7/10/21

Vira Amed e, bielime kurdî!

Ji salan sala 2014an bû. Ew sala ku bi sed hezaran kurd û ereb û ermenî û aramiyên ji ber şer û tevliheviya li Sûriyeyê mal û milkên xwe li cî hiştibûn û reviyabûn. Rojek ji rojên wê salê ez û dostê xwe yê salan Omer Dilsoz li nav Sûra Amedê digeriyan... Ameda ku ji ber axaftina bi tirkî her kes jê gazinan dike. Wekî tê hişê min, em ji aliyê Deriyê Mêrdînê ve dihatin û em ji Xana Hesen Paşa derbas bûbûn. Li ber deriyê dikaneke li milê rastê dengekî bi erebî li ber guhê min ket û hema pê re jî çend gotinên bi kurdî ku mirov jê şerm dikir:

“Bi kurdî bêje, bi kurdî. Vira Amed e, bielime kurdî!”

Erê, kurdek ji axaftina bi erebî ya wî penaberê ji Sûriyeyê aciz bûbû û ferman didayê ku fêrî kurdî bibe û bi kurdî biaxive. Min cara pêşî didît ku kurdek ji yekî ne kurd dixwaze ku bi kurdî biaxive. Helbûkî em kurd ew milet in ku em ji hev hêvî û daxwaz dikin ku em bi hev re bi zimanên din, bi taybetî bi tirkî biaxivin.

Li ba me hemûyan mînak û serboriyên vê behsê gelek in. Lê dîsa jî ez mînakekê ji Amedê yekê jî ji Hewlêrê bidim.

Pêşî ya ji Hewlêrê: Sala 2009an. Ez ê ji Parkî Leqleq biçûma ciyê xwendekarên bakurî lê dimînin. Ji ber ku ez berê bi hin hevalan re çend caran çûbûm wê derê, vê carê min xwe qewimand ku bi tena serê xwe herimê. Lê piştî ez sê-çar caran di ber heman avahiyan re derbas bûm, min biryar da ku ya baş ew e ez ji yekî bipirsim. Min tavilê yekî li ser rê sekinand û jê pirs kir. Lê xwezî ez şeveder bimama û min jê pirs nekira. Camêrê ku yan ji kurdiya min yan jî ji navnîşana min jê pirs kirî fêm kir ez bakurî me, yekser xwest bi min re bi tirkî biaxive. Pêşî min got qey tirkmen e, lê diyar bû ne tirkmen e, kurdekî soran e û dixwaze bi çend peyvên tirkî ji min re îsbat bike ku bi tirkî dizane.

Serboriyeke ji serboriyên li Hewlêrê wisa bû. Lê serboriya ji serboriyên Amedê ji vê kambaxtir bû: Dîsa rojekê ez û dostê xwe Omer Dilsoz ji bo firavînê çûbûn xwaringeha Omayrayê. Xwaringeh dîsa wekî her car danê nîvro tije bû. Xwediyê xwaringehê ku em êdî bûbûn hevalên hev, hat ba me û ji me rica kir ku yekî din jî were li maseya me xwarina xwe bixwe. Me got, li ser seran. Yekî kal hat û bi silava tirkî li ba me rûnişt. Me bersiva silava wî bi kurdî da. Kalo bi awirên ecêb li me nihêrt û piştî sparîşa xwarina xwe bi kurdî da, dîsa li me nihêrt û dest bi axaftina tirkî kir. Tirkiya wî jî wekî tirkiya bav û kalên me hemûyan ne ti tirkî bû lê her ku me bi kurdî bersiva wî dida ew jî bi israr bi tirkî diaxivî. Piştî kêliyeke bêdengiyê, kalo bi kurdî ji me pirsî:

“Ma hûn bi tirkî nizanin?”

Ez jî li benda vê pirsa wî bûm. Min got:

“Na, xalo. Em cahil û nezan in. Me û tirkî çi ji hev re gotiye.”

Kalo vê carê ji carên din baldartir li me nihêrt û bi tirkî got:

“Hûn ne wekî gundiyan in, rengê bajariyan li we dikeve. Çawa hûn bi tirkî nizanin?”

Ji ber ku min bi dehan belkî bi sedan caran bi serboriyên wisa evîndariya tirkî ya di dilê kurdên Bakur û Başûr û Rojava de dîtiye, ew gotina “Vira Amed e, bielime kurdî” ji min re gelekî ecêb hatibû.

Hema bêje hemû kurdên bi kurdî diaxivin li bajarên Enedolê laqî gef û fermanên tirkan -kesên tirkîaxêv- hatine ku ji wan re bi înglîzî çêr û xeberan bêjin aciz nabin lê bi kurdî diayan bikin aciz dibin. Loma serê we bi wan serboriya neêşînim û ji we re behsa hin serboriyên li Almanyayê û serboriyeke li Fransayê bikim.

Serboriya li Almanyayê ya 1ê:

Em hê nû hatibûn Almanyayê û almaniya min gelekî xirab bû. Min ji bo kirê xaniyek peyda kiribû û ez û xwediyê xanî ji bo peymana kirê rûniştin. Min gotê ku almaniya min ne baş e û min bi kubarî jê pirs kir, heke bi înglîzî zanibe ew ê çêtir be ku em bi înglîzî biaxivin. Wî bi kubarî û bi almanî lêborîna xwe xwest û got ku bi înglîzî nizane. Lê ez paşê hîn bûm ku camêr nîv alman nîv holandî ye, paşê fêrî almanî bûye, yekî mirovperwer e û niha doktoraya felsefeyê dike û di ser de jî bilbilê înglîzî ye.

Serboriya li Almanyayê ya 2yan: Min ji bo ehliyeta almanî li kurseke ajotinê xwe qeyd kir. Lê ji ber ku almaniya min ne baş bû, ji min re hinekî zehmet bû. Nêzîkî azmûna ji bo ehliyetê min fêm kir ku mamoste bi înglîzî dizane. Min jê xwest ku em bi înglîzî biaxivin, lê wî got, her çend ew bi înglîzî dizane jî ew naxwaze bi înglîzî biaxive.

Serboriya li Almanyayê ya 3yan: Carekê ji ber êşa diranan çûm nexweşxaneyeke taybet ji bo diranan. Destpêkê min ji sekretera nexweşxaneyê pirsî ka doktorên wan yên bi înglîzî dizanin hene yan na. Wê got, erê hene û doktorekî bi înglîzî dizanî bi min re eleqedar bû. Lê piştî çend gotinên bi înglîzî wî hewl da ku asta almaniya min fêm bike da ku bi min re bi almanî biaxive. Û wisa jî kir.

Li gel ku mînakên wisa gelek in, mînakên berevajî van jî hene lê mixabin ev mînakên berevajî van ne gelek in. Mînakeke ji mînakên berevajî van doktorê me yê malê bû. Her çend min hewl dida pê re bi almanî biaxivim, wî bi israr dixwest em bi înglîzî biaxivin.

Piştî serboriyên ji Kurdistanê û Almanyayê -yên li ser xatirê Felat Niştiman- ez behsa serboriyeke ji Fransayê bikim ku beramberî deh serboriyan e. (Li ser xatirê Aram Taştekin)

Sala 2015an em ji bo ger û geştê hatibûn Almanyayê û bûbûn mêvanê birayê min Flê ku him kedkar û tercûmanê kurdî yê sondxwarî ye him jî hiqûqnas e. Piştî gera li Almanyayê me berê xwe da Parîsa Fransayê. Me otomobîla xwe li dereke nêzîkî Birca Eyfelê park kir û me berê xwe da Eyfelê. Lê di vegerê de erebe ne li ciyê xwe bû. Me zû fêm kir ku belediyeyê -yan jî saziya eleqedarî vî karî- otomobîl biriye garajekê. Em bi meş û bi alîkariya Google Mapsê ketin ser riya wê garajê. Lê gava mirov xerîbê derekê be fêde û xêra Google Mapsê jî heta derekê ye. Loma me ji polîsên li ser rê û cadeyan pirs kir ka otomobîlên şaş park dikin dibin ku derê. Polîsên -çi reşik ji jî bozik- wekî hatibin şîretkirin, digotin, “Parle français” yan jî tiştekî wisa. Dawiya dawî me fêm kir ka mesele çi ye. Me pasaportên xwe nîşî wan dan û me got ku em turîst in û tenê ji bo gerê li Fransayê ne. Wê gavê polîsên ji bilî “Parle français” yan jî tiştekî wekî vê ji devê wan dernediket bûn bilbilên înglîzî.

No comments: