2/3/18

Siyasetmedarên rojavayî: YPG terorîst e (!)


Bi gotineke ku mamoste Xerzî Xerzan gelek caran li ser Facebookê dinivîse hewlê bidim ku gotinê bigerînim û bînim ser sernavê vê nivîsê:
Dijminatî bêminetî ye.
Lê heçî yên dost in?
Heçî tirk in, ku di 1071ê de bi alîkariya kurdan li Milazgirê bi ser ketibûn, bi kuştin û tala li warê merwaniyan nîşan dabûn ku ew ê bibin “dijminên kurdan yên hezar salan”.
Ji hezar salan e zêdetir e her ku terpilîn bi alîkariya kurdan rabûn ser xwe û hema ku wan pêşiya xwe dît, pêşî berê xwe dan kurdan.
Loma wan do bi alîkariya Dewleta Îslamî bajarê Kobanê rûxand, paşê Cizîr, Sûr, Nisêbîn. Û îro jî Efrîn.
Çawa ku bajarê Kobanê rûxiya lê dîsa kurd bi ser ketin, bajarê Efrînê birûxe jî wê pirtûkên dîrokê binivîsin ku kurd bi ser ketin... lê bi şertê ku kurd berê xwe nedin hev, dijminatiya hev nekin.
Lê mixabin tovê dijminatiyê li ba tirkan gelek e, loma wekî malê belaş li nav kurdan direşînin.
Gelek xwefiroş di reşandina tovê dijminatiyê de ji tirkan re dibin alîkar. Bêguman ev karê wan e. Lê tiştê ku mirov li ber dikeve, hin kesên hêja û qedirgiran li nav cimaetan û li ser medyaya civakî xwe tînin asta xwefiroşan.
Pêşî gotin, “Ameda ku ji bo Qudsê rabû ser piyan çima li hemberî êrîşa li ser Efrînê bêdeng e?”, paşê dîmenên ji TRTê parve kirin û gotin, “Jinên bakurî ji leşkerên tirkan re goreyan çêdikin”, “Dengbêjên bakurî ji bo leşkerên tirk distrên”.
Ma rojekê bakuriyekî li ser gotinên “Îbrahîm Biro” û ENKSê ku dibêjin “PYD terorîst e” gotiye, “wey çima rojavayî xayîn in”, yan jî li ser Erdoganheziya Mesûd Barzanî û Erdoganperestiya Nêçîrvan Barzanî gotiye, “Çima başûrî Erdoganprest in”?
Na hevalno. Ew kesên ku ji bo dagirkerên Efrînê goreyan çêdikin û ji bo wan distrên, ji bo Qudsê q.na xwe diçirînin lê xwe ji Efrînê re ker dikin ne temsîlkarên Bakur in.
Temsîlkarên bakur do li Şingalê û Kobanê bi xwişk û birayên xwe yên ji çar parçeyên Kurdistanê re şedîh bûn, îro li Efrînê bi xwişk û birayên xwe yên ji çar parçeyên Kurdistanê re gelê xwe diparêzin.
Û hinek jê jî li Bakur yan di girtîgehên sergirtî de ne yan jî di girtîgeha mezin ya servekirî de ne.

No comments: