10/7/18

Kurdê ku dikare bibe lehengê çîrokên O. Henry

Digo, rojekê ji cihûyekî Amerîkayê pirsîne, "Kêfa amerîkiyan gelekî ji we re tê, ma ne?"
Cihûyê belengaz gotiye, "Nirç. Îmana wan ji me diçe."
Xwediyê pirsê pirseke din li pirsa xwe zêde kiriye, "Çima nirç?"
Yê cihû gotiye, "Ji ber ku ji aliyê reng û rû, şekl û şemalê ve em û ereb gelekî dişibin hev, kî me dibîne dibêje qey em ereb in."

Îro meseleyeke hema bêje nêzîkî vê hate serê min.
Mesele pir ne nêzîkî vê be jî, gelekî nêzîkî çîrokke O. Henry ye.
Ka meseleyê bixwînin, heke we O. Henry xwendibe, hûn ê fêm bikin ka ez behsa kîjan çîrokê dikim.
Min beriya çend rojan ji malpera firoşgeheke amûrên elektronîk ji xwe re hard dîskek kirî. L iser malperê dinivîsand ew ê di nav rojekê yan du rojan de bigihîje navnîşana min. Ji ber ku roja paştir li virê betlaneya fermî bû, min got wê roja sisêyan li ba min be.
Piştî ku roja sisêyan bû şev û pakêta min hê jî nehat, min ji malpera kargoyê li rewşa wê nihêrt. Di malperê de dinivîsand ku ew ê 6ê mehê (ango roja çaran) di navbera 09:00 - 13:00î de bigihîje malê.
Roj qulibî û bû 6ê mehê, saet bû 09:00, 10:00, 11:00, 12:00 û ji 13:00î derbas kir. Min got de qey nake, bi derengî be jî ew ê îro bînin.
Saet ji 16:00 û 17:00î jî derbas kir lê pakêt hê jî nehat. Min jî bi du maîlan giliyê şirketa kargoyê li ba malpera firoşkar kir. Hema paşê jî, ez û Mîr Baz ji bo kirîna hin tiştan em çûn marketê.
Gava li marketê Mîr Baz hema her tiştî dixwest û min dikir ku wî qayîl bikim, yekî ji aliyê din ve bi kurdî silav kir. Yê silav kirî, hevalekî min ê efrînî bû ku demekê em bi hev re dixebitîn lê beriya çend mehan ji kar derketibû.
Hê silava min di devê min de, min dêna xwe dayê ku li ser t-shirtê wî logoya wê şirketa kargoyê hebû ku ev çend roj û saet bûn ez çaverêyê wê bûm lê nehatibû. Yekser min gotê, "Gidî, te li virê dest bi kar kiriye?" Wî got, "Erê, ça."
Hema çawa wî wisa got, min bi henekî xwe xeyidand û min bi henekî gazincan ji şirketa wan kir. Piştî gazinên min, wî got ku îro wî pakêtên taxa me belav dikir lê ji ber ku wî nav û paşnavê min ê di belgeyên fermî de bi hev re dîtiye û gotiye qey xwediyê pakêtê yekî tirk e, wî bi qest pakêt neaniye.
Ez pêşî hinekî hêrs bûm lê paşê keniyam. Lê ji ber ku roja paştir yekşem bû û anîna pakêta min ma roja duşemê, madê min hinek tirş bû.
Werhasil, wî soz da ku ew ê teqez bike ku pakêta min roja duşemê zû bigihîjîne malê û xatir xwest. Bi xatirxwestina wî re Mîr Bazê ku ereboka marketê tije cîps û çilekî kiribû, ji bo ku behs neyê ser tiştên wî xistine nav erebokêî gotî "Ev hevalê te bû."
"Erê, kur ê min, wekî lehenga O. Henry, li şûna kil bike, kor dike."