“Bi kurdî bêje, bi kurdî. Vira Amed e, bielime kurdî!”
Showing posts with label Almanya. Show all posts
Showing posts with label Almanya. Show all posts
7/10/21
Vira Amed e, bielime kurdî!
Ji salan sala 2014an
bû. Ew sala ku bi sed hezaran kurd û ereb û ermenî û aramiyên
ji ber şer û tevliheviya li Sûriyeyê mal û milkên xwe li cî
hiştibûn û reviyabûn. Rojek ji rojên wê salê ez û dostê xwe
yê salan Omer Dilsoz li nav Sûra Amedê digeriyan... Ameda ku ji
ber axaftina bi tirkî her kes jê gazinan dike. Wekî tê hişê
min, em ji aliyê Deriyê Mêrdînê ve dihatin û em ji Xana Hesen
Paşa derbas bûbûn. Li ber deriyê dikaneke li milê rastê dengekî
bi erebî li ber guhê min ket û hema pê re jî çend gotinên bi
kurdî ku mirov jê şerm dikir:
8/13/20
Kuxdin
Kurdekî belkî ji kurdbûna xwe fedî dike belkî jî ji kurdbûnê “îstîfa” kiriye û loma naxwaze kes bizane ku kurd e, kir ku ez ji dosyeya xwe ya kurteçîrokan ya bi navê “Fuck, Germans” ku piştî bi nîvî bûbû dora xwe dabû novela “Berxê Nêr”, dosyeyeke din derxim. Navê dosyeya nû ku niha tê de 5 kurteçîrok hene dê “Kuxdin” be. Tenê çîrokên kurdên li Almanyayê dê bikevin nav vê dosyeyê.
Çîroka dosyeyan li aliyekê, ez ê ji we re behsa wî kurdî bikim.
3/24/19
Çend dîmenên ji Newroza 2019an a li Frankfurta Almanyayê
1. Li gorî nûçeya
derbarê Newroza Frankfurtê de ku li ser ANFê hatibû weşandin, Newrozê dê di
saet 10:00an de dest pê bikira. Lê heta piştî saet 12:00an jî trafîka li dora
qada Newrozê ji ber siyareyên kesên tên qadê, xitimî bû.
2. Gava polîsên
alman hema di navbera qada Newroz û qada ji bo parkkirina otomobîlan de bere me
da mile rastê, ez gelekî kêfxweş bûm k udi wê qerebalixiyê de ji bo peydakirina
ciyê parke alîkariya me dikin, lê piştî ku em li ciyê wan nişan dayî sekinin û
polîsekî pirsa destura ajotinê, belgeyên otomobîlê û “al û sembolên qedexe” kir,
min fêm kir ku bandora antî-kurdiya tirkan wekî li hemû deran li almanyayê jî xurt
e.
3. Me nedît ku
polîsan alên YPG û YPJê ji xelkê girtin lê min dît ku çend kesên wêneyên Ocalan
bi wan re birin pişt daran û li wirê bi wan re axivîn. Me nezanî encama wê
hewldanê çawa bû.
4. Heta piştî 12:00î
jî li qadê gelek kes tune bû. Moralê xelkê sifir bû. Her kes ji ber beşdariya
kêm xemgîn bû. Lê piştî ku pêşkêşvanê li ser tikê anons kir û got bi hezaran kes
ji çar aliyan ve bi meş tên qadê, gula amadebûyiyan geş bû.
5. Plansaziya
bicîkirina standan gelekî baş bû: Aliyek standên xwarinfiroşan bû û aliyê din
standên komele û saziyan bû.
6. Gelek kesan
bêtirs Ala Rengîn bilind dikir. 2-3 suryaniyên ji Şirnexê jî bi ala Suryaniyan li
qadê serbilind digeriyan.
7. Berevajî salan, -qey
ji ber grevên birçîbûnê- 5ne wêneyên Ocalan lê wêneyên Mazlûm Doxan li girseyê
hatibûn belavkirin ku bilind bikin.
8. Li nav qadê di
nav girseyê de dengê tirkî kêm bû. Xuya bû ev bi xêra rojavayiyên di salên dawî
de li Almanyayê bûne penaber e.
9. Gava jinika
xwarinfiroş ya li ber standê bi ciwanên li pêşiya min yên bi hev re bi almanî
diaxivîn re bi kurdî axivî lê gava dor hate ser min ê cilên “koyî” (bnr. Hacî
Qadirê Koyî) liberxwekirî dest bi şildimbildima tirkî kir, roja min herimî û
min biryar da ku êdî careke din porê xwe li ba sertraşê xwe yê soran çênekim.
10. Gava axaftinên nûnerên
partî û saziyên alman yên bi almanî, ji bo girseyê li tirkî dihatin
wergerandin, polîsên ku îhtîmal e yan hevalên wan ên tirk hene yan jî tahtîla
xwe li Antalya û Alanyayê dikin, di bin simbêlan de bi qûna “bê tirkî jiyan
nabe”yê dikeniyan.
Bonus: Qey “filehên
kurdhez” jî em kurd baş nas kirine û ji bo xatirê “bê tirkî jiyan nabe” di
weşanên xwe yên ku tu têkiliya wan bi tirkî û tirkan tune ye de bi tirkî jî
nivîsandine. (Bnr: 3 wêneyên li dawiyê)
1/14/18
Mizgîn û AOK
Bi hatina Mizgnê
re em çêtir hîn bûn ku prosedurên her dewletekê cuda ne û hin
caran dibe ku mirovan ji vitêzê derxin. Gava Mîr Baz li
Nexweşxaneya Baglarê ya Amedê çêbûbû, li nexweşxaneyê
“belgeya jidayikbûnê” ya Mîr Baz dabûn min û min karî heman
rojê ji Midûriyeta Nifûsê nasnameya wî derxim. Çîroka
nasnameya wî mijara meseleyeke din e. Me li ser “Mir” û “Mîr”
li hev nekir û gelekî dilê hev êşand. Werhasil, heçî Almanya
ye, ji hinek aliyan ve temam camêr û canik baş in, demokrat in lê
ji hinek hêlan ve hê jî di riya “Abê” de ne ku naxwazim navê
wî li virê binivîsim.
Prosedura mişt
burokrasî wisa ye: Piştî li nexweşxaneyê zarok çêdibe, dadeyek
yan hemşîreyek formekê dide, formê dadigirî û li qata xwarê
teslîmî “Info”yê ango şêwirgehê dikî. Ew wê formê
dişînin “LandKreis”ê ku qaymeqamî ye yan şaredarî ye ew jî
nizanin. Ew jî wê didin beşa Jugendamtê ango Rêveberiya Ciwanan
-û Malbatan-. Ew ji te re nameyekê dişînin. Di nameyê de
dinivîse ku divê hûn li reqema di nameyê de nivîsandî bigerin û
randevuyekê bistînin.
Heta vê derê me
bê qeza û bela çêkir. Va ye li virê rê sitimî û xitimî. Gava
name gihîşt ber destê me, wext tam hefteya beriya “Weihnachten”ê
ango Noelê bû û gava min telefonî wê reqemê kir, gotin ku ew
canik nexweş e û divê ez hefteya pêş roja çarşemê dîsa
bigerim. Qey li Almanyayê adet e, beriya Noelê piraniya karmend û
xebatkaran “nexweş” dikevin. Min navek li vê rewşê kiriye, ez
dibêjimê “Krankenscheinurlaub”. “Krankenschein” ango
belgeya nexweşiyê, wateya vê peyva min diyarî ferhenga almanî
kirî jî dibe “tehtîla bi rapora nexweşiyê”. Li ser xêrê
be.
Lê ez guhenê kesî
hilneynim, wekî min gelek kesên ku di meha kanûnê de bi kêfî
rapora nexweşiyê digirin dîtine, teqez yên ji dil jî nexweş in
û rapora nexweşiyê digirin hene. Loma gunehê kes kesî di stûyê
wî/wê de. Lê yeqîn ji ber berbelaviya “krankenscheinurlaub”ê
ye, li kargeha ez lê dixebitim peymana kar ya kesên zêde rapora
nexweşiyê digirin nû nakin û wan ji kar derdixin.
Em vegerin ser
mijara xwe. Wekî xanima li serxeta telefonê ji min re gotibû, min
roja çarşemê telefon kir û bi xanima name şandî re xeber da. Ji
ber ku nava rojê tenê di saet 08.30yan de derfeta min heye, ez wê
saetê lê geriyam. Ji dengê wê diyar bû ku hê nû li ser kar
rûniştibû. (Jixwe piştî lêkolîneke kurt ya li ser înternetê
min zanî ku ew di set 08.30yan de dest bi kar dike) Xanimê ji min
re got divê min belgeya zewacê hebe da ku wekî bavê bebikê bêm
tomarkirin. Min got min ew belge heye. Got tercumeya wê lazim e û
xwest piştî tercumeya wê dîsa lê bigerim. Min eynî rojê li ba
tercumanekî sondxwarî da wergernadin û roja din li xanimê
geriyam. Wî got divê ez wê belgeyê bibim “Bürgerbüro”yê.
Roja din ez çûm wê buroyê û min belge da wan. Ya rast min kir ku
belgeyê bidim wan lê xortê karmend got telefona karmendekî
“Jugendamt”ê da min û got divê ez pêşî lê bigerim û
randevuyekê jê bistînim û paşê belgeya xwe bidim wî. Ji ber ku
mesayiya wî yê li Jgendamtê xilas bûbû, min roja din telefonê
wî kir. Wî got divê ez herim “Landkreis”ê û belgeyê bidim
wan. Ez çûm wê derê, wan got divê ez li wê xanima di serî de
name ji min re şandî bigerim.
Li ser vê, min ev
serborî nivîsand û wekî maîl ji “Landkreis”ê re şand. Roja
din wê xanimê xwe gihand min û got ew li bendê ye ku tercumanekî
kurdî peyda bikin û paşê ew ê randevuyekê bide min. Ez dibêjim
qey piştî maîla min jê pirsî ne ka mesele çi ye, û wê jî
bersivek daye wan. Lê gelo bersiva wê çi bû? Her çi be, di
telefonê de gelekî kubar bû û got hêvî dike ku tu pirsgirêk
tune ne û her tişt li rê ye. Min got, erê her tişt li rê ye.
Werhasil, mehek û
hefteyek di ser çêbûna Mizgînê re derbas bû, lê hê me nekarî
em ji dewleta alman belgeyeke jidayikbûnê yan jî nasnameyekê
bigirin. Bila derd û kul wergirtina wan belgeyan be. Hefteya borî
Mizgîn nexweş bû. Lê wê ne nasnameyek ne jî sîgortayek hebû.
Em ne dikarin herin nexweşxaneyekê ne jî cem bijîşkekî. Ez li
burokrasî û mantalîteya karmendên alman gelekî hêrs bûbûm. Bi
îhtîmala belkî bi kêr bê, min telefonê beşa înglîzî ya
AOKyê (şirketa sîgorteya tenduristiyê) kir û min ji camêrê li
ser xetê re çîroka xwe got. Xwedê jê razî, wî pirsî ka li cem
me tu belgeyeke ku nav û dîroka rojbûna Mizgînê li ser binivîse
heye yan na. Nameya xanimê hat hişê min. Di nameyê de ev her du
agahî jî hebûn. Min gotê heye. Wî jî got nexwe em dikarin hema
îo hri enrcem wan û qeydiya Mizgînê çêkin û bi belgeya qeydiyê
îro herin nexweşxaneyê.
Bêyî ku meseleyê
hê dirêjtir bikim, me wisa kir. Em çûn nexweşxaneyê û me ji
Mizgînê re dermanek jî stand.
Her tişt li
aliyekê, AOK bi van zimanan hemû xizmetê dide: Înglîzî,
Fransizî, Rumenî, Rûsî, Îspanyolî, Tirkî, Erebî... lê ne bi
kurdî. Belkî hûn bêjin çi eleqeya vê bi vê nivîsê re heye,
piştî vê çîrokê min kampanyayek da destpêkirin ku AOK bi kurdî
jî xizmetê bide.
Li Almanyayê bi
sedhezaran kurd dijîn lê ji ber bêxîretî ya rast ji ber
tirkîhezî û erebîheziya kurdan kurd, lu tu derê tune ye. De ka
em ji AOKê dest pê bikin? Heke em bi ser ketin, em ê ji bo saziyên
din jî kampanyayên bi vî rengî çêkin.
Lînka kampanyayê:
https://www.change.org/p/aok-wir-wollen-aok-hotline-service-and-dokuments-in-kurdisch?utm_source=share_petition&utm_medium=link&recruiter=32145190
Subscribe to:
Posts (Atom)









