9/17/21

Te go Fîdel? Ê, Dilo jî ji jina xwe ditirse

(Min ev nivîs di sala 2016an de nivîsandibû, lê ji ber ku min ev li ser bloga xwe peyda nekir, careke din diweşînim.)

Hevalekî min ê pir biqedir carekê hatibû Amedê mêvaniya min. Gava em bi hev re li nav sûk û bazarên nav Sûrê û li Ofîsê digeriyan, ji çep û rast peyv û axaftinên tirkî li bin guhên me diketin. Her çiqas mesûl û berpirsê vê rewşê ne ez bim jî, min ji vê rewşê fedî dikir. Û hevalê min jî, wekî ku ev kêmasiya min be, carê digot, “Hefy. Hefya Amedê ku her kes bi tirkî xeber dide.”

Bi vê şermê û bi van tanan, me berê xwe da supermarketekê ku em ji bo şîvê ji xwe re mirîşkekê û hin sebzeyan bikirin. Gava em di marketê de bûn, telefona hevalê min got “zirrr” û lê da. Çawa wî berê xwe da ekrana telefonê ka kî ye lê digere, rengê wî zer bû, çend fetlan da xwe û xwe avêt paş reyonekê. Ez ji vê rewşa wî ketim gumanan. Loma min bi dizî xwe nêzîkî wî kir. Min dêhna xwe dayê ku bi jina xwe re diaxive… lê bi tirkî. Min got, “Aha, tu ketî nav lepê min.”

Piştî ku axaftina wî qediya, êdî min devê xwe xist hestiyên wî û min got, “Ma ne şerm e ku mirov di nav malê de bi tirkî biaxive.”

Ji supermarketê heta nêzîkî malê me henekê xwe pê kir. Gava em nêzîkî malê min, telefona wî careke din lê da. Çawa berê xwe da telefonê ka kî ye lê digere, got, “Dilo jî ji jina xwe ditirse!”

Bû tîqetîqa me û em keniyan.

Ev nîqaşa derbarê Fîdel Castro de ya li ser medyaya civakî vê meseleyê tîne bîra min.

Ev çend sal in li ser medyaya civakî ji bo nêzîkbûna Fîdel ya bo kurdan tiştên negatîv tên gotin. Ez nizanim ka ew gotin rast in yan derew in. Loma nabe ku mirov şoreşgerê xelkê li ser gotegotan bixe binê erdê yan jî derxe qata heftan.

Gelekan li ser medyaya civakî nivîsandiye, lê em dubare bikin:

1- Piştî ku şoreşgerên Kubayê şoreş pêk anî, Fîdel 50 salan li ser text rûnişt, wekî ku ji xeynî wî kes nikare welat bi rê ve bibe.

2- Piştî ku pîlê wî qediya, baweriya xwe bi kesî neanî û birayê xwe xist şûna xwe.

3- Gava di salên 90 de siyasetmedar û nivîskarê kurd Osman Ozçelik li konferanseke li Kubayê xwest bi kurdî biaxive, bi hinceta ev ê zirarê bide peywendiyên wan yên bazirganî yên bi Tirkiyeyê re, rê nedan axaftina bi kurdî.*

4- Gava Fîdel Castro tê Tirkiyeyê serdana dostên xwe yên ku -wan salan jî wekî niha- bi awayekî aşkere kurd dikuştin, hevdîtina bi siyasetmedarên kurd re red dike, û gava Mehmed Drews wekî rojnamevanekî pirsa “nêrînên wî yên derbarê pirsa kurd de” dike, Fîdel dibêje “ev mijareke berfireh e, ji bo vê dema min nîne, ka pirsa di dorê de”.**

5- Wêneyên wî yên samîmî yên bi Demirel, Ehmedînejad, Esed û Sedam re tenê bes in ku li ba min jê re antîpatiyek çêbe.

Ji bo min ev xal wekî turnusolê ne û nîşan didin ku Fîdel “ji xwe re şoreşger” bû, ji bo çend qurûş pereyên ku bi bazirganiya li gel Tirkiyeyê wê bikeve qaseya wî, guh û çavên xwe ji şoreşa kurdan re digirt.

Niha ez werim ser meseleya “Dilo jî ji jina xwe ditirse. Her ku hinek bi mafdarî Fîdel û hezkirina Fîdel rexne dikin, hin hevalên ku li ber çavê min di asta “hezkiriyên Humeynî û hezkiriyên Yaser Erefat” de ne, dibêjin, “Malbata Barzanî jî li ser textê rêveberiya Başûr rûniştiye û ranabe”, “Mesûd Barzanî jî serdana Tirkiyeyê dike”, “Nêçîrvan beriya 5 rojan serdana MÎTê kir”, “Mele Mustefa jî bi Sedam re wêne kişandiye”.

Erê ezîzno, canikno, camêrno! Ev tiştên hûn dibêjin rast in, divê kurd demokrat bin, nabe ku welat wekî şirketeke taybet bi malbatî bê birêvebirin, nabe ku siyasetmedarên kurd bi taybetî Serok û Serokwezîrên kurd werin û serdana MÎTê bikin. Divê ev hemû bi tundî bên rexnekirin.

Lê min reşika çavê we xwaro, meseleya me “hezkirina we ya ji bo Fîdelê jixwereşoreşger” e, em jixwe dizanin “Dilo ji jina xwe ditirse.”

https://twitter.com/Osman_Ozcelik47/status/802780195623145473

** https://twitter.com/drews211984/status/802541210195742720

No comments: