Showing posts with label Mîr Baz. Show all posts
Showing posts with label Mîr Baz. Show all posts
5/28/23
Bi-tene
Xwedê ji dewlet û pergala alman razî, zarokên ne-alman yên
li almanyayê dijîn bi hewldaneke biçûk ya malbata xwe, dikarin gava fêrî zimanê
almanî bibin ji zimanê xwe yê zikmakî xerîb nebin/ji zimanê xwe yê zikmakî şerm
nekin û jê nefretê nekin.
2/25/18
Lolanî xweş e
Hûn dizanin
“lolanî” çi ye? Lolanî ew tişt e ku me ronî û germ dike. Em
diêjin “ronahî” lê Mîr Baz dibêje “lolanî”.
Min mantiqê vê
veguherîna dengan hê tê dernexistiye. Belê, zarok “r”yê carê
wekî “y” carê jî wekî “l” bilêv dikin. Gelek caran jî
ciyên dengan/tîpan diguherin. Lêmin hê jî fêm nekiriye ka
“ronahî” çawa bûye “lolanî”.
Mîr Baz niha 2 sal û nîv e. Hê beriya bibe salek û nîv dest bi gotinan kir. (Wekî li virê dibêje “bacan”: https://www.youtube.com/watch?v=b4iGshSneF8)
Ez vê pêvajoya wî
ya fêrbûna axaftinê bi baldarî dişopînim. Gelek tiştên balkêş
fêr dibim. Wekî mînak, zarok pêşî navan fêr dibin paşê
cînavkan. Digot “Mîr Baz xwaze”. Hê derbasî “ez
dixwazim”ê nebûbû. Hê tewangê jî fêr nebûye. Dibêje “Baba
here market” lê ne “here marketê”.
Xaleke din ya ji
gelek xalên din yên balkêş, di destpêka fêrbûna axaftinê de
peyvan li gorî demê natewîne. Mesela, gava di pêvekên rojnameyê
de wêneyê pêlîstokekê didît, digot “Baba ev kirî” yan
“Baba ev Mîr Baz kirî” yanî “Baba vê ji Mîr Baz re
bikire”. Piştî min jê re pêlîstokek dikirî jî digot, “Baba
ev kirî”.
Mînakeke din ji bo
tewandina peyvan li gorî demê: “Mîr Baz xwarin xwar, baba Mîr
Baz parkê”. Tercumeya vê: “Mîr Baz xwarin bixwe baba Mîr Baz
bibe parkê”.
Piştî 2 saliya xwe
êdî hêdî hêdî cînavkan fêrdibe, dbêje, “ev ya min e, ev ya
tu ye”. Berê tenê digot “ya Mîr Baz” û “ya baba”. (hê nû nû "im", "e", "î"ya wekî li dawiya "ya min e" fêr dibe) Diyar e heta demekê wê cudahiya di navbera “tu” û “te”yê
de fêr bibe.
Bi fêrbûna
cînavkan re niha dibêje “Mîr Baz çû” û “Mîr Baz here”.
Lê hê jî “ê”, “bi”, “di”yên ji bo diyarkirina demê
bbaî bi kar nayne. “Ez herim” lê ne “ez ê herim”, “Mîr
Baz bîne” lê ne “dibîne”, “Mîr Baz leyze” lê ne
“dileyize”, “Mîr Baz xwaze” lê ne “dixwaze”.
Werhasil, ji bo min
gelekî ecêb e ku şahidiya fêrbûneke kurdî ya bêyî tesîra
tirkî dikim. Ji ber ku peywendiya me ya bi civaka alman re gelekî
kêm e, niha bandora almanî li ser tune ye lê ji ber ku li ser
Youtube Kidsê gelek vîdyoyên zêxefîlman temaşe dike, dibê qey
hinek bandora înglîzî li ser heye.
Ji ber tirsa ku li
welêt qedexeya tirkî ya nav malbatan tirkî li ber dilê zarokên
wan şîrîn dike û kurdî li ber dilê wan reş dike, peyvên
înglîzî lê qedexe nakim.
Wê rojê li
firoşgeheke pêlîstokan baz da û gazî min kir got, “kam, kam”
(come come). Ez çûm balê, min got “kam çi ye?” Wî got
“were”. Paşê pêlîstok nîşan dan got, “Mîr Baz blû
(blue) kire” (Ji Mîr Baz re ya blû bikire). Min got “blû çi
ye?” Wî got, “blû, şîn”.
Ji ber ku tiştên
di Youtube Kidsê de jê re balkêştir in. Lê ji ber ku axaftina pê
re tenê bi kurdî ye, ev niha zirarekê nade fêrbûna wî ya kurdî.
Heke em vegerine ser
“lolanî”yê... Li vê Almanyaya kambax, ji ber ku zivistanê pir
sar e û havînê jî heta 10 – 10 û nîvê şevedinya ronî ye,
li ber pencereyên malan derebe hene. Gava derve ronî be jî heke tu
derebeym bînî xwarê, ode tarî dibe. Em jî şevê derebeyê tînin
xwarê ku xanî sar nebe.
Heçî Mîr Baz e,
dijminê tarî û zilmetê ye, her gava şeveqêradibe, ji ber ku
nikare derebeyê rake, kursiyekê kaş dike ber bişkoka lambeyê û
lambeyê vedike û dibêje “lolanî vekir”.
Min digot belkî
“lolanî” ango “ronahî” tenê ji bo “ronîkirinê” fêm
dike.
Lê wê roja sar gava ez û wî di nav otomobîlê de bûn û tîrêjên rojê yên xurt em di nav otomobîlê de germ dikirin, wî got “lolanî xweş e”. Ji ber ku mesele ne “dijberiya tariyê” bû, min fêm kir ku êdî ji bo wî ronahî têkildarî “germkirinê” ye jî. (Ev jî lînka “lolanî xweş e”yê: https://www.youtube.com/watch?v=J1NkN7EKHPM)
1/7/18
YouTube Kids
Ne şaş bim, sala 2008an bû. Rojekê em li Misircê li malê rûniştibûn û ez bi telefona xwe ya destan ku min bixwe dosyeya wê ya ziman wergerandibû kurdî û hevalekî tamîrkarê telefonan ew dosye lê bar kiribû û ew telefon û gelekên din yên ji wê markayê kiribûn kurdî, ketibûm înternetê. Bavê min ji min re got, “dibêjin telefonên ku dikevin înternetê derketine, rast e kurê min?” Min telefona di destê xwe de ku markayeke çînî bû bi geroka xwe ya înternetê û bernameyên bi javayê hatine nivîsandin dikete înternetê nîşan da û got, “Erê, ez jî bi telefona xwe dikevim înternetê”.
Wê demê înternet
di hemû telefonan de tune bû. Di yên heyî de jî gelekî hêdî
bû. Lê li hemû bajar û bajarçeyan kafeyên înternetê vedibûn.
Yek li dû yekê. Çûna kafeyên înternetê ji bo gelekan bûbû
nexweşî. Mirov hebûn ku ji bo heqê rûniştina li kafeya
înternetê dev ji cixareyê berdidan.
Piştî ku
teknolojî bi pêş ket, Samsung û Apple ketin qayîşkêşanê û
markayên din da dû wan, êdî telefonên dikevin înternetê ketin
her malê, û li her malê jî çend heb. Ew nexweşiya înternetê
ya li kafeyên înternetê li xortan bûbû bela, niha zarok xistine
nav pençeyên xwe. Kesên ku zarokên wan yên ji salek û nîvî
mezintir hene vî derdî baş dizanin.
Di van telefonên
bi înternet de tişta herî zêde bala zarokan dikişîne bêguman
YouTube e. Êdî mirov dikarin ji vîdyoyên li ser YouTubeê bar
dikin pere qezenc bikin. Vîdyo çiqas bên temaşekirin ew çend jî
pere jê tê. Ji bo vê jî, gelek kes hene ku vîdyoyên beredayî
ku tenê bala zarokan dikişîne çêdikin. Di wan vîdyoyan de li
hev dixin, diqîrin, tiştan davêjin hev û dişikînin û gelek
tiştên din.
Demekê Mîr Baz
-ku niha du sal û nîv e- gelekî agresîf bûbû. Zû hêrs dibû,
tif dikir, gava me tiştekî bi delalî jê re digot diqîriya. Me zû
tê derxist ku ji wan vîdyoyên YouTubeê hîn dibe. Kanalên ku jê
re nebaş bin min yek bi yek asteng kirin. Lê malxiraban ew çend
zêde ne ku bi astengkirin û gilîkirinê naqedin.
Li ser vê, min
zend û bendên xwe ba dan û min got ez ê bernamokeke -app- ku tê
de tenê vîdyoyên ji bo zarokan hebin çêkim. Û ez difikirîm ku
li ser “indiegogo.com”ê kampanyayeke ji bo peydakirina fînansê
jî bidim destpêkirin. Lê piştî lêkolîneke kurt, min dît ku
YouTubeê beriya 2 salan -di sala 2015an de- bernamokeke bi navê YouTube Kids çêkiriye. Eynî wekî
tişta ez difikirîm.
Niha Mîr Baz ji
telefona destan li YouTube Kidsê û ji ser Laptopê jî li Caillou
-bi kurdiya Dunya TVê- temaşe dike û wekî berê ne hêrsok e.
Em hêvî dikin ku
çawa YouTube Kids bi hawara me ve hat, Zarok TV jî bi hawara me ve
were û bi kurdiyeke rast Caillou wergerîne kurdî.
Têbinî1: Bila di
navbera me de be, Mîr Baz jî kanaleke YouTubeê heye
(https://www.youtube.com/channel/UCfNu_jnkDp8w0tAWo5GaHtg)
Subscribe to:
Posts (Atom)



