(Nivîsên di wêneyan de wê li ba we bi zimanê hesabê we yê Googleê bin.)
1. Geroka webê
vekin û tê de “http://www.google.com/mymaps” binivîsin
û “Enter”ê bitikînin.
2. Li ser “+ CREATE
A NEW MAP”ê bitikînin.
3. Li ser “Untitled
map”ê bitikînin û navekî bidin nexşeya xwe.
4. Li ser “Draw
a lineӐ,
5. Paşê jî li ser
“Add line or shape”ê bitikînin.
6. Wekî di
wêneyî de xuya dibe, dest bi xêzkirina sînoran bikin û di dawiyê de xwe
bigihînin xala we jê dest pê kiriye.
8. Niha li ser
“+ Share”ê bitikînin.
9. Beriya parvekirina nexşeyê, destûran eyar bikin. Ji bo vê, pêşî li ser “Change”ê bitikînin,
10. Û paşê li ser “On – Public on the web”ê bitikînin ku her kes dikaribe nexşeya we bibîne. Lê ji bîr nekin ku we “Can view” nîşan kiribe. “Can edit”ê nîşan nekin.
11. Paşê li ser
“Save“ê bitikînin û di dawiyê de li ser tora hûn dixwazin nexşeya xwe li
ser parve bikin bitikînin û li ser “Done“ê bitikînin.
Hûn dikarin bi vî awayî nexşeya gundê xwe, bajarê xwe, herêma xwe, welatê xwe û her wisa hewşa xwe jî çêkin û li ser înternetê parve û belav bikin.
* Ji bo kesên di nav sînorên Tirkiyeyê de dijîn di parvekirin yan ecibandina vê nivîsê de rastî arîşeyan neyên, min bi taybetî "tiştên serê wan pê bikeve belayê" nexistin vê rêbernameyê.
No comments:
Post a Comment