9/7/15

Klavyeya Kurdî ji bo Mac OS X 10.7.5ê

Beriya demekê, min li ser komputera xwe Windows 10 saz kiribû û ji ber ku gelek malperên kurdî li Tirkiyeyê qedexe ne, min klavyeya kurdî ya Nefelê peyda nekiribû. Li ser vê, min ji xwe re klavyeyek çêkiribû û li ser bloga xwe belav kiribû.
Hin hevalên ku Mac bi kar tînin pirsa klavyeyeke ji bo Macê kir. Ya rast ji bo Macê hin klavyeyên kurdî hene lê daxwaza hêjayan ew bû ku wekî klavyeya min û ya Nefelê, li ser bingeha klavyeya tirkî be.
Piştî lêkolînan min karî ji bo Macê klavyeyeke kurdî ya li ser bingeha klavyeya tirkî çêkim û li ser komputereke Mac saz bikim ku niha ez vê nivîsê li ser Mac OS X 10.7.5ê bi klavyeya kurdî dinivîsim.

Fermo, klavyeya kurdî jê bar bikin û li ser Maca xwe saz bikin.

Ji bo sazkirinê, dosyeya klavyeyê ji zipê derxin û kopî bikin nav peldanka -Library/Keyboard Layouts

Heke ev peldank veşartî ye, vê kodê di termînalê de binivîse ku xuya bike:

defaults write com.apple.finder AppleShowAllFiles YES; killall -HUP Finder


Piştî ku te dosyeya klavyeya kurdî kopî kir nav Library/Keyboard Layoutsê, komputerê ji nû ve bide destpêkirin. Paşê ji eyaran tercîhên klavyeyan veke û klavyeya kurdî tê de bibîne û hilbijêre.
Klavyeya kurdî wê li milê rastê-jorê xuya bike.

Di vê gavê de klavyeya kurdî li ser komputera min çalak nebû. Piştî ku min cara duyemîn ji nû ve da destpêkirin, çalak bû.

Heke bixwazî piştî ku hemû kar qediyan dosyeyan dîsa wekî berê veşartî bikî, di termînalê de vê kodê binivîse:

defaults write com.apple.finder AppleShowAllFiles NO; killall -HUP Finder