1/14/18

Mizgîn û AOK


22ê meha borî (kanûna 2017an) em li bendê bûn ku Mizgîna me bê, lê qey hinek leza wê hebû, di 8ê mehê de hat. (- Spas, Xwedê zarokên we jî ji we û ji Kurdistanê re bihêle.)
Bi hatina Mizgnê re em çêtir hîn bûn ku prosedurên her dewletekê cuda ne û hin caran dibe ku mirovan ji vitêzê derxin. Gava Mîr Baz li Nexweşxaneya Baglarê ya Amedê çêbûbû, li nexweşxaneyê “belgeya jidayikbûnê” ya Mîr Baz dabûn min û min karî heman rojê ji Midûriyeta Nifûsê nasnameya wî derxim. Çîroka nasnameya wî mijara meseleyeke din e. Me li ser “Mir” û “Mîr” li hev nekir û gelekî dilê hev êşand. Werhasil, heçî Almanya ye, ji hinek aliyan ve temam camêr û canik baş in, demokrat in lê ji hinek hêlan ve hê jî di riya “Abê” de ne ku naxwazim navê wî li virê binivîsim.
Prosedura mişt burokrasî wisa ye: Piştî li nexweşxaneyê zarok çêdibe, dadeyek yan hemşîreyek formekê dide, formê dadigirî û li qata xwarê teslîmî “Info”yê ango şêwirgehê dikî. Ew wê formê dişînin “LandKreis”ê ku qaymeqamî ye yan şaredarî ye ew jî nizanin. Ew jî wê didin beşa Jugendamtê ango Rêveberiya Ciwanan -û Malbatan-. Ew ji te re nameyekê dişînin. Di nameyê de dinivîse ku divê hûn li reqema di nameyê de nivîsandî bigerin û randevuyekê bistînin.
Heta vê derê me bê qeza û bela çêkir. Va ye li virê rê sitimî û xitimî. Gava name gihîşt ber destê me, wext tam hefteya beriya “Weihnachten”ê ango Noelê bû û gava min telefonî wê reqemê kir, gotin ku ew canik nexweş e û divê ez hefteya pêş roja çarşemê dîsa bigerim. Qey li Almanyayê adet e, beriya Noelê piraniya karmend û xebatkaran “nexweş” dikevin. Min navek li vê rewşê kiriye, ez dibêjimê “Krankenscheinurlaub”. “Krankenschein” ango belgeya nexweşiyê, wateya vê peyva min diyarî ferhenga almanî kirî jî dibe “tehtîla bi rapora nexweşiyê”. Li ser xêrê be.
Lê ez guhenê kesî hilneynim, wekî min gelek kesên ku di meha kanûnê de bi kêfî rapora nexweşiyê digirin dîtine, teqez yên ji dil jî nexweş in û rapora nexweşiyê digirin hene. Loma gunehê kes kesî di stûyê wî/wê de. Lê yeqîn ji ber berbelaviya “krankenscheinurlaub”ê ye, li kargeha ez lê dixebitim peymana kar ya kesên zêde rapora nexweşiyê digirin nû nakin û wan ji kar derdixin.
Em vegerin ser mijara xwe. Wekî xanima li serxeta telefonê ji min re gotibû, min roja çarşemê telefon kir û bi xanima name şandî re xeber da. Ji ber ku nava rojê tenê di saet 08.30yan de derfeta min heye, ez wê saetê lê geriyam. Ji dengê wê diyar bû ku hê nû li ser kar rûniştibû. (Jixwe piştî lêkolîneke kurt ya li ser înternetê min zanî ku ew di set 08.30yan de dest bi kar dike) Xanimê ji min re got divê min belgeya zewacê hebe da ku wekî bavê bebikê bêm tomarkirin. Min got min ew belge heye. Got tercumeya wê lazim e û xwest piştî tercumeya wê dîsa lê bigerim. Min eynî rojê li ba tercumanekî sondxwarî da wergernadin û roja din li xanimê geriyam. Wî got divê ez wê belgeyê bibim “Bürgerbüro”yê. Roja din ez çûm wê buroyê û min belge da wan. Ya rast min kir ku belgeyê bidim wan lê xortê karmend got telefona karmendekî “Jugendamt”ê da min û got divê ez pêşî lê bigerim û randevuyekê jê bistînim û paşê belgeya xwe bidim wî. Ji ber ku mesayiya wî yê li Jgendamtê xilas bûbû, min roja din telefonê wî kir. Wî got divê ez herim “Landkreis”ê û belgeyê bidim wan. Ez çûm wê derê, wan got divê ez li wê xanima di serî de name ji min re şandî bigerim.
Li ser vê, min ev serborî nivîsand û wekî maîl ji “Landkreis”ê re şand. Roja din wê xanimê xwe gihand min û got ew li bendê ye ku tercumanekî kurdî peyda bikin û paşê ew ê randevuyekê bide min. Ez dibêjim qey piştî maîla min jê pirsî ne ka mesele çi ye, û wê jî bersivek daye wan. Lê gelo bersiva wê çi bû? Her çi be, di telefonê de gelekî kubar bû û got hêvî dike ku tu pirsgirêk tune ne û her tişt li rê ye. Min got, erê her tişt li rê ye.
Werhasil, mehek û hefteyek di ser çêbûna Mizgînê re derbas bû, lê hê me nekarî em ji dewleta alman belgeyeke jidayikbûnê yan jî nasnameyekê bigirin. Bila derd û kul wergirtina wan belgeyan be. Hefteya borî Mizgîn nexweş bû. Lê wê ne nasnameyek ne jî sîgortayek hebû. Em ne dikarin herin nexweşxaneyekê ne jî cem bijîşkekî. Ez li burokrasî û mantalîteya karmendên alman gelekî hêrs bûbûm. Bi îhtîmala belkî bi kêr bê, min telefonê beşa înglîzî ya AOKyê (şirketa sîgorteya tenduristiyê) kir û min ji camêrê li ser xetê re çîroka xwe got. Xwedê jê razî, wî pirsî ka li cem me tu belgeyeke ku nav û dîroka rojbûna Mizgînê li ser binivîse heye yan na. Nameya xanimê hat hişê min. Di nameyê de ev her du agahî jî hebûn. Min gotê heye. Wî jî got nexwe em dikarin hema îo hri enrcem wan û qeydiya Mizgînê çêkin û bi belgeya qeydiyê îro herin nexweşxaneyê.
Bêyî ku meseleyê hê dirêjtir bikim, me wisa kir. Em çûn nexweşxaneyê û me ji Mizgînê re dermanek jî stand.
Her tişt li aliyekê, AOK bi van zimanan hemû xizmetê dide: Înglîzî, Fransizî, Rumenî, Rûsî, Îspanyolî, Tirkî, Erebî... lê ne bi kurdî. Belkî hûn bêjin çi eleqeya vê bi vê nivîsê re heye, piştî vê çîrokê min kampanyayek da destpêkirin ku AOK bi kurdî jî xizmetê bide.
Li Almanyayê bi sedhezaran kurd dijîn lê ji ber bêxîretî ya rast ji ber tirkîhezî û erebîheziya kurdan kurd, lu tu derê tune ye. De ka em ji AOKê dest pê bikin? Heke em bi ser ketin, em ê ji bo saziyên din jî kampanyayên bi vî rengî çêkin.


1/7/18

YouTube Kids


Ne şaş bim, sala 2008an bû. Rojekê em li Misircê li malê rûniştibûn û ez bi telefona xwe ya destan ku min bixwe dosyeya wê ya ziman wergerandibû kurdî û hevalekî tamîrkarê telefonan ew dosye lê bar kiribû û ew telefon û gelekên din yên ji wê markayê kiribûn kurdî, ketibûm înternetê. Bavê min ji min re got, “dibêjin telefonên ku dikevin înternetê derketine, rast e kurê min?” Min telefona di destê xwe de ku markayeke çînî bû bi geroka xwe ya înternetê û bernameyên bi javayê hatine nivîsandin dikete înternetê nîşan da û got, “Erê, ez jî bi telefona xwe dikevim înternetê”.
Wê demê înternet di hemû telefonan de tune bû. Di yên heyî de jî gelekî hêdî bû. Lê li hemû bajar û bajarçeyan kafeyên înternetê vedibûn. Yek li dû yekê. Çûna kafeyên înternetê ji bo gelekan bûbû nexweşî. Mirov hebûn ku ji bo heqê rûniştina li kafeya înternetê dev ji cixareyê berdidan.
Piştî ku teknolojî bi pêş ket, Samsung û Apple ketin qayîşkêşanê û markayên din da dû wan, êdî telefonên dikevin înternetê ketin her malê, û li her malê jî çend heb. Ew nexweşiya înternetê ya li kafeyên înternetê li xortan bûbû bela, niha zarok xistine nav pençeyên xwe. Kesên ku zarokên wan yên ji salek û nîvî mezintir hene vî derdî baş dizanin.
Di van telefonên bi înternet de tişta herî zêde bala zarokan dikişîne bêguman YouTube e. Êdî mirov dikarin ji vîdyoyên li ser YouTubeê bar dikin pere qezenc bikin. Vîdyo çiqas bên temaşekirin ew çend jî pere jê tê. Ji bo vê jî, gelek kes hene ku vîdyoyên beredayî ku tenê bala zarokan dikişîne çêdikin. Di wan vîdyoyan de li hev dixin, diqîrin, tiştan davêjin hev û dişikînin û gelek tiştên din.
Demekê Mîr Baz -ku niha du sal û nîv e- gelekî agresîf bûbû. Zû hêrs dibû, tif dikir, gava me tiştekî bi delalî jê re digot diqîriya. Me zû tê derxist ku ji wan vîdyoyên YouTubeê hîn dibe. Kanalên ku jê re nebaş bin min yek bi yek asteng kirin. Lê malxiraban ew çend zêde ne ku bi astengkirin û gilîkirinê naqedin.

Li ser vê, min zend û bendên xwe ba dan û min got ez ê bernamokeke -app- ku tê de tenê vîdyoyên ji bo zarokan hebin çêkim. Û ez difikirîm ku li ser “indiegogo.com”ê kampanyayeke ji bo peydakirina fînansê jî bidim destpêkirin. Lê piştî lêkolîneke kurt, min dît ku YouTubeê beriya 2 salan -di sala 2015an de- bernamokeke bi navê YouTube Kids çêkiriye. Eynî wekî tişta ez difikirîm.
Niha Mîr Baz ji telefona destan li YouTube Kidsê û ji ser Laptopê jî li Caillou -bi kurdiya Dunya TVê- temaşe dike û wekî berê ne hêrsok e.
Em hêvî dikin ku çawa YouTube Kids bi hawara me ve hat, Zarok TV jî bi hawara me ve were û bi kurdiyeke rast Caillou wergerîne kurdî.


Têbinî1: Bila di navbera me de be, Mîr Baz jî kanaleke YouTubeê heye (https://www.youtube.com/channel/UCfNu_jnkDp8w0tAWo5GaHtg)
Têbinî 2: Hûn dikarin di Play Store û App Storeê de li "YouTube Kids"ê bigerin û saz bikin. YouTube Kids li ser gerokan naxebite.

Wêneyek ji rûpela kanala Mîr Baz