2/5/15

Du biwêjên kurdî: Aqilgirtin yan Aqilnegirtin

Aqilgirtin biwêjeke me kurdan e. Ji bo kesekî ku aqil nagire dibêjin, "filankes aqil nagire, her carê eynî şaşiyê dike". Yan jî ji bo kesekî ku -ji şaşiyên xwe- aqil digire dibêjin, "helal be, te vê carê aqil girtiye".
Belkî hûn ê bêjin ka derdê te çi ye tu di van rojên ku roj êdî dirêj dibin de aqil difiroşî me. Ya rast, niyeta min ne ew e ku ez aqil bifiroşim kesî, niyeta min ew e ku em ji şaşiyên berê aqil bigirin.
Şaşiya ez dibêjim, ew şaşî ye ku li Gurdilan bû sedem ku şaredarî ji destê BDPê derkeve û li gelek deveran bû sedem ku dengên BDPê kêm bibe.
Dibe ku gelek sedemên vê şaşiyê hebin, lê li gorî min sedema bingehîn ew e ku BDPê xwest bêyî ku kedeke zêde dengên xwe zêde bike.
Gelo tê hişê we, beriya hilbijartinên herêmî hema bêje roj tune bû ku li ser ANFê û malperên din nûçeyeke "filan eşîr beşdarî BDPê bû" nehatibe weşandin. Hema di Googleê de binıvîsin "aşireti BDP'ye katıldı"*, hûn ê bibînin ka çiqas "eşîret" beşdarî BDPê bûne.
Min wê demê gelekî meraq dikir, gelo eşîret çawa beşdarî "partiyeke ku li dijî feodalîzmê têdikoşe"  dibin, yan jî "partiyeke ku li dijî feodalîzmê têdikoşe" çawa "eşîretan digire nav xwe".
Bêguman divê deriyên partiyê li hemû endamên hemû eşîretan vekirî be, eşîretên ku demekê bi komî ketina nav şaşiyan jî di nav de.
Lê divê du tişt neyên jibîrkirin.
1- Terzê "tevlêkirina bi eşîrkî" ji dema Suleyman Demirel ve terzê dewletê ye. Ku hişmendî ev e; encumentî, şaredartî yan jî parlamentiyekê bide serokê eşîrê, jixwe gundî ker in wê li pey herin.
2- Dibe ku gelek eşîr yan serokeşîr bi takekesî yan jî bi eşîrkî demekê "tiştên nebaş" kiribe û niha dest ji wan şaşiyan bikêşe û beşdarî partiyên kurdan bibe. Wê demê divê derî li wan kesan vekirî bin, lê hema bi beşdariya nav partiyê divê "serokeşîrên wan" bi encumenî, şaredarî yan jî parlamentiyê neyên "xelatkirin".
Heke na, -Xwedê neke- dibe ku aqûbeta Gurdilan/Misircê li deverên din jî bê serê me.
Hêvî dikim wê kes dilê xwe li min negire. Min xwest ji dilê safî hişyariyekê li partiya xwe bikim ku ji 18 saliya xwe ve deng didimê. Li gel ku hin caran namzet ne bi dilê min bûn, di berf û baranê de bi halê xwe yê nexweş ji bo deng bidimê min ji bajarekî daye rê û hatime bajarekî din.
Piştî daxuyaniya birêz Selahattin Demirtaş ya li ser rewşa parlamenteriya "Kadir Inanir" û "Dengir M. Firat", min girîng dît ku van tabloyên hilbijartinên Gurdilan û (li gorî ragihandina Muhsîn Kizilkaya**) gotina Kadir Inanir ku dibêje "tevgera kurdan tevgereke kedê ye, di nav wan de kesên ku bi salan e kedê didin û xwe bi pêş ve dibin hene, û wê neheqiyek be heke tenê ji ber navdarbûna xwe derkeve pêş", parve bikim.
Hêvî dikim em ji şaşiyên xwe aqil bigirin, kesên ku piştî "tohmeta bazirganiya tiryakê" ji partiya AKPê hatine dûrxistin "tenê ji ber ku serokê eşîran in" li ser serê gelê xwe yê kedkar û fedakar nekin parlamenter.














* https://www.google.com.tr/search?q=a%C5%9F%C3%AEreti+bdp%27ye+katildi&ie=utf-8&oe=utf-8&gws_rd=cr&ei=EjvTVNaAAcb3UpDqgMAK#q=a%C5%9Fireti+BDP%27ye+kat%C4%B1ld%C4%B1
** http://www.haberturk.com/yazarlar/muhsin-kizilkaya-2291/1039237-kadir-inanirin-sagligi-yerinde-dusundugu-hepimizin-sagligi