3/24/19

Çend dîmenên ji Newroza 2019an a li Frankfurta Almanyayê


1. Li gorî nûçeya derbarê Newroza Frankfurtê de ku li ser ANFê hatibû weşandin, Newrozê dê di saet 10:00an de dest pê bikira. Lê heta piştî saet 12:00an jî trafîka li dora qada Newrozê ji ber siyareyên kesên tên qadê, xitimî bû.

2. Gava polîsên alman hema di navbera qada Newroz û qada ji bo parkkirina otomobîlan de bere me da mile rastê, ez gelekî kêfxweş bûm k udi wê qerebalixiyê de ji bo peydakirina ciyê parke alîkariya me dikin, lê piştî ku em li ciyê wan nişan dayî sekinin û polîsekî pirsa destura ajotinê, belgeyên otomobîlê û “al û sembolên qedexe” kir, min fêm kir ku bandora antî-kurdiya tirkan wekî li hemû deran li almanyayê jî xurt e.

3. Me nedît ku polîsan alên YPG û YPJê ji xelkê girtin lê min dît ku çend kesên wêneyên Ocalan bi wan re birin pişt daran û li wirê bi wan re axivîn. Me nezanî encama wê hewldanê çawa bû.

4. Heta piştî 12:00î jî li qadê gelek kes tune bû. Moralê xelkê sifir bû. Her kes ji ber beşdariya kêm xemgîn bû. Lê piştî ku pêşkêşvanê li ser tikê anons kir û got bi hezaran kes ji çar aliyan ve bi meş tên qadê, gula amadebûyiyan geş bû.

5. Plansaziya bicîkirina standan gelekî baş bû: Aliyek standên xwarinfiroşan bû û aliyê din standên komele û saziyan bû.

6. Gelek kesan bêtirs Ala Rengîn bilind dikir. 2-3 suryaniyên ji Şirnexê jî bi ala Suryaniyan li qadê serbilind digeriyan.

7. Berevajî salan, -qey ji ber grevên birçîbûnê- 5ne wêneyên Ocalan lê wêneyên Mazlûm Doxan li girseyê hatibûn belavkirin ku bilind bikin.

8. Li nav qadê di nav girseyê de dengê tirkî kêm bû. Xuya bû ev bi xêra rojavayiyên di salên dawî de li Almanyayê bûne penaber e.

9. Gava jinika xwarinfiroş ya li ber standê bi ciwanên li pêşiya min yên bi hev re bi almanî diaxivîn re bi kurdî axivî lê gava dor hate ser min ê cilên “koyî” (bnr. Hacî Qadirê Koyî) liberxwekirî dest bi şildimbildima tirkî kir, roja min herimî û min biryar da ku êdî careke din porê xwe li ba sertraşê xwe yê soran çênekim.

10. Gava axaftinên nûnerên partî û saziyên alman yên bi almanî, ji bo girseyê li tirkî dihatin wergerandin, polîsên ku îhtîmal e yan hevalên wan ên tirk hene yan jî tahtîla xwe li Antalya û Alanyayê dikin, di bin simbêlan de bi qûna “bê tirkî jiyan nabe”yê dikeniyan.

Bonus: Qey “filehên kurdhez” jî em kurd baş nas kirine û ji bo xatirê “bê tirkî jiyan nabe” di weşanên xwe yên ku tu têkiliya wan bi tirkî û tirkan tune ye de bi tirkî jî nivîsandine. (Bnr: 3 wêneyên li dawiyê)














No comments: