Showing posts with label Kurdistan. Show all posts
Showing posts with label Kurdistan. Show all posts

7/6/24

Gold


We reklama Nike`yê dît ku tê de peyvên "Kurd û "Kurdistan" derbas dibin?

Min îro beşke wê di twîtterê dît. Paşê  min reklam ji youtube`ê jî temaşe kir. Piştî lêkolîneke kurt gihîştin agahiyên têkildar.

Navê strana reklamê "Gold" e ku du hunermend Conducta û BIJÎ bi hev re distrên.

Conducta ji Londonê ye û Bijî ji Kurdistanê. Jixwe di stranê de jî vê dibêjin.


Beşeke kin ya stranê di reklamê de hatiye bikaranîn. Pêşî Bijî dibêje, paşê Conducta. Peyvên reklama Nike`ê wisa ne:

Bijî: I like to wear my gold like a Kurdish mum

London to Kurdistan

Conducta: I like to wear my gold

Vidyoya reklama Nike`ê:




Mixabin Nike, Bijî û Conducta vidyoya reklamê ji ser hisabên xwe yên Instagram û YouTubeê rakiriye. Min vidyo bar kiribû ser komputera xwe. Vidyoya reklamê ev e:



Temamê stranê him li ser kanala youtube`ê ya Bijî him jî li ser ya Conducta heye. Min pêşî peyvên stranê rêzik bi rêzik wergerandin kurdî, lê wateya wê nema. Loma bi min çêtir e ku wisa wergerînim:

Bijî: Li min binêre, ez ê bi înglîzî bêjime te. Ji ber ku te Alî G dîtiye û tu dikarî bibêjî "Hebîbî" tu dibêjî qey tu Rojhilata Navîn nas dikî?

Ez bang dikim birayê xwe: Selam û eleykum. Watagwan. Ji lêvên min bixwîne. Kurdî her azadî. Ji Londonê heta Kurdistanê. Ez yê tekane me ku dixwaze zêrên xwe wekî dayikeke kurd li ber xwe bike. Hahaha. Bi çi dikenî?

Conducta: Li min binêr, ez ê te bibim UK G`yê, dera ku riyên wê sar in. Lê ez gansterê rûbiken im. Li qelşa navbera diranên min binêre. Hahaha. Ma ne wisa ye bra. Yo, Wagwan. Heke ev ne bi dilê te be, bixe...* Çawan î baş î? Baş î, birayê min? Ka destûrê bide. Ez tekane kes im... Haha. Ev der London e lawo.

Bijî:  Wekî dayikeke kurd. Hahaha. Bi çi dikenî?

Conducta: Ez hez dikim zirê xwe li ber xwe bikim...

Bijî: ...wekî dayikeke kurd. Hahaha. Bi çi dikenî? Hahaha. Ji Londonê heta Kurdistanê.


Temamê peyvên stranê:

BIJI:

Look at me, i will take it in "înglîzî"

Think you know Middle East,

cause you see Ali G

or can day Habibi

Shout out to my bram

Salam alaykum

Watagwan

Read my lips

Kurdî her azadî

London to Kurdistan

I am the only one

I like to wear my gold

Like a Kurdish mum

Hahaha

What`s so fun?

 

CONDUCTA:

Look at me

I will take you to UK G

Here where the roards are cold

But i`m a smily Geee

Look at the gap in my teeth

ha ha ha

In it bruv

Yo, Wagwan

If you don`t like this suck your

Choni bashi

Bashi bram?

Allow it I am the only

I like to wear my gold

Haha

Yeah, it`s london man

 

BIJI:

Like a Kurdish mum

Ha ha ha ha

What`s so fun?

 

CONDUCTA:

I like to wear my gold

 

BIJI:

Lik a Kurdish mum

Ha ha ha ha ha

What`s so fun

Ha ha ha ha

London to Kurdistan



Vidyoya li ser kanala Conducta:


 


Vidyoya li ser kanala Bijî:






Kanala Bijî:
https://www.youtube.com/channel/UC9OB2xv9uhjyb7UXqoc1kQg
Twittera Bijî: @biji_________ 
Kanala Condukta: https://www.youtube.com/channel/UCHQYw7F1wRuhr31OQ_2oQbA
Twittera Conducta:https://x.com/conductauk







1/6/24

Beşek ji nirxandina ÖMER DELİKAYA ya li ser Berbang jî Şahid e

Berxwedan û Şahidî; Hêmanên Sereke yên Salên 90î di Çîroka Berbang jî Şahid e ya A. Çeko Jiyan de [Wêje û Rexne, 7/2016]

ÖMER DELİKAYA

 

...

Di vê gotarê de, hewlek heye ku dixwaze hêmayên salên 90î bi ber-gehekî edebîyata şahidî û berxwedanê ve bide ber ronîya çavan û pirtû-ka Berbang jî Şahid e 7 ya A. Çeko Jiyan li dor qewimandin û hêmanênsereke yên wan salan binirxîne. Herwiha, li ser navê çîroka bi navê Ber- bang jî Şahid e ya A. Çeko Jiyan, nirxandinên giştî derheqê edebîyataşahidî û berxwedanê de hatine kirin û çend hêmanên sereke yên çîrok-sazîya nivîskar bi vê bergehê hatine şîrovekirin. Di vê gotarê de dîsa hatdîtin ku nivîskarê ciwan A. Çeko Jiyan, bi honaka xwe ya serkeftî û bizimanê xwe yê herikbar xwestîye temsîleke xweş a salên 90î bide berxwendekarên xwe. Herwiha, nivîskar dengê kesên mexdûr, bi dengekî bilind li me dide bihîstin da ku em felaketên salên 90î bisitirînin di bîraxwe ya kavil de û bi vî rengî bo xwe dahatûyekê bisêwirînin.

...

Dîsa jî hin metin hene ku vegêr bi rêya parateksê dixwaze bi- bêje ku di heman demê de metin ji nav rastî yan jî dîrokê ye. Pirtûka Berbang jî Şahid e ya A. Çeko Jiyan bi paratekseke bi vî rengî ve dest pêdike: “ Berîya çîrokê dîrok e ev a l’ber destên te ”. Nivîskar xwestîye ku bibêje çîroka ku ew dihûne ji rastîya jîyanê dûr nîn e. Herwiha ji navêkitabê û parateksa navborî tê fahmkirin ku çîrok xwe dispêre rûdanênrasteqîn. Digel van paratekstan ev yeka heqê nirxandineke bergeyînade xwînerên xwe.

...

 Vegêr, bêyî ku navê tu tevgerekê bide, bêyî ku derbarê wan de tuagahîyên îlawe bide (jixwe hewce nake ku bi pêzanînan ve veguhêzîyadîrokê bike) qêrîna ku bi Allahû Ekberê ve li kolanê olan dide li hemûkarakterên di çîrokê de bi seredorî dide guhdarîkirin. Nivîskar pûtê pênade ku bi awayekî rasterast agahîyan derbarê vê qêrînê de bide. Çimkî vegêr wisa texmîn dike ku xwînerên wî bi rehetî dikarin bûyerên şîddetê yên di bin siwanê vê gotinê de hatine veşartin, tê derxin. Jixwe vegêrsalixê qetlê bi rengekî wisa dide ku têkilîya ku wê demê di navbera JI-TEM û Hîzbullahê de hebû bi aşkereyî dîyar dike. Di çîrokê de, mêrikêrîdirêj ê ku bi satorê serê zarokekî dixe û erebeya spî ya ku piştî kuştinêtê cihê bûyerê kontrol dike, dîyar e ku bi hev re tevdigerin. Wate, zilamêrîdirêj ê ku qetlê pêk tîne wisa xuya dike ku endamê tevgera Hîzbûllahê ye.

...

Di pirtûkê de barçav e ku nivîskarê ciwan A. Çeko Jiyan, bi honakaxwe ya serkeftî wêneyekî baş ê salên 90î bo xwînerên xwe berpêş kiriye di şexsê lehengên cihêreng de. Ev yek muhim e, ji ber ku dahatûya me wê xwe bispêre rabirdûya me ku wek salên 90î bi kavilkirin û felaketan ve dagirtî ye. Sêwirandina dahatûyê, encax bi vî rengî dikare pêk bê.

[Lînka peydakirina çapa 2yan ya Berbang jî Şahid e]

[Lînka peydakirina hejmara navborî ya kovara Wêje  Rexneyê]

[Lînka ji bo xwendin û daxistina nivîsa birêz Ömer Delikaya]

 [Agahiya çapbûna Berxê Nêr û Berbang jî Şahid e (çapa 2.)]

7/10/21

Vira Amed e, bielime kurdî!

Ji salan sala 2014an bû. Ew sala ku bi sed hezaran kurd û ereb û ermenî û aramiyên ji ber şer û tevliheviya li Sûriyeyê mal û milkên xwe li cî hiştibûn û reviyabûn. Rojek ji rojên wê salê ez û dostê xwe yê salan Omer Dilsoz li nav Sûra Amedê digeriyan... Ameda ku ji ber axaftina bi tirkî her kes jê gazinan dike. Wekî tê hişê min, em ji aliyê Deriyê Mêrdînê ve dihatin û em ji Xana Hesen Paşa derbas bûbûn. Li ber deriyê dikaneke li milê rastê dengekî bi erebî li ber guhê min ket û hema pê re jî çend gotinên bi kurdî ku mirov jê şerm dikir:

“Bi kurdî bêje, bi kurdî. Vira Amed e, bielime kurdî!”

3/4/21

"Tu dizanî Parîs ku der e?"

Li dû parvekirineke kekê Rêbîn Ozmen* yê li ser twitterê ku tê de ev wêneyê kevn yê beşeke Kurdistana dagirkirî hebû, ez vegeriyam salên nodî nav bîranînan.

Sala 1993 yan 94an bû. Salên ku dibistan ji dibistanan bêtir dişibiyan baregehên leşkerî û mamosteyan xwe wekî fermandar didît. Min wan salan li Îmam Xetîba Sêrtê li dibistana navîn dixwend. Mamosteyekî nûhatî ku te digot fermandarekî qişleyê ye, di dersa xwe ya ewil de xwest em yek bi yek xwe bidin naskirin.

Hevalan yek bi yek xwe da naskirin. Piştî xwenasandina her yekî, mamosteyê li nava çavê mirov dinêrî wekî fermandarekî bi dengekî bilind digot: "Yê di dorê de!"

1/12/20

Etîketa qehweyeke ji dawiya salên 1700î mayî: Chicorée au Kurde


Etîketa pakêta "chicorée au kurde"yê

Sal 2010 yan 2011 bû. Min û xwediyê Pirtûkxaneya Sarayê, hêja Goran Candan, ku me hev bi riya birayê min ê hêja Can Êzîdxeloyê şarazayê zaravayên kurdî nas kiribû, li Amedê hev dît. Kekê Goran, mala wî ava, etîketeke berhemeke ku li serî “chicorée au kurde” dinivîsand li gel çarçoveyeke delal, wekî diyarî da min. Wî wê demê pêşniyar kiribû ku ez bikevim pey şopa çîroka vê etîketê. Wê demê ji bilî hin agahiyên negirîng, ez negihîştim ti agahiyan.

Min li ser dîroka qehweyê hinek lêkolîn kir. Lê li ti deverê laqî qehweyeke bi navê “Qehweya Kurdî” nehatim. Di nivîseke ji salên 1860î mayî de, behsa rêbaza çêkirina “qehweya Yemenê” tê kirin. Di nivîsê de tê diyarkirin ku qehwe di ser Dewleta Osmanî re hatiye Ewropayê. Lê qehweya hatiye Ewropayê, ne ew qehweya ku îro dibêjinê “Qehweya Tirkî” ye lê “Qehweya Yemenê” ye ku îro jî li Ewropayê dibêjinê “Mokka”.

Bêyî ku ji mijarê dûr bikevim, dixwazim bi kurtî behsa Qehweya Tirkî û Qehweya Yemenê bikim.

2/3/18

Siyasetmedarên rojavayî: YPG terorîst e (!)


Bi gotineke ku mamoste Xerzî Xerzan gelek caran li ser Facebookê dinivîse hewlê bidim ku gotinê bigerînim û bînim ser sernavê vê nivîsê:
Dijminatî bêminetî ye.
Lê heçî yên dost in?
Heçî tirk in, ku di 1071ê de bi alîkariya kurdan li Milazgirê bi ser ketibûn, bi kuştin û tala li warê merwaniyan nîşan dabûn ku ew ê bibin “dijminên kurdan yên hezar salan”.
Ji hezar salan e zêdetir e her ku terpilîn bi alîkariya kurdan rabûn ser xwe û hema ku wan pêşiya xwe dît, pêşî berê xwe dan kurdan.
Loma wan do bi alîkariya Dewleta Îslamî bajarê Kobanê rûxand, paşê Cizîr, Sûr, Nisêbîn. Û îro jî Efrîn.
Çawa ku bajarê Kobanê rûxiya lê dîsa kurd bi ser ketin, bajarê Efrînê birûxe jî wê pirtûkên dîrokê binivîsin ku kurd bi ser ketin... lê bi şertê ku kurd berê xwe nedin hev, dijminatiya hev nekin.
Lê mixabin tovê dijminatiyê li ba tirkan gelek e, loma wekî malê belaş li nav kurdan direşînin.
Gelek xwefiroş di reşandina tovê dijminatiyê de ji tirkan re dibin alîkar. Bêguman ev karê wan e. Lê tiştê ku mirov li ber dikeve, hin kesên hêja û qedirgiran li nav cimaetan û li ser medyaya civakî xwe tînin asta xwefiroşan.
Pêşî gotin, “Ameda ku ji bo Qudsê rabû ser piyan çima li hemberî êrîşa li ser Efrînê bêdeng e?”, paşê dîmenên ji TRTê parve kirin û gotin, “Jinên bakurî ji leşkerên tirkan re goreyan çêdikin”, “Dengbêjên bakurî ji bo leşkerên tirk distrên”.
Ma rojekê bakuriyekî li ser gotinên “Îbrahîm Biro” û ENKSê ku dibêjin “PYD terorîst e” gotiye, “wey çima rojavayî xayîn in”, yan jî li ser Erdoganheziya Mesûd Barzanî û Erdoganperestiya Nêçîrvan Barzanî gotiye, “Çima başûrî Erdoganprest in”?
Na hevalno. Ew kesên ku ji bo dagirkerên Efrînê goreyan çêdikin û ji bo wan distrên, ji bo Qudsê q.na xwe diçirînin lê xwe ji Efrînê re ker dikin ne temsîlkarên Bakur in.
Temsîlkarên bakur do li Şingalê û Kobanê bi xwişk û birayên xwe yên ji çar parçeyên Kurdistanê re şedîh bûn, îro li Efrînê bi xwişk û birayên xwe yên ji çar parçeyên Kurdistanê re gelê xwe diparêzin.
Û hinek jê jî li Bakur yan di girtîgehên sergirtî de ne yan jî di girtîgeha mezin ya servekirî de ne.

12/31/17

Carê Yek Yeksan Deh û Sed e

Wekî helbesta pêşewa Qazî ku dibêje du û du her yek e*, hin caran ferqa di navbera 1 û dehê yan 100î de tenê sifirek/du sifir e/in. Bi zimanê sembolan, 1 = 10 = 100 e. Ango yek yeksan deh/sed e.

Gelo ev çawa dibe?
Heke mijar qula di dîwarekî de be, yan jî qulo di bendavekê de be yan jî qula di serhişkî/hişmendiya kurdîparêziyê de be, ev gelekî xwezayî dibe.
Qula di dîwêr de ji sedî yek be jî ji sedî deh be jî, heke qul neyê girtin, wê bide ber xwe û dîwarî birûxîne. Her wisa qula di bendavê de jî û qula di hişmendiya kurdîparêziyê de jî wisa ye.
Di vê mijarê de xurtî û zexmiya ji sedî 99 yan 90ê dîwêr, bendavê yan hişmendiyê tu bandorê li ser wî sedî 1 yan dehê nake. Heke bêjin, “çima, ma 99 û 90 ji 1 û nehê ne mezintir in?”, ezê bêjim, belê wekî hejmar mezintir in, lê bandora wan li “girtina qulê” 0 e lê bandora ku ew qula ji sedî 1 yan ji sedî 10 ji “derdorê” digire û li wê 90 yan 99ê dike xurt e.
Ji ber ku mijar bi mînak û serboriyan xweştir tên fêmkirin, ez ê du mînakan bidim; yek ji bo “qula di bendavê de”, ya din ji bo “qula di hişmendiyê” de.

Çaxê em zarok bûn, li medreba li ser riya Kotîbê “Bendava Mecîdoyê Macir hebû. (Li Misircê/Gurdilan taxeke maciran heye û bi dimilkî -ku me jê re digot dimbilî- diaxivin) Mecîdê macir li ser Çayê -ku me tenê digotê “Çayê” ango navekî wê yê din tune bû yan jî me nedizanî- bendavek çêkiribû û bi ava wê bendavê erdê xwe yê li medrebê av dida. Mecîdo li ber Çayê girikek ji axê çêkiribû û serê axê jî bi nayloneke mezin girtibû. Ev rêbaz ji lêkirina dîwarekî beton erzantir û hêsantir bû.
Ji ber Misirc havînan bar dike navbera Rojê û Dinyayê, hewa pir germ dibe. Wa di wan rojên germ de wekî mezinan, zarok jî li avekê digerin ku xwe tê de hênik bikin. Ji bo vê jî opsiyon ne gelek in: Çemê Başûra, Çemê Kezerê, bîrên avdaniyê yên li derdora bajêr û Gola Mecîdo. (Vê paşiyê li nava bajêr hewzek jî hat vekirin.)
Belê, Gola Mecîdo jî hebû lê tenê gava Mecîd ne li wirê bûya. Gava Mecîd diçû malê yan nava bajêr, kurê wî yê di temenê me de nobedariyê dikir lê ji ber ku kurê wî jî wekî me dixwest xwe li nava golê bixwe, ew gol ji me re dibû seryangeh, perav û Miamî.
Dîsa wisa rojeke havînê me berê xwe da golê. Ji ber ku -nayê hişê min ji ber çi- em ji Mecîdo aciz bûbûn, beriya ku em ji golê derkevin me di naylonê bendavê de qulek vekir. Piştî ku em ji golê derketin, wekî ji berê ve me plan kiribû, em çûn Amedê mala xizmên xwe. Di vegerê de me bihîst ku ew qula ku nake ji sedî 1ê dîwarê bendavê, hêdî hêdî fireh bûye û dîwêr bi temamî daye ber xwe û bendav hilweşandiye.
Bêguman temamê dîwarê bendavê ji wê qulika biçûk mezintir bû. Lê bandora avê ku li ser firehbûna qulikê dikir gelekî xurt bû. Loma wê qulika biçûk bi saya bandora “derdorê/avê” bandorê li ji sedî 99ê dîwêr kir.

Mesela din jî meseleyeke gelekî tiltezîn e ku hatiye serê hevalekî min. Ez ê di vê meseleyê de nav nedim. Jixwe ya girîng mesele bixwe ye, ne kes in.
Hevalekî hêja yê dilsozê kurdî ku ji beşeke din ya Kurdistanê ye li Amedê bi cî bûbû. Hem ew hem jî jina wî dilsozên kurdî bûn û li navmalê bi hev re û bi keçika ya biçûk re bi kurdî dipeyivîn. Keçika şîrîn wekî hemû zarokên bi kurdî dipeyivin, gava dipeyivî derd û kulan bi mirovan dida jibîrkirin.
Rojekê, hevaleka wan ya ku li pêşdibistaneke taybet mamostetiya zarokên biçûk dike, ji wan re dibêje wş gelekî baş be ku rojê çend saetan ji zaroka xwe re ji TVê kanaleke zarokan ya bi tirkî vekin. Piştî sohbeteke li ser vê mijarê, malbat digihîje wê encamê ku “saeta tirkî” wê bandoreke neyînî li “23 saetên bi kurdî” neke.
Lê piştî demekê, zarok hem ji kurdî hem jî û dayik û bavê xwe yên “kurdîaxêv” dûr bû. Cara paşî beriya 3 salan me hev dîtibû û wî hevalî gazin dikirin, digot ew bi keça xwe re bi kurdî diaxive lê keçik bi tirkî bersiva wî dide.

Heke ez sosyolog bûma, min ê navê “bandora qula li bendavê” li vê bikira.

* https://youtu.be/QtGsSiQYG6s

7/24/15

Zor zane, zêr zane, mirovê jîr û zana zane

Belê ez jî zanim ku gotina sernavê vê nivîsê di eslê xwe de ne wisa ye. Lê îro gotina li halê me kurdan tê ev e.
Ne ku hinek bêjin “çima tivinga dev bi mor li halê me nayê”?
Belê, piştî mora li devê tivingê şikest, gelekî bi kêrî me kurdan hat. Wa ye li Rojava diyar e. Lê jîrî û zanabûn ji her tiştî pêştir e.

Beriya nivîsê dewam bikim, bêjim ku ev demeke dirêj e ku min tu gotar nenivîsandine.Gelek caran gotin li cem mirov dicivin, dikî ku binivîsî, lê ji ber ku gotina kurdî malê mirî ye, li ciyê xwe ditevizî.

Lê îro li ser nûçeyeke ku dibêje “kesekî di nav Dewleta Îslamî (DÎ) de şerê kurdan kiriye û vegeriyaye Stenbolê, li Stenbolê hatiye înfazkirin” min xwe mecbûr hîs kir ku binivîsim.

Bi raya min înfazkirina li nav bajaran tiştekî gelekî xetere ye. Dibe ku yek rabe bêje “dema endamekî DAÎŞê yê xwînxur bê kuştin kela dilê min datîne”, lê divê herî baş kurd zanibin ku înfazên li bajaran kêra dudev e.

Dibe ku hin kes, hêz û partî -weki yön olperest- kewa dafikê bin yan jî ew dafik bixwe bin. Lê heke rewş were asta “înfazkirina li bajaran”, herî zêde wê kurd zirarê bibînin.
Heke rewş were asta înfazan wê gelek şîrheram û dolheram bên kuştin lê wê bi qasî wan mêrxas û egîd û dîsa bi qasî wan bêkes û bêguneh jî bên kuştin.

Bi raya min, planek ji planên ku ji bo têkbirina destkeftiyên kurdan hatiye danîn ev e.
Heke bi sedan xwînxwarên DAÎŞê li nav bajaran bên kuştin, gava bêgunehek bêhemdî yan jî bi destê sîxur û ajanên di nav hêzên kurdan de bê kuştin dinya hemû wê kurdan bide ber keviran. Ma ne endamê MÎTê bû ku li Stenbolê molotof avêtibû otobusên navbajêr? Paşê Erdogan her ku mîkrofon digirt destê xwe, digot “PKK li bajaran otobusan dide ber molotofan û bêgunehan dikuje”.

Dewleta tirk bêbext e. Dewleta tirk ew dewlet e ku bebik kuştin avêt stûyê PKKê, dewleta tirk ew dewlet e Hîzbulkontra kuştin avêt stûyê PKKê, dewleta tirk ew dewlet e gundî kuştin avêt stûyê PKKê, dewleta tirk ew dewlet e leşkerên xwe kuştin avêt stûyê PKKê.

24.07.2015, Amed