2/22/10

Yek çawa dibe kurd?

AMED ÇEKO JIYAN

Em dikarin vê sernavê wekî “yek çawa dibe tirk/alman/înglîz/ereb an jî gelekî din?” jî bixwînin. Lê ji ber ku em ê di mijara netewebûn an jî gelbûnê de bi taybetî qala kurdan bikin, çêtir e em bibêjin “yek çawa dibe kurd?”
Hêja ye ku em di serî de bêjin ku mirov endamê kîjan neteweyê dibe bila bibe, ji hêla rûmetê ve tu tişt lê zêde nabe an jî kêm nabe. Yanî kurdek ji tirkekî an jî îngilîzek ji kurdekî ne birûmetir e. Rûmeta mirovan ne li gorî neteweya wan, lê li gorî rêzgirtina ji bo nirxên mirovahiyê kêm dibe an jî zêde dibe.
Li gorî Makeqanûna Tirkiyeyê, 'Hemû kesên ku welatiyên Tirkiyeyê ne tirk in'. Gotineke din jî heye ku dibêje, 'Mirov xwe ji çi miletî bihesibinî, ji wî miletî ye'. Gelo bi 'hesibandin'ê an jî bi qanûnan neteweya mirovî diguhere? Teqez bersiva vê 'na' ye. Em bi meselokeke qerfî qala vê bikin:
Dibêjin rojekê zilamekî ku xwestiye nîşan bide ku misilmanî ji xiristiyaniyê çêtir e, dolabek gerandiye. Ev zilam çûye dêrê û ji wan re gotiye ku dixwaze bibe xiristiyan. Keşeyan zilam xistiye nava ava teqdîsê û gotine 'Tu misilman ketê, xiristiyan jê derketî' û bi vî awayî zilam bûye xiristiyan. Zilamê fêlbaz ku li ber çavên keşeyan êdî xiristiyan e, rojeke yekşemê çend kîlo masî dikire û diçe dêrê. Ji ber ku masî pir bêhn didin, keşe dixeyidin û dibêjin 'Ma tu nikaribûyî rojeke din masiyan bînî? Roja yekşemê ev der pir qerebalix dibe û nabe ku bêhna masiyan bikeve dêrê. Li ser vê, zilam diçe ber cihê teqdîsê û masiyan dixe nava avê û derdixe, di ber de jî dibêje, “Tu masî ketê mirîşk derketî.”
Bi gotina 'ez bûm kurd/tirk/îngilîz' an jî bi fermana 'tu bûyî kurd/tirk/îngilîz' neteweya mirovan naguhere.
Ku em werin ser mijarê; yek çawa dibe kurd, em dikarin bibêjin “Yê/ya ku pêşiyên wî/wê kurd in ew jî kurd e”. Lê gelo ev çiqas rast e?
Eger ku em vegerin kûrahiyên dîrokê, em ê bibînin ku pêşiyên kurdan soberî, lûwî, hûrî, mîtanî, gûtî, kardoxî, medî û komên din ên ku li Kurdistanê jiyane û zimanê wan ew ziman in ku kurdiyên îro (kurmancî, soranî, zazakî, goranî) jê tên. Hêja ye ku em li vir qala zimanê albanî -zimanê arnawitlixê- bikin ku ew ziman jî wekî kurdiyên îro, dikare di nava van koman de bê hesibandin.* (Jixwe li gorî lêkolînên li ser genetîkê, diyar bûye ku ji hêla genetîkê ve herî zêde albanî nêzî kurdan in.)
Li gel vê encamê, em dikarin gelê belûcî ku welatê wan di navbera Îran, Pakistan, Afganistanê de hatiye parçekirin û zimanê ku ew îro diaxivin wekî zaravayeke kurdî ye, li ber çavan bigirin. Her wiha belûcî jî wisa qebûl dikin ku 'medî' -wekî ku pêşiyên kurdan in- pêşiyên wan in jî.
An jî em berê xwe bidin bakurê Kurdistanê û kurdên ku di salên 40-50'yî de ketine ber çerxa asîmîlasyonê bigirin dest. Gelo îro ji nifşên ku ji wan kurdan mane rêjeya yên ku hê jî xwe kurd dihesibînin çi ye? Wekî din, Seîdê Nûrsî di sala 1909'an de di xweparastineke xwe de qala bîst hezar kurdên ku li Stenbolê dijîn dike. (Di sala 1901'an de nifûsa Stenbolê 942.900 bû. Lê di 1927'an de 680.857 bû. Sedema kêmbûna hejmarê ew e ku piştî damezirandina komarê gelek kesên 'nemisilman' ji Stenbolê koç kir.) Gelo îro ji nifşên ku ji wan bîst hezar kurdan mane rêjeya yên ku hê jî xwe kurd dihesibînin çi ye?
Nexwe em dikarin bibêjin pêkan e ku neteweya mirovan û neteweya pêşiyên wan ji hev cuda bin. Hêleke din heye ku di mijara netewebûnê de gelekî balkêş e. Li gorî lêkolîna Beşa Genetîkê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Stanford, li Tirkiyeyê rêjeya genan wiha ye.
J, gena ji bakurê Afrîkayê, Rojhilata Navîn û başûrê Ewropayê, ji sedî 33.8
R, gena ji Ewropayê, ji sedî 24
E, gena ji Afrîka û bakurê Ewropayê, ji sedî 11.4
G, gena ji Îran û Qafqasyayê, ji sedî 11
I, gena ji bakur û rojhilatê Ewropayê, ji sedî 5.2
L, gena ji Hindistanê, ji sedî 4.2
N, gena ji Sîbîrya û Fînlandiyayê, ji sedî 3.9
C, Q û O, genên ji Asyaya Navîn, ji sedî 3.0
K, gena ji Pakistanê, ji sedî 2.5
A, gena ji Afrîkayê, ji sedî 1
Ev encama lêkolînê ya li jorê, nayê wateya rêjeya gelên li Tirkiyeyê. Dibe ku bi mirovekî re ji van genan gelek gen hebin. Yanî dibe ku bi yekî re hem gena ji Rojhilata Navîn, hem ya ji Afrîkayê û hem jî ya ji Qafqasyayê hebe. Ev jî nîşan dide ku em nikarin ji bo kesekî bêjin 'ji hêla genetîkê ve ji sedî sed ji filan neteweyî ye'.
Nexwe em ê li gorî çi ji yekî re bêjin kurd, tirk an jî îngilîz? Bersiva vê pirsê, di zanista civaknasiyê de ye: Yên adet, çand û folklora wan yek e û bi heman zimanî dipeyivin, ji heman neteweyê ne. Nexwe em dikarin ji kesên ku li gorî adet, çand û folklora kurdî dijîn û bi zimanê kurdî dipeyivin re bêjin 'kurd'. Her wiha ev ji bo neteweyên din jî wisa ye.
Di mijara 'netewebûn'ê de, diyardeya herî diyarker, ziman e. Lewre ziman stûna konê neteweyî ye û wekî Celadet Bedirxan dibêje; Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin: Ol yek, ziman dudu. Lê heke ola miletên serdest û bindest yek be, hingê çek yek tenê dimîne ew jî ziman e.
Di pirtûkên dîrokê de behsa gelek neteweyên ku di demên kevn de li Mezopotamya û Enedolê jiyane tê kirin. Lê ew neteweyên ku demekê serwer bûn, îro 'najîn'. Em nikarin biangêşin ku hemû endamên wan neteweyan mirine. Ya rastî ew e ku, pêşî bawerî û çanda wan gelan miriye/tune bûye, paşê dor hatiye zimanê wan. Piştî ku ziman jî miriye, netewe miriye. Û kesên ku pêşiyên wan endamên yek ji wan neteweyan bûn, bi bawerî, çand û ziman bûne endamên hin neteweyên din. Jixwe tespîteke civaknasî ye ku mirovên ji welatê xwe (ji ziman û çanda xwe) dûr ketine, herî zêde sê nifşan wekî 'xwe' dimînin û piştre dibin 'yên din'.
Ji ber vê rastiyê ye ku serdestên kurdan, bi salan e zextan li ser zimanê kurdî dikin û hewl didin ku zimanê kurdan bidin jibîrkirin. Ev êrîşên asîmîlekar ku berê bi zordestî dihatin kirin, niha bi pêşketina teknolojî û amûrên ragihandinê, gihîştiye asteke bilind. Serdestên asîmîlekar îro dikarin bi saya fîlmên televîzyonan ku tê de her tim kesên xirab cilên gelêrî yên kurdan li xwe dikin û wekî kurdan tirkî dipeyivin, êrîşî binhişê kurdan bikin da ku kurd ji ziman, çand û adetên kurdî -bêyî ku lê hay bibin- nefretê bikin. Û gelek caran, ji ber van hestên 'antî-kurdî' yên ku di encama êrîşên bêeman ên bi amûrên ragihandinê li me peyda bûne, ji me werî em qala 'wekhevî' û 'biratî'yê dikin lê tiştê em dikin tenê dijberiya kurdî ye.
Bi kurtî, divê em ji tu zimanî û ji tu neteweyê nefretê nekin lê belê divê em ji zimanê xwe û neteweya xwe HEZ BIKIN.
Wekî encam; ji bo ku em ji yekî re bêjin kurd an tirk an jî îngilîz, em nikarin li encama testên genetîkê binêrin, lewre dibe ku li gorî encama testên genetîkê bi wî kesî re hem genên Rojhilata Navîn hem jî genên Afrîka an jî devere din bi hev re hebin. Yanî tiştê em bikin ew e ku em ê binêrin ka bi kîjan zimanî dipeyive û li gorî kîjan çand û adetan dijî. Bi hêviya ku kurdî her li dinê be, Roja Zimanê Zikmakî pêşî li hemû kurdan û li hemû cîhanê pîroz be.
*O. L. Vilcheviskj, Destpêka Dîroka Etnîkî ya Gelê Kurd, Weşanên Lîs, 2010


Azadiya Welat 1105