2/15/20

Nirxandinek li ser Rêbera WMê û rexneyên lê

Wekî gelek karan, mixabin di karê amadekirina Rêbera Rastnivîsandinê ya Weqfa Mezopotamyayê (WM) de tişta ku diviya di serî de bihata kirin, dawiyê tê kirin. Piştî Rêbera WMê hat çapkirin û bi buhayekî “nehindik” dest bi firotina wê hat kirin, pêşî li ser medyaya civakî rexne lê hatin kirin û paşê jî li ser blogan û di rojname û kovaran de rexneyên li ser wê hatin weşandin.

Bi raya min, diviya ev di destpêka vî karî de bihata kirin yan jî pirtûka çapkirî, wekî pêşnûma/reşnivîs bihata pêşkêşkirin û beşdarên "Komxebata Kurmancîyê" piştî demeke diyarkirî, bi nirxandina rexneyan berhemeke tekûz pêşkêş bikira.

2/12/20

Xwendin û Dibistan û Dîplome


Sala 2009an yan 2010an bû. Li wê hêlê, ango li Hewlêrê konferansek dihat lidarxistin. Konferans li ser zimanê kurdî bû. Wekî di hişê min de maye, ne tenê li ser ziman, lê li ser ziman û wêjeya kurdî bû. Gelek zimanzan û wêjekarên naskirî û nenaskirî beşdar bûbûn.
Di wan rojên ku konferans li dar bû de, yekî ji wê hêlê, şarezayekî zimanê kurdî ku bi kurmancî û soranî û hewramî baş dizanî -wekî tê hişê min, ji aliyê dê ve hewramî bû-, gelekî hêrs û xemgîn bû ku ew nehatibû vexwendin. Sedema ku nehatibû vexwendin ew bû ku dîplomayeke wî tune bû.