8/18/09
Azmûna yekemîn
Wê roja payîzê, tîrêjên rojê yên pêşîn ji paceyên malan şewq didan sikakên teng ên Baglarê û sikaka tarî ku Şengo bi tepsiya li ser serê xwe lê dimeşiya hêdî hêdî ronî dibû. Bayê hênik ku ji dilê wî lerizînek dida destpêkirin û heya çermê wî yê qemer didomiya û mûyên laşê wî çik dikirin, bi hilatina rojê heya berbangeke din xatir dixwest. Her ku roj bilind dibû, şewqa ji paceyan belav dibû qels dibû û roniya rojê sira ji kevirên rêzkirî ên sikakan dihat, dişikand.
Şengo; her du dest di berîkan de, mil bi laşê xwe ve zeliqandî bi tepsiya li ser serê xwe di nav sikakên ku hêdî hêdî bêdengiya xwe radestî reqereqa qondereyên zilaman û şeqeşeqa solên plastîkî yên zarokan dikir de ji bo zû bigihîje ber dibistanê û karê xwe di demeke kurt de biqedîne, dimeşiya û her wekî hebûna xwe bi xwe bide hisandin, çend kêliya carekê diqîriya, “Daaatlîîîîî. Taze taze daaatlîîî.”* Çavên wî yên bi qasî ku wan zarokên dibistanê yên mezinên wan gazî dikirin û ji bo wan zarokan jê datlî dikirîn di dahatûyê de bike romanûs, bi melûlî li ser rûyê bikirên xwe yên hevtemen bê wate û vala digeriyan. Gelek caran ji ber awirên wî kena zarokên ku datlî ji wan re dihat kirîn ji nişka ve qut dibû û zarokan bi hemû dilnaziya xwe ji mezinên xwe dixwestin ku çend datlî zêde jê bikirin. Her çend wî hay jê hebû ku zarokan dilê xwe pê dişewitand, wî tu caran ji dil hîs nedikir ku xweziya xwe bi wan tîne. Sala pêşî ku ji gund bar kiribûn û hatibûn bajêr, ew jî wekî zarokên din, li gund pênc salan, li bajêr jî salekê çûbû dibistanê lê piştre bi daxwaza xwe û ya bavê xwe dev ji dibistanê berdabû û dest bi firotina datliyan kiribû. Datlîfiroşî ji karê xwendekariyê hêsantir bû jê re; barê wî tenê tepsiyeke datliyan bû û barê yên din çenteyeke tije pirtûk... Wekî din, heke li derekê neterpile û datliyên wî nerijin erdê an jî teşqeleyeke bi vî rengî ku sermiyana wî bibe neyê serê wî, wî tu caran ji tu kesî lêdan nedixwar. Lê zarokên dibistanê? Borebora bi zimanekî ku jê fêm nakin zêdebariya lêdana ku her roj ji ber sedemeke cuda ji mamosteyên xwe yên rûtirş dixwarin bû.
Şengo ji hemû rojan zûtir gihabû ber dibistanê. Tepsiya datliyên ku nîvî di rê de firotibûn ji ser serê xwe danî û li erdê li ciyekî nêzî hevalên xwe yên din ku simît, benîşt û tiştên din difirotin, çok da. Zarokên ku mîna keriyekî ber bi dibistanê ve dihatin, li ber tepsî û dezgeyan mîna mozeqirtkan civiyan. Wekî her car qerebalixa li ber dezgeya kek û biskewîtan ji yên din pirtir bû. Şengo ev dîmen her tim dişiband dîmena ku li gund di vegera mezinan a ji bajêr de dihat pê. Zarok ne ji ber ku mezin bêteşqele ji bajêr vegeriyan lê ji ber ku ji wan re ji dikanên bajêr gelek tiştên xweşik dihatin kirîn mîna van zarokên dibistanê kêfxweş dibûn.
Di hişê wî de dîmena ku ji gund di mejiyê xwe de bi xwe re aniye û li ber çavên wî dîmena li ber dibistana bajarê qerase hebû. Dema hê nû hatibûn bajêr, ji bajêr gelekî hez kiribû, lê piştî demekê bêriya xwedîkirina berxan, derketina ser neqeban, beza li ser kaşan, avdana lemikên bacan û bîberan nêçîra çivîk û marên biçûk, çûna şoqilan û hemû tiştên ku li gund dikirin û nikaribû li bajêr bike, kiribû.
Beriya nîvro datliyên xwe giş firotin. Bi firotina datliya dawî wekî Daro jê re gotibû, rasterast berê xwe da xaniyê kavilbûyî yê di nav kuçeyên teng ên Baglarê de. Dema gihîşt xaniyê kavilbûyî, Daro li hundir dît. Daro û sê zarokên din ku jê biçûktir, di temenê Şengo de bûn, li hundir agirek dada bûn. Dûmana ji cixareyên wan bilind dibû tevlî dûmana êgir dibû. Dema Daro çav bi Şengo ket, çû cem wî, destê xwe danî ser milê wî û ew bi hev dan nasîn, "Hevalno, ev Şengoyê cîranê me ye. Hevalekî pir jêhatî ye, apê wî gerîla ye. Şengo dixwaze êdî ew jî bi me re rojnameyan belav bike." Zarokên li dorê guh lê bel kiribûn. Daro ji bo wan wekî fermandarekî bû; riyên herî ewle jê hîn bûbûn, gelek caran dema polîsan li ser rê an jî di sikakekê de dida dû wan bi dolabên ku ji Daro hîn bûbûn xwe difilitandin û -bi gotina Daro -polîs têk dibirin. Piştî ku Daro nasandina Şengo qedand, berê xwe da Tofan: "Bila çend rojek Şengo bi te re rojnameyan belav bike." û ji Şengo re got: "Ku tu hemû kuçeyan û riyên asê zanibî, tu yê rojnameyan xweş belav bikî. Sê sal in Tofan belavkariyê dike. Rojnameyek tenê jî nexistiye destê dijmin. Ku tu karibî vî karî pêk bînî, ev kar ji firotina datliyan hêsantir e û perê jê tê jî zêdetir e."
Piştî gotinên Daro, zarok cot bi cot ji xaniyê kavilbûyî derketin û her cotekê ber xwe da sikakeke din. Şengo û Tofan ku ji bo li ser roja dîtir bipeyivin bi hev re derketibûn, ji sikakeke xwarûvîç berê xwe dabûn Ofîsê. Hê sikak xilas nekiribûn, ji bin avahiyên di hev de yên Baglarê, polîsên sîvîl, çevîk û yên bi rûpoş ên di destên wan de çekên giran hebûn, dora wan girtin. Tofan berê xwe da Şengo û bi dengekî nizm got: “Aha ji te re azmûna yekemîn...”
*Li bakurê Kurdistanê zarokên bi seyarî şîranî difiroşin, bi vî awayî gazî dikin. Ev şêweyê gazîkirinê ji tirkî hatiye.
Azadiya Welat - 16/08/2009
7/20/09
KURDÊN ATLANTÎKÊ

AMED ÇEKO JIYAN
Roja hê nû hilatibû, ji ser berfa stûr ku li ser hemû çiya û newalan tebeqeyeke spî çêkiribû dibiriqî û çavên kudîlên ku cara pêşî ji şikefta xwe derdiketin, diteyisand. Kudîl geh bi wê ve geh bi vê ve li derdora diya xwe diçûn û dihatin û bi hêviya ku tiştekî pê bilîzin di bin de bibînin, berfa stûr dixepartin. Dema ku ji berfê pê ve tu tişt bi dest nedixistin, bi heman kêfê xwe li ser û guhê diya xwe dixistin û pê re dilîstin. Dayika ku ji salên borî dizanibû riya wan hê dûr e, ji bilî demên zikê xwe bi giyayê li bin berfê têr bike, qet ranediwestiya. Kudîl hê bi qasî ku ji bilî şîrê diya xwe, xwe bi tiştekî din têr bikin, ne mezin bûn. Dema ku dayika kudîlan têdigihîşt kudîlên wê yên boz westiyane û birçî bûne, gavên xwe hinekî sist dikirin û bi şîrê xwe kudîl têr dikirin.
Ji ber ku êdî dawiya zivistanê û destpêka biharê bû, berfa seranser hemû derên ku çavên hirçê dibirî spî kiribû, hêdî hêdî diheliya û di cokên biçûk de çayên biçûk diafirand. Her ku ber bi jêr ve diçûn, çayên biçûk fireh dibûn û çiyayên zelût diqediyan û çiyayên bi dar û ber, çiyayên bi daristanên asê dest pê dikir. Dayika kudîlan di nav daristanê de bêtir li kudîlan xwedî derdiket û nedihişt ku zêde jê dûr bibin. Hirça ku ji sê mehan ve tu tişt nexwaribû, bi şîrkirina kudîlan hê lawaztir û bêhêztir bûbû. Di ser bêhêziya ji zivistanê mayî de, pirçên wê yên boz çilmisîbûn û rengekî mat girtibûn. Kudîlên salê, berevajî diya xwe, hêdî hêdî qelew dibûn û laşê wan goşt digirt.
Dema ku êdî çayên fireh gihîştin hev û çemên boş anîn pê, bi hêviya ku dê xwarineke têrker bixwe, dayika kudîlan gavên xwe şidandin. Kudîlan jî bi heman lezî da dû dayika xwe. Dema gihîştin newala kûr, pêşî hirçê paşê jî kudîlên wê bi bez xwe avêtin çemê boş. Wekî ku lîstikek be, kudîlan çav dida diya xwe û pençên xwe bi şid li avê dixistin û çepeçep derdixistin. Hirçê bi her lepavêtinekê ji çêm masiyekî somon derdixist, bi her du lepên xwe wekî ku spasiya xwe ji xwezayê re bike masî hinekî bilind dikir û pêşî her kudîlek masiyek didayê û paşê jî ji bo xwe masiyekî mezin digirt û bi heman seremoniyê masî dixwar. Hirçê somonên atlantîkê baş nas dikirin. Her çiqas navê wan somonên atlantîkê be jî, hirçê dizanibû ku ev somon beriya salekê li virê, di nava vî çemî de hatine dinyayê û di yekemîn salvegera rojbûna xwe de ji bo ku hêkên xwe berdin, hatibûn heman çemî. Di goştê somonên atlantîkê de têra xwe vîtamîn hebûn. Ev cure somon piştî ku hatibûn dinyayê, wan berê xwe dabû Okyanusa Atlantîkê û di nav okyanûsa fireh de bi xurekên herî bi çêj û vîtamîn xwe xwedî kiribûn.
Ne tenê malbata hirçê, malbata gurê, malbata roviyê û gelek malbatên din ên ajalan ku zivistana sar nîvtêr nîvbirçî derbas kiribûn, ji bo ku zikê xwe têr bikin û ji bo zivistaneke din di bin çermê xwe de têr bez bicivînin, berê xwe dabûn warên somonên atlantîkê.
Her ku kudîlên hirçê masiyên di nav lepê xwe de diqedandin, hirçê masiyekî din digirt û pêşkêşî kudîlên xwe dikir. Bi vî awayî, ta ku êdî kudîl dikaribûn xwe bi xwe masiyan bigirin, hirçê masî ji wan re girtin û wan jî xwar.
Dibê qey her ku ajalên ji der û dorê hatibûn somon digirtin û dixwarin, hejmara somonan zêdetir dibû û dawî li somonan nedihat. Somon mîna artêşeke ser û bin nexuya, ji okyanusê heta kûrahiya daristanê, di her dera çêm de belav bûbûn û ji bo ku hêkan berdinê, di bin tehtan de li ciyên ewle digeriyan. Piştî ku somonên mê hêkên xwe berdidan binê tehtan, somonên nêr ji bo ku spermên xwe berdin ser hêkan, bi hev re diketin pêşbaziyê. Di nav pêşbaziya wan de, qaqlîbazan xwe noqî nava avê dikir û ji hêkên ku somonan li dû xwe mîna rîşiyekê berdidan, lib digirtin.
Wekî ku zanibin ev çerxa xwezayê û nîşaneya hevsenga xwezayê ye ne hirçê, ne kudîlan ne jî ajalên din somonek tenê jî belasebeb nedikuşt. Her yek ji wan somona girtiye heta misqala dawî dixwar û dasiyên wê berdidan nav çelq û pêlên avê.
Piştî demekê, di bin çermê hirçê de têra xwe don civiyabû û pirçên wê yên şid bûbûn, dibiriqîn. Kudîl jî êdî guvrovî bûbûn. Wan jî wekî diya xwe, rê dida masiyên jar û yên qelew digirtin.
Hemû ajalên li der û dorê êdî ji bo zivistaneke sar û bêxwarin amade bûn. Tenê dar û berên ku di zivistana sar de çilmisî bûn û çiqlên wan mîna bêhal ketibin ber bi jêr ve xwar bûbûn û kêzik û kurmiyên nikaribûn bikevin avê û somonan bigirin ji ziyafeta somonan ku wan bi dilxwazî xwe pêşkêşî hemû ajalan kiribû, bêpar mabûn. Masiyên ku hêkên xwe berdabûn binê kevir û tehtên di bin çêm de, berê xwe didan ciyê jê hatibûn. Lê wekî ku dilê wan bi halê dar û berên li derdorê ne xweş be, xwe ji avê çeng dikirin ser axa nêzî daran û dawî li jiyana xwe ya yeksalî ku têr û tije li seranserê Okyanusa Atlantîkê jiya bûn, dianîn.
8/25/08
KOL Î POŞMAN

“Xwezî nebûya ew ciwaniya bi tolazî û xwîngermî ku mişt bi rojên xweş û şa derbas bû û min nedîtibûya vî kaliya balxerab.” Kalê pîr î piştqilûz di ber xwe re digot û diniçniçand dema ku di bin tava tûj î germ a havînê de neviya wî ya ciwan di pêşiya wî de dimeşiya û ber bi qeymeqamiyê ve diçûn. Kalo bi gopalê xwe yê cî bi cî terikî bi kulekî di pey neviya xwe ya ku di telefona di ber guhê xwe re dikir pitepit dimeşiya.
Keçikê bi dengekî bi gazinc û hêrs digot, “Welle ez pê re nakevim hundir. Ma zarok e. Her hal dikare karê xwe biqedîne.” Keçikê dor nedida diya xwe ya ku pê re dipeyivî, “Heso wekî beraza li malê radizê. Ma çima ew ji nav ciya dernakeve û hûn min pê re dişînin. Hi?” Her çiqas gotinên keçikê ji pêncî metre dûrî ve jî bi rehetî dihat bihîstin, kalo her wekî deng nebihîstî tevdigeriya, serê xwe dixist ber xwe, dikir niçeniç û di ber xwe re digot, “Xwezî nebûya ew ciwaniya ku me qedr û qîmet dida bav û kalan û min nedîta vî halê reben. Mala xweyiyê vê dewletê hilweşe, em kirin muhtacî pakêtek meqerne.”
Qeymeqamî bi fermana hikûmetê alîkarî li malên feqîran ku muxtarî navên wan jê re radgihand belav dikir lê ji ber ku ji berê de navbera kalo û muxtarê taxê tune bû, muxtêr navê wî nexistibû lîsteya alîkariyê. Piştî ku alîkarî hatibû belavkirin û ji kalo re gotibûn ku navê wî di lîstê de tune ye, wî bi gopalê xwe yê ku bi kevinbûna xwe dişibiya kalbûna wî, êrîşî dikana muxtêr kiribû. Der û cîran ketibûn navbera wan û ji bo aşkirina kalo, di ber dilê wî dabûn. Simoyê li Qesra Hikûmetê dixebitî aqilekî baş dabûyê. Simo gotibû ku serê muxtêr bişkêne û dikana wî serobino bike jî nikare tiştekî bi ser tiştekî bixe lê heke rasterast here cem qeymeqam û rewşa xwe jê re bêje, qeymeqam dê navê wî jî têxe lîsteyê.
“Ez qehirîm lê. Bi Xwedê ez di deriyê qeymeqamiyê re nakevim hundir. Ez ê wî li ber dêrî berdim û ez ê vegerim. Ew çi dike bila bike.” Keçikê gotinên xwe yên dawî gotin û telefon li rûyê diya xwe girt û di ber xwe re got, “Jixwe ez têra xwe pê re hetikîm, îca ez ê pê re bikevim qeymeqamiyê?”
“Keça min, hez `kî êdî tu vegere, ji vê pê ve ez dikarim rê derxim” kalo di dengekî mişt sûcdarî gote neviya xwe. Keçikê kire pifepif û got, “Na bavo, min ji diya xwe re got ku ez ê heya ber derî bi te re werim.” Keçikê ji ber ku fedî dikir di nava sûkê de bi bapîrê xwe re bimeşe, her lez dida xwe û bi çend gavan li pêşiya wî dimeşiya. Kalo ku bi vê rewşê serwext bû, careke din got, “Keçika min, êdî tu vegere.” Keçik bi carekê re zîvirî kalo û bi dengekî gur got, “Temam kalo, de hiş. Va em gihîştinê”
Piştî bêhnekê gihîştin ber deriyê qeymeqamiyê, keçik bêyî ku tiştekî ji kalo re bêje berê xwe da riya jê hatî û çû. Kalo qaxizên di berîka xwe de derxistin û bi hêrsa neheqiya muxtêr lê kirî qesta odeya qeymeqam kir. Dema ku çend gav di nav avahiyê de çû, yekî karmend ber bi wî ve beziya hat, destê xwe da ber sînga wî û got, “Hooop dayi! Nereye?*” Kalo destê wî ji sînga xwe vekir, gopala xwe li hewa hejand û bi heman hêrsê got, “Çi hop hop, ez ê herim cem qeymeqam. Muxtarê bênamûs navê min nexistiye lîsteya ardimê**. Her çi bibe dê bi qeymeqam bibe. Ez ê herim cem qeymeqam.” Karmendê qeymeqamiyê bi gopalê kalo girt û kir ku ji destê wî derxe, lê kalo xwe hê bêtir şidand û qet ji xwe kêm nekir. Din ava avahiyê de, nêzî deriyê odeya qeymeqam bû xirecira kalo û karmend. Karmend û welatiyê ku ji bo karên xwe li qeymeqamiyê bûn li wan civiyan û çend ji wan xwestin bikevin navbera wan lê karmendan kalo zeft kir. Pismamekî muxtarê taxê ku bûbû şahidê şerê kalo û muxtêr ji nav qerebalixê çeng bû û got, “Ez kalo nas dikim. Kalo li taxa me rûdine. Ji ber ku di hilbijartinan de dengê xwe dide partiya terorîstan, muxtar navê wî nexistibû lîsteya alîkariyê û wî jî êrîşî dikana muxtar kiribû.” Kalo gopalê xwe ber bi wî de hejand û got, “Bênamûs, ma tu ne pismamê wî kûçikî yî.” Li ser van gotinan karmendan xwe hê bêtir li kalo şidand.
Kalo her ku li ber xwe dida, karmendan ew baştir zeft dikir û di ber de jî lê didan. Yek ji karmendan destê kalo bi paş de qurufand, kalo ber bi dêrî ve kaş kir û wekî telîsa kayê kalo dakir ser peyariyê. Kalo li ser peyariyê serê xwe xist navbera her du lepên xwe yên qerase, wekî her demên xwe yên bed rojên ciwaniyê anîn hişê xwe û di ber xwe de got, “Xwezî nebûya ew ciwaniya bêxemî û bênamûsî û her nebûya ev kaliya bêrûmetî.”
*Hoop, xalo. Bi ku ve herî?
**Alîkarî
AMED ÇEKO JIYAN
3/4/08
Levketin (*)
**http://www.kovaraw.com/index.php?option=hem_content&task=view&id=420&Itemid=59
12/8/07
Lampe

Qey ew roja qiyameta ku di pirtûkên pîroz de behsa wê dihat kirin, îro bû. Na, ev qiyamet ne ew qiyameta di pirtûkên pîroz de behsa wê dihat kirin bû û qet nedişibiya qiyamet û mehşerên di çîrok û derewokên pîrên rûqermiçî û çavkûs de dihatin qalkirin.
Qey Star êdî ne navê Xwedê bû û ew navê ku tirs û rehetî dixist dilê mirovên hejar, ji lîsteya navên Xwedê hatibû birin û Xocê Xizir newêrîbû bibe bersîva hawar û giliyên mirovên şepirze û bê çare. Mirovên reben...
Ji asîmanên ku bi ewrên reş û tarî hatibû girtin, afe-rîdeyên kinik û hûrik, aferîdeyên ku diyar nedibû ka zarok û sebî ne an jî ecûc û mecûc in, tîrên zêrîn ku bi dûvikên wan ve çavên bi xwîn hebûn, dibarandin ser rûyê erdê. Ji cihên ku dibûn armanca tîrên qiyametê, agirekî sor, agirekî bi dû û dûxan bilind dibû. Dema ku tîr li kevir û tehtan diketin, ew kevir û teht pêşî diheliyan û dibûn av û dû re wekî ava li ser êgir dikele, dibûn dûxan û hildikişiyan ewrên reş û tarî... ewr reştir û ronahiya heyî qelstir dikirin. Her ku dinya tarîtir dibû, hejmara tîrên dibarîn zêdetir dibû. Dinya ji ber tîrên qiyametê, wekî kefa destê mirov dûz dibû... Ne tehtek ne girek ne jî çiyayek ji ber xezeba tîran difilitî. Li ser rûyê erdê deşteke fireh hatibû pê. Mirovên ji bo ku nebin armanca tîrên zêrîn, pê li hev dikirin û hev diperçiqandin. Qêrîn û hawara jin û pîrên di bin lingan de diperçiqîn tevlî qêrîn û hawara kesên ku ji bo tîran dibûn armanc dibû.
Ji bo ku ji xezeba sebiyên di destê wan de tîrên zêrîn hene bifilite, bi hemû hêza xwe, ber bi cihên ku ewrên reş û tarî hê xwe negihandibûnê ve dibeziya. Her kes wekî wî bi cihên bê sih de dibeziya. Mirovên ku li hev diqelibîn, heke zû ranebûna ser xwe û ji barana tîran nereviyana, dişewitîn, dibûn av û dû re tevlî ewrên reş dibûn. Çiqas ji navenda siha ewran dûr diketin, hejmara tîrên qiyametê yên bi ser wan de dibariyan kêm dibû. Lê her ku hejmara mirovên dimirin zêde dibû, ewrên reş û tarî zêdetir cih di-xistin bin siha xwe. Û tîr zêde dibûn bi her mirinekê.
Her gaveke ku diavêt ji gava berê biçûktir dibû, êdî tu hêz di canê wî de nemabû ku baz bide. Lê rev diviya, diviya ku xwe bigihîne cihên sahî. Li nava çavên rebenok ên jin û pîrên li der û dora wî tera bûne û dinalin nihêrt û gavên xwe firehtir kir û qîriya... Ya Rebî Staaaaaaar... Bi qêrînê re tîrek li ser dilê wî ket... û tîreke din li mejiyê wî... Tera bû erdê, laşê wî germ bû. Di bedena xwe de şilbûnek hîs kir, ji eniya wî, rûyê wî û hemû laşê wî aveke germ ber bi jêr ve herikî û êşeke nedîtî kete mejiyê wî.
Dema ku ji xew hişyar bû, Kotan li ber serê wî se-kinîbû û rûyê wî dialast. Bi carekê ji cihê xwe hilpekiya. Bi hilpekîna wî, Kotên dûvê xwe xist nav lingên xwe û bi ûsteûst reviya. Ji bo ku tiştekî ji rewşa ku tê de ye derxe, li dora xwe nihêrt. Paşê li asîmanan nihêrt; ewrekî biçûk be jî li asîmanan xuya nedikir; dinya vekirî bû. Li der û dora xwe nihêrt; zinar û gir û çiya li cihê xwe bûn. Destê xwe ber bi ezmanan ve vegirt û ji bo ku her tişt xewnek bû, spasiyên ji dil pêşkêşî Xwedê kir.
Roj ber bi ava ve diçû. Diviya ku ji zû de ketibûya ser riya gund. Ji ber ku ew qiyamet hemû xewnek bû, derengmayîn ev car jê re ne xem bû. Beriya ku cixareyekê bipêçe, li keriyê pez nihêrt. Kerî wekî libên hinareke li erdê ketiye ji hev belav bûbû. Her yek bi aliyekî de çûbû. Gelekên wan heya pişta gir çûbûn û ji çavan winda bûbûn. Piştî cixarê çavên xwe li şiva xwe gerand da ku pezê vir de û wê de belav bûye li hev kom bike û here gund. Li cihê ku şiv lê dît, şopeke balkêş hebû. Xwe bi ser de xwar kir û bi awirên rêçgerîn li şopê nihêrt. Ew ne rêça lingê mirovan bû. Ne dişibiya rêça lingên lawiran jî. Rêç çarqorzî bû û ber bi neqeba girî de diçû. Tiştê balkêş ew bû ku, ji rêçan xuya bû ku aferîdeya rêç li dû xwe hiştine, duling e û her rêçek bi qasî gavekî mirovan ji ya li dû xwe dûr e.
Xofek kete dilê wî. Gelo di navbera wê xewna bisaw û van rêçan de têkiliyek hebû? Êdî ne keriyê ji hev belav bûye ne jî derengmayîn mejiyê wî mijûl dikir, hiş û bala wî tenê li ser van şopan bû. Van şopan ew xist bin bandora wê xewnê. Çavên wî li erdê, li ser şopan û wekî dîn û bêhişan ber bi cihê ku şop diçûnê de çû.
Lingên xwe di şûna şopan de bicih dikirin û gavên xwe jî wekî ku şopan dixwest carinan piçûk carinan jî mezin dadikirin. Her ku diçû, navbera şopan firetir dibû û piştî ji neqebê derbas bû bêyî xwesteka xwe, lê di bin bandora şopan de dibeziya. Kes hene li dû şopan diçin, lê kesên din hene ku li dû xwe şopan dihêlin. Ew kî bû an jî çi bû ku di revê de li dû xwe şop hiştibûn? Ji kê an jî ji çi direviya? Baştir bû ku li bersivên van pirsan bifikire bêyî ku mejiyê wî zorê bidê da ku têkiliyekê di navbera xewn û şopan de deyne.
Bazdana wî êdî ne ji dûrbûna di navbera şopan de bû. Qet xem nedikir ku lingê wî li ser şopan e an jî li derveyî şopan e. Tenê, tenê aliyê ku şop diçûnê xema wî bû. Ji bazdanê hilehilê pê girtibû. Ev girê çendan bû ku derbas kiribû û neqeba çendan bû ku tê re derbas bûbû? Dema gihîşt qûntara çiyê, digot qey gilokeke ji striyan çêbûye xwariye û ew strî, di her gavekê de di nava kezeba wî de digeriyan û wekî hespê Troyê ew ji hundir de têk dibir.
Di odeyeke tarî de hat ser hişê xwe. Li ser nivînekê dirêjkirî bû. Ji bo ku tiştekî ji rewşa ku tê de ye derxe, li dora xwe nihêrt. Her der tarî bû. Çavên xwe di tariyê de çikand da ku hinek be jî, tarî li ber çavên wî ronî bibe. Tiştên herî dawî dihatin hişê wî; şop, neqeb, gir û çiya bûn... û bazdan. Li ser teht û latan, bi bazdan bi çiyê ve hildipekiya. Da ku tiştekî ji rewşa tê de ye derxe, hêdî hêdî rabû ser xwe. Her derê wî diêşiya, zor da xwe ku bimeşe, bi zorê gav diavêt. Hê gava duyemîn danekiribû, ronahiyeke qels ber bi wî de hat. Ronahî hêdî hêdî nêzîk dibû. Her ku ronahî nêzîk dibû, ronahiyê çavên wî diêşand û çavên xwe kûs dikirin. Ronahî ji çiraya destê kalekî rîdirêj dihat. Du kesên din, temenê yê dirêj li dora çilî bû û yê din jî lawikekî kej bû ku hê mûyên simbêlê wî zer nebûbûn. Di destê zilamê dirêj de qetek nan û tasek şorbe hebû. Zilamê pîr ew li ser nivînê da rûniştandin û nan û tasa şorbê danî ber. Ji ber tevliheviya di mejiyê wî, heya ku çavên wî bi nên û şorbê neketibû, birçîbûna wî xwe qet nedabû hîskirin..
Dema ku wî wekî gurên birçî êrîş dibir ser xwarinê, zilamê pîr pêşî got ku wî bi awayekî birîndarbûyî di bin zinarekî de dîtine û anîne şikefta xwe û dû re çîroka xwe jê re vegot. Ew file bûn û ji fermana fileyan reviyabûn. Belkî ji ber ku siûda wan ji yên din çêtir xebitîbû, ji mirinê filitîbûn û xwe li vê şikeftê girtibûn. Ev pazdeh sal in ku ev şkeft wan ji qirkirinê diparêze. Ji ber ku kuna şikeftê di nava tehtên xedar de ye, tu kes newêre ku bi vê derê de were. Dema ku zilamê pîr li nava çavên wî dinihêrt û qala qirkirinên di dema fermanê de çêbûbûn dikir, ew xewna bixof li ber çavên wî zindî dibû. Zilamê pîr bi dûv û dirêjî çîroka xwe ya dilsoj got. Dilê wî bi kesên ku bi tivingên bisingû hatibûn kuştin şewitî... Nexasim bi zarokên ku xwîna wan bi derbên singûyan belav dibû û bi serê singûyan tevli xwîna diyên wan dibû.
Zilamê pîr got; “Vaye çîroka me ev e. Em ji wê fermana ku xwînên bi derbên singûyan ji laşan diherikîn û erdê û her der ji xwîna bêgunehan sor dikir, reviyan û em ketin vê şikeftê. Ev şikeft bû stara me. Gelo te li ser van zinarên xedar çi dikir?” Bi dengekî çilmisî ku bi zorê dihat bihîstin, got “Şopên çarqorzî... Ez li dû şopan hatim.” Lawikê kej di bin simbêlên ku hê şîn nehatibûn de keniya.. Zilamê pîr, ji bo ku kenê lêwik bisekinîne, bi dengekî biwate got; “Şop? Haa. Me ji xwe re solên depî çêkirine û em bi wan solan derdikevin derve. Ji ber ku şopa wan çarqorzî ye, ev solên depî mirovan ji me dûr dihêlin.” Gotinên zilamê pîr hinek be jî dilê wî rehet kir. Lê pirseke din di mejiyê wî de çêbûbû. “Te got ev pazdeh sal in ku hûn di vê şikeftê de dijîn. Dem û dewran hat guhertin. Fermana fileyan nema.” Beriya ku zilamê rîdirêj bipeyive, lawikê kej bi zimanekî ku nedihat fêmkirin kete nava xeberdanê. Zilamê pîr pirsa lêwik got; “Bişev şewqeke mezin li ser gund û bajaran heye. Gelo ew ronahî ji çi tê?” Ji ber ku pirs ji lêwik hatibû, berê xwe da lêwik û got; “Dibe ku ew ronahiyên xanî û sikakên bajaran bin.... Ronahiyên lampeyên wan.” Zilamê pîr bi dengekî matmayî got; “Ronahiyên lampeyan? Ew çi lampe ne ku ronahiya wan ji çiyayan xuya dibe?”
“Hêêêêêêêêy!” Bi qêrînên xwişk û birayên xwe hişyar bû. Ji bo ku tiştekî ji rewşa ku tê de ye derxe, li dora xwe nihêri. Li ser kanapeyê dirêjkirîbû. Ji ber ku ev demeke dirêj bû ku elektrîk çûbû, kalorîferê tîna xwe winda kiribû û xanî sar bûbû. Betaniya ku pirça wê sê tilî dirêj bû, li xwe lefandibû. Germa betaniyê çavên wî girantir dikir. Gotinên dawî yên ku beriya ku careke din noqî nav xewnan bibe, mejiyê wî tevlihev kirin, qerebalixa bira û xwişkên wî bû.
“Ev çîrok rast bû bavo?”
“Erê rast bû. Zilamekî pîr ji apê min re gotibû. Apê mîn jî di şeveke sar a zivistanê de ji me re gotibû.”
“Çîrokeke din bibêje bavo, çîrokeke din.”
“Erê bavo çîrokeke din. Diya te here cinetê çîrokeke din.”
“Na, kurê min. Vaye ceyran hat. Gava careke din ceyran çû, ez ê çîroka Varjabed bibêjim. Lê vêga televizyonê veke da ku li nûçeyan temaşe bikim.”
Qedera Derengmayî
Li daristanekê, di bin darekê de, di nava hêşînahiyê de, serpiştkî dirêjkirî bû. Çavên wî li ezmên bûn. Di jiyana xwe de gelek cî û war dîtibûn lê heya niha tu carî nebûbû şahidê ezmanekî ew çend rengbedew. Ne li Stenbola zaroktiya xwe ne jî li Midyada bav û kalên xwe, li tu bajarekî din ezmanekî ew çend rengbedew nedîtibû. Ezmanê bêsînor li hin ciyan di rengê şîneke tarî de bû û tarîtiya şîna wê ber bi rojhilatê ve tevî sorekî di rengê sorê şeraba Midyadî dibû. Ronahî û tarî di nava şerekî ku encama wê diyar bû de bûn. Piştî çend deqîqeyan tarî dê têk biçûya û ronahî bibûya serdest heya ku berê êvarê hêza xwe winda bike.Wekî ku bi şevan û rojan kevir kilandibe, xwe gelek bêhêz his dikir. Rojên stareyê hatin bîra wî. Carinan wî û hevalên xwe, piştî ku li hewşa paşiya qesra pêncqat a bi ferşên spî hatibû lêkirin bi boneya di dahatûyê de bi hêz bin dixebitîn û têr diwestiyan, li nêzî dîwarê rojhilatê hewşê, wekî niha, xwe li bin darên hewşê dirêj dikirin. “Rabin!” Bi dengê mamoste Meqsî her yek bi derekî ve dibeziya û xwe ji mamosteyê xwe yê kal vedişartin. Çend caran di bin dara ku xwe lê vedişart de ketibû xewê û bi bayê hênik ê destê sibehê ji xew hişyar bûbû.
Ji hêla çemê Dîcleyê bayekî hênik di navbera spîndaran de dihat û xuşînî bi giya û pelên daran dixist. Xuşîniya giya û pelên daran tevî ya çêm dibû û wekî ku serkeftina ronahiyê pîroz bikin, giya û kulîlkan bêhnên xwe yên xweşik, di bin rengê bedew ê ezmên de radestî bayê dikirin û bê, bêhna giya û kulîlkan tevî hewayeke sar, li der û dorê belav dikir. Çûkên li ser çiqilên daran jî xwe ji pîrozkirina serkeftina ronahiyê bêpar nedihiştin; çûk li ser çiqilên daran wekî leşkerên li benda serfermandarê xwe, rêz bûbûn û bi serxweşiya rengê bedew ê ezmên û bêhna giya û kulîlkan, pirtikên xwe tev didan û dest bi strana xwe ya destê sibê dikirin. Ji çar aliyî ve çîkeçîka çûkan dihat. Çîkeçîka çûkan a ku guhên wî tije dikirin, mêjiyê wî wekî dengê kemaneke xerabe diwerimand.
Hewşa ku bi darên xwe yên hewrê dişibiya daristanekê, bi riyeke ku wekî têlên kemanê rast bû, bûbû du par. Li her du aliyên rê, seranser lale hatibûn çandin. Rê ji deriyê têketinê yê hewşê dest pê dikir û li ber hewza mermerîn a rayên wê şîn a li ber derenceyên fireh ên qesrê, bi dawî dibû. Her roj piştî firavînê bi gurîniyekê ji derenceyan ber bi hewzê ve dibeziyan û li wir li dora mamosteyê xwe diciviyan. Digel şirîniya ava hewzê, xuşîniya pelên daran û çîkeçîka çûkên li ser daran ên ji bêhna laleyan serxweş bûbûn, bi yekdengî lawij dixwendin. Ma senfoniya herî xweşik a cîhanê ne çîkeçîka çûkan, xuşîniya pelên daran û xuşexuşa avê ye?
Her ku çûk wekî ku li ber newaya senfoniyê dans bikin, xwe ji çiqilekî ber bi çiqilekî din ve çeng dikirin, xunava li ser pelan wekî dilopên ji ava hewzê dipekiyan, bi ser rû û laşê wî de dibariyan. Dilopên xunavê wekî gezên moriyan tevzînî bi rû û destên wî dixistin. Kir ku bi destê xwe yê tevizî rûyê xwe ji xunavê paqij bike, lê nebû. Milê wî yê tevizî wekî milê peykerekî ji betonê, giran bûbû û nikaribû xwe tev bide. Dema ku hêz da xwe da ku rabe ser piyan, êşeke dijwar, wekî xencereke ko, xwe di pişta wî de da hiskirin. Bi êşa pişta xwe ji bandora sêra rengê bedew a ezmên û serxweşiya bêhna xweş a giya û kulîlkan derket; rojên zarokatiyê yên ku wekî fîlimekî di mêjiyê wî de zindî dibûn, mîna giloka heriya ku bikeve nava avê ji hev pelişîn û ji ber çavan winda bûn. Li der û dora xwe nihêrî. Mêjiyê wî bi pirsên bê bersiv tije bû. Di nava mêjiyê wî de zingilan lê dixist. Di her çirkeyeke ku derbas dibû de êşa pişta wî dijwartir dibû û roja ku hinekî din bilind dibû, zêdetir ronahî dida ser rûyê erdê. Rojê ji lingên wî dest pê dikir û hêdî hêdî ronahî dida ser laşê wî. Her ku roj bi ser laşê wî de belav dibû, diqefilî. Tîrêjên rojê, di nava pelên daran de xwe gihandin laşê wî yê şil û çavên wî yên ku êdî nema rengên cîhanê arasteyî mêjiyê wî dikirin, bi şewqa rojê, mîna ronahiya findan a di neynikê de, dibiriqîn.
Piştî du rojan ev hevok di nava nûçeyeke biçûk a rûpeleke navîn a rojnameyê de digel wêneyekî ku tê de tenê beşeke rûyê wî ji ber ronahiya lempeyan xuya dibû, ji xwe re cî girt:
“....On gündür kayip olan Dicle Üniversitesi Öğrencisi Yusuf Türkkan Dicle nehri yakinlarindaki Hevsel bahçelerinde ölü bulundu. Vücudunda işkence izleri görülen Türkkan....”(*)
Têbinî:
(*)Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Yusuf Turkkan ku ev deh roj in winda bû, li nêzî çemê Dîcleyê, li baxçeyên Hevselê mirî hate dîtin. Turkkanê ku di laşê wî de şopên îşkenceyê hatin dîtin...”
www.kovaraw.com