeke din ji bo tewandina peyvan li gorî demê: “Mîr Baz xwarin xwar, baba Mîr Baz parkê”. Tercumeya vê: “Mîr Baz xwarin bixwe baba Mîr Baz bibe parkê”.
Piştî 2 saliya xwe êdî hêdî hêdî cînavkan fêrdibe, dbêje, “ev ya min e, ev ya tu ye”. Berê tenê digot “ya Mîr Baz” û “ya baba”. (hê nû nû "im", "e", "î"ya wekî li dawiya "ya min e" fêr dibe) Diyar e heta demekê wê cudahiya di navbera “tu” û “te”yê de fêr bibe.
Bi fêrbûna cînavkan re niha dibêje “Mîr Baz çû” û “Mîr Baz here”. Lê hê jî “ê”, “bi”, “di”yên ji bo diyarkirina demê bbaî bi kar nayne. “Ez herim” lê ne “ez ê herim”, “Mîr Baz bîne” lê ne “dibîne”, “Mîr Baz leyze” lê ne “dileyize”, “Mîr Baz xwaze” lê ne “dixwaze”.
Werhasil, ji bo min gelekî ecêb e ku şahidiya fêrbûneke kurdî ya bêyî tesîra tirkî dikim. Ji ber ku peywendiya me ya bi civaka alman re gelekî kêm e, niha bandora almanî li ser tune ye lê ji ber ku li ser Youtube Kidsê gelek vîdyoyên zêxefîlman temaşe dike, dibê qey hinek bandora înglîzî li ser heye.
Ji ber tirsa ku li welêt qedexeya tirkî ya nav malbatan tirkî li ber dilê zarokên wan şîrîn dike û kurdî li ber dilê wan reş dike, peyvên înglîzî lê qedexe nakim.
Wê rojê li firoşgeheke pêlîstokan baz da û gazî min kir got, “kam, kam” (come come). Ez çûm balê, min got “kam çi ye?” Wî got “were”. Paşê pêlîstok nîşan dan got, “Mîr Baz blû (blue) kire” (Ji Mîr Baz re ya blû bikire). Min got “blû çi ye?” Wî got, “blû, şîn”.
Ji ber ku tiştên di Youtube Kidsê de jê re balkêştir in. Lê ji ber ku axaftina pê re tenê bi kurdî ye, ev niha zirarekê nade fêrbûna wî ya kurdî.
Heke em vegerine ser “lolanî”yê... Li vê Almanyaya kambax, ji ber ku zivistanê pir sar e û havînê jî heta 10 – 10 û nîvê şevedinya ronî ye, li ber pencereyên malan derebe hene. Gava derve ronî be jî heke tu derebeym bînî xwarê, ode tarî dibe. Em jî şevê derebeyê tînin xwarê ku xanî sar nebe.
Heçî Mîr Baz e, dijminê tarî û zilmetê ye, her gava şeveqêradibe, ji ber ku nikare derebeyê rake, kursiyekê kaş dike ber bişkoka lambeyê û lambeyê vedike û dibêje “lolanî vekir”.
Min digot belkî “lolanî” ango “ronahî” tenê ji bo “ronîkirinê” fêm dike.

Lê wê roja sar gava ez û wî di nav otomobîlê de bûn û tîrêjên rojê yên xurt em di nav otomobîlê de germ dikirin, wî got “lolanî xweş e”. Ji ber ku mesele ne “dijberiya tariyê” bû, min fêm kir ku êdî ji bo wî ronahî têkildarî “germkirinê” ye jî. (Ev jî lînka “lolanî xweş e”yê: https://www.youtube.com/watch?v=J1NkN7EKHPM)















3 comments:

Anonymous said...

Ev şîroveya ceribandinê ye.

OFB said...

Xwedê ji we re emirli bike. :) Ez herî zêde peyvajoya elimîna tewangê meraq dikim. Mîr Baz "nan"ê dizane herhal, ka wê kînga û çito bêje "Ez nên dixwazim" Ji kerema tewangê bişopîne :) Spas.

Amed Çeko Jiyan said...

Spas Omer.
Ji ber ku axaftinê li gorî axaftina dê û bavê xwe fêr dibe, ew ê tu caran nebêje "Ez nên dixwazim" :) Ji ber ku em li Gurdilan "nan" wekî we sirûciyan natewînin.
Ji ber ku jixwe di axaftina me de tewanga nêr gelekî kêm e, dibe ku tewanga mê jî jê re bibe problem.
De ka ez ê tewangê bişopînim. Spas xweş keko. :)