11/1/21

BÊWIJDAN!

Nivîsên li ser wêne: Na, Erê, Rast, Şaş, Baş, Xirab, Rastî, Derew
Rojeva bakurê Kurdistanê û ya Tirkiyeyê ku carê bandorê li hev dikin û carê bi hev re dimeşin û dibe rojevek, bi bayê bezê diguhere. Mirov ne pê re digihîje ku li ser hemûyan binivîse ne jî pê re digihîje ku hemûyan bişopîne.

Hefteya borî ku min gotinên nivîskara tirk Emîne Şenlikoglu yên derbarê “ensestê” de xwendin, gotinên xortekî rihayî hatin hişê min ku me di destpêka salên 2000î de (2002-2006) bi hev re li Elezîzê Zanîngeh dixwend.

Hê min dest pê nekiribû ku li ser meseleyê binivîsim, nexweş ketim û du rojan di nav nivînan de mam. Heta ji nav nivînan derketim, gotinên E. Şenlikogluyê ji rojevê ketin.

Lê xem nake, jixwe derdê min ne ew e ku bersivekê bidim wê, lê dixwazim bi serboriya li gel xortê ji navçeyeke Rihayê behsa wê hişmendiyê bikim.


Sala 2002yan, piştî du salên xwendina li Zanîngeha Dîcleyê, min li Elezîzê dest bi xwendina zanîngehê kiribû. Ne ji ber tiştên dîtî lê ji ber tiştên bihîstî mirov bi tirs û şik û guman nêzîkî her tiştî dibe. Meha pêşî zehmet bû. Lê paşê, ku mirov hev û din û derdorê nas dike bîhna mirov derdikeve.

Piraniya xwendekarên pola me kurd bûn. Ji Amedê û navçeyên wê, ji Mêrdînê, ji Êlihê, ji Rihayê û navçeyên wê, ji Meletiyê, ji Semsûrê...

Di meha duyemîn de êdî kesên bi hev re radibûn û rûdiniştin diyar bûbûn. Em 6-7 kurd bi hev re digeriyan, bi hev re diçûn nava bajêr. Carekê du birayên ji navçeyeke Rihayê em vexwendibûn malê û em bi hev re çûbûn mala wan.


Rojekê piştî dersan hevalan got, ka em çi bikin, bi kwê ve herin? Min jî got, em herin mala me. Ez û 3 hevalên din ku li Zanîngehê li beşên din dixwendin li malekê diman û mala me ji zanîngehê ne dûr bû.

Gava em çûn malê, min ji bo çayê av danî ser û ji hevalan pirsî ka ew birçî ne yan na. Birayê mezin yê ji wan her du birayên ji navçeyeke Rihayê, pêşî wekî tasek ava sar bi ser serê wî ve rêtibin şaş ma û paşê hat ba min, got, “Ma tu ne bi rojî yî?”

Min got, “na” û ji hevalên din pirsî ka hemû bi rojî ne yan na. Piranî bi rojî bûn lê di nav me de ji bilî min wekî din jî yên ne bi rojî hebûn. Ez vegeriyam mitbexê ku tenê li gorî kesên nebirojî çayê çêkim.

Ew ê ji navçeyeke Rihayê jî li pey min hat, got, “divê ji bo rêz û hurmeta yên bi rojî” em ên ne bi rojî jî tiştekî nexwin û venexwin. Min got, baş e, ez ê tiştekî nexwim û venexwim lê îşê wî bi hevalên din neketiye. Wî got na, wisa nabe û di ser de pirsî ka çima ez rojî nagirim. Min bi delalî û bi zarekî şîrîn jê re got, “çima rojî nagirî” û “çima rojî digirî” eynî pirs in, heqê kesî tune ye ku ji ber girtin yan negirtina rojiyê pirsan ji yekî bike. Min dêna xwe daye, niyeta wî ew e ku “min bîne ser riya heq” û rojî bi min bide girtin, min jî gotê, “ka tu çima rojî digirî?” Lê min gotê ku baş bifikire û bersiva xwe rast û durist bide. Piştî kêliyekê got, “Baweriya min bi Xwedê heye loma. Heke rojiya xwe bigirim û nimêja xwe bikim, piştî qiyametê ez ê herim cinetê, heke na, cehnem heye.”

Ji ber ku min derdê wî fêm kir, ez keniyam û min got, “Baweriya min jî bi Xwedê tune ye. Tu ji bo cinetê rojî digirî, ka ez ê ji bo çi bigirim?”

Lawikê ji navçeyeke Rihayê qasekê bêdeng ma û bi dengekî çilmisî got, “Ê... Tu dîsa jî mirovekî baş î, diziyê jî nakî.”

Min jî got, “Erê, diziyê nakim û çima ne baş bim? Qey ne ji tirsa cehnemê be tu yê xelkê bikujî û wan bişelînî” û min jê re behsa wijdanê kir.

Qey guhê wî ne li min bû, wekî ku xwe bi xwe biaxive di ber xwe de tiştin gotin û paşê ya dilê xwe bi zelalî got: “Heke ne ji tirsa Xwedê bûya min ê dizî bikira, min ê araqê vexwara, hema çi hebûya min ê bikira”.


Hevaltiya me ne wekî mehên pêşî be jî heta dawiya zanîngehê dewam kir û min gelek caran bi nîv henekî jê dipirsî, “Ka te hê jî kes nekuştiye û neşelandiye?” û wî jî bi ken bersiva min dida, “Bi Xwedê ji Xwedê ditirsim”.

Çend salan piştî zanîngehê min li Amedê li ber Sûrên Deriyê Çiyê, bi navê xwe yê din Deriyê Xerpêtê birayê wî kesê ji navçeyeke Rihayê dît û min pirsa birayê wî yê mezin jê kir. Wî got, ev du sal in birayê wî bûye polîs û ji xwe re dixebite. Min bi destê wî girt, li nav çavên wî nihêrt û bi rûyekî bi ken gotê ku rastî bibêje ka birayê wî hê jî rojî digire yan na. Wî bi ken got, “Rojiya xwe bi dizî dixwe lê haya kesî jê çênabe.”

No comments: