11/30/15

Li kuçeyên Amedê tiyatroyeke nîvcomayî

Ji roja kuştina Tarhir Elçi ve pirsek di mejiyê min de ye:
Heke kamera ne li wirê bûna?
Yan jî, heke ne di qeydê de bûna?
Gelo wê çaxê ev tiyatroya nîvcomayî wê çawa bûya?

Min jî wekî her kesî ji ser medyaya civakî li hemû vîdyoyên wê gavê temaşe kir. Ji qeyda mobeseyê heta qeyda ku kameramanê DÎHAyê kişandiye...
Qeyda kameraya DÎHAyê dereng ket ser înternetê. Heta wê gavê di çapemeniya tirk de “şahidên bûyerê” digot “Tahir Elçi demançeya xwe kişand lê nekarî bi kar bîne.”
Paşê derket holê ku kesê ji cadeyê ve bi bazdan tê, wê demançeyê davêje polîsekî... polîsê ku bi dehan guleyan berdide lê guleyên wî ne li kesê direve dikevin ne jî li cam û derebeyên dikanên li hember...
Paşê ew polîs û polîsekî din berê xwe didin Minareya Çarling, ciyê ku ew kes ber bi wê ve direvin, ciyê ku Tahir Elçi li wir... û paşê dîsa guleyan berdidin. Polîsên li wir ji polîsekî nav xwe re dibêjin, ji vir here... ew polîs ber bi cadeyê ve direve diçe. Polîsek gazî dike, “çek bînin, çek.” Polîsekî din qîr dike aliyê ku ew kesên ji cadeyê hatî ber bi wê ve reviyane, dibêje “nereve”, paşê dibêje “bireve”.
Piştî temaşekirina van vîdyoyan, ev pirs hate hişê min: Heke kamera ne di qeydê de bûna?
Û paşê kuştina Ugur Kaymaz hate hişê min, kuştina her du xortên li Diyadînê, kuştina kesên ku piştî hatine kuştin çekek avêtine ber cenazeyê wan û gotine “di pevçûnê de” hatine kuştin.
Heke kamera ne di qeydê de bûna, gelo dûrî aqilan e ku manşetên çapemeniya wan wisa bûna: Parêzerê PKKê di pevçûnê de hat kuştin!
Heke kamera ne di qeydê de bûna, yan jî heke qeydên kameraya DÎHAyê nebûna?

30.11.2015, Amed