Beriya her du alfabeyên ku em kurd îro bi kar tînin (alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî û alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî) bên çêkirin alfabeyeke din ya kurdî hebû bi sedan salan dihat bikaranîn û hê jî tê bikaranîn.
Ev alfabe bêguman alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî ye ku li medreseyên Kurdistanê dihat fêrkirin, xwendin û pirtûk pê dihatin nivîsandin.
Dixwazim niha diyar bikim ku armanca vê gotarê ne ev e ku bêje ka kîjan alfabe ji bo kurdî baş e. (Her wisa çavkaniyên bi alfabeya berê ne destxetên resen in) Lê li dû nîqaşên li ser pêşniyarên Rêbernameya Weqfa Mezopotamyayê yên ji bo guhertina hin mijarên êdî di kurdî de bûne standard, min xwest fêm bikim ka çima zimanzan û rewşenbîrê kurd Celadet Bedirxan di alfabeya ku wî di kovara Hawarê de bi kar aniye de rêgezeke wisa daniye.
Ji bo bigihîjim encamekê min lê hewl da xwe bigihînin pirtûkên bi alfabeya berê hatine nivîsandin. Mixabin min tenê bergên rojnameya Kurdistanê, Dîwana Melayê Cizîrî, Mewlûda Melayê Batê û Eqîdeya Ehmedê Xanî peyda kir û li ser wan ketim pey “iy”an.
Di encamê de min dît ku di pirtûkên bi sedan salan beriya Celadet Bedirxan hatine nivîsandin de “ê” û “î” beriya “y”yê veguherîne û bûne “i”.
Li gel wan pirtûkan, di rojnameya Kurdistanê de jî “ê” û “î” beriya “y”yê bûne “i” ku çend mînakên jê ev in: hemiyan, kiriye, qenciya, riya. Lê seyr e ku di peyvên“nivîsîye” û “gotîye” de her wekî di “ewwilî ye”yê de “î” hatiye nivîsandin. Ne dûrî aqilan e ku Mîqdad Mîdhed Bedirxan “ye”yên di van peyvan de wekî “ye”ya “ewwilî ye” nirxandibe. (Wêneyê bergekî rojnameyê ku li ser “iy” û “îy” hatine nîşankirin li jêrê ye.)
Ji bilî vê, di nivîsên pirtûkên din de “ê” û “î” bûne “i”.
Ji beşa bi alfabeya latînî ya Dîwana Melayê Cizîrî ya ji çapa Weşanên Roja Nû ku min ji beşa wê ya bi alfabeya berê sûd wergirt û ji weşanên din yên derdorên cuda diyar dibe ku pêşniyara navborî ne nû ye. Berê jî hin derdoran, bi taybetî yên di pirtûkên xwe yên kurdî de di şûna “i”ya kurdî de “ı”ya tirkî pêşniyar dikin guh nedaye vê rêgeza ku Celadet Bedirxan a di hejmara 28emîn ya Hawarê de nivîsandiye1 û wan derdoran berevajî standarda piraniyê di ya xwe de israr kiriye.
Piştî ku min berê xwe da pirtûkên kurdî yên klasîkî yên bi alfabeya berê hatine nivîsandin û min mînak berhev kirin, min careke din berê xwe da Hawara Celadet Bedirxan û min dît ku di hejmarên pêşî yên Hawarê de "î" û "ê"ya beriya "y"yê wekî xwe mane, engo veneguherîne û nebûne "i". (Wêne li dawiyê ne.) Û wê gavê min fêm kir ku Celadet wê nivîsa di hejmara 28an de, li dû lêkolîneke li ser alfabeya klasîkên kurdî nivîsandiye. Xuya ye piştî ku Celadet di alfabeya kurdî ya berê de rêgezeke wisa dîtiye, li ser mijarê hiziriye û biryara xwe li gorî rêgeza klasîkan daye.
Ev rêgez ne tenê di alfabeya kevn û ya bi tîpên latînî de her wisa di alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî ku li Başûr tê bikaranîn de hem di deqên kurmancî/badînî de hem jî di deqên soranî de wisa ye. Ya rast, ji ber ku di alfabeya kurdî-erebî de tîpa “i” tune ye, ev rêgez bi temamî ne wisa ye. Ji dêvla ku “î” û “ê” veguherin û bibin “i”, bi temamî radibin. (Bêguman sedem ev e ku di vê alfabeyê de “i” tune ye.)
Çend mînakên ji soranî û kurmancî (bi alfabeya kurdî-erebî)
2زانیاری بۆ هاووڵاتیان و گەشتیاران
(zanyarî bo hawulat(i)yan û geştyaran)
Heke em bala xwe bidin peyva “hawulatyan”, em ê bibînin ku tê de “î”yek hebû (hawulatî) lê ji ber “y”ya “yan”ê ketiye:
hawulatî+yan: hawlatyan.
3وەزارەتا ناڤخۆ وەلاتیان هایدار دکەت
(wezareta navxo welat(i)yan haydar d(i)ket)
Di vê mînakê de jî “î”ya “welatî” ji ber “y”ya “yan”ê ketiye:
welatî+yan: welatyan
رێڤەبەرێ کارۆبارێن خۆپاراستنا ساخلەمیێ4
(rêveberê karûbarên xoparast(i)na saxlem(i)yê)
Di vê mînakê de “î”ya “saxlenî”yê beriya “yê”yê ketiye:
saxlemî+yê: saxlemyê
Li gel ku hema bêje rêgeza behskirî standardeke rastnivîsîna alfabeya kurdî-tîpên erebî ye, mirov dibîne ku carê “îy” jî tê nivîsandin (Gelo dibe ku ev ji ber bandora tirkî be?)
Her wekî vî sernavê nûçeyeke malpera Rûdawê:
Her wekî vî sernavê nûçeyeke malpera Rûdawê:
ژیانی رۆژانەی خەڵکی جیهان لەژێر کاریگەرییەکانی کۆرۆنا5
(j(i)yanî rojaney xelkî cîhan le jêr karîgerîyekanî korona)
li gel ku di peyva “jiyan”ê de “î” nehatiye nivîsandin, di peyva “karîgerîyekanî” de hatiye nivîsandin. Rewş di her du alfabeyên kurdî de ku li bakur û başûrê Kurdistanê tên bikaranîn, ev e.
Beriya ji pirtûkên bi alfabeya berê hatine nivîsandin mînakan bidim, dixwazim hinekî behsa alfabeya kurdî ya klasîkan û alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî ya îro (ya Başûr) bikim.
Alfabeya bi tîpên erebî ya îro ku li başûrê Kurdistanê tê bikaranîn, bi tîpên erebî lê bi rêgezên alfabeya latînî tê nivîsandin û ji vî awayî ve ev alfabe ji alfabeya kurdî ya bi erebî ya klasîkan cudatir e.
Li gel ku di alfabeya başûr de tîpa “i”yê tune ye, ji bo her dengdêrekê sembolek heye. Heçî alfabeya klasîkan e, bi “zêr û ziber” tê nivîsandin û loma tê de tîpa “i”yê heye. Û her wisa gelek dengên peyvên erebî yên ketine nav kurdî ku di alfabeya kurdî-latînî (bakurî) ya kurdî-erebî (başûrî) de tune ne, di vê alfabeyê de hene.
Ji bo nivîsandinê mînakek ji her sê alfabeyan:
Alfabeya kurdî-latînî: Newaya mutrib û çengê
Alfabeya kurdî-erebî: نەوایا موترب و چەنگێ
Alfabeya kurdî-klasîkî: نَوآیآ مُطْرِب ُو چَنْگی
Cudahiya sereke ya di navbera her du alfabeyan de “nivîsandina dengdêran” e. Cudahiyeke din, tîpên zêde ne ku ev tîp di alfabeya zimanê erebî de hene lê di alfabeya kurdî-erebî de tune ne:
ض ,ص ,ث ,غ ,ع ,ح ,د ,ذ ,ط ,ظ
Li gel van cudahiyên sereke, cudahiya din, wekî me gotî, hebûna “i”yê ye. Wekî me berê gotî, di alfabeya kurdî-erebî de ev tîp tune ye.
Heke em hevoka jêrê bi alfabeya kurdî-latînî binivîsin, em ê bibînin ku “i”yên nav peyvan ketine:
وهزارهتا ساخلهمیێ چهند رینمایێن نوو بۆ خۆ پاراستن ژ ڤایرۆسێ كورونا بهلاڤكرن6
(wezareta saxlem(i)yê çend rînmayên nû bo xoparastn j vayrosî kuruna belav krn)
Wekî tê dîtin, “belav kirin” wekî “belav krn” tê nivîsandin. Ango di vê alfabeyê de "i" tune ye lê di alfabeya klasîka n de heye. Madem di alfabeya kurdî-klasîkî de ev tîp heye, nexwe em ê çêtir bibînin ka “ê” û “î” çawa vediguherin û dibin “i”.
Fermo, em li mînakên ji pirtûkên klasîkên kurdî binêrin:
1: Dîwana Melayê Cizîrî, ji çapa Weşanên Roja Nû, rûpela 342emîn (Beşa bi alfabeya kurdî-klasîkî):
Ko katib dêm-i cedwel kit şikeste xet muselsel kit
Ji yek herfan mufessel kit, kiye7 vê muşkilê hel kit
2: Dîwana Melayê Cizîrî, ji çapa Weşanên Roja Nû, rûpela 343yemîn (Beşa bi alfabeya kurdî-klasîkî):
Şevê zulmat û deryayê ji mewcan qet xeber nayê
Şikestî keştiya bayê ecacê wê şefeq dayê
3: Dîwana Melayê Cizîrî, ji çapa Weşanên Roja Nû, rûpela 355emîn (Beşa bi alfabeya kurdî-klasîkî):
Bi hebabê mebe mexrûr wihe sergeşte Mela
Ba viber keftiye wê beyhude sergeşte hebab
4: Dîwana Melayê Cizîrî, ji çapa Weşanên Roja Nû, rûpela 356emîn (Beşa bi alfabeya kurdî-klasîkî):
Kuştiyên dîdar û dînê bêxeta her de sed in
Her seher dîsa ji nû wên têne kêrê sed celeb
5: Dîwana Melayê Cizîrî, ji çapa Weşanên Roja Nû, rûpela 355emîn (Beşa bi alfabeya kurdî-klasîkî):
Di riya wan xet û xalan ko ne herfên qelemê ne
6: Dîwana Melayê Cizîrî, ji çapa Weşanên Roja Nû, rûpela 377emîn (Beşa bi alfabeya kurdî-klasîkî):
Can li ser destê nihayî di riya canan da
7: Dîwana Melayê Cizîrî, ji çapa Weşanên Roja Nû, rûpela 418emîn (Beşa bi alfabeya kurdî-klasîkî):
Di riya durrê muradê mi serî daniye rê
8: Dîwana Melayê Cizîrî, ji çapa Weşanên Roja Nû, rûpela 451emîn (Beşa bi alfabeya kurdî-klasîkî):
Bêguman xaka riya wê tûtiya û dane ye
9: Mewlûd, Mela Huseynê Bateyî, Rûpela 3yemîn:
Ey şefî’ê darûwê her ‘îlletê, Dîde û bînahiya vê ummetê
10: Mewlûd, Mela Huseynê Bateyî, Rûpela 3yemîn:
Ew hebîbê rohniya heft asiman, Herdu alem qalib ew ruh û rewan
11: Mewlûd, Mela Huseynê Bateyî, Rûpela 4emîn:
Her kesê guhdarê Mewlûda Nebî, Dergehê mizgîniyan dê lê vebî
12: Mewlûd, Mela Huseynê Bateyî, Rûpela 5emîn:
Xaniyê lê bête xwendin ev sela, Dê bibîte ba’isê def’a bela
13: Mewlûd, Mela Huseynê Bateyî, Rûpela 5emîn:
Her wekî hatiye gotin bê hisab, Lê neşim bîjim ji tetwîla kitab
14: Mewlûd, Mela Huseynê Bateyî, Rûpela 5emîn:
Bû xezîne ew ji bo durra yetîm, Daniye puşta wî ew nûra ‘ezîm
15: Şerha Eqîda Ehmedê Xanî, Mele Ehmedê Qoxî, Weşanên Dengê Yekîtiyê, Rûpela 181emîn:
Ku Quran ji ‘erşan di gel wî hinar, Ji bo wî hebîbê xwe yê ixtiyar
16: Şerha Eqîda Ehmedê Xanî, Mele Ehmedê Qoxî, Weşanên Dengê Yekîtiyê, Rûpela 180yan:
Ji bal xwe buraqek ji wî ra şiyand, Li Zînek muzeyyen ewî roniyand.
17: Şerha Eqîda Ehmedê Xanî, Mele Ehmedê Qoxî, Weşanên Dengê Yekîtiyê, Rûpela 179an:
Muheqeq bizan wî Xudê dîtiye, Nihayet nizanit heqîqet çiye
18: Şerha Eqîda Ehmedê Xanî, Mele Ehmedê Qoxî, Weşanên Dengê Yekîtiyê, Rûpela 178an:
Muwafiq nebit qewl û niyyet ‘emel, Li ba me dimînit bi îman xelel
19: Şerha Eqîda Ehmedê Xanî, Mele Ehmedê Qoxî, Weşanên Dengê Yekîtiyê, Rûpela 178an:
Ji me’siyyetan wacib e tewbe zû, Guneh nîn e tewbe divîtin li dû
20: Şerha Eqîda Ehmedê Xanî, Mele Ehmedê Qoxî, Weşanên Dengê Yekîtiyê, Rûpela 178an:
Weliyyan keramet dikin jê zuhûr, Dikin xerqê ‘adet gelek jî sudûr
21: Şerha Eqîda Ehmedê Xanî, Mele Ehmedê Qoxî, Weşanên Dengê Yekîtiyê, Rûpela 177an:
Wekî yek in ev her du bêşik temam, Di rizqiyyetî da helal û heram
22: Şerha Eqîda Ehmedê Xanî, Mele Ehmedê Qoxî, Weşanên Dengê Yekîtiyê, Rûpela 176an:
Şefa’et dikin ewliya û enbiya, Bi izna Xudê bo kesê eşqiya
23: Şerha Eqîda Ehmedê Xanî, Mele Ehmedê Qoxî, Weşanên Dengê Yekîtiyê, Rûpela 176an:
Yeqîn dê bibîtin di yewmel qiyam, Hisaba helalê û ‘ezabê heram
Di bergê hejmara pêşî ya rojnameya Kurdistanê de "iy" û "îy".
Peyvên nîşankirî, bi rêzê wisa ne: hemiya, kiriye, qenciya, hemiya, nivîsîye,´ewwilî ye, gotîye, riya
Bergê rûpela pêşî ya rojnameya Kurdistanê |
1 Hawar Cild 2, Hejmar 28, Rûpel 713, Celadet Bedirxan:
Ê , Î – Ev dengdêrên ha tucaran nakevin ber dengdara «y»ê. Lê heke ev dengdêr bi awakî bi «y»yê ve bûne hingê ev yanî «ê» û «î» bi dengdêra «i»yê diguhêrin û ev «i» dikeve şûna wan. Wekî niho:
Ê
pê piyên min vî piyî
dê diya min vê diyê
rê riya wan van riyanI
Î
derî deriyê me vî deriyî
tilî tiliyên min vê tiliyê
xanî xaniyê te van xaniyan
kursî kursiyên wî van kursiyan
Lê heke «y» bêî ko bi wan ve bizeliqe kete pêşiya van dengdêran, hingê (ê) û (î) herçend (i) bêne xwendin jî di nivîsandinê de bi (i)yê nayine guhartin û weke xwe dimînin. Herwekî di komekên jêrîn de (ê) û (î)ya bêjeyên (kî, kê, derê) «i» têne xwendin, yanî (ki, ki, deri) lê di nivîsandinê de di şikilên xwe ên eslî de têne şanî kirin. [Ev kî ye? Tu kurê kê yî? Ew xelkê kûderê ye?]
I Ji kurdmancan birekî piçûk (ê)yê bi (e)yê diguhêrînin û dibêjin:
pê peyê min vî peyî
dê deya min vê deyê
7 kiye, kî ye.
No comments:
Post a Comment