12/29/11

Pîlana kûr

Bi 10 15 rojan beriya vê sersalê, dîsa tirsek kete dilê min. Ew tirsa ku her tim beriya rojên taybet, rojên cejn û şahiyan dikete dilê min, bi 10-15 rojan beriya vê sersalê dîsa xwe bi min da hesandin: li devereke welatê min dîsa dê zarokên welatê min bi hovane bên kuştin... Ji ber ku her tim dema cejna Qurbanê, cejna Remezanê an jî rojeke din a pîrozkirinê nêzîk dibû û zarokên welatê min dihatin qetilkirin... Her ku rojeke şahiyê nêzîk dibe, ev tirs dikeve dilê min.
Mixabin bi sê rojan beriya sersalê, bi sê rojan beriya pîrozbahiyên sersalê, bi sê rojan beriya pîrozbahiyên ku dê teqez bi nîv-şadî nîv-xemgînî pêk bihata, li Roboska Qilabana welatê min bi dehan xortên nûciwan hatin qetilkirin... Hin ji wan 12 salî bûn, hin 16 salî û hin jî 20 salî. Bê çek û rext bûn. Li gel ku bê çek û rext bûn jî, ceger nekiribûn ku "ew" herine wan; balafirên xwe yên şer şandibûn ser wan.
Difikirim: gelo eger hefteya pêşiya me ne sersal bûya, dîsa jî wan dê ev hovîtî bikira? Ya rast, ji bo kuştinê wan tu caran xwe li benda rojên taybet negirtiye. Lê dema rojên taybet nêzîk dibin teqez ew hovîtiyekê dikin, welatê min şîn digire; ew qetlîamekê dikin, welatê min li ser kuştiyên xwe digirî, ew xwîna xort û keçan dirijînin, welatê min rondikan dibarîne.
Loma bi 10-15 rojan beriya vê hovîtiya li Qilabanê, dîsa wê tirsê xwe berda dilê min. Û hê ji sersalê re 3 roj mayî, wan careke din nîşan da ku ew sondxwarî ne ku nehêlin welatê min tu caran -piçek bejî- bikene/dilşad bibe/kêfxwe bibe.
Ji min ve êdî tu guman tune ye ev pîlaneke stratejîk e û armanc ew e ku hemû rojên taybet û rojên şadiyê li kurdan bikin jehr da ku kurd rojeke xweş nebînin û derûniya kurdan têk here/têkçûyî bimîne.
Bêguman ev pîlaneke kirêt e. Lê dewleta ku ji roja ku ava bûye ve tunekirina kurdan ji xwe re kiriye armanc û ji bo pêkanîna vê armancê ji qeyranên aborî bigire heta kuştina general û serokomarên xwe, ji serbestberdana kanalên peykî yên pornografîk bigire heta qedexekirina rengên kesk û sor û zer, ji qedexekirina zimanê kurdî bigire heta pêşkêşkirina çavkaniyên xwezayî her tişt daye ber çavên xwe, bêguman dikare ji bo bigihîje vê armanca xwe her tiştî bike.