8/18/09

Azmûna yekemîn

AMED ÇEKO JIYAN

Wê roja payîzê, tîrêjên rojê yên pêşîn ji paceyên malan şewq didan sikakên teng ên Baglarê û sikaka tarî ku Şengo bi tepsiya li ser serê xwe lê dimeşiya hêdî hêdî ronî dibû. Bayê hênik ku ji dilê wî lerizînek dida destpêkirin û heya çermê wî yê qemer didomiya û mûyên laşê wî çik dikirin, bi hilatina rojê heya berbangeke din xatir dixwest. Her ku roj bilind dibû, şewqa ji paceyan belav dibû qels dibû û roniya rojê sira ji kevirên rêzkirî ên sikakan dihat, dişikand.

Şengo; her du dest di berîkan de, mil bi laşê xwe ve zeliqandî bi tepsiya li ser serê xwe di nav sikakên ku hêdî hêdî bêdengiya xwe radestî reqereqa qondereyên zilaman û şeqeşeqa solên plastîkî yên zarokan dikir de ji bo zû bigihîje ber dibistanê û karê xwe di demeke kurt de biqedîne, dimeşiya û her wekî hebûna xwe bi xwe bide hisandin, çend kêliya carekê diqîriya, “Daaatlîîîîî. Taze taze daaatlîîî.”* Çavên wî yên bi qasî ku wan zarokên dibistanê yên mezinên wan gazî dikirin û ji bo wan zarokan jê datlî dikirîn di dahatûyê de bike romanûs, bi melûlî li ser rûyê bikirên xwe yên hevtemen bê wate û vala digeriyan. Gelek caran ji ber awirên wî kena zarokên ku datlî ji wan re dihat kirîn ji nişka ve qut dibû û zarokan bi hemû dilnaziya xwe ji mezinên xwe dixwestin ku çend datlî zêde jê bikirin. Her çend wî hay jê hebû ku zarokan dilê xwe pê dişewitand, wî tu caran ji dil hîs nedikir ku xweziya xwe bi wan tîne. Sala pêşî ku ji gund bar kiribûn û hatibûn bajêr, ew jî wekî zarokên din, li gund pênc salan, li bajêr jî salekê çûbû dibistanê lê piştre bi daxwaza xwe û ya bavê xwe dev ji dibistanê berdabû û dest bi firotina datliyan kiribû. Datlîfiroşî ji karê xwendekariyê hêsantir bû jê re; barê wî tenê tepsiyeke datliyan bû û barê yên din çenteyeke tije pirtûk... Wekî din, heke li derekê neterpile û datliyên wî nerijin erdê an jî teşqeleyeke bi vî rengî ku sermiyana wî bibe neyê serê wî, wî tu caran ji tu kesî lêdan nedixwar. Lê zarokên dibistanê? Borebora bi zimanekî ku jê fêm nakin zêdebariya lêdana ku her roj ji ber sedemeke cuda ji mamosteyên xwe yên rûtirş dixwarin bû.

Şengo ji hemû rojan zûtir gihabû ber dibistanê. Tepsiya datliyên ku nîvî di rê de firotibûn ji ser serê xwe danî û li erdê li ciyekî nêzî hevalên xwe yên din ku simît, benîşt û tiştên din difirotin, çok da. Zarokên ku mîna keriyekî ber bi dibistanê ve dihatin, li ber tepsî û dezgeyan mîna mozeqirtkan civiyan. Wekî her car qerebalixa li ber dezgeya kek û biskewîtan ji yên din pirtir bû. Şengo ev dîmen her tim dişiband dîmena ku li gund di vegera mezinan a ji bajêr de dihat pê. Zarok ne ji ber ku mezin bêteşqele ji bajêr vegeriyan lê ji ber ku ji wan re ji dikanên bajêr gelek tiştên xweşik dihatin kirîn mîna van zarokên dibistanê kêfxweş dibûn.

Di hişê wî de dîmena ku ji gund di mejiyê xwe de bi xwe re aniye û li ber çavên wî dîmena li ber dibistana bajarê qerase hebû. Dema hê nû hatibûn bajêr, ji bajêr gelekî hez kiribû, lê piştî demekê bêriya xwedîkirina berxan, derketina ser neqeban, beza li ser kaşan, avdana lemikên bacan û bîberan nêçîra çivîk û marên biçûk, çûna şoqilan û hemû tiştên ku li gund dikirin û nikaribû li bajêr bike, kiribû.

Beriya nîvro datliyên xwe giş firotin. Bi firotina datliya dawî wekî Daro jê re gotibû, rasterast berê xwe da xaniyê kavilbûyî yê di nav kuçeyên teng ên Baglarê de. Dema gihîşt xaniyê kavilbûyî, Daro li hundir dît. Daro û sê zarokên din ku jê biçûktir, di temenê Şengo de bûn, li hundir agirek dada bûn. Dûmana ji cixareyên wan bilind dibû tevlî dûmana êgir dibû. Dema Daro çav bi Şengo ket, çû cem wî, destê xwe danî ser milê wî û ew bi hev dan nasîn, "Hevalno, ev Şengoyê cîranê me ye. Hevalekî pir jêhatî ye, apê wî gerîla ye. Şengo dixwaze êdî ew jî bi me re rojnameyan belav bike." Zarokên li dorê guh lê bel kiribûn. Daro ji bo wan wekî fermandarekî bû; riyên herî ewle jê hîn bûbûn, gelek caran dema polîsan li ser rê an jî di sikakekê de dida dû wan bi dolabên ku ji Daro hîn bûbûn xwe difilitandin û -bi gotina Daro -polîs têk dibirin. Piştî ku Daro nasandina Şengo qedand, berê xwe da Tofan: "Bila çend rojek Şengo bi te re rojnameyan belav bike." û ji Şengo re got: "Ku tu hemû kuçeyan û riyên asê zanibî, tu yê rojnameyan xweş belav bikî. Sê sal in Tofan belavkariyê dike. Rojnameyek tenê jî nexistiye destê dijmin. Ku tu karibî vî karî pêk bînî, ev kar ji firotina datliyan hêsantir e û perê jê tê jî zêdetir e."

Piştî gotinên Daro, zarok cot bi cot ji xaniyê kavilbûyî derketin û her cotekê ber xwe da sikakeke din. Şengo û Tofan ku ji bo li ser roja dîtir bipeyivin bi hev re derketibûn, ji sikakeke xwarûvîç berê xwe dabûn Ofîsê. Hê sikak xilas nekiribûn, ji bin avahiyên di hev de yên Baglarê, polîsên sîvîl, çevîk û yên bi rûpoş ên di destên wan de çekên giran hebûn, dora wan girtin. Tofan berê xwe da Şengo û bi dengekî nizm got: “Aha ji te re azmûna yekemîn...”



*Li bakurê Kurdistanê zarokên bi seyarî şîranî difiroşin, bi vî awayî gazî dikin. Ev şêweyê gazîkirinê ji tirkî hatiye.

Azadiya Welat - 16/08/2009

No comments: