1/5/13

Berbiska Êşa Hestiyan*

Amed Çeko Jiyan

Dibêjin piştî ku gelek sal di ser trajedî û karesatan re derbas dibin, ew trajedî û karesat hê nû dibin mijarên wêje û hunerê. Dema ku mirov li trajediya bi serê cihûyan de hatî dinêre, mirov dibîne ku piştî 50 salan hê nû ew trajedî dibe mijara sînemayê.
Lê Omer Dilsoz, di vê dema ku hê jî kurd êşê dikişînin û trajediya bi serê wan de hatî hê jî destê xwe ji gewriya wan nekişandiye, dîmeneke vê trajediyê, ango gorên komî kiriye mijara romanekê.
Romana Omer Dilsoz “Berbiska Zer” ku bi nûçeyeke TVê dest pê dike, dide dû şopa wê nûçeyê û me jî bi xwe re kaş dike. Roman, bûyerên ku îro li derdora Sînemê diqewimin û bûyerên beriya 10-15 salan li derdora Berjenî qewimîne vedibêje. Geh vebêj ji me re behsa wan bûyerên îro û do dike û geh leheng bixwe qutiya dilê xwe li ber me vedikin û ji der û kulên xwe diaxivin û geh bi Sînemê re hestiyên canê me jî diêşin, geh bi Berjenî re me vedigerînin salên zaroktiyê.
Ciyê daxê ye ku bûyerên her du demên cuda û her wisa gotinên vebêjî û gotinên lehengan, bêyî ku tu hişyariyek hebe, di heman rûpelan de ne.
Wekî mînak; dema ku vebêj di dema niha de behsa civana Sînemê û Zînê dike, em ji nedî ve dibînin ku em çûne beriya 10-15 salan û em li Sêserê li mala Nûhê aşvan in. Eger her ku dem an jî vebêj guherî, rûpel jî biguheriya û ji rûpeleke nû dewam bikira, dê çêtir bûya. (Ji ber ku min ev roman beriya ji weşanxaneyê re bê şandin jî xwendibû, ez dizanim ku piştî guherîna dem û vebêjan ji rûpelên nû dewam dikir.) Lê li gel vê jî, nivîskar wisa bi zîrekî tevgeriyaye ku dema em ji demekê derbasî demeke din dibin, an jî dema vebêj diguhere, em di cî de pê dihesin. Derbasbûnên di navbera beşan de ew çend nerm û baş çêbûne ku em pê aciz nabin.
Omer Dilsozê ku çavkaniya kurdiya wî çiyayên bilind ên Colemêrgê ne, di vê romanê de jî gelek peyv, biwêj û qalibên hevoksaziyê diyarî ferhenga me dike.
Û bi hevokên Dilsozî, em wê êşa dikeve hestiyên Sînemê di hestiyên xwe de hîs dikin.

***

Ya rast, ne ji bo ku hêlên baş ên vê romanê binivîsim an jî behsa teknîka baş û kurdiya herikbar a vê romanê bikim min klavye kişand ber xwe; berevajiyê wê, ji bo ku çewtî û kêmasiyên vê romanê (ku bi nêrîna min çewtî û kêmasî ne) yek bi yek nîşan bidim min xwe li nivîsê rakêşa.

Romana ku bi zimanekî herikbar dest pê dike, heta çarîka sêyemîn wisa dewam dike, lê di çarîka sêyemîn de, wekî beşa ku Sînemê behsa evînê dike (rp. 172, 173, 174, 175) ew herikbarî kêm dibe. Ez dibêjim qey ne hewce bû Sînemê di van çar rûpelan de heman gotinan dubare bikira û ji me re behsa evînê bikira. Jixwe di seranserê romanê de evîna Sînema parêzer ku behsa wê tê kirin xwe ew çend nade hîskirin. (Dibe ku sedem evîna xurt ya Berjenî ye.)
Li dû vê dersa ku Sînemê ji me re behsa evînê dike, axaftinên lehengên din ên xwe bi xwe re jî bi heman şêweyî mirovî ditengijînin, mirov dibêje “ev beş nebûna çêtir bû”.
Bi raya min, eger ew beşên “nebûna çêtir bû” nebûna, roman dê serkeftîtir bûya.
Li gel vê jî, di romanê de çend kêmasiyên teknîkî hene. Wekî mînak, em di dawiya romanê de şahidî li çûna Sîmenê û hevalên wê ya bo Sêserê dikin; lê hê di rûpela 58an de ku hê haya me ji vê çûnê niye, ev hevok ji nedî ve dikeve navberê:
Em li dû birîn û birandinê (ji bo qirkirinê jî meta Gulê ku wê rojê em -ez, ew Sînem, Cemîl û Zînê- bi hev re çûn Sêserê digot: qir lê ketiyo, Xwedê nifşê we birandiyo!) bûn. (rp. 58)

Li gel vê çewtiyê, di heman hevokê de çewtiyeke din jî beloq dibe; yê bi xwe re diaxive Emre ye û Emre tirk e. Her çiqas di rûpelên pêş de Emre dibêje ku fêrî kurdî bûye jî, Emre li vê derê xwe bi xwe diaxive, lewre diviya bi tirkî biaxiviya; tirk ji jinên biyanî re nabêjin “hala-metê”; an dibêjin “abla-etê” an jî dibêjin “teyze-xaltî”. Ev peyva “metê” ji kurdî tê û Emre her tim vê peyvê bi kar tîne.
Wekî din jî, dema em dibihîzin Emre fêrî kurdî bûye, (Qenc bû ku ez fêrî zimanê wan bûbûm û min qewlê xwe yê leşkeriyê anîbû cih. rp.171) em ji xwe dipirsin: Kengê fêr bûye?
Emreyê tirk çend mehan li çiyayekî Kurdistanê bi hin leşkerên din ên tirk re dimîne, di nav wan de tenê kesek bi kurdî dizane û ji ber ku yên din bi kurdî nizanin tembîh li wan tê kirin ku dema çûne nava gund ew neaxivin. Di rewşeke wisa de ne pêkan e ku Emre fêrî kurdî bibe. Jixwe Emre “komandoyê Behrayê ye” (rp. 28) û ji bo vê peywira taybet ji bo çend mehan tê çiyayên Kurdistanê.

***

Di romanê de lêkera “viyan”ê, ji bilî du-sê caran, her tim çewt hatiye bikaranîn. Bikaranîneke çewt û yeke rast:
Diviya tu lê bigerî û îro vê meseleyê hel bikî. (rp. 82)
Diviya min dilê wî xweş bikira. (rp. 83)
Ev “diviya” li seranserê romanê ji bilî çend caran, li hemû deran çewt hatiye bikaranîn. Wekî di rûpela 82yan de diyar e, “viyan” ji bo dema borî hatiye kişandin; “diviya”. Lê heman hevok bi dema borî dewam nake “hel bikî”. Û di rûpela 83yemîn de jî “viyan” di dema borî de hatiye kişandin, lê hevok, wekî ku pêwsît e, bi dema borî dewam dike, “...dilê wî xweş bikira.”
Hem vebêj hem jî hemû lehengên romanê, wekî ku ji “divê”ya di dema niha de hatî kişandin xeyidîbin, di hemû deman de dibêjin “diviya” û ev kêşana çewt rê li herikbariya romanê digire.

***

Wekî me li jorê jî got, Emre tirk e û divê dema ew diaxive, em tê derxin ku bi tirkî diaxive. Lê mixabin Emre her tim wekî kurdekî ku ji kaniya zimanê kurdî av vexwariye, bi kurdî diaxive:
Emreee, Emooo rabee, rabeee!” (rp.85)
Tirk dema bi xwe re an jî bi hev re diaxivin, navên xwe bi formên kurdîkirî nabêjin? “Emo” wekî Hemo, Heso, Celo, Remo û hwd. formeke kurdî ye. Navê “Hakan” jî di rûpela 210an de “Hako, tertîp, çi taveke xweş e ne wisa?” û navê Sebrî (ku jixwe ev jî formeke kurdî ye) wekî “Erê Sebo, hema qet besh jê neke” bi forma kurdî ye. Her wisa dema Emre di rûpela 115an de bi riya telefonê bi Sînemê re diaxive, dibêjê, “Sîmen xan...” û ev jî formeke kurdî ye. Wekî min got, dibêjî qey Emreyê tirk ji kaniya kurdî av vexwariye...

***

Di romanê de, beramberî koma kontrayan, komeke gerîlayan jî heye. Divê mirov heqê wî bide ku nivîskar di xêzkirina wêneyên gerîlayan û diyalogên wan de bêtir bi ser ketiye; ev serkeftin di diyalogên kontrayan de, ne di vê radeyê de ye.
Lê di beşeke diyalogên gerîlayan de nivîskarî tiştek ceribandiye; her lehengek bi devoka wî daye axaftin:
Heval, cigara xwe weyne û here zikê şikeftê bikêşe.” (rp.98)
Ez narrimmm hundirê şikeftê heval...” (rp.98)
Heval, we ev pirsgirêka cigarekêşiyê wekî mîna pirsgirêkeke neteweyî mezin kir da!” (rp.98)
Hevalno, eve hûn ku d'ken.” (rp.98)
Ku her lehengek bi devoka herêma xwe diaxive, ev rengekî xweş dide romanê. Lê piştî vê rûpelê hemû gerîla bi carekê re vedigerin ser devoka “nivîskarî” û wisa dewam dikin. Dibe ku hinekî zehmet be ku nivîskar her lehengekî bi devokeke din bide axaftin, lê ji ber ku jixwe sehneyên gerîla tê de gelekî kêm in, nivîskarî dikaribû heta dawiya romanê her gerîlayekî bi devoka wî bida axaftin.

***

Ez dibêjim qey xwendevanên kurd ew çend ne nezan in ku pêwîstî bi fêrkirina wateya “necesûr”ê hebe :) :
Cesaretê tenê dikaribû ... û aqilên necesûr (newêrek) an bêdeng bike an jî bi pey bibezîne. (rp.129)

***

Wekî çewtbikaranîna “viyan”ê, “na na”yên di romanê de jî mirovî pir ditengijînin:
... ez ji jiyana rojane bi dûr dibûm. Na na, ne jiyana rojane...”(rp.23)
... hema xweber hewl dida warekî, na na, cihekî...” (rp.40)
Ji bo xweparastinê, na na, ji bo ku tûşî çu bela û neçakiyan neyêm...” (rp.129)
Heke jin nebûna em mêr dê wek pişîkan bûna, na na, dê wekî kîvroşkên qûnbizdiyayî bûna...” (129)
Hûn li vê derê leşker in. Na na, hûn niha li ser wezîfeyeke gelekî berpenî ne.” (rp.187)

Û hema bibêje hemû leheng, û vebêj bixwe jî, di gelek hevokên din de bi heman dudiliyê diaxivin. Ev jî dike ku “karakterê” hemûyan bişibe hev û tirs ew e ku ev karakter û şêweya vegotina bi dudilî wekî karakterê “nivîskarî” bê şîrovekirin.

***

Me got di romanê de komeke kontrayan heye. Ev koma kontrayan bi rêbertiya Qehremanê ku (bi peywirdariya dewletê) bi salan gerîlatî kiriye û paşê bûye kontra, carê diçine serdana gundê Sêserê. Wekî ku Qehreman nizanibe ka gerîla çawa bi gundiyayan re diaxivin, an jî wekî ku bi qest bixwaze gundî jê haydar bibin ku ew ne gerîla lê kontra ne, her tim bi zimanekî req diaxive:
Zû bin, heta saetekê ji me re wercên xwarinê bînin; têra me nan û pêxwarinê zû peyda bikin.” (rp.130)
Ma qey bav û kalên we bi ceryanê dijiyan xwelîser...” (rp.215)
Di van du rûpelan û hemû rûpelên din de ku leşkerên xwe wekî gerîlayan girêdane diçin Sêserê, bi heman şêweya req bi gundiyan re diaxive; û gelek caran ji ber vê şêweya req gumanên gundiyan çêdibin ku ew “ne gerîla ne” û van gumanên xwe ji hev re dibêjin.

***

Ew çewtiyên min li jorê nivîsandin li aliyekê, lê min ji dil jî fêm nekir ka çima di vê hevokê de beramberî sê “fêr bibe”yan “hîn bibe”yek heye.
Tu delal bî, ji dînan fêr bibe, tu kirêt bî, ji dînan hîn bibe, tu rastgo bî, ji dînan fêr bibe, tu derewîn bî, ji dînan fêr bibe...(rp.154)

***

Li gel ku diyar e Emreyî di salên 90î de leşkerî kiriye, û di wan salan de telefonên destan û MOBESE hê tune bûn, dema Emre xwe bi xwe diaxive, ji me re behsa telefonên destan û MOBESEyê dike:
... guhên li asîmanan, guhên di çîpên telefonan de, guhên di MOBESEyan de...” (rp.189)

***

Roman, piştî çarîka sêyemîn, di çarîka çaremîn de dîsa wekî ava çemekî diherike. Lê di vê çarîkê de em li surprîzekê rast tên: Sînema parêzer her ew Sînema xwediya berbiska zer e, ew Sînema berdilka Berjenê piçûk e:
Ez Sînema keça Durê, çardehsaliya Sêserê, birîna hestiyên winda a niha li warê bav û kalên xwe bûm.
...
Ez li Sêserê bûm. Bi nasnameyeke cuda, belkî gelekan ez nedinasîm...” (rp.228)
Dema min ev peyvên Sînemê xwendin, demildest ez lê geriyam ka di kîjan rûpelê de Sînemê û Gula jinebî li bajarê Tîjê hev dîtibû; gelo dema wan hev dîtibû hev nas kiribû? Lê min tu nîşane nedîtin ku wê û Gulê hev nas kiriye.
Sînema ku li Sêserê çardeh salî bû, niha parêzereke nû ye, ango herî zêde 10-15 sal di navberê re derbas bûne. Wekî din, hema bêje Sînem li ber destê Gulê mezin bûye; gelek caran pêkve diçin aşî bo dîtina Nûh û Berjenî. Loma ne gengaz e ku wê û Gulê hev nas nekiribe.

Û gotiya beriya ya dawiyê; roman bi vê hevokê qediyaye, “Wê berbiska zer di ber biska xwe rakir.” Loma çend paragrafên piştî vê ne hewce bûn.
Û gotina dawiyê: Berbiska Zer bêyî xwendinke dawiyê hatiye çapkirin, lê li gel vê jî bi Berjenê ku karakterekî gelekî xurt e, bi zimanê xwe yê resen, bi ferhenga xwe ya berfireh, bi vegotina xwe ya herikbar, bi mijara xwe ya diltezîn, û her wisa bi teknîka xwe ya serkeftî dibêje “ez li virê me”.


* Ev nivîs di hejmara 44 ya Kovara Wyê de hatiye weşandin.