12/29/11

Pîlana kûr

Bi 10 15 rojan beriya vê sersalê, dîsa tirsek kete dilê min. Ew tirsa ku her tim beriya rojên taybet, rojên cejn û şahiyan dikete dilê min, bi 10-15 rojan beriya vê sersalê dîsa xwe bi min da hesandin: li devereke welatê min dîsa dê zarokên welatê min bi hovane bên kuştin... Ji ber ku her tim dema cejna Qurbanê, cejna Remezanê an jî rojeke din a pîrozkirinê nêzîk dibû û zarokên welatê min dihatin qetilkirin... Her ku rojeke şahiyê nêzîk dibe, ev tirs dikeve dilê min.
Mixabin bi sê rojan beriya sersalê, bi sê rojan beriya pîrozbahiyên sersalê, bi sê rojan beriya pîrozbahiyên ku dê teqez bi nîv-şadî nîv-xemgînî pêk bihata, li Roboska Qilabana welatê min bi dehan xortên nûciwan hatin qetilkirin... Hin ji wan 12 salî bûn, hin 16 salî û hin jî 20 salî. Bê çek û rext bûn. Li gel ku bê çek û rext bûn jî, ceger nekiribûn ku "ew" herine wan; balafirên xwe yên şer şandibûn ser wan.
Difikirim: gelo eger hefteya pêşiya me ne sersal bûya, dîsa jî wan dê ev hovîtî bikira? Ya rast, ji bo kuştinê wan tu caran xwe li benda rojên taybet negirtiye. Lê dema rojên taybet nêzîk dibin teqez ew hovîtiyekê dikin, welatê min şîn digire; ew qetlîamekê dikin, welatê min li ser kuştiyên xwe digirî, ew xwîna xort û keçan dirijînin, welatê min rondikan dibarîne.
Loma bi 10-15 rojan beriya vê hovîtiya li Qilabanê, dîsa wê tirsê xwe berda dilê min. Û hê ji sersalê re 3 roj mayî, wan careke din nîşan da ku ew sondxwarî ne ku nehêlin welatê min tu caran -piçek bejî- bikene/dilşad bibe/kêfxwe bibe.
Ji min ve êdî tu guman tune ye ev pîlaneke stratejîk e û armanc ew e ku hemû rojên taybet û rojên şadiyê li kurdan bikin jehr da ku kurd rojeke xweş nebînin û derûniya kurdan têk here/têkçûyî bimîne.
Bêguman ev pîlaneke kirêt e. Lê dewleta ku ji roja ku ava bûye ve tunekirina kurdan ji xwe re kiriye armanc û ji bo pêkanîna vê armancê ji qeyranên aborî bigire heta kuştina general û serokomarên xwe, ji serbestberdana kanalên peykî yên pornografîk bigire heta qedexekirina rengên kesk û sor û zer, ji qedexekirina zimanê kurdî bigire heta pêşkêşkirina çavkaniyên xwezayî her tişt daye ber çavên xwe, bêguman dikare ji bo bigihîje vê armanca xwe her tiştî bike.

7/16/11

Qadeke nenas: Jêrhiş


Ev demek e ku ez li xaniyekî kirê digerim. Ne ku xaniyê niha ez tê de me ne baş e, ji ber ku malbata min dê hefteya pêş were û xaniyê ez tê de li qata 6an a avahiyeke bê asansor e ez li xaniyekî din digerim.
Do êvarê nasekî me telefon kir û got wî ji bo min li semteke baş xaniyekî xweş bi kirêyeke erzan dîtiye. Wekî wî behsa xanî dikir, jixwe ez jî li xaniyeî wisa digeriyam.
Wê şevê, ez li ser vê nûçeyê ketime xewê. Destê sibê demjimêr li dora 5-5.30an (di xwendina vê de hûn bi dilê xwe ne: pênc û nîv, pênc û sî) ez ji xewê hişyar bûm. Beriya hişyar bim, min xewnek didît. Di xewna min de ez li malekê bûm -min ew mal kirê kiribû û lê dijiyam-, bi tenê bûm -hêvî dikim ev tenêtî zêde dewam neke- û li nava malê digeriyam. Odeyeke raxistî ku min deriyê wê girtibû û hîç lê nedimam hebû. Li nava odê hinekî geriyam, min ji pencereyê li derdorê nihêrt. Pencereya wê li hewşa xaniyê cîran dinêrt. Li ber xaniyê cîran hewşek hebû, axa hewşê ajotî bû û li hewşê dar jî hebûn. Wê kêliyê niqutî dilê min ku ez ê ji wê malê derkevim. Dema min berê xwe da pencereya aliyê rê, min dît ku klîmayek li qorziya odê bi navbera dîwarê aliyê mala cîran û dîwarê aliyê rê ve hilawîstî ye. Li ser dîwarê aliyê rê jî hin prîz hebûn. Bi hêviya ku yek ji van prîzan dê xanî veke, min prîza pêşî vekir, ronahiya odê vebû. Lê prîza din klîma vekir û ode hênik bû.
Wê kêliyê pêşnek hat. Dema çûme pêlekana ku mirov jê hildikişe nava xanî, min dît ku keçikeke sergirtî ku ji cilên wê diyar e xwendekara lîseyê ye bi pêlekanan hildikişiya. Min fêm kir ku bi gumana xanî bêxwedî û vala ye bi dostikê xwe re hatiye kêf û seyranê. Çawa min qîrek dayê, keçik bizdiya û reverev reviya. Piştr hew min dît li hemberî min xortek û bi 5-6 gavan li paş wî jî komek xort heye. Di destên xortê li hemberî min de du kêr hebûn. Xortê ku bi tirkî dipeyivî, ji min dixwest ku yek ji wna kêran bigirim. (Ew kêr çend dişibiyan kêra bavê min.) Lê min kêr negirt. Wî xortî gelekî israr dikir ku kêrê bigirim; lê çavên min geh li kêrên di destê wî de geh li koma li paş wî bû û li riyeke revê digeriyam.
Wê demê ji xewê hişyar bûm. Pêşî min tê dernexist ka li ku derê me. (Gelek caran ev tê serê min; dema diçim navçeya me, piraniya şeveqan ji bo ku zanibim ka li kîjan malê me li derdorê û li derve dinêrim. Wekî tê hişê min, cara pêşî dema 10 salî bûm û bi mêvanî çûbûm Sêrtê yurda birayê min ê mezin lê dimîne, wisa li min hatibû. Li wê yurdê gelekî aciz bûbûm. Her şeveq bi hêviya ku li malê me ji xewê hişyar dibûm, lê bi tirsa ku ne li malê me min nikarî/nedixwest çavên xwe vekim.) Erê, pêşî min tê dernexist ka li ku derê me. Ji raxistina odê jî ciyê ez lêdiyar nebû (beriya çend rojan min ev ode wekî odeya rûniştinê raxist û şevê jî li vê dimînim). Dema ku min ji pencereyê loi derdorç, avahiyên hember nihêrt, min tê derxist ku li vê mala ez dixwazim jê bar bikim im.
Piştî wê xewê pirsek bi min re çêbû; Gelo çima wî xortî xwestibû ku yek ji wan kêran bide min? Bêyî ku ev pirs mejiyê min biwestîne, min bersiva xwe da: Di qanûnan de madeya xweparastinê -ku jê re dibêjin nefsî mudafaa- heye. Eger min kêra ku wî dirêj dikir bigirta, wî yê kêra din di zikê min re rakiribûya.
Li ser vê xewê, careke din li tiştên ku jêrhiş dikare bike haydar bûm. Nexwe tiştên em jiyane, me dîtine û me xwendine bêyî daxwaza me li jêrhişa me tomar dibin û kêliyek tê û kitekitên wan derdikevin. Ev kitekit, mirov di xewê de be jî derdikevin. Bi ya min va ye ev e nivîskaran xurt dike. (Jixwe hin pispor ji tiştên mirov dinivîsin dikarin analîza derûniya mirovan bikin.)

7/9/11

Ji bo Mezlûmê me...

Hevalo, nizanim ji mehan kîjan meh û ji demsalan kîjan demsal bû ku cara pêşî min ew çavên te yên di hêlînên xwe de mîna zeytûnên têrgoşt û bi zeyt reş dikirin û dibiriqîn dîtin. Awirên te ne li gorî wî çermê/kirasê te yê ku temenê te yê ciwan raberî ber çavan dikir bû; awirên te bi qasî awirên gerok û dinyadîtiyan bi kûrahiya can û giyanî ve diçûn û xwîna mirovan li te dikeland. Pilingo, divê tu dizanibî ku ew heza ji bo te ne ji bo wî temenê te yê ciwan bû; lê ji bo wê welatperwerî û zîrekiya te bû. Ew zîrekî û welatperwerî ji wan çavan xuya bû. Û wan çavan bi derdorê dida zanîn ku gelek tişt dîtine di wî temenê biçûk de. Çavên ku nîşan didan ne nezan in, bi fediyokiyeke ku rê nedida quretiyê çirûskên xwesteka ji bo zanîna zêdetir didan.
Wê roja ku qet ne girîng e ji rojan kîjan roj bû, temenê te 16 bû. Belkî jî hê nû ketibûyî 17ê xwe.
Kêm kes hene ku di wî temenî de bîra hin tiştan, bi taybetî jî bîra girîngiya zimanê zikmakî dibin. Di mijara kurdî de tu bi qasî Seydayê Cegerxwîn serhişk û bi qasî Celadet Bedirxan zîrek bûyî. Loma hemû kêliyên jiyana te bi kurdî bû. Jixwe te dijberiya bi pergal a li hemberî kurdî dîtibû û gotibû: “Dewlet astengî dernaxe pêşiya ciwanên kurd ên bi tirkî dipeyivin lê dema mijar kurdî be, ji bo astengkirinê tiştê jê tê dike”.
Delaliyê ber dilê welatparêzan, bi wê zîrekiya xwe di demeke kin de rastnivîsa kurdî jî fêr bûbûyî. Bi qasî nivîskarên ku bi salan e bi kurdî dinivîsin, belkî jî zêdetir, di rastnivîsa kurdî da şareza bûyî.
Wekî îro tê bîra min; rojekê hatî cem min, bi wan awirên fediyok ku wekî dixwestin bibêjin “ez hê nû rastnivîsa kurdî fêr bûm, loma belkî ne hedê min be”, te got, “ez pirtûka Serok werdigerînim”. Bêguman ev kar ji te dihat. Loma min ji te re got, “Pir baş e, lê heta pirtûkê bi temamî wernegerînî bila haya kesî jê çênebe”. Nizanim gelo te ew pirtûk bi temamî wergerand an na. Belkî rojekê ji nava tomarên komputerekê ew wergera te derkeve.
Em kurd gelekî seyr in, Mazlûm. Her kes ji heman tiştê re dibêje “Mazlûm” lê em ji tiştine din re dibêjin. Dema li devereke din ji kesekî re bibêjin “filankes pir Mazlûm e”, dilê xelkê pê dişewite, di ber xwe de dibêjin “wey rebeno Mazlûmo,”. Lê li cem me? Ji Kawayê Hemdem ve wateya “Mazlûm”ê di nav me de guherî; bû berxwedêrî û serhildêriya li hemberî zilmê, bû fedakarî û xebata ji bo gelî, bû çirûska ronahiya roja nû. Û niha jî bi keda te bû zîrekiya ciwan a ciwaniyê, bû dilêrî û pilingiya têkoşeriyê. Belkî ji ber vê zîrekiya te ya di temenê ciwan de, ji ber ku te bi zîrekiya xwe zilm li temenê ciwan dikir, min nav li te kiribû “Zalimo”.
Zalimo, zalimê temenê ciwan, bi mehan beriya şehadeta te, her ku em li derekê laqî ciwanekî zîrek dihatin an jî dema ku mijara sohbetên li nav dost û hevalan dibû zîrekiya di ciwaniyê de, me ji hev re “çend dişibe Mazlûmê me”. Tu zîrek bûyî bi qasî ku vê tarîtiya kurd tê de ronî bike.
Û em hevalên te, ne ji bo pesindanê lê ji bo ravekirina wesfên te dinivîsin. Ji ber ku dem xayîn e, her kesî û her tiştî di navbera çerxên xwe de dihêre, hûrhûrî dike û ji bîr û dilî dibe. Li ser vê cîhanê bêhejmar mirov jiyane, lê tenê yên navên wan li derekê hatine nivîsandin îro mane. Loma, ji bo ku çerxa dîrokê navê te jî nehêre, ji bo ku ew navê te ji Mazlûm Doxan girtiye bi nifşên nû bê fêrkirin, pêwîst bû ku tu bêtî nivîsandin.
Rojekê dema em li ser kar bûn, di nav hevalan de nûçeyek belav bû; gotin Mazlûmê me li Cizîrê hatiye girtin. Piştre me pê zanî ku te xwestiye di 17 saliya xwe de çiya bi çiya sînorî derbas bikî û tev li refên gerîlayan bibî. Dema ku tu ji Cizîrê vegeriyayî, di awirên te de fedîkariya ji ber serneketina di armancê de hebû. Piştî wê vegerê, te hê zêdetir xwe dabû pêşvebirina mejî. Di demên dawiyê ku em bi hev re bûn de te berê xwe dabû redaktoriyê jî. Bi qasî ku min bi hebûna xwe bawer dikir, min bi serkeftina te ya di hemû karan de jî bawer dikir.
Mehên ku di navbera me de sînor hebûn jî têkiliya me her dewam dikir. Rojekê te li buhayê wênekêşekî profesyonel dipirsî, rojeke din li riyeke derbaskirina sînorî. Wekî hemû caran, te armancek dida ber xwe lê di wê meşa ji bo gihîştina armancê de te karê li ber xwe bi awayê herî baş dikir. Her ku tu diketî înternetê û wêneyê te agahiya ketina te dida, dilê min ê ji bo sohbeteke bi dostekî re lê dida geş dibû. Bi silavdana navlêkirinên “Zalim” û “Kafir”, me sohbet geş dikir.
Rastiya dilê xwe bibêjim; min wisa hêvî û bawer dikir ku tu yê di çend deh salên pêş de bibî yek ji serkêşên vî gelî û bikevî hemû dilan. Lê birako, te sebir nekir û tu nebûyî serkêşekî vî gelê, lê di temenê 19 salî de tu bûyî lehengekî vî gelî û li ciyê herî xweş ê dilê me hemûyan de bi cî bûyî.
Di vê keleka germa havînê de ez li malê li odeya ku roj li dîwarê wê naxe û nasojîne li ber komputerê rûniştibûm û min nivîsek werdigerand. Ji nişkê ve bû zirezira telefonê. Yê bi telefonê digeriya Omer (Dilsoz) bû. Piştî pirsiyarkirina hal û wext, Omer got “te li nûçeyan temaşe kir?” Ev çend saet bûn min nivîsek werdigerand û navber nedabû ku li nûçeyan binêrim. Bi hêviya ku di rewşa parlamenterên girtî de geşedaneke baş çêbûbe, min got nûçeyê çi? Piştre min ji dengê wî fêm kir ku tiştekî ne baş qewimiye. Pêşî got, “Ew hevalê me.... Mazlûm....” Û dewam kir, “Li Dêrsimê şehîd bûye.” Wê kêliyê ez li ciyê xwe tevizîm, gotin di qirika min de ma, devê min ziwa bû û çavên min şil bûn. Bê xatirxwestin me telefon girt. Dema ku min malpera ajansê vekir, min wêneyê te yê li pêş alê dît. Simbêlê te yê ku bi zorê xwe li ser lêva te digirt delaliyekê dida te. Wê kêliyê, wekî kêliya pêşî ya hevnaskirina me, çavên te yên ku wekî zeytûnên têrgoşt û bi zeyt reş dikirin û dibiriqîn, wekî pîjeke sor di dilê min re rakiribin heta nava dilê min tesîr kir. Di van du salên dawiyê de min mirina bavê xwe dît, mirina bapîr û dapîra xwe dît, mirina hevalê xwe yê ku em di salên zanîngehê de di malekê bi hev re dijiyan dît û min mirina çîrokeke 12 salan bihîst. Lê birako, ya herî zêde bandor li min kir, ya herî zêde dilê min tevizand, ya rondik ji çavên min anî mirina te bû.
Ji wê roja min nûçeya te bihîst ve dema piştî bala min diçe ser tiştekî û xwe ji bîr dikim di nûçeyekê de an jî li ser rûpeleke înternetê wêneyê te dibînim li rastiya ez pê dizanim lê naxwazim qebûl bikim hay dibim; gelo Mazlûm şehîd ket an jî ev tenê xewnerojkek e?
Wê rojê dema li ser înternetê bûm hevalekî ku wêneyê te wekî wêneyê profîla xwe bi kar tîne kete înternetê. Ji nişkê ve min got qey tu yî hatiyî ser înternetê. Dema ku min kir ez silavekê bidime te, hê nû li rastiya dilsoj hay bûm.
Her ku li te difikirim, Mazlûm Doxan tê hişê min. Dizanim niha hûn li cem hev in. Hevalo, te agir berda dilê me hemûyan, lê dizanim te tenê kêfa Mazlûm Doxan anî. Lewre bi hatina te ew dizane sî salan piştî çalakiya wî, ciwanên ku wî nav daye wan wekî wî çargurçik in, wekî wî dilpola ne, wekî wî dilşêr û wekî wî awirbaz in.
Hê jî dema di TV û malperan de nûçeyên derbarê te de derbas dibin û wî wêneyê te nîşan didin, awirên te wekî wê kêliya min nûçe dît di dilê min de dikutin.
Wê kêliya ku min di wî wêneyî de tu li pêş alê dîtî, tenê pirsek bi min re çêbû; dema ku te ew wêne da kişandin, dema te ew wêneyê ku te dizanî heta tu bijî dê neyê weşandin da kişandin, di wî dilê te yê ciwan de çi hest hebûn? Wan awirên te yên dilsoj dixwest ji me re çi bibêje?

7/3/11

Dawetname 2


Em ê malekê li malan zêde bikin,
malbatekê li malbatan zêde bikin,
dilê dost û hevalan xweş bikin,
yê neyar û xêrnexwazan reş bikin


Di hemû rojên xweş û rojên reş de çav li dost û nasan digerin. Xwedê tu carî roja me reş neke; di roja me ya herî xweş û geş de çavên me dê li we dost û nasan bigerin.
Di wê roja ku em ê ji bo jiyaneke nû bibêjin “Erê” de, em ê bi dîtina we kêfxweş û bextewar bibin.


NAVÊ ZAVA & NAVÊ BÛKÊ

Bavê Bûkê
......

Bavê Zava
...

Cî:
Dem:

5/14/11

Dawetname

Her ku hevalekî min dizewice, ji min dixwazin ku ez ji wna re dawetnameyeke bi kurdî binivîsim. Ez carnan ji wan dipirsim ka gelo nikarin li ser înternetê dawetnameyên bi kurdî bibînin. Ez jî carekê li ser înternetê geriyam, lê min tenê dawetnameyeke kurdî dît. Mixabin.
Min jî biryar da ku hemû dawetnameyên ji niha û pê ve binivîsim, ez ê li ser înternetê biweşînim da ku her kes karibe jê sûdê wergire.
Ev dawetnameya yekemîn e ku ez diweşînim. Min ji bo daweta hevalê xwe yê ezîz Serdar -bi alîkariya Feqiyê Teyran- nivîsand.


Fesla bihar pîrozî ye
Bejna zirav nar û zî ye
Teyran hawar û gazî ye
Dîsa bi xêr bêtin bihar

Ji Fesla Biharê Cennetê, Feqiyê Teyran


Me biryar da ku em jiyana xwe bikin yek û bi hev re bigihîjin bihara cennetê. Em dixwazin ku hûn dost û hevalên me yên ezîz di vê roja me ya xweş de me tenê nehêlin û şahiya me bi beşdariya xwe geş bikin.
Em ê bi hatina we gelekî şa û bextewar bibin.


Serdar & NAVÊ BÛKÊ

Bavê Bûkê
......

Bavê Zava
....

Cî:....
Dem:...