8/27/09

Xweza û ziman

AMED ÇEKO JIYAN

Gelo çima her neteweyek bi zimanekî cuda dipeyive? Çima zimanên hin neteweyan nêzî hev in û çima zimanên hin neteweyan pir dûr in ji hev? Çima yên koçî welatekî din kirine tenê dikarin sê nifşan li xwe bidin û ji hêla ziman û çandê ve dihelin?

Ji bo bersiva van pirsan, pêşî em hinek qala ziman bikin. Ziman; pergala dengan e. Mirov li gorî pergalekê dengan li dû hev rêz dikin û mirovên ku wê pergala rêzbûna dengan dizanin, têdigihîjin ka yê/a li hember çi dibêje. Lê mirov dengan li gorî çi derdixin?

Di fîlmê Matrixê de sehneyek hebû ku gelek behsa wê dihat kirin. Lawikekî ku ne dinyaya şên ne jî Matrix dîtiye, digot: “Hûn dizanin tama goştê mirîşkê çawa ye? Belkî ew tama ku hûn di Matrixê de ji goştê mirîşkê distînin di rastiyê de tama kartolan be. Gelo Matrix ji ku tama mirîşkê dizane heta ku arasteyî mejiyê we bike?” Yanî yekî/e ku tu caran goştê mirîşkê nexwaribe, nizane tama goştê mirîşkê tiştekî çawa ye, û ne pêkan e ku tê bigihîje ka tameke çawa ye. Ji ber vê ye ku hemû kerr lal in. Ji bo ku mirov karibe bipeyive (dengan li gorî pergalekê li dû hev rêz bike) divê wekî şertê yekemîn karibe bibihîze (zanibe ka deng çi ye). Gelo mirovekî ku ji dayika xwe kor hatiye dinyayê dê çawa qala rengê sor an jî zer bike? Wekî encam; şertê yekemîn ê axaftinê bihîstin e.

Di 2002'an de min ji kovareke zanistî, ji bo yekemîn fanzîna kurdî 'Kulîlk'ê bi navê 'Ekolojiya Ziman' nivîsek wergerandibû kurdî. Nivîs der barê zimanên afrîkî de bû. Nivîs encama lêkolîneke berfireh a li ser ekolojiya afrîkayê û zimanên afrîkî bû. Digot ku li hin herêmên Afrîkayê cudahiya di navbera zimanên du gundên nêzî hev lê ekolojiya wan ji hev cuda de bi qasî cudahiya di navbera çînî û înglîzî de heye.

Di navbera ziman û xwezayê de rasterast têkiliyek heye. Xwezaya welatan ji hev cudatir e. (Heke xwezaya wan ji hev ne cudatir be, jixwe nabin welatên cuda). Ji ber ku xwezaya welatan ji hev cuda ye, dengên xwezayên welatan jî ji hev cuda ne. Her ajal li hemû welatan nayê dîtin û nikare bijî. Hemû kulîlk û dar û nebat li her welatî şîn nayên. Deşt û çiya û newalên her welatî naşibin hev. Ji ber seqa û cografyayê li welatên cuda ajalên cuda dijîn. Her wisa kulîlk, dar û nebatên welatan jî ji hev cuda ne. Her ajalek dengekî cuda derdixe. Ji ber cudabûna kulîlk û daran û cografyayê dengê bê li her welatî ne wekî hev e. Heke mirov baş lê hûr bibe, dikare tê derxe ka ba ji kîjan darî ango ji belgên kîjan darî xişîniyeke çawa derdixe.

Mirov ku parçeyên xwezayê ne, ji xwezayê dengan dibihîzin û wan dengên ku ji xwezayê bihîstine li gorî pergalekê li dû hev rêz dikin. Ji ber cudabûna xwezayê, bi wateyeke din, ji ber cudabûna dengên ji xwezayê tên, zimanê her welatekî ji yê din cudatir e. Û ji ber cudabûna zimanan navên netewe û welatan jî ji hev cuda ne. Em dikarin vê wekî bersiva pirsa yekemîn bidin.

Ji bo bersiva pirsa duyemîn jî; her ku welat ji hev dûr dibin, xwezaya wan jî ji hev dûr dibe loma ziman jî ji hev dûr dibin. Eger welat ji hev ne dûr bin lê tenê seqa û xwezaya wan ji hev dûr be, dîsa zimanên wan ji hev dûr dibin. Em dikarin vê yekê di lêkolînên li ser zimanên afrîkî de bibînin.

Yek ji sedemên nêzîhevbûn û dûrîhevbûna zimanan, têkilî û danûstnadinên di navbera neteweyan de ye. Têkilî û danûstandinên di navbera neteweyan de jî bandorê li ser cudabûna zimanan dikin lê ne bi qasî cudabûna xweza û seqayê.

Dema em li zimanan dinihêrin, hin deng hene ku di hemû zimanan de hene lê hin deng hene di hin zimanan de hene lê di hin zimanan de tune ne. Ji bo dengên hevpar mînak pir in lê em ji bo dengên nehevpar dikarin çend mînakan bidin: “Eyn”a erebî; “x”ya kurdî û zimanên wekî farisî, belûcî, rûsî; “ö”ya tirkî; dengê nêzî “ao”yê ku di zimanê koreyî û di zimanên bakurê Ewropayê de heye.

Wekî di dersên biyolijiyê de jî tê fêrkirin, xweza bandoreke mezin li ser laş û giyanê mirovan dike; libatên dereke yên wekî poz, guh û hwd. yên mirovên nêzî ekvatorê dijîn -ji ber germê- ji yên mirovên li nêzî cemserê dijîn mezintir in. Ji hêla derûniyê ve jî bandora xweza û seqayê ya li ser mirovên bakurî û mirovên din bi awayekî berbiçav diyar e. Ligel van bandorên pesendkirî, yek ji bandorên din ên berbiçav ên xwezayê ku li ser mirovan dike, ziman e.

Ji bo bersiva pirsa dawî jî em dikarin ji xwezayê mînakekê bidin. Salekê li Zanîngeha Elezîzê, ji bo xweşikirina derdorê li refujan gulxwîn (şilêr) hatibûn çandin. Hefteya pêşî zanîngeh bi gulxwînan xemilî, bedewiyekê da derdorê. Lê ji ber ku gulxwîn li gorî şert û mercên çiyayên bilind ên herêma Hekariyan afiriye, li Elezîzê pir li ber xwe neda û di demeke kin de hemû gulxwînên li refujan hişk bûn. Û derdor lewitî. Ji bo ku ziman (û çand) zindî bimîne û her bi pêş bikeve, divê li ser axa lê afiriye li çiya û newal û di nav kulîlk û darên wî welatî de her bijî û bê bikaranîn.

Li ser vê axê rewşa kurdî li ber çavan e; ligel ku ev ziman li ser vê axê afiriye, di encama polîtîkayên kirêt ên plankirî de ciyê xwe daye tirkî. Lê rewşa tirkî ya li ser vê axê? Zimanê tirkî ku bi zorê li ser vê axê hatiye çandin, ji 'gelîsen-gîdîsen' û 'siye-biye'yan diyar e, niha hişk bûye û mejiyên mirovan ku dengên ji xwezayê tên li gorî pergalekê li hev dihonin, lewitîne.

8/19/09

Di Ubuntuyê de SAZKIRIN?!

Di Ubuntuyê de bernameyan çawa tên sazkirin?

Di Ubuntuyê de sazkirina bername û pakêtan pirsgirêkek e? “EXE li ku derê ye?”, “Divê ez vê li ku derê derxim?”, “Ez ê vê çawa bidim xebitandin?”, “Ew çû ku derê?” Pirsên wisa di mejiyê te de jî çêbûne? Xeman nexwe, sazkirina nivîsbarî, bername, tema û tiştên din, li ser Ubuntuyê pir hêsan e! Ev rêbername dê bi wêneyên sermaseyê alîkariya te bike.












Gerînendeyê pakêtan
Bi Synapticê sazkirina pakêt û bernameyan
3 gav: Bigere, nîşan bike û bisepîne
Lê heke bername an jî pakêta ku dixwazim saz bikim di Synapticê de tune be?
Ez ê çawa bernameyeke sazbûyî rakim?
Zêdetir
Zêdekirina depoyên nû
Bikaranîna CD'yan wekî depoyên negirêdayî
Bi termînalê sazkirina bername û pakêtan
Bi destan (bi rêbaza MS Windowsê) sazkirina bername û pakêtan (.exe, .deb, .rpm, .tar.gz, .pckage)
Ji bo sazkirina bernameyan rêbaza herî baş û ewle: Zêde Bike/Rake

Gerînendeyê pakêtan
Çavkaniyên hemû bername û pakêtên Linuxê her tim vekirî ne û naşibin bernameyên Windowsê. Ji bo ku tu di Windowsê de bernameyekê saz bikî, divê pêşî pakêta sazkar a wê bernameyê bi dest bixî. Di Windowsê de bername çawa tên bidestxistin? Piraniya bernameyên li ser Windowsê dixebitin bipere ne. Piraniya bikarhênerên Windowsê yên ji rêzê bernameyan bi awayekî korsan bi dest dixin; an ji malperekê dadixin an jî ji hevalekî/e xwe distînin. Li gorî vê em dikarin bêjin ku piraniya bikarhênerên Windowsê diz in :) Lê di Linuxê de? Di Linuxê de bername bi lîsansa GPL tên parastin. Yanî belaş in. Û di serî de jî kodên bernameyan vekirî ne. Kî bixwaze dikare bernameyekê li gorî pêdiviyên xwe biguherîne (dirb, bikêrhatin û ziman jî tê de her tiştî dikarî biguherînî lê bi şertê ku yên ew bername çêkirine û pêşve birine bi bîr bînî û bernameyê nefiroşî).
Em bêjin me ji bo Windowsê bernameyek bi perê xwe kirî û û pakêta sazkar a bernameyê li Sermaseya me amade ye. Divê em çi bikin? Tenê li ser bernameyê cot bitikîne; bernamze piştî çend gavên basît tê saz dibe. Karên ji bo sazkirina bernameyê li paşperdeyê xweber tên kirin, tu nabînî di pakêta bernameyê de çi heye çi tune; yanî te bername saz kir lê nizanî ka yên ew bername amade kiriye çiqas dirust û xêrxwaz in. Di nav karên ku sazkar li piştperdeyê dike de, bicîkirina pirtûkxaneyên (library ango pakêtên .dll) jî heye. Di Windowsê de piştî sazkirinê, ev pirtûkxane di hard dîska te de gelek cî digirin. Sedem jî ew e ku heman pirtûkxane bi sazkirina gelek bernameyan di ciyên cuda de tê tomarkirin. Bernameyên Linuxê wisa nakin. Lê di Linuxê de? Ji ber ku bername û pakêtên Linuxê bi lîsansa GLP tên parastin, ne pêkan e ku tiştên zirarê bidin nepenî û ewlekariya te di pakêtekê de hebe. Wekîş din; pirtûkxaneyên ji bo bernameyan pêwîst ji carekê zêdetir li ser komputera te bi cî nabin.
Digel ku di Linuxê de sazkirina bernameyan ewle ye û nepeniya te diparêze, demeke dirêj bikarhênerên Linuxê ji rêbaza sazkirina bernameyan gazinc dikirin. Sedema wê jî; berê di Linuxê de sazkirina bernameyan tenê bi kodan û bi çend pakêtan bêk dihat. Li niha, ji bo ku di Linuxê de bernameykê saz bikî gelek rêbaz hene.
Piraniya pergalên xebatê yên Linuxê pergaleke ku tu dikarî bernameyan bi awayekî pevgirêdayî lê saz bikî, pêşde birine û bi vê yekê di hard dîska te de ciyê vala ji te re dimîne. Di heman demê de ev pergal rê dide te ku tu li ciyê bixwazî bernameyan saz bikî û rojanekirinên wan bikî. Navê vê pergalê Gerînendeyê Pakêtan e û di Ubuntuyê de wekî apt-get, aptitude, Zêde Bike/Rake..., Gerînendeyê Rojanekirinan û Synaptic e. Bi her yek ji van bernameyan dikarî di Ubuntuyê de bernameyan saz bikî.

Bi Synapticê sazkirina nivîsbariyan
Synaptic bernameyeke grafîkî ya sazkirina pakêtan e û bêşik dê ji te re bikêrhatî xuya bike. Dikarî Synapticê ji Pergal → Rêveberî → Rêveberê Pakêtan a Synapticê vekî. Synaptic dê her tim şîfreya te ji te bipirse. Netirse, bikaranîna Synapticê ne xetere ye. Ubuntu tenê ji bo parastina te wisa tev digere û kesên ku şîfreya te nizanibin, nikarin li ser komputera te bernameyan saz bikin.













Synaptic



3 gav: Bigere, nîşan bike û bisepîne
1.Beriya her tiştî, li jor-rastê “Dîsa bar bike” bitikîne da ku Synaptic li gorî pakêtên herî nû xwe rojane bike. Bi dû re li bernameya ku dixwazî saz bikî digerî. Ji bîr neke ku bi hezaran tema, sepan, bername û pakêt di Synapticê de hene. Ev hemû ji bo ku daxî û rojanekirinan bikî li ser pêşkêşkara Ubuntuyê hatine bicîkirin. Ev gerînendeyê pakêtan wekî guhertoyeke pêşketî ya Rojanekara Windowsê hatiye çêkirin. Lê ne tenê rojanekirinên pergala te diparêze, her wiha rojanekirinên nivîsbariyên sazbûyî jî diparêze. Dikarî di panela çepê ya kategoriyan de li gorî kategoriyan li pakêtan bigerî an jî dikarî bi “Lêbigere”yê an jî “Lêgerîna bilez” li pakêtan bigerî. Ji bo lêgerînê, li ser nîşaneya lêgerînê bitikîne.
2.Dema ku te pakêta dixwazî saz bikî dît, li serî rast bitikîne û ji bo sazkirinê nîşan bike. Hemû pakêtên ku ji bo xebitîna bernameyê pêwîst in dê xuya bibin û bên nîşankirin. Ji bîr neke ku tu dikarî bi heman riyê pakêt û bernameyên sazbûyî rakî. (Rast bitikîne û ji bo rakirinê nîşan bike.) Her wisa dikarî gelek bername û pakêtan bi hev re saz bikî.

3.Piştî ku te ji bo sazkirinê pakêt nîşan kir, bi “Bi kar bîne”yê dikarî barname û pakêtan saz bikî. Dema ku te “Bi kar bîne” tikand, dê bername xweber bê daxistin û sazkirin. Hêsan e? Hewce nake ku perê xwe bidî pakêta sazkar an jî berê xwe bidî riyên korsan û diziyê bikî.

Lê heke bernameya ku dixwazim saz bikim di Synapticê de tune be?
Ji min bawer bike bernameya ku dixwazî saz bikî dê di Synapticê de hebe. Bernameyên Windowsê û yên Linuxê ji hev cuda ne. Heke li bernameyeke peyamnêr (messenger) digerî, di Synapticê de messenger binivîse, ji bo bernameyeke ji bo temaşekirina DVD'yan di Synapticê de DVD binivîse û ji bo bernameyeke ji bo DJ'yan di Synapticê de DJ binivîse. Dê ji bo her pêdiviyekê gelek bernameyan bibînî.Heke tune be li vir der barê tunebûna wê de û peydakirina wê de hin agahî hene:
Gerînendeyê pakêtan a Ubuntuyê lîsteyên pakêtan ji depoyên navendî yên Ubuntuyê distîne lê li wir ji van depoyan zêdetir depo hene. Beriya ku baweriya xwe winda bikî here sernavê

Zêdekirina Depoyên Nû!
Heke înterneta te tune be, du ji dil bêsiûd î. Li vir şenseke din heye. Li sernavê Bikaranîna CD'yan wekî depoyên negirîdayî binêre!
Heke pakêt di tu depoyekê de jî tune be, dikarî bi awayê kevin yê Windowsê sazkirinê çêkî.

Di sazbûneke standard a Ubuntuyê de, Ubuntu bi depoyên giştî tê mîhenkirin. Depoyên din ji bo bikaranînê nehatine çalakirin. Yek ji van depoyan, depoya bi navê Universe depoya mezintirîn e. Hewza wê community-maintained software ye, lê ji hêla Ubuntuyê ve nayê destekirin. Her wisa vebijêrkeke din heye ku navê wê jî Multiverse ye. Multiverse di bin lîsansa questionable de ye. Depoya çaremîn Restricted e û hewza vê depoyê ya herî biçûk e û mafên wê restricted tê parastin.
Ji bo çalakirina depoyên nû Synapticê veke û di wir de Mîheng → Çavkaniyên Nivîsbariyê bitikîne. Ji virê depoyên ku dixwazî çalak bikî nîşan bike û paceyê “bigire” û “Dîsa bar bike” bitikîne da ku Synaptic li gorî mîhengên dawî rojane bibe.


Çalakirina depoyên nû
Dema ku te zêdekirina depoyan qedand, Synaptic dê ji bo dîsbarkirina lîsteya pakêtan ji te bipirse; ji bo barkirinê erê bike. Niha lîsteya Synapticê ya pakêt û bernameyan mezintir e.
Bikaranîna CD'yan wekî depoyên negirêdayî.
Ji bo ku bi rêbaza li jorî me vegot, bernameyekê saz bikî, divê înterneta te hebe. Lê dibe ku hin komputer bê înternet bin. Dema ku te Ubuntuyê cara pêşî saz kir, divê CD'ya Ubuntuyê jî wekî çavkaniyeke depoyan lê hatibe zêdekirin. Heke lê nehatibe zêdekirin, divê tu vî karî bikî. Heman paceyê veke. Li wir Nivîsbariya Aliyê Sêyemîn veke û 'CD-Rom lê zêde bike' bitikîne. CD'ya te dê wekî çavkaniyeke depoyan lê bê zêdekirin. Ji be rku înterneta te tune ye, tenê dikarî bernameyên di CD'yê de saz bikî.
Ji bo amadekirina CD'yên taybet gelek rêbaz hene, lê ji ber ku ew mijar nakeve sazkirina bernameyan, em ê dixebatele din de li ser wê mijarê bisekinin.

Ez ê çawa bernameyeke sazbûyî rakim?
Rakirina bernameyan, rasterast wekî sazkirina wan e. Dema ku te li ser bernameya sazbûyî rast tikand, ji bo rakirinê nîşan bike û guhertinan bisepîne!
Di termînalê de sazkirina pakêt û bernameyan
Tu yê gelek caran ji bikarhênerên Ubuntuyê vê gotinê bibihîzî “Tu dikarî filan bernamey’ê bi vê kodê saz bikî…” Û bi dû re ew ê ji bo sazkirina bernameya’ê kodan bidin te da ku tu wan kodan di termînalê de binivîsî. Synaptic jî ji bo sazkirina bernameyan heman riyê dişopîne. Lê bi Synapticê tu tenê bernameya ku bixwazî saz bikî nîşan dikî, Synaptic ji bo te kodan dinivîse!
Dikarî bi Bikaranîn → Amûrên Pergalê → Termînal têkevî termînalê û ji bo sazkirina bernameyeke bi navê ABC fermana
sudo apt-get install ABC
an jî fernama
sudo aptitude install ABC
bi kar bînî.
ABC ne bernameyeke rastîn e, tenê wekî mînak min ABC nivîsand. Sudo bi komputerê dide zanîn ku tu bikarhênerê/a rêveber î û mafên bilind dide te. Piştî ku sudo hat xwendin, ji bo ewlekariyê, ji te dê şîfre bê xwestin; wekî ku di vebûna synapticê de jî te dihat xwestin.













Aptitude

Çawa ku tu dikaribûyî di Synapticê de li bername û pakêtan bigerî, wisa dikarî di termînalê de jî bigerî:
apt-cache search ABC
an jî
aptitude search ABC
Ji bo rakirina pakêtekê dikarî fermana
sudo apt-get remove ABC
an jî
sudo aptitude remove ABC
bi kar bînî.
Ji bo rakirina pelên mîhengan jî fermana
sudo apt-get remove --purge ABC
an jî
sudo aptitude purge ABC
bi kar bîne.
Bikarhênerên nû, bikaranîna termînalê xeternak dibînin. Ji ber vê yekê hin kes dixwazin Synapticê bi kar bînin, hinên din jî dixwazin termînalê bi kar bînin. Va ye te her du rê jî dîtin, tu kîjanê dixwazî, wê bi kar bîne.

Bi destan sazkirina pakêtan
Di Synapticê de li pakêtekê geriyayî û te nedît? Te depoyên zêdek jî ceribandin? Heke te di Synapticê de hemû rê ceribandibin û te ew pakêt nedîtibe, dikarî wekî awayê Windowsê biceribînî. Pêşî pakêtê daxe û xwendina vê nivîsê bidomîne. (Pakêtên Ubuntuyê yên standard bi niçika .deb in. Lê dikarî oakêtên .tar.gz, package, .sh, .bin û .exe jî di Ubuntuyê de saz bikî.

Sazkirina pakêtên Debianê (.deb)
Te pakêt daxistibû Sermaseyê? Li ser pakêtê cot bitikîne














Sazkara pakêtên Debianê (Gdebi)

Ji bo sazkirinê, pakêtê Saz Bike bitikîne, Ew ê xwebixwe saz bibe. Heke ew pakêt berê hatibe sazkirin an jî guhertoyeke nûtir hebe an jî ji bo sazkirina wê, sazkirina pakêteke din pêwîst be, Sazkar dê ji te re bêje. Wekî rêbaza windowsê ye, lê bi lîsansa GPL tê parastin.

Pakêtên RPM (.rpm)
RPM ji bo pakêtkirina bernameyan riyeke din a populer e û ji hêla reşanên populer ên wekî Fedora Core, SUSE Linux û Mandriva ve tê bikaranîn. RPM ji hêla gerînendeyê pakêtan ê Ubuntuyê ve nayê bikaranîn, lê ji bo ku bikarhêner dikaribin pakêtên RPM di Ubuntuyê de saz bikin, riyek hatiye dîtin. Ev rê wisa ye: Em ê pêşî pakêta RPM'ê veguhezînin .DEB'ê û jixwe em dizanin em ê pakêtên .deb çawa saz bikin.
Ji bo ku em dikaribin RPM'ê veguhezînin .debê, divê pakêta bi navê “alien” di pergala me de sazbûyî be. Heke ne sazbûyî be, em dikarin bi Synapticê saz bikin. (Synapticê veke, li peyva alien bigere, pakêtê nîşan bike û bisepîne) Piştî sazkirina alienê, niha em ê .RPM'ê veguhezînin .DEB'ê. Ji bo vê, di termînalê de
sudo alien -i /home/NavêBikarhêner/Desktop/test.rpm
binivîse. Piştî vê fermanê, pakêta test.deb dê li sermaseyê bê afirandin.

Sazkirina Dirban (.tar, .tar.gz, .tgz, .tar.bz, ...)
Li ser înternetê gelek malper hene ku ji bo Ubuntuyê dirbên gelekî xweşik pêkêş dikin. Dirbêkî ku te jê hez kir, daxe ser koputera xwe. Sazkirina dirban di Ubuntuyê de gelekî hêsan e. Ji “Pergal → Vebijêrk → Xuyanî” Vebijêrkên Xuyabûnê veke. Bi vê sepanê dikarî dirbên pace û îkonan li gorî dilê xwe biguherînî. Ji bo sazkirina dîrbekî nû, “Dirban Saz Bike” bitikîne.

Dirbên Ekrana Têketinê (.tar, .tar.gz, .tgz, .tar.bz, ...)
Sazkirina dirbê ekrana têketinê dişibe sazkirina dirbên sermaseyê. Vebijêrkên Paceya Têketinê ji “Pergal → Rêvebirî → Paceya Têketinê” veke û dirbê nû têxe nava paceyê. Ji bo bikaranînê, dirbê nû nîşan bike.
Ji bo sazkirina dirbê nû yê têketinê “Saz Bike” bitikîne.
Pakêtên Çavkanî (.tar, .tar.gz, .tgz, .tar.bz, ...)
Carinan hemû pelên pêdivî yên kodan di arşîvê de hene. Demên berê di Linuxê de ev tekane riya sazkirina bernameyan bû. Ev rê dê her tim nexebite lê dê pirî caran bixebite. Ji bo sazkirina pakêtekê pêşî arşîvê li derekê derxe. Ev hêsan e, rast bitikîne û “li vir derxe” bitikîne. Ciyê te xwestiye dê arşîv li wir derkeve.
Di termînalê de ciyê te pel lê derxistiye bi fermana
cd /home/NavêTe/
veke û paşê fermana
./configure
binivîse û “enter”ê bitikîne. Pelê configure kontrolan dike û pelê “makefile” diafirîne. Heke skrîpt çewtiyan nîşan bide û ji bo sazkirinê navê hin pakêtan bide, wan pakêtan ji synapticê bibîne û saz bike. Ji bîr neke, dema ku te navê wan pelan di synapticê de dît, hin pelên din jî hene ku bi heman navî ne lê bi niçika -dev in. Van pelan jî saz bike. Piştî vê, di termînalê de
make
binivîse û enter bitikîne û bi dû re ji bo sazkirinê
sudo make install
binivîsîne. Ji bo rakirina pelên zêde
make clean
binivîsîne û “enter” bitikîne. Ji bo rakirina pakêtê
make unistall
binivîsîne û enter bitikîne.

Autopackage (.package)
Şêweya Autopackage riya siruştî ya sazkirina pakêtên “Reşanên Linuxê” ye. Amûrên xwe yên gerînendetiya pakêtan ku di hundirê xwe de dihewîne, bi kar tîne. Ev amûr bi sazkirina yekemîn a Autopackage ji înternetê tên daxistin û sazkirin. Ji bo sazkirina pakêteke bi navê “test.package” ku me daxistiye sermaseyê, di termînalê de
/home/NavêTe/Desktop/test.package
binivîsîne û enterê bitikîne. Sazkar dê hin pirsên wekî “şîfre çi ye?” ji te bike.

Sazkirina pakêtên .Exe
Pakêtên bi niçika .exe ji bo Windowsê hatine çêkirin lê di Linuxê de em dikarin bi bernameya “wine” gelek pakêtên .exe saz bikin.
Ji bo vê, pêşî ji Synapticê pakêta wine saz bike. Paşê pakêta .exe ku te daxistiye Sermaseyê cot bitikîne; her wekî di Windowsê de bername saz bikî, gavan bişopîne. Bernameyên wekî Photoshop ku gelekî mezin in, bi Wine nayên sazkirin. Ku bên sazkirin jî di bikaranînê de zehmetî û pirsgirêkan derdixin.

Ji bo sazkirina bernameyan rêbaza herî baş û ewle: Zêde bike/Rake...

Ji panela jorê “Pergal → Zêde bike/Rake...” bitikîne.














Sepana Zêde bike/Rake...



Nivîskar: Simon Gray © 2006
Wergera kurdî û nûjenkirina ji bo Ubuntu 9.04 Amed Çeko Jiyan amedcj@gmail.com, www.pckurd.net © 2009

8/18/09

Azmûna yekemîn

AMED ÇEKO JIYAN

Wê roja payîzê, tîrêjên rojê yên pêşîn ji paceyên malan şewq didan sikakên teng ên Baglarê û sikaka tarî ku Şengo bi tepsiya li ser serê xwe lê dimeşiya hêdî hêdî ronî dibû. Bayê hênik ku ji dilê wî lerizînek dida destpêkirin û heya çermê wî yê qemer didomiya û mûyên laşê wî çik dikirin, bi hilatina rojê heya berbangeke din xatir dixwest. Her ku roj bilind dibû, şewqa ji paceyan belav dibû qels dibû û roniya rojê sira ji kevirên rêzkirî ên sikakan dihat, dişikand.

Şengo; her du dest di berîkan de, mil bi laşê xwe ve zeliqandî bi tepsiya li ser serê xwe di nav sikakên ku hêdî hêdî bêdengiya xwe radestî reqereqa qondereyên zilaman û şeqeşeqa solên plastîkî yên zarokan dikir de ji bo zû bigihîje ber dibistanê û karê xwe di demeke kurt de biqedîne, dimeşiya û her wekî hebûna xwe bi xwe bide hisandin, çend kêliya carekê diqîriya, “Daaatlîîîîî. Taze taze daaatlîîî.”* Çavên wî yên bi qasî ku wan zarokên dibistanê yên mezinên wan gazî dikirin û ji bo wan zarokan jê datlî dikirîn di dahatûyê de bike romanûs, bi melûlî li ser rûyê bikirên xwe yên hevtemen bê wate û vala digeriyan. Gelek caran ji ber awirên wî kena zarokên ku datlî ji wan re dihat kirîn ji nişka ve qut dibû û zarokan bi hemû dilnaziya xwe ji mezinên xwe dixwestin ku çend datlî zêde jê bikirin. Her çend wî hay jê hebû ku zarokan dilê xwe pê dişewitand, wî tu caran ji dil hîs nedikir ku xweziya xwe bi wan tîne. Sala pêşî ku ji gund bar kiribûn û hatibûn bajêr, ew jî wekî zarokên din, li gund pênc salan, li bajêr jî salekê çûbû dibistanê lê piştre bi daxwaza xwe û ya bavê xwe dev ji dibistanê berdabû û dest bi firotina datliyan kiribû. Datlîfiroşî ji karê xwendekariyê hêsantir bû jê re; barê wî tenê tepsiyeke datliyan bû û barê yên din çenteyeke tije pirtûk... Wekî din, heke li derekê neterpile û datliyên wî nerijin erdê an jî teşqeleyeke bi vî rengî ku sermiyana wî bibe neyê serê wî, wî tu caran ji tu kesî lêdan nedixwar. Lê zarokên dibistanê? Borebora bi zimanekî ku jê fêm nakin zêdebariya lêdana ku her roj ji ber sedemeke cuda ji mamosteyên xwe yên rûtirş dixwarin bû.

Şengo ji hemû rojan zûtir gihabû ber dibistanê. Tepsiya datliyên ku nîvî di rê de firotibûn ji ser serê xwe danî û li erdê li ciyekî nêzî hevalên xwe yên din ku simît, benîşt û tiştên din difirotin, çok da. Zarokên ku mîna keriyekî ber bi dibistanê ve dihatin, li ber tepsî û dezgeyan mîna mozeqirtkan civiyan. Wekî her car qerebalixa li ber dezgeya kek û biskewîtan ji yên din pirtir bû. Şengo ev dîmen her tim dişiband dîmena ku li gund di vegera mezinan a ji bajêr de dihat pê. Zarok ne ji ber ku mezin bêteşqele ji bajêr vegeriyan lê ji ber ku ji wan re ji dikanên bajêr gelek tiştên xweşik dihatin kirîn mîna van zarokên dibistanê kêfxweş dibûn.

Di hişê wî de dîmena ku ji gund di mejiyê xwe de bi xwe re aniye û li ber çavên wî dîmena li ber dibistana bajarê qerase hebû. Dema hê nû hatibûn bajêr, ji bajêr gelekî hez kiribû, lê piştî demekê bêriya xwedîkirina berxan, derketina ser neqeban, beza li ser kaşan, avdana lemikên bacan û bîberan nêçîra çivîk û marên biçûk, çûna şoqilan û hemû tiştên ku li gund dikirin û nikaribû li bajêr bike, kiribû.

Beriya nîvro datliyên xwe giş firotin. Bi firotina datliya dawî wekî Daro jê re gotibû, rasterast berê xwe da xaniyê kavilbûyî yê di nav kuçeyên teng ên Baglarê de. Dema gihîşt xaniyê kavilbûyî, Daro li hundir dît. Daro û sê zarokên din ku jê biçûktir, di temenê Şengo de bûn, li hundir agirek dada bûn. Dûmana ji cixareyên wan bilind dibû tevlî dûmana êgir dibû. Dema Daro çav bi Şengo ket, çû cem wî, destê xwe danî ser milê wî û ew bi hev dan nasîn, "Hevalno, ev Şengoyê cîranê me ye. Hevalekî pir jêhatî ye, apê wî gerîla ye. Şengo dixwaze êdî ew jî bi me re rojnameyan belav bike." Zarokên li dorê guh lê bel kiribûn. Daro ji bo wan wekî fermandarekî bû; riyên herî ewle jê hîn bûbûn, gelek caran dema polîsan li ser rê an jî di sikakekê de dida dû wan bi dolabên ku ji Daro hîn bûbûn xwe difilitandin û -bi gotina Daro -polîs têk dibirin. Piştî ku Daro nasandina Şengo qedand, berê xwe da Tofan: "Bila çend rojek Şengo bi te re rojnameyan belav bike." û ji Şengo re got: "Ku tu hemû kuçeyan û riyên asê zanibî, tu yê rojnameyan xweş belav bikî. Sê sal in Tofan belavkariyê dike. Rojnameyek tenê jî nexistiye destê dijmin. Ku tu karibî vî karî pêk bînî, ev kar ji firotina datliyan hêsantir e û perê jê tê jî zêdetir e."

Piştî gotinên Daro, zarok cot bi cot ji xaniyê kavilbûyî derketin û her cotekê ber xwe da sikakeke din. Şengo û Tofan ku ji bo li ser roja dîtir bipeyivin bi hev re derketibûn, ji sikakeke xwarûvîç berê xwe dabûn Ofîsê. Hê sikak xilas nekiribûn, ji bin avahiyên di hev de yên Baglarê, polîsên sîvîl, çevîk û yên bi rûpoş ên di destên wan de çekên giran hebûn, dora wan girtin. Tofan berê xwe da Şengo û bi dengekî nizm got: “Aha ji te re azmûna yekemîn...”



*Li bakurê Kurdistanê zarokên bi seyarî şîranî difiroşin, bi vî awayî gazî dikin. Ev şêweyê gazîkirinê ji tirkî hatiye.

Azadiya Welat - 16/08/2009