Hefteya borî ku min gotinên nivîskara tirk Emîne Şenlikoglu yên derbarê “ensestê” de xwendin, gotinên xortekî rihayî hatin hişê min ku me di destpêka salên 2000î de (2002-2006) bi hev re li Elezîzê Zanîngeh dixwend.
Showing posts with label Sûr. Show all posts
Showing posts with label Sûr. Show all posts
11/1/21
BÊWIJDAN!
Rojeva bakurê
Kurdistanê û ya Tirkiyeyê ku carê bandorê li hev dikin û carê
bi hev re dimeşin û dibe rojevek, bi bayê bezê diguhere. Mirov ne
pê re digihîje ku li ser hemûyan binivîse ne jî pê re digihîje
ku hemûyan bişopîne.
2/3/18
Siyasetmedarên rojavayî: YPG terorîst e (!)
Bi gotineke ku
mamoste Xerzî Xerzan gelek caran li ser Facebookê dinivîse hewlê
bidim ku gotinê bigerînim û bînim ser sernavê vê nivîsê:
Dijminatî bêminetî
ye.
Lê heçî yên dost
in?
Heçî tirk in, ku
di 1071ê de bi alîkariya kurdan li Milazgirê bi ser ketibûn, bi
kuştin û tala li warê merwaniyan nîşan dabûn ku ew ê bibin
“dijminên kurdan yên hezar salan”.
Ji hezar salan e
zêdetir e her ku terpilîn bi alîkariya kurdan rabûn ser xwe û
hema ku wan pêşiya xwe dît, pêşî berê xwe dan kurdan.
Loma wan do bi
alîkariya Dewleta Îslamî bajarê Kobanê rûxand, paşê Cizîr,
Sûr, Nisêbîn. Û îro jî Efrîn.
Çawa ku bajarê
Kobanê rûxiya lê dîsa kurd bi ser ketin, bajarê Efrînê birûxe
jî wê pirtûkên dîrokê binivîsin ku kurd bi ser ketin... lê bi
şertê ku kurd berê xwe nedin hev, dijminatiya hev nekin.
Lê mixabin tovê
dijminatiyê li ba tirkan gelek e, loma wekî malê belaş li nav
kurdan direşînin.
Gelek xwefiroş di
reşandina tovê dijminatiyê de ji tirkan re dibin alîkar. Bêguman
ev karê wan e. Lê tiştê ku mirov li ber dikeve, hin kesên hêja
û qedirgiran li nav cimaetan û li ser medyaya civakî xwe tînin
asta xwefiroşan.
Pêşî gotin,
“Ameda ku ji bo Qudsê rabû ser piyan çima li hemberî êrîşa
li ser Efrînê bêdeng e?”, paşê dîmenên ji TRTê parve kirin
û gotin, “Jinên bakurî ji leşkerên tirkan re goreyan çêdikin”,
“Dengbêjên bakurî ji bo leşkerên tirk distrên”.
Ma rojekê
bakuriyekî li ser gotinên “Îbrahîm Biro” û ENKSê ku dibêjin
“PYD
terorîst e” gotiye, “wey çima rojavayî xayîn in”, yan
jî li ser Erdoganheziya Mesûd Barzanî û Erdoganperestiya Nêçîrvan
Barzanî gotiye, “Çima başûrî Erdoganprest in”?
Na hevalno. Ew kesên
ku ji bo dagirkerên Efrînê goreyan çêdikin û ji bo wan distrên,
ji bo Qudsê q.na xwe diçirînin lê xwe ji Efrînê re ker dikin ne
temsîlkarên Bakur in.
Temsîlkarên bakur
do li Şingalê û Kobanê bi xwişk û birayên xwe yên ji çar
parçeyên Kurdistanê re şedîh bûn, îro li Efrînê bi xwişk û
birayên xwe yên ji çar parçeyên Kurdistanê re gelê xwe
diparêzin.
Û hinek jê jî li
Bakur yan di girtîgehên sergirtî de ne yan jî di girtîgeha mezin
ya servekirî de ne.
Subscribe to:
Posts (Atom)

