11/28/09

Li herêma qedîm serdemeke zêrîn














Amed Çeko JIYAN - Abdullah ÇETÎN
Gurdilan-Kurtalan
Gurdilan ku di belgeyên dîrokî yên yewnan, ermen û cihûyan de bi navên cuda yên wekî Corduene, Gorduene, Cordyene, Cardyene, Carduene, Gordyene, Gordyaea, Korduene, Korchayk û Gordian tê zanîn, di salên 400 B.Z. de bûye navenda dewleta Qraliyet an jî Mîrektiya Gurdilan. Di Anabasisa Ksenefon de tê gotin ku di salên 400 B.Z. de gelekî bi navê kardoxî li çiyayên bakurê Dîcleyê dijiya û li herêma xwe desthilatdar bû. Gelê ku di navbera wî û qralê persan de dijminatî hebû, dijminatiya bi hezaran leşkerên yewnan jî kir. Gelê kardoxî ne xwedî çekên giran bû lê di navbera kardoxî û yewnanan de heft rojan şerekî dijwar çêbû ku ji bo yewnanan ji şerê ku bi qralê persan re hatiye kirin dijwartir bû.

Navenda erzaniyê: Erzen

Navenda erzaniyê: Erzen

Li gorî saloxên kalên bajar, Deşta Xerzan navê xwe ji bajarê Erzen ê kevnare digire. Dîsa li gorî heman saloxan peyva Erzenê jî ji 'erzan'iyê tê. Tê gotin ku Erzen di serdema xwe de navenda şaristanî û dewlemendiyê bû. Gundiyên li gundên li derdora Erzenê dijîn, bi salan e ji xirbeyên Erzenê polik û peykerên zîv û zêr derdixin û mixabin difiroşin. Gundî dibêjin ku di serdema xwe d eli Erzenê derbxane ku lê pere dihatin çêkirin hebû û sedema ku li bajarê kevnare wisa pir pereyên zêr û zîv derdikevin jî ev e. Hinek gundî dibêjini ku digel polik û peykeran, qalibên ku pere pê dihatin çêêkirin jî ji xirbeyan derketiye. Ji ber ku hê li Erzenê tu lêkolînên arkeolojîk nehatine kirin, dîroka avabûna bajêr baş nayê zanîn. Lê li gorî efsaneyekê; Sê qîzên keyekî hebûne. Key her sê qîzan dizewicîne û ji bo her yekê bajarek ava dike. Ji yekê re bajarê Amedê, ji ya din re bajarê Bismilê û ji ya dawî re jî bajarê Erzenê ava dike. Dîsa di heman efsaneyê de tê gotin ku her sê bajar li gorî heman planî hatine çêkirin.
Wekî din, di dîroka Erzeromê de tê diyarkirin ku du bajarên bi navên Erzen hebûne. Ji bo ku di navbera wan de tevlihevî dernekeve, ji Erzena li hêla roman re gotine Erzen-Rom û ev nav wekî Erzerom hatiye heta îro.

Li hêlekê çiyayê Gurdilan li hêlekê deşta Xerzan
Navçeya Misircê ku wekî Kurtalan jî tê zanîn, li qûntara çiyayê Bêkendê ku milekî Gurdilan e û li ber deşta Xerzan hatiye avakirin. Navê navçeyê Kurtalan ne wekî hatiye fêrkirin ji Kurt-alan ango qada-guran tê. Berevajî vê, ji peyva Gurdilan ku koka wê digihîje heta Kardoxan, tê. Beriya ku Misirc bibe navçe û navê Kurtalanê lê bê kirin, navçe pêşî li Erenzê bû, paşê bi dor navçe bûye Zoqeyd, Beybo û Zoq. Piştî ku trên heta gundê Misircê tê, di sala 1944'an de qaymeqamî bar dike Misircê û bi navê Kurtalan dibe navçe.

'Ez ê dengê xwe bidim DTP'ê'
Niştecihekî ku nexwest navê xwe diyar bike, anî ziman ku bi salan li saziyeke dewletê xebitiye û tu caran dengê xwe nedaye partiyên tevgera kurd lê piştî xizmeta Şaredariya DTP'î ya ji bo navçeyê dîtiye, di hilbijartinên pêş de dê teqez dengê xwe bide DTP'ê û wiha got, “Necat Yilmaz di şeş mehan de xebatên wisa kirin ku ji avabûna vî bajarî ve nehatine kirin. Gava hate ser kar, got, 'Meaaşê min ê Şaredariyê têra min dike. Ez ê nedizim û nehêlim tu kes bidize.' Me dît gava dizî nebe, karên gelekî hêja çêdibin. Hema heta îro her Şaredarekî bi qasî xebatên di van şeş mehan de hatine kirin kiribûya, îro navçeya me dê ne di vî halî de bûya. Di hilbijartinên pêş de DTP dîsa Necat derxe, ez ê dengê xwe bidim DTP'ê.”
Ji Niştecihên navçeyê Vasfeddîn Sevîş diyar kir ku ji xebatên Şaredariyê qayîl in û wiha got, “Şaredariya me dixebiye. Ji sûkê heta nava taxan, li her derî dixebitin. Kesên ku dengê xwe nedane DTP'ê jî dibêjin ku poşman in û dê careke din dengê xwe bidin DTP'ê. Şaredarê me her tim di nava gel de ye. Xebatkarên Şaredariyê li ku xebatan bikin, ew jî li wirê li ba wan e.”
Xwendekarê bi navê Firat Keskîn jî anî ziman ku Şaredariyê digel xebatên çêkirina rê û peyariyan, festîvalan li dar dixe û navendeke çandê jî vekiriye û wiha domand, “Berê tenê em dikaribûn herin qehwexaneyan. Ji qehwexaneyan pê ve tu dereke din tune bû ji bo me. Niha navenda çandê heye. Li navendê xebatên çand û hunerê tên kirin.”
Piştî me der barê xebatên Şaredariyê de ji gelê Misircê nêrîn girtin, me xwest ku em der barê xebatên hatine kirin de çend gotinan ji Şaredar Yilmaz jî bigirin. Dema ku Yilmaz dest bi axaftinê kir û xebatên heta niha hatine kirin vegot, sûka Misircê vegeriya qada mîtîngê û gelê Misircê bi çepikên xwe piştgirî da Şaredarê xwe.
Şaredarê Misircê Necat Yilmaz, li ser pirsên me, anî ziman ku piştî hatine ser kar, wekî karê yekemîn, ji bo ciwanan ji qehwexaneyan bifilitînin û berê wan bidin çand û hunera kurdî, navendeke çand û hunerê vekirine û niha 105 ciwan tevlî kursên wekî kursa şanoyê, kursa sazê, kursa gîtarê, kursa înternetê û kursa koroya zarokan bûne û perwerdehiya çandî ya li navenda çandê didome. Yilmaz diyar kir ku ji bo gelekî tiştekî gelekî xirab e ku ciwanên wî li qehwexaneyan birizin û ji nirxên xwe dûr bikevin. Yilmaz got ku ji bo ku çand û hunera kurdî bixin rojeva navçeyê, festîvalên çand û hunerê jî li dar dixin û gel bi çanda xwe ya resen û kevnar re rû bi rû dikin.
Şaredarê Misircê Necat Yilmaz diyar kir ku ji bo ku navçeyê ji herî û qirêjiyê xilas bikin, Projeya Veguherandina Bajar amade kirine û beriya ku Projeyê bixin meriyetê, bi tevlîbûna gel, saziyên sivîl, sendîka, partiyên siyasî û keyayên taxan re civînekê li dar xistine û projeyê bi hemû kitekitan vegotine. Piştî ku gel di encama hilbijartinê de proje erê kiriye, xistine meriyetê.
Şaredar Yilmaz got ku heta niha Misirc wekî gundekî xuya dikir lê piştî ku hatine ser kar, ji taxên li perên bajar ku di her baranê de di nav heriyê de diman dest pê kirine û heta navenda sûkê dest bi xebatên ji bo çêkirina rê û peyariyan kirine û wiha domand, “Di her baranê de bajar di nav heriyê de diman, ne rê hebûn ne peyarê. Me Projeya Veguherandina Bajar da destpêkirin. Ji bo lêçûnên projeyê me bi esnafên Misircê re civînekê li dar xist. Nîvê lêçûnan Şaredaarî, nîvê din jî esnafên Misircê dan. Me li taxa Kendalan bi gel re civînekê çêkir; me pirsgirêkên taxê tesbît kirin. Me ciwanên taxê yên bê kar jî tevli xebatan kir. Niha rê, peyarê û binesaziya taxê qediyaye. Heta niha li taxa Kenddalan 4 hezar û 900 metrekare, li taxa Dîcleyê 20 hezar metrekare rê û peyarê hatiyey çêkirin û li sûkê û taxên din xebatên me didomin.”

Rûyê navçeyê diguhere
Navçeya ku ji 1944'an ve tu xizmeteke berbiçav lê nehatiye kirin, van rojan seranser bûye şantiye. Li navenda bajêr û hemû taxên li derdorê karkerên Şaredariyê bêwestan dixebitin. Gelê ku heta îro xebateke wisa li navçeya xwe nedîtiye, li dora karkeran dicivin û wekî fîlmekî sînemayê temaşe bikin, li karkeran temaşe dikin. Sedema vê temaşeyê herî baş kalekî got. Dema yê li kêleka wî got, 'Qê sînema ye wisa civiyane?' wî kalî got, 'Rebena, heta îro tiştekî wisa nedîtiye.' Û dînema herî balkêş ew bû ku sofiyên ku pêşî ji yên derdora xwe re poşmaniya xwe ya ji ber ku deng nedane DTP'ê gotin û piştre jî bi karkeran re kevirên ji bo çêkirina rê kişandin.
Ev sê serdem in Şaredarî di destê DTP'ê de ye. Gel ji Şaredarên berê yên DTP'î gazincan nake. Lê gel dibêje ku wan ne ji Şaredarê niha Necat Yilmaz ne jî ji tu kesê din xebateke wisa hêvî dikir. Dema mirov li civatan rûdine, dibîne ku yên dengê xwe dane DTP'ê pêdivî bi propagandaya Şaredariyê nabînin; yên ku aşkera dibêjin wan deng nedaye DTP'ê, pesnê xebatên Şaredariyê didin û dibêjin di hilbijartinên pêş de dê dengê xwe bidin DTP'ê. Sedema vê yekê jî bi hevokekê tînin ziman, 'Yê raya xwe danê jî yê raya xwe nedanê jî li ba wî yel in, xizmetê ji me teva re dike.'
Li Misircê sûk hatiye xirakirin û ji nû ve hatiye çêkirin. Ji bo kesên ku ji gundan tên li eraseyê mast, fêkî û sebzeyan difiroşin, ciyekî ku dikaribin lê rûnin çêkiriye. Li navenda sûkê, wekî gelek Şaredariyên din ên DTP'ê Kuçeya Hunerê hatiye çêkirin. Hema li dawiya kuçeya hunerê, navendeke çand û hunerê hatiye vekirin û kursên wekî kursa şanoyê, kursa sazê, kursa gîtarê, kursa înternetê û kursa koroya zarokan tên dayîn. Li gelek deran pirsgirêka avê hatiye çareserkirin. Riyên ku di her baranê de di nav heriyê de mane, bi kevirên parke hatine lêkirin. Peyariyên sûkê hatine firekirin û heta nava taxên li perên navçeyê, li her derê rê û peyarê hatine çêkirin.

Min navçeya xwe nas nekir
Ji ciwanên navçeyê Bîlal Eren jî diyar ku ku wekî gelek ciwanên navçeyê, dema dibe bihar, ji bo kar diçe Marmarîsê û wiha got, “Piştî hilbijartinan ez çûm Marmarîsê. Dema vegeriyam, çi mabû min navçeya xwe nas nekira. Dema ketim sûkê, min dît karkerên Şaredariyê bênavber dixebitin. Bera heta em ji malê dihatin sûkê, em di nav heriyê de diman. Niha ji nava taxê heta sûkê her der peyarê ye. Şaredariyê ji bo ciwanan jî navenda êand û hunerê vekiriye. Ciwan êdî ji qehwexaneyan filitîn. Berê tenê qehwexane bûn ciyê ciwanan. Niha ji gîtarê heta sazê gelek kurs hene ku ciwan dikarin xwe bi pêş bixin.”
Kalê bi navê Ahmet Demîrhan jî diyar kir ku tu Şaredarî ji bo Misircê wisa nexebitiye û got, “Ew çend sal in ez li Misircê dijîm. Min xebateke wisa tu caran nedîtiye. Hûn dibînin, çawa milet li dora karkerên Şaredariyê civiyaye û li xebatan temaşe dike. Xebat ne tenê li navendê, heta nava taxan, li her derê tên kirin.” Ji esnafên navçeyê Hasan Kural jî diyar kir ku berê sûk jî tê de, her der di nav heriyê de bû lê niha li sûkê rê hatine çêkirin û peyarê jî gelekî fire ne. Kural wisa domand, “Şaredarî wisa dixebite ku êdî tu kes nikare tu gazinan bike. Sûka Misircê ji nû ve tê çêkirin. Berê peyarê tunebûn ku mirov li ser bimeşe. Niha sûka me fire bûye. Em ji Şaredatiyê qayîl in.”